Bi derketina Rêber APO li Kurdistanê hêvî, bawerî, ji hêza xwe ya cewherî bawerbûn, ya herî girîng jî, hêviya serkeftin û azadiyê her ku çû berztir bû û li her deverê belav bû. Çawa ku ev hêvî û bawerî kete nava dil û mala her Kurdekê de, bi vê yekê re jî Rêber APO di hêla fikir, hişmendî, pergal û paradîgma de ji nû de avabûn, di çerçoveya netewa demokratîk de civaka Kurd û di mirovahiyê de gav bi gav guhartin û veguhartinên mayînde û çêker afirand û pêşxist. Bi hişmendî, pergal û fikrê Rêber APO re guhartinên gelek girîng û dîrokî di nava civaka Kurd de pêşket. Ev pêşketin û guhartin ne tenê di hêla civakî de heman demê de di hêla siyaset, aborî, dîrokî, çandî, dîplomasî û hwd de çêbû. Heqîqeta ku wê ti carî neyê jibîrkirin ew e ku Rêber APO di serî de gelê Kurd û jinên Kurd derxist li ser dîka dîrokê. Armancê Serokatî ew e ku Kurd, Kurdistanê û tevahî mirovahiyê ji mêtîngerî, koletî, zilm-zordarî, neheqî û ji pergal, hişmendiyê modernîteya kapîtalîzmê rizgar bike civak û ferdên azad û demokratîk biafirîne. Ji bo vê yekê jî hişmendiya sosyalîzmê esas digre û li ser vê hîmê jî dibêje; “Di sosyalîzmê de israr, di însanbûnê de israr e.”
Ji bo gelê Kurd, bi taybetî jî ji bo jina Kurd derketina Rêber APO mîladek e. Rêber APO bi zanistiyekê dîrokî, rewşa ku di Kurdistanê de tê jiyîn, di hêla civakî, çîneyatî, konjonktûrel, rewşa jin, çandî, aborî bi awayekê xurt tehlîl kiriye, rastiya dewlet, hişmendiyê wê, aqlê wê, zilm-zordarî û neheqiya li ser civak, netewan, baweriyan, kêm netewan, jinan tê meşandin şîrove kiriye, rast xwendiye, li hemberî vê alternatîfan pêşxistiye. Her wiha Rêber APO armanc û hedefê pergala Emperyalîzm û modernîteya kapîtalîzmê çî ye, dixwaze ferd, civak û pergalek bi çi awayî ava bike, pêşbixe di dahûrandin û paraznameyên xwe de bi awayekê gelek vekirî û zelal daniye holê.
Em pir baş dizanin ku hêzên navdewletî, modernîteya kapîtalîst di her qadê de weke netewî, civakî, siyasî, aborî, çandî, nasname, hebûn dixwaze netewa Kurd tune bike. Li ser vê bingehê jî bi awayekê bêeman li ser netewa Kurd polîtîkayên zor-tehdeyî, mêtingeriya di hêla aborî û hwd., birçîbûn, xizanî, bêkarî, îşkence, destdirêjî tê sepandin. Li hember vê yekê Rêber APO hêza şîrovekirin, lêpirsîn, zanistiyek netewî, dîrokî, ketina ferqa xwe, hêza ji cewherê xwe bawerbûnê, fikir û zanebûna xwebûnê di civak, ferd û jina Kurd de avakir.
Birdozî, felsefe û paradîgmaya Rêber APO tevahî mirovahiyê, di nav xwe di hewîne, digre nava xwe. Bi taybetî jî jinan. Jinên Kurd di saya paradîgma, fikir û hişmendiyê Rêber APO xwe naskir, ket ferqa xwe de, xwe ji nû de afirand û pêşengtiyê ji azadiya tevahî jinên cîhanê re dike. Lingê esasî ya paradîgmaya Rêber APO jî azadiya jine. Birastî jî birdozî û felsefeya Rêber APO di jinên Kurd de ruh, hêvî, baweriyek bihêz afirand. Jinên Kurd bi derketina Rêber APO re cardin vegeriyan cewherê xwe, bûn yên xwe, xwe hesiyan, xwe hîskirin, bûne xwedî hêz, tevger, partî û pêşengtiyê ji têkoşîna azadiya jin re dike. Rêber APO di gotinekê xwe de dibêje; “dîroka koletiya jin ne hatiye nivîsandin, dîroka azadiya jin jî benda nivîsandinê ye.” Lê ev rastiyeke, bi derketina Rêber APO re dîroka azadiya jina Kurd û tevahî jinên cîhanê tê nivîsandin û gihiştiye wateya xwe ya herê rast.
Heqîqetek heye ku bi fikir, raman, birdozî, felsefe û pergala Rêber APO re di gelê Kurd de hest, ruh û zanistiya yekitiya netewî, rêxistinbûyîn û hişmendiyê hevgirtinê hatiye avakirin. raman, birdozî û felsefeya Rêber APO gerdûnî bûye. Yek ji heqîqetên herê girîng yê ku kes nikare înkar bike ewe ku fikir, felsefe, birdozî û paradîgmaya Rêber APO yê gelane. Ji tevahî qadên civakê di serî de jin û ciwan her kes xwe nava wê de dibîne. Ji ber vê yekê ye ku di serî de jin û ciwan berê xwe didin qadên ku jiyan û azadî lê tê jiyîn. ango tevlê nava refên gerîla dibe.
Pêwîste em vê yekê baş bizanin konsept û polîtîkayekê nû yê qirkirin, tunekirin, îmha kirinê li ser gelê Kurd û Tevgera me tê meşandin. Ev konsept û polîtîkayên tê meşandin jî tenê bi destê dewleta faşîst AKP-MHP ve nayê meşandin. Hedef, armanc û şêwazê vê konseptê bi awayekê gelek cuda di her qadê de tê meşandin. Ya herê girîng jî ev konsept bi pergala Îmraliyê ve girêdayî ye. Tecrîta girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin lingê herê esasî ya vê konseptê û polîtîkayên tê meşandine. Em perçelî nêzî vê pêvajoyê nebin û vê pêvajoyê jî weke her pêvajoyên derbasbûyî negrin dest, nêz nebin.
Rêber APO ruh û vînek bêhempa daye avakirin. Ev ruh û îrade tu deverê cîhanê de nîne. Ev ruh û hişmendî di nava dilê faşîstan de bûye xovek gelek mezin. Ev ruh, bawerî û hişmendî wê mirina faşîstan bîne. Ji xwe ev faşîstên xwînxwar jî mirina xwe nava vê ruh û baweriyê de dibînin, ji ber vê yekê ye ku ewqasî bêperwa êrişên xwe pêktîne. Dewleta faşist ya AKP-MHP û yên ku hevkariya wê dikin li hember ruh û baweriya APOYÎ binketiye. Ji xwe tu bawerî û hêviya wan jî ne maye, tenê baweriya wan bi teknîkê wan mabû lê, mixabin ev teknîkê wan jî li hember berxwedan, ruh, têkoşîn û baweriya gerîlayên APOYÎ pûç û vale ye. Ev yek di Cenga Heftenînê de bi awayekê eşkere xwe daye der.
Di Heftanînê de serdema ruhê APOYÎ tê jiyîn. Pêwîste mirov çawa jiyan bike, bi awayekê eşkere li Heftenînê tê jiyîn. Şerê şoreş û şoreşgertiyê di Heftenînê de lûtkeya herê jor de xwe dide der. Ji ber li Heftenînê ruhê rêheval Sara, Ezîme, Viyan, 14 Tîrmehê, Çaran, Zîlan, Memyan’an li her deverê wê, bost bi bost jiyan dike. Tevahî cîhan şahidiya vê yekê dike ku tu hêz, tu teknîk û tu çek nikare li hember gerîlayên azadiyê yên ku kêlî bi kêlî xwe bi fikir, birdozî, felsefeya Rêber APO perwerde dikin, guhertin û veguhertinê dijîn û xwe ji nu de di afirînin bisekine. Her roj ev rastî zêdetir derdikeve ber çavê cîhanê. Ev çil roj zêdetire ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahî çek, teknîkên xwe û bi hevkarên xwe ve êrişê qada Heftenînê dike, lê gerîlayên APOYÎ wisan li wan kiriye, ger gotin di cîh de be feleka wan şaş kiriye. Niha li hember hêz, îrade, ruh û baweriya gerîla tenê dewleta faşîst ya AKP-MHP têkneçû. Di serî de Nato û tevahî dewletên cihê xwe di Nato de digrin û biştgirî didin dewleta faşîst ya dewleta Tirk têkçûyînek sernuşifî jiyan dikin. Bi biryarbûn, bawerî, hêvî, îrade û ruhê ku hevalên di cenga Heftenînê de dijîn çavkaniya xwe ji birdozî û paradîgmaya Rêber APO digre. Fedaiyên Rêber APO yên ku ji fikir, birdozî û felsefa Rêber APO ruhê xwe xwedî dikin, parazvanên pergala modernîteya demokratîk, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin ji vê yekê baş bawer dikin ku xilasiya mirovahî, jinan, netewan, ol û baweriyan avakirina pergala alternatîf ya Rêber APO ji bo mirovahiyê avakiriye derbas dibe.
Rastiya herê bingehîn ya ku neyê jibîr kirin, pergala tecrîta girankirî a mutlak ya li ser Rêber APO ye. ev konsepta şerê topyekûn yê li ser gelê Kurd, jinên Kurd ya rastî tevahî jinan tê meşandin girêdayî ev pergala tecrîtê ye. Ji bo ku aşitî were li ser erdnîgeriya Rojhilata Navîn pêwîste ev tecrîta mutlak were şkandin, pergala Îmraliyê were hilweşandin, şert û zûrifên Rêber APO yên kar kirinê were sererast kirin. Em vê yekê baş bizanin, tecrît kurkirina tarîtiyê ye, şere, komkujiye, talane, tecawîze, kuştin û qetilkirina jinane, xirabkirin û ruxandina xwezayê ye. Tecrît mirin û kujtine. Tecrît kêlî bi kêlî tunekirina şaneyên me ye.
Ji bo ku em xwe ji mirin û kuştinan rizgar bikin jiyanek azad û aştiyane bi hevre bijîn û bidin jiyîn pêwîste em bibin milîtanên demê yên pergala modernîteya demokratîk. Milîtan û parazvanên netewa demokratîk yên ku li gor ruhê demê berxwedidin, têkoşîn dikin, ava dikin, çêdikin û alternetîfên mayînde ji bo mirovahiyê pêktînin. Bi taybetî jî weke jin yekane riya xilasiyê avakirina pergala modernîteya demokratîk a bi hişmendiya pergala demokratîk, ekolojîk a azadîxwaziya jinê ye. Têkoşîn û berxwedaniyek mayînde yê bi rêxistinkirî wê faşîzmê hilweşîne. Êrişên pergala modernîteya kapîtalîzm di kîjan astê de dibe bila bibe, hişmendî û aqlê zilam bi çi awayî ser me de tê bila bê ya girîng ewe ku em ti carî, bi ti awayî bêzar nebin, her daîm di têkoşîn û berxwedaniya xwe de bi awayekî îdeal xwe bi serkeftinê der kilîd bikin. Rêber APO vê heqîqetê li me da qezenç kirin, rizgariya netewî bê rizgariya jin nabe, rizgariya jin jî bê ya netewî nabe. Cenga Heftenînê navnîşana serkeftin, serfirazî û berxwedanê ye li hember dagirkerî, aqlê zilam û faşîzmê.
Gulan Avrêl