“Weke Xwezaya Dûyemîn civaka însan, bê guman merheleya pêşketinek xwezayî ya pir girîng a xwedî kirde ye. Li şûna xwezayek cûda, weke merheleyek cûda ya xwezayê nirxandin hîn bi wate ye.” Însan a ku zindiya herî muazzam a xwezayê ye, bi pêşketina xwe ya naşibe tu cûreyên din, bi merhaleyên jiyaye û civakbûna ku ava kiriye ji zindiyên din ên li xwezayê dijîn cûda dibe. Difikre, diaxife, ava dike, civakbûnê çêdike û taybetmendiyên bûyîna zindiyê herî tekûz dihewîne. Ji ber vê yekê dibe sentez û kombûnek gerdûnê. Di gerdûnê de li gor pêdîviyê xwezaya wan ehmû zindî weke kombûnê jiyan dikin. Diyarkirina ‘dar bê daristan, masî bê garan nabe’ bi awayekê kom jiyankirina zindiyan pênase dike. Weke xwezaya dûyemîn di warê wesfê de cûdabûna însan hey. ‘Dibe ku civak bi xwe jî însana jorîn be. Ango organîzasyona ku însana jorîn ava kiriye, wê ava bike ye. Dema em însan (hema piştî zayînê bi ewlehkirina jiyana wê) ji civakê bavêjin daristanê, wê ji prîmatbûnê xilas nebe. Dema em çend kesên din ên dişibin wê bidin gel wê pêvajoya ku destpê bike, wê pir bişibe pêvajoya ku bi prîmatan destpê dike. Heman tişt ji bo cavkên ajelan ne derbasdar e. Ev rewş bi xwe jî nirxekê pir cûda yê civakên însan derdixe holê. Rîsta însan a di avakirina civakê de û rîsta civakê ya di avakirina însan de bêhempa ye’.
Însan çima û çawa çêbû? Ev pirs jialiyê gelek derdoran ve hat lêpirsînkirin. Xweza bi însan re xwe tîne ser ziman. Di vê wateyê de bi însan re avabûnek timî, dîroka pêşketinê û hêza bûyîna pêşerojê dihewîne. Gerdûn bê navber xwe vesazkirinê berdewam dike û ev vesazbûn berdewam dike.
‘Em ji însan a li nîvenda kûantûm û kozmosê disekine re dibêjin ‘kozmosa biçuk’. Encama ku derketiye ev e: Ger tu dixwazî her dû gerdûnanü kûantûmê û kozmosê fêm bikî însanê dahûrîne! Bi rastî jî însan kirdeya hemû têgihiştina ye. Çiqas zanyariyên hebe berhemê însan e. Ji kûantûmê heyanî kozmosê zanyariyên hemu qadan ji aliyê însanan ve hatiye pêşxistin. Tişta bingehîn ku divê were lêkolînkirin, pêvajoya têgihiştina însan e. Ev di wateyekî de dîroka paresan a nêzî 20 milyar sal ku heya niha hatiye pîvandin e. Însan bi rastî jî mîkro kozmosekî ye. Ji ber di wê de pergala kûantumê dişixule. Ji parçeyên di binya atomê û pêlên wê heyanî molekulên DNA yên herî pêşketî em dîroka pêşketina madde dibînin. Ji merhaleya herî jêr a nebat û ajelan heyanî dîroka pêvajoya hemu pêşketinan dîtin jî gengaz e. Di warê zanistê de bi awayekê zelal hat dîtin ku, cenîna însan bi dûbarekirina merhaleyên hemu pêşketinên zîndewerzaniyê (biyolojî) mezin dibe. Ya dûvre civak, paresan temam dike. Bi paresana civakî jî zanist dikare xwe bigehîne asta îro. Ji lewra bûyîna gerdûnê ya kûrtasiyek gerdûnê darazekê zanistê ye…”
Weke ku Rêber APO jî tîne ser ziman ji roja avabûna gerdûnê heya roja me ya îro gelek pêşketinên ku çêbûne di însan de tê ser ziman. Bi navê zayîna ya nû, paresana zîndewerzanî ya ku cenîn di zikê dayîk de derbas dike, bi şêweyekê ku gerdûn di avabûna xwe ya merhaleyên bi milyonan salan derbas kiriye pêş dikeve. Cenîn di zikê dayîk de, bi pêvajoyekê neh meh û deh rojan de van merhaleyan hemu derbas dike û avabûna xwe temam dike. Em dikarin weke kûrtasiyekê hemu dîroka zindîbûna însan fêm bikin. Bi vê awayê gerdûn di însan de tê ser ziman. Însan bi vê pêşketinê re çavên xwe li dinê vedike.
Însan jî bi awayekê timî avabûna gerdûnê pênase dike. Însan a ku di kêliyê de tê guhartin, ne statîk e, nakeve qaliban, di warê rih û beden de bi sînoran nayê hepiskirin. Ter tişta ku weke avakirinê herî mezin a gerdûnê bi însan re heye, wekê xwezayê guhartin û veguhartinê jiyan dike. Gerdûn jî li kêleka mezinbûna xwe bi balkeşbûn û alozbûna xwe zorê dide sînorên aqilê me. Di gerdûnê de tenê ji sedî 10 beşê enerjiyê ji madeyên ku tên pênasekirin (gerstêrk, stêrk, kûnên reş û hîn xazên cûda) ava dibe. Ji sedî 90 beşê din ê mayî ji madeyên reş ango ji madeyên ku nayê pênasekirin pêk tê.
“Divê neyê jibîrkirin ku, xweza li pêşberî jiyana mirovahiyê lîstokek mezin û gelek cûdabûnên wê hene nîşandan kiriye. Rîsta însan a di vê lîstokê de nabe weke ya xwezayê. Ew di vê nîşandanê de tenê dikare bi lîstokên ku ew ava kiriye jiyana xwe vesaz bike. Weke ragihandina jiyanê terîfkirina şanoyê çavkaniya xwe ji vê rastiya kûr digre. Ya girîng, aliyên xirab, ne xweş û şaşitiyên vê jiyana dîkê daxistina ya herî kêm; rastî, başîtî û bedewiyan jî derxistina herî jor e. Dema em behsa metafîzîka baş, bedew û rast dikin, behsa karakterîstîka însan dikin. Ango ez behsa metafîzîkên kor, ker û bê seh nakim. Di derbarê rêbazê de dema diyalektîk-metafîzîkê mûqayese dikim, di wê baweriyê de me ku ev destnîşankirin girîngiyekê mezin dihewîne.”
Ji ber vê yekê di xwezayê de hemu zindî dixwazin azad bin. Daxwaza azadbûnê di her têkel û organîzmayên di xwezayê de heyî derdikeve holê. Her qêrînek daxwaza azadiyê radigihîne. Bi awayekê şêtane bêyî ku raweste herikandina avê, bi awayekê lez ango nerm hatina bayê, hemu xwezayê bi rengê spî xemilandina berfê ango bi awayekê reng û reng vekirina gûlan, wîçîna çûkekî, newîna psîkê, heta dengê hespê û her wekê din di hemû zindiyên xwezayê de bi awayekê cûda xwe nîşan dide. Însan jî wateyekê cûda dide azadiyê, dikeve nav lêgerînên wê û bi hezaran salan li azadiyê digere. Însan yekane zindiya ku digehe wateya azadiyê û vêya ferq dike ye. Di encama wendakirina azadiya ku di civaka xwezayî de dihat jiyîn, însan ji bo azadbûn û gehiştina azadiyê têdikoşe. Ji rê derketîna ku di herikandina dîrokî de tê jiyîn, di warê zihnî û fîzîkî de dibe sedema ketina bin dest a civaka ku însan di nav de dijî. Pêkûtî û kedxwariya ku li ser ferasetê tê avakirin bi şixulandina gelek rêbazên weke mîtolojî, ol û hwd digehe encamê û ji cewherê wan dûrxistinê ve însan dikevin rewşekê wisa ku li azadiyê bigerin.
Bi hezaran salan herikandina dîroka gerdûnê ve însan civakbûnê ava kiriye û lêgerînên xwe her tim bêhempa kiriye. Lêgerînên mirovahiyê, lêgerînên azadî û gehiştina heqîqetê ye. Lê azadî di cewhera gerdûnê de heye. Rêber APO dibêje: “Adeta dixwazim bêjim ku azadî armanca gerdûnê ye. Gelek caran min ji xwe pirs kiriye ku gelo bi rastî jî gerdûn li pêy azadiyê ye? Azadiyê tenê weke lêgerînek kûr a civaka însan vegotin her tim ji min re kêm hatiye; wisa fikirîme ku teqez aliyên wê yên gerdûnî jî heye. Di mijara azadiyê de ezez nebûn, tenê di mijara însan de bi sînor nekirin li gor min girîng e.”
Hemu bedewiyên xwezayê di însan de şênber dibe û wekê rêzistinbûn û hilgira hemu kombûnên gerdûnê digihe sentezê. Bi qasî ku avabûn di warê însan de pêşketinek diyalektîkî ya serdemek dirêj û zehmet e, di pêşketin û bedewbûna vê de rîsteke girîng jî diliyze. Ya rastî zimanê her tiştê dibe însan û her tiş di însan de tê ser ziman. Ji ber ku însan zindiyeke dikare bibîne, bibihîse, hîs bike û bifikre ye, wate dide her zindiya ku lê mêyze dike û dikare şîrove bike. Însan hîna jî bi gelek aliyên xwe yên nayê zanîn di rewşa gerdûneke fêmkirina wê zor û zehmet e.
Rojda Sîverek