Konferansa Jin a Dûyemîn a Rojhilata Navîn di dewreya me ya perwerdê de hat lidarxistin. Rêbertî, di amadekirin û birêvebirina konferansê de rêheval Sara erkdar kiribû. Ji bo me jî rêheval Sara naskirin û bi taybet di saha Serokatî de rêheval Sara naskirin nirxekî pir mezin bû. Ya rastî di konferansê de Serokatî înisiyatîf hemu da hevalên jin. Divê jin pratîka xwe ya gerîlatiyê, pratîka YAJK’ê, ji Botan heyanî Dersîmê pratîkên qadan werin dest girtin û ‘divê jin ji vir û şûnde tevlîbûna xwe çawa bigrin dest’ ev mijar dihatin nirxandin. Di vê konferansê de hijmarek pir mezin ên hevalên jin hebû. Piştî konferans destpêkir şûnde Rêbertî bi xwe jî tevlî konferansê bû.
Li vê derê Rêbertî pênç tîpên jin danî holê. Ev pênç tîp, rastiya jinê ku di nav şer de derdiket holê bûn. Dema Rêbertî Birdoziya Rizgariya Jin pêşxist, vêya di rastiya kesayeta jinê de derxist holê. Ne weke birdoziyeke razber e. ‘Me çi jiyan kir, çi encam derket û divê em çawa bijîn’ van mijaran yekser dihewand. Ji bo vê jî li vê derê di pêvajoya avabûna PKK’ê û avabûna YAJK’ê şûnde weke jin di şer de rastiyekê çawa derket holê, Serokatî dahûrandina vana pêşxist. Di nav van tîpan de ya yekemîn Tîpa Hestiyar hat nirxandin. Ango bi Rêbertî re girêdaye, bi rêxistinê re girêdaye, lê ev girêdanbûn hîn bêhtir di warê hestiyarî de derdikeve pêş, li hemberî vê bûyîna pêşeng û fermande hat nirxandin. Ya dûyemîn tîpa karîkatura zilam bû. Ango jina ku tevlî şer bûye, di şer de tecrube girtiye, bûye fermande, lê weke rengê jin wê astê ava nekiriye. Şer çawa ku hêz dide, lê weke jin ger tu vêya bi rastiya jin re nekî yek ev vediguhere tîpa karukatura zilam. Heya ku jin tevlî PKK’ê bû şer karê zilam bû. Ji ber wê jî, ger jin di nav şer de rastiya xwe ava neke dibe taqlîda zilam. Heman demê jin di şer de rengê xwe ava neke dibe karîkatura zilam. Serokatî vêya weke tîpekî dahurand. Ya din jî tîpa bûrjuva biçûk bû ku li ser dahurandin hat pêşxistin. Ev tîp jî xwe azad dihesibîne, weke ku koletiyê derbas kiriye tevdigere; tenê diaxife, tîne ser ziman, lê koletiya li ser hatiye ferz kirin derbas nekiriye, bandora kapîtalîzmê ya li ser wê daye avakirin derbas nekiriye. Bi kûrtasî ev tîp wisa ye ku xwe azad dihesibîne, lê xwe ji paşverûtiyan rizgar nekiriye. Tîpa din a ku li ser dahûrandin pêş ketin jî, tîpa ku êdî bi dijmin re bûye yek e. Ji ber ku dijmin bi taybet li hemberî tevgera azadiyê xwestiye weke xalekî lawaz jinê bikar bîne. Rêber APO jî wekferqa PKK’ê, jinê wek xalekî herî bi hêz da avakirin.
Tîpa bi vê rengê di nav rastiya şer de derketiye. Li dijberî vê jî rastiya Zîlan heye. Ev rastî jî ne dibe karîkatura zilam, ne xwe azad dihesibîne û ne jî ji rengê jinbûna xwe dûr dikeve. Bi pîvana xwe, bi şerê xwe, bi çalakî û hevaltiya xwe pîvanên jina azad Rêbertî di pîvana xeta Zîlan de da naskirin. Ji konferansê şûnde Rêbertî Birdoziya Azadiya Jin hîn di kûranî de pêşxist, hîn bêhtir bi hevalên jin re nîqaş kir û bingehê wê danî.
Dewreya me ya perwerdê de hevalên cûda cûda hebûn. Hevalên Kurd, Tirk, Çerkez û Laz hebûn, dîsa hevalên Elman hebûn. Li Kurdistanê jî hevalên li cihên cûda mabûn hebûn. Di 8’ê Adara 1998’an de Rêbertî bi hemu hevalan re li ser azadiya jinê nîqaş da meşandin. Di van nîqaşan de dahûrandinên kûr hatin çêkirin. Ev dahurandina 8’ê Adara 1998’an bû bingehê birdoziya rizgariya jin. Evara heman rojê Rêbertî bi televîzyonê tevlî bernamê bû û Birdoziya Rizgariya Jin diyarî tevahî jinan kir. Her wiha Birdoziya Rizgariya Jin ji cîhanê re ragihand.
Tarzê Serokatî ya pêşxistina însan cûda cûda bû. Ne tenê kêmasiyan anîna ser ziman bû. Dibe ku kêmasiyan jî bîne ser ziman, lê heman demê hêzek mezin jî dida mirov. Pêvajoya ku em li gel Serokatî man, dahûrandinên pir berfireh û dîrokî di mijarên rastiya jin, Rizgariya Azadiya Jin û nirxandina xeta fedaîtiya rêheval Zîlan de hat pêşxistin. Beriya em werin saha Serokatî weke şagirt mêyzekirin hebû. Lê dema em ji gel Serokatî derketin, êdî me lingên xwe hîn baştir diavêt.
Heman demê em bîstemîn salvegera komployê de ne. Komplo hîn berdewam dike, tecrît tê meşandin. Lê ez dikarim vêya bêjim, dibe ku di warê fîzîkî de em ji Rêbertî dûr bin lê ti caran di warê fikr û rih de em ji Rêbertî dûr neketin û em jê dûr nakevin jî. Çiqas tecrîd jî hebe sal jî li ser derbas bûbe, em ti caran ji Rêbertî dûr nakevin. Em jî bi hêza ku me ji Rêbertî girtiye dimeşin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Emîne Erciyes