Nasnav: Zîlan Serhat
Nav û Paşnav: Aygül Emine
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1982/Bitlîs
Navê Dayikê: Fidan
Navê Bav: Fahrettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 10 Cotmeh’a 2003/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15’ê Sibata 2012’an li Besta
Ji dilbûyîn di çavên we yên dibiriqîn de tê dîtin. Jidilbûyîneke jiyan û rêhevaltiyê… Wê xwe li hemberî qirêjiyê ranedigirt. Hezkirina dostaniyekê ya ji çiyayan wêdetir di hindurê xwe de ranedigirt. Dostên te yên herî xweşik, bû lûtkeyên çiyayên herî bilind. Tu bi çûyîna xwe, li hemberî fêrbûnan derketî. Ya ku hatibû fêrkirin sextetî bû, ya ku hatibû fêrkirin bê hezkirin bû… Ya ku hatibû fêrkirin bermahiyên jiyanê bûn… te hemû fêrbûyînên heyî yên ne ji dil red kir û dest bi rêwîtiya xwe kir. Ti li wan şîve ku gav bi gav lê meşiyayî bi kesayeta xwe re bûyî yek. Û niha mirin di kesayetiya te de binket. Jiyan ji nû ve bi kesayeta re bû heyîn. Ji bo mirov xwe bigihîne manewiyatê divê mirov ji madiyatê qut bibe, te ev yek dîtibû, xwe ji qirêjiyan mîna vereşandinê da tahirkirin û te xwe gihand hizurê.
Tu di hişê mirovan de, bûyî wateyeke nû. Û şehadet… di rawestgehekî nû ya ji jiyanê de hatiye dagirtin bê hesab û bê tirs… Niha tu li wê derê şerê nefes sitandina jiyaneke nû didî. Tu kulîlka jiyana herî xweşik û teze ya bihara bê dawî… te ew rûyê xwe xweşik daye ROJÊ. Di rûyê te yê delal de hizurek… Hizura xwe gihandina wateyê. Wateyê hemu ziraviyên xwe li te barkiribû. Di rûkeniya te de germahiya roja me. Di sar û germahiya payîzê de tu ji bo azadiyê bûyî nîşaneya rê. Te azadî di kodika dilê xwe de hembêz kir. Pê re bûyî yek. Di cîhaneke qerisokî de li hemberî dilên qeşa girtî, te bi rêhevalên xwe re mil bi mil di nav berfa sipî de li hemberî dagirkeran li berxwe da. Te bi şahadeta xwe ji zarokên pêşerojê re mîrateyekê mezin hişt.