Mizgîniya biharê ye Newroz. Rengê xwezayê û kêyfxweşiya gelan e Newroz. Newroz, Ji hunermendan re strane, ji helbestvanan re pêşbirka peyîvane, ji dengbêjiyê re çîroka bê dawî ye, ji gelan re berxwedane û di ruhê APOyî de navê jiyana nûye. Newroz, hevdîtina herî watedar û herî dîrokî ya xwezayê û mirovahiyê ye. Newroz ez im, em in û em hemû ne.
Her yek ji me dema ku berbi werza biharê ve diçe, bi awayekî xwezayî aramiyekî ruhî dijî. Newroz, hebûnekî di hundirê me de tê jiyan kirine. Newroz, her roj û her kêlî bi me re jiyan dike. Newroz tê wateya nûroj angu roja nû. Jiyana bi wate avakirin û dana jiyan kirin, ji bilî avakirina roja nû şansekî cuda pêşkêşî me nake. Ji bo em li vê jiyana bi wate vegerin û di kesayeta xwe de, Newrozbûyîn biserxistin şertê jiyana azad e. Hevrê Sema Yûce, Kawayê Hemdem Mazlum Doxan, Bêrîvan û Ronahî fêrkerên dîrokî yê vê jiyana azad in. Di oxira jiyana azad de ruhê Newrozê di kesayetiya xwe de, ebedî kirin. Wan pêşeng û dildarên Newrozê, bi fikir û felsefeya Rêber APO, di dîroka şoreşa hemdem ya Kurdistanê de navê xwe bi herfên zêrîn nivîsandin. Li quntarên çiyayê Garê, dîsa û dîsa şopdarên van pêşengên mezin û kevneşopiya ruhê Newrozê di kesayetiya 15 hevrêyan de navê Newroza 2021’an bû Newroza Rêber APO.
Hêzên dagirker û mêtînger, ji bo me ji kok û hebûna me biyanî bikin, serî li her cûre rêbazên tinekirin û şêwazê ji holê rakirinê dan. Dahaqên ku 2721 sal berî niha xwestin çanda gelan ya berxwedanê tine bikin, bi xwe hatin tinekirin. Dahaqên hemdem yên di sedsala 21’emîn de jî ji bo tola xwe ji gelan bigrin, li ser heman xaka ku şahidî ji tinekirina Dahaqan re kirî bi heman hişmendî dijîn. Çawa ku bi hezaran sale, çanda zilmê ya Dahaqan li hemberî çanda gelan a berxwedanê bi binketiye, îro jî zilimkarên xwe di bin rapûşa modernîteya kapîtalîst de veşartine wê mahkûmî binketinê bibin. Ji ber ku van hêzên dagirker, bi hezaran sale nekarîn Newrozê, di bîr û hestên gelan de tine bikin. Ji ber Newroz, kombûna tevahî nirxên gelê Arî ye. Çanda gelên Arî, ji her sedsale zêdetir di vê sedsala em dijîn de bi sekna Rêber APO ya berxwedêr, bi mirovahiya azad re hevdîtina mezin ya dîrokî pêk tîne. Pêşengên vê hevdîtina mezin û dîrokî, jinên ku çanda xwedawendiyê ji nûve zindî kirine dikin. Bûyîna endam û ferdên vê hevdîtina mezin û dîrokî bêguman terîfekî nehatiye nivîsandine, wêneyekî nehatiye resimkirine, romaneke nehatî nivîsandine.
Dîroka çanda berxwedanê, her ku di hiş, bîr û hestên me de zindî dibe, em hîn zêdetir nêzî rastiya hebûna xwe dibin. Tekoşîn û berxwedana Rêber APO, ya ku ev nîv sedsale berdewam dike heqîqeta vê ya pêkhatî ye. Di nav çandekî wisa ya dewlemend de jiyan kirin, hest û fikrên mezin dixweze. Rêbertiya me ev hest û fikra mezin hem pêk aniye û hem jî pêşkêşî me kiriye. Lê pergala ku Dahaqên biçûk di hiş û hestên me de avakiriye, li pêşiya hembêzkirina fikra mezin û hestên azad asteng in. Ruhê Newrozê, di kesayeta xwe de jiyankirin û dana jiyankirin derbaskirina van astengiyane. Berxwedana Rêbertiya me û tekoşîna me gelê me di roja îro de van astengiyan tev ji hev belav kirine. Sekna 8’ê Adarê û Ruhê Newrozê rastiya herî şênber ya ji hevbelavkirina van astengiyan e. Ev geşbûna ku di dilê gelê me de tê jiyîn, dilê me jî ji kêyfxweşiyan re di sînga me de diwerimîne. Meşaleyên agirê pîroz yên ku bi ronahiya xwe tarîtî bê wate kirine li her qoçeyên Kurdistanê hatine vêxistin. Di sînga çiyayên azad yên gerîla bûyî de, gerîlayên hemdem meşaleya agirê Mezlum Doxan, Bêrîvan û Ronahiyan hildane. Rastiya rojên em dijîn bi van wateyên dîrokî ve dagirtîne. Ev rojên dîrokî barê me hîn zêdetir giran dike. Ji ber ku hîna me azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neaniye. Ji vê berpirsyariyê mezintir tu berpirsyarî û tu sedemekî me ya lêgerîna jiyaneke din tineye. Di rojên ku em soza bi cihanîna vê berpirsyariya dîrokî didin de, Dahaqên modernîteya kapîtalîst pişta xwe li ber maseyên şerên qirêj rast kirine û gote gotên di derbarê jiyan û tendirûstiya Rêber APO de belav dikin. Ji xwe tenê sedema pêkanîna jiyana Newroz bûyî dikare bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO re dibe. Newroza îsal tenê fermanekê dide me milîtanên Rêber APO, ew jî ev e, ji bilî jiyaneke bi Rêber APO re, jiyaneke din ji me re heram e.
Şaristan Nûrhak