Ger hebe min dilek bila bi bi eşqa te lêbide
Ger min hebe çavek bila bi hûsnû cemalate ronahiyê bistîne
Ey xudawanda ku xwe afirandiye û xuliqandiye me
Ez im, ya ku sermestim bi ruhê te, ew ruhê kubra
Em in, a ku ji qudreta
Ger hebe hebûnek bila ew jî azad be … Ew dem çi bû ev hebûn, mirov çawa hebûna xwe ava dike. Hebûn ne tenê ew e ku mirov weke zindiyek hebe. Ew dem çi bû ev hebûn, çima ger hebe pêwîste azad be? Ma azadî bi dest tê girtin, bi çav tê dîtin? Têkiliyek çawa di navbera hebûn û azadiyê de heye? Gelo hebûn bê azadî û azadî jî bê hebûn dibe.
Ew dem hebûna mirov li ser azadiyê avadibe. Ger azadî nebe ew dem ti wateya hebûna mirov jî nîne. Hebûn tenê dibe henase girtin û dayîn. Wê demê ji bo ku mirov hebûna xwe bi wateyê watedar bike pêwistî bi çi heye? Min bersiva vê pirsê di kesayetiya rêheval Sara de bi awayekê gelek eşkere û bi wêrektiyek mezin dît.
Mirov bi xwe dibe nasnameya jiyana xwe. Bi feraset, fikir, zikir û çalakiya xwe …
Vegotina herî rast te bi xwe ji bo jiyana xwe kiriye. Ji bo vê ye ku digerim nagerim nikarim gotinan ji bo qudret û îmana te bidim diyarkirin. Ne jî dikarim eşqa te ya li hember azadiyê bilêv bikim. Ji ber ti aşiqê aşiqan bû, ji ber ti xwedawanda zanistiyê bû. Ger di mirovan de zanistiyekê dîrokî û ya civakê nebe wê nikaribe di têkoşîn û berxwedaniya xwe de ewqasî bi israr û bi îman be.
Heval Sara, em in ya ku ji berxwedanî û têkoşîna te welidîne. Lê em çiqasî ji berxwedanî û tekoşîna xwe welidînin can, ruh, îrade, îmanên nû?
Gava min yekem car pirtûka te xwand, di nava her peyvekê de ez lerîzim, di nava her peyvekê de çavên min li min digeriya. Weke jinek li hember wêrektî û îdiaya ona bakar xwe vegeriyam û min xwe pirskir. Lê min xwe de nedît bersivên pirsên xwe. Ji ber em ne berxwedêr bûn, ne wêrek û ne jî bi îdiabûn. Em radest hatibûn girtin, na me xwe radest kiribû. Me nakokî, berxwedanî û wêrektiya xwe di nava xwe de kuştibû. Ango em bi xwe bûbûn kujerê xwe. Lê te kujerê nava xwe de kuştiye û te bi xwe, bi xw re dest bi lêgerîna azadiyê, bûyîna yê xwe, îradebûyînê kiriye. Bê ku di yek kêliyê de xwe jibîr bikî, lêgerîna xwe rawestînî û bi cemidînî têkoşîn û berxwedaniya xwe. Rêheval Sara te berxwedan û têkoşîna destpêkê di xwe de serxistiye, ango te têkoşîn û berxwedanî kiriye navê xwe.
Tu xwedawendê serdema 21’emîn î
Belê rêheval Sara, te bi xwe pêşeroja xwe diyar kir û li gor wê yekê têkoşîn û berxwedanî da. Jiyanek erzan ne ji bo xwe ne jî ji bo tu jinekê ne pejirand. Çawa ku di her kêliya şerê xwe de xwe avakir, çêkir heman demê de jinên Kurd û yê tevahî cîhanê jî bi xwe re çêkir. Rêheval Sara tu afirênerê jiyan û kesayetiya me yî. Ji ber vê yekê ye ku tu xwedawanda serdema 21’emîn î.
Heval Sara, te pirtûka xwe de çendî xweş vegotina azadiyê kiriye. Ger ku em dixwazin bi heqîqetê re jiyan bikin û bibin yê xwe wê demê pêwîste mirov cûretkar be. Bi taybetî jî weke jin. Em di saya têkoşîn, berxwedanî û tevahî bedelên ku te daye îro bi serfirazî, serbilîndî û bi wêrektî jiyan dikin.
We ji bo me pergalek bi bingeh ya ku bi fikir, raman, têkoşîn, berxwedanî û bi bedelên gelek giranbuha hatiya avakirin çêkiriye. Heval Sara, te di pîrtûka xwe de çiqasî xweş qala xwe kiriye. Di pîrtûka te de mirov vê yekê baş fêm dike ku, ger mirovek di armanca xwe de zelal be, bi hêvî û bi îdiaya serkeftinê tevbigere ti tiştek wê nikare pêşiya wê bibe asteng. Bi taybetî jî ew hêza jin a ji bo azadiyê têkoşîn dike di kîjan astê de ye mirov eşkere dibîne.
Rêheval Sara, te bi xwe dema xwe ji xwe re diyar kiriye û bi xwe çarenûsa xwe jî bi destê xwe avakiriye. Lê we bi vê yekê re jî ji bo tevahî jinên Kurd û yê cîhanê jî dema azadiyê diyar kiriye. Belê rêheval Sara hûn Rêber in, Rêberê xet û nasnameya jiyan û jina azad. Di saya têkoşîn û berxwedaniya te de, xeta jina azad a di têkoşîn û berxwedaniyê de bi israr, bi wêrek, bi îdia, bi bawerî û fedayî ava bûye. Xeta jina azad a ku di pêşengtiya jina Kurd de pêşketiye, berfireh dibe di roja me ya îro de, pêşengtî ji jinên cîhanê re dike. Ev yek encamê ked, berxwedanî û têkoşîna we de pêşketiye. Ji ber vê yekê ye ku têkoşîn, berxwedanî û şerê te gerdûnî ye û gerdûnî bûye. Ger ku em tenê ji bo jina Kurd bigrin dest ew dem emê têkoşîn, berxwedanî û şerê we yê ji bo azadiyê teng bigrin dest û teng bikin.
Sekna rêheval Sara bûye malê tevahî civakê
Sekna Rêheval Sara, sekna jina azad a bi biryardarî û îrdeyek azad, bi îdiaya serkeftinê têdikoşe û serkeftinê bi xwe re çêdike. Berxwedaniya Rêheval Sara ya ku li girtîgeha Amedê daye meşandin mirov dikare weke şerê xweda û xwedawenda bigre dest. Xwedawenda li hemberî pergal û hişmendiya baviksalarî şer dike û têkoşîn dike. Hema demê rêheval Sara bi wêrektiyekê pir mezin tif li rûyê Esat Oktay dike. Esat Oktay, yek ji nûnerê pergala baviksalarî ye. Ew temsîliyeta pergal û hişmendiya baviksalarî ye. Rêheval Sara bi wêrektî, serfirazî û serkeftî li dijî pergala baviksalarî û hişmendiya zilamserweriyê derdikeve. Li vê derê mirov bi awayekê vekirî şerê xwedawend a ku li hemberî xwedayê ku dixwaze xeta îxanet, teslîmiyet, şikandina îradeya azad, fikr û rihê azad radest bigre dibîne.
Pêwist e em weke rêheval Sara jiyan bikin. Rast jiyankirinê de bi biryar bin. Wekê rêheval Sara fêm bikin, hîs bikin, têkoşîn û berxwedanê bimeşînin û ya herî girîng jî li hemberî hemu cûrê pêkûtî û tepisandina îradeya jinê şer bikin. Çawa ku rêheval Sara di tevahî jiyana xwe de, têkoşîn, berxwedanî û şerê xwe de yek deqe çi ye dudilî jiyan nekiriye, her tim bi moral, coş, heyecan û bi eşqekê mezin beşdarî jiyan û xebatan bûye em jî heman bîr û baweriyê kesayet û jiyana xwe bi rêxistin bikin. Rêheval Sara, şerê te, têkoşîn û berxwedaniya te bi awayekê gelek serkeftî didome. Heya ku em azadiyê bi serkeftinê tacîdar nekin, bi Rêber APO re di şertên azad de, bi serkeftina azadiya têkoşîna me em jiyan nekin wê her tim şerê me berdewam bike.
Heval Sara, weke ku hûn jî dibêjin, em jiyanek bê şer, bê têkoşîn û bêberxwedanî nafikrin. Belê heval Sara, em mînetdariya xwe li hember biz û tevahî hevalên şehîd didin diyarkirin.
Gülan Avrêl