• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin

April 3, 2020
in Daxuyanî
A A
Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Êrîşên pergala serwer a li ser jinan didome lê jin jî li her dera dinyayê têkoşîna xwebûnê didomînin. Em jî 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin. Em ji Sema heta Sara, Delal, Delal û Nalînan ên ku destkeftiyên 8’ê Adarê vediguhezînin pira berxwedanê ya 21’ê Adarê hemû şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin.

Di vê pêvajoyê de hemû desthilatdarî dixwazin şeran kûrtir bikin. Herî zêde şer bandora xwe li jinan dike. Polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzmê û yên mûhafazakar jî herî zêde xisarê dide jinan. Ji ber vê jî mafê jinan heye ku têbikoşin. Jin ên ku dibin hedefa desthilatdariyên hegemonîk li her dera dinyayê diyar dikin ku ew ji vê pergalê aciz in.

Di pergala me de ya ku em dixwazin ava bikin, wê jin bi azadî bijîn. Guherîna mezin a ku tevgera me di civaka Kurdan de ava kiriye, îspata vî tiştî ye. Heke îro jinên Kurd li her dera dinyayê ji têkoşînên azadiyê yê gelan re dibin hêz û qawet, jinên Kurd hêz û giyanê berxwedana ji Clara, Roza û Aleksandrayan girtine bi nirxên têkoşîna jinên Kurd anîne asteke nû. Bi Îdeolojiya Rizgariyê ya Jinan a ku di 8’ê Adara 1998’an de hatiye îlankirin re jîneolojî îro hatiye asteke nû.

Vê têkoşîna jinan tirs xistiye nava dilê pergalên mêrserwer. Têkoşîna jinan êdî di nava dilê pergalê de têdikoşe. Îro li Meksîkayê dadgehên ku edaletê nadin jinan tên şewitandin, li hemberî tacîz û tecawizê li her dera dinyayê xweparastin tê nîqaşkirin, ji ber vê rastiyê ye. Em bi îradeya xwe ya xweser li hemberî bêedaletî, neheqî li malan, li kargehan, li dibistanan û dadgehan têdikoşin, şer dikin û jiyana azad ava dikin.

Em li her dera welatê xwe li hemberî êrîşên li sre jinan têdikoşin û em dizanin ku hêza me ya avakirina jiyana azad heye. Jinên Kurdistanê li hemberî dijmin li ber xwe dan û gihişt hêza xwe ya îro ya rêxistinkirî.  Armanc, Çîçek, Şevîn û Evîn û Sema, Zîlan û Bêrîtanên ku di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bûn pir, pêşengtî ji berxwedana îro re kirin.

Jinên Kurdistanê li her dera dinyayê li hemberî pergala desthilatdar a mêrserwer têdikoşin.  Em jî bi biryardariya 8’ê Adarê ji çiyayan, heta deşt, mal û kargehan li her qadan em ê jiyana berxwedêr biparêzin û ava bikin. Jinan  dinya ava kirin, wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin. Em 8’ê Adarê ya Rêber Apo yê ku îrade û giyanê berxwedanê da me û ya hemû jinan pîroz dikin û hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin.

Koordînasyona PAJK’ê

07.03.2020

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk