Tekoşîna azadiya gelê Kurd di ronahiya fikr û paradigmaya Rêber Apo ya civaka ehlaqî-polîtîk, li ser esasê azadiya jinê, hemu sînorên hişmendî û pergala zilam hilweşandiye. Xwe ji bin hişmendî û pergala zilam derxistiye. Ji bo avakirin û afrandina kesayeta azad, tekoşînek bê hempa tê dayîn. Bi avakirina kesayetên azad re modela civaka azad, li her çarperçeyên Kurdistanê tên dayîn. Gelek pêşeng di kêliyên herî hesas de vîna jina azad parastin û di kesayeta xwe de hêviya azadiyê ya hemu jinên Kurd, herem û cîhanê parastin. Di kesayeta xwe de xeyalên azad a her jinekê, ya li hemberî pergala mêr, parastin. Hemu qadên jiyanê kirin qada tekoşîna azadiya jinê. Ji lewra di Kurdistanê de jin civaka xwe li ser esasê nasname û çanda xwe ji nû ve bi rêxistin û perwerde dike. Her çiqas jin birêxistin, zana, çalak û polîtîk dibe, ewqas di kesayeta zarokên ku azad mezin dibin de pêşeroja gelek tê parastin.
Niha êrişên ku weke her demê de hatine meşandin, tê meşandin. Pêşketina pergal û tekoşîna jinê, sînorên hişmendî û deselatdariya mêr teng kiriye. Siya wê li ser xwe qebûl nake. Li ser esasê vîn û cewhera xwe ya xwezayî xwe birêve dibe. Tam di dem û cihêk wiha de meşandina diyardeya destdirêjî û tecawiz, diyardeyek ji rêzê nîne. Nabe ku bi vê rengê ev yek weke mijarekê ji rêzê were bidestgirtin. Ger li cihekê tevger, hêz, îrade û zanistek nebe; ewqas êriş jî li hemberî wê pêşnakevin. Ji aliyekî ve ewqas êrişên tûndiyê yê li ser jinan, ji aliyek din ve ewqas girtin û binçavkirin… Dîsa girtina sazî û navendên jinan… Gelek cûreyên êriş û tûndiyê ya li ser jinê mirov dikare rêz bike. Lê êdî ev rastî li holê ye ku rawabûna pergala mêr ê li ser jinê nemaye û civak jî vê yekê qebûl nake. Ji lewra êdî bi awayekê hîn derveyî mirovahiyê êriş-tûndî-tacîz û tecawizê pêş dixe û dixwaze vê yekê bi zagonên xwe yên bi aqilê zilam-dewletê ava kiriye rawa bide nîşandan. Ango bi pêşxistina her cûre êrişan ve jinê bi gefên mirinê re rû bi rû dihêle. Bi gotinek din dixwaze îradeya jinê bişkîne. Her roj bi rojev an jî kiryarên tecawiz û destdirêjî rê dixwaze xwe li ser jiyana jinê ferz bike. Weke jin diyar e ku em li cihek rast a têkoşînê disekinin. Lê divê ev têkoşîn hîn bêhtir bilind bibe û bigehe rêxistinbûnek giştî. Mînaka vê yekê ger li cihekê destdirêjî ya li hemberî jinê pêşdikeve divê were zanîn ku ew destdirêjî li hemberî hemu jin û nirxên azadiya jinê hatiye pêkanîn. Lewra divê bertekên ku li hemberî her bûyerekî were raberkirin jî bi vê hişmendî û zanebûnê were pêkanîn. Tu meşruiyeta hişmendiya tecawizkar nîne ku kiryarên wî rawa were dîtin ango were rawakirin. Li wir jin bi tûndî-tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû dimîne, lewra pirsgirêk jî yê zilam e.
Di roja me ya îro de weke ku em bûyerên tên jiyîn dişopînin, di serî de jin, tevahî civaka me bi êrişên tecawizkar û bi pergalî ya dewletan re rû bi rû ye. Siyasetek bi taybet jî ji bo şikandina hêz û îradeya berxwedaniyê tê pêşxistin. Car din ji bo dîrok xwe dûbare bike, pergala koletî ya li ser jinê serbikeve, lîstok û kiryarên nê dixe meriyetê. Ji lewra li hemberî siyaset û êrişên pergalî, perwerde, rexistin û çalakî yekane rêya serkeftinê ye. Ji yek ji van sê xalan kêm be, divê were zanîn ku wê têkoşîn jî yek alî û lawaz bimeşe. Ango em çiqas xwe bi perwerde bikin, emê ewqas rastiya xwe, civak û çanda xwe nasbikin, emê ewqas pergala zilam û hişmendiya wê derxin zanebûnê. Bi zanista tevgerîn û xwe rêxistinkirinê, bihêzbûn û hevgirtinê pênase dike. Li ser vê esasê bihêzbûn, çalakbûn tê wateya ji holê rakirina hişmendî û sînorên ku zilam ji bo jin û ciwakan danîne. Weke jin û civak pêwiste, li hemberî hev hişyarbûn heye. Li cihê ku me xwe bi awayekê xurt birêxistin nekiriye, li wê derê em rastî êriş û destirêjiyan tê. Di pêşxistina pergala demokratîk de pêwiste hemu jin û ferdên civakê werin birÊxistinkirin. Her wiha her ferdek jî pêwiste hêza xwe ji civak û hêza xwe ya rêxistinê bigre. Lê ev yek nayê wê wateyê ku êrişên pêşdikevin were rawa dîtin. Li hemberî hev berpirsiyartiyên me yên ehlaqî û polîtîk heye. Ji bo em bi erkên xwe rabin pêwist e di serî de weke jin xwedî li hev derkevin. Diyardeyên destdirêjî û tecawizê weke pirsgirêkên jin tên binavkirin. Ev yek ji hişmendiya zilam çavkaniya xwe digre. Ev pirsgirêk, pirsgirêka pergal û hişmendiya zilam e. Ango ne pirsgirêka jinê ye. Her wiha pirsgirêka her zilamekî ye. Ji jin zêdetir pêwist e zilam di serî de vê hişmendiyê di xwe de tehlîl bikin û tûne bikin. Her wiha li hemebrî bûyerên tecawuzê, divê her zilamekê xwedî helwest be. Heta, divê ji bo ji holê rakirina çanda tecawuzê pêwist e herî zêde zilam têkoşîna azadî û demokratîkbûnê bide. Di pêşketin û avakirina civaka demokratîk û sosyalîst de zilam ne mêvan e, ne jî wê bi rengê xwe yê paşverû bimîne. Pêwist e prensîbên jiyana azad di kesayeta xwe de bide rûniştandin.
Dilar Çiya