Xweza bi her reng û wateyên xwe harîkayên gerdûna me ne. Ev kulîlka di vî wêneyî de jî xweşktirîn kulîlka ku bi çêbûna xwe mizgîniya payîzê dide. Navê wê jî li Kurdistanê bi mizgîna payîzê tê nasîn. Ev kulîlk li cihekî taybet dernayê. Ango li ku tovê wê belav bûbe li wir şîn tê. Li nav zinara, li ser axên hişk li kevîkê ava, ya rast diyare ji wî cinsê ku li hemberî hemû şertan dikare şîn bibe. Di demeke ku kulîlk peyda nabin şîn bûna vê kulîlkê da ku navbênkariyê di navbera du demsalê jiyanê, xwezayê de bike balkêş û taybet e.
An go zû ewr dizîvirin ser. Lê ya hîn taybettir ewe ku ev kulîlk di cihekî wiha de şîn bûye ku ne misogere hizir û çav neçe ser. Ev kulîlka ku hûn di vî wêneyî de dibînin ta li cem cihê xwarinpêj tina gêrîllaya şîn hatiye. Ji ber ku cihê xwarinçêkirinê û xwarinxwarina gêrilayan e, çûn û hatin lê zêde ye. Xwarinpêja wê Jînda Asmîn her gêrilayeke ku di wir re derbas bûye ji bo ku pêl gulpayîzkê nekin hişiyar kiriye. Lê hejmar ne yek û ne didoye. Bi hişyariyê ev kar ne diçû serî. Ya pêwîst bû li ber xwarina xwe be ji bo ku ne şewite yan jî her gêrilayeke ku derbas dibe bêyî ku jibîr bike hişyar bike. Lê çareya vî îşî jî ewqas zehmet ne bû. Lewra çend heval erkdar kir da ku keviran kom bikin da ku derdora wê dorpêç bikin û hevalek jî ji bo nivîsa têbinî ku wê li ber kevirê wê deynin hat erkdarkirin. Ya herî xweş jî ew bû ku hestê hevbeş yên jinên gêrîla ku her kes di derdê parastina wê kulîlkê de bû. Di cîhana me ya îroyîn de û bi taybetî di Rojhilata Navîn de roja ku xebera kuştina bi sedan mirov em nebihîsin nîne. Lewra peyama ku hemû jinên gêrila ji bo parastina jiyana kulîlkekê peyameke ne ji rêzê ye. Mafê her zindiyekî heye ku li ser van axan di nava wekheviyê de bijîn. Ne tenê maf, lê em berpirsiyarê parastina jiyana hevin jî. Bi avakirina vê hevsengiyê em dikarin jiyanê xweşik û misoger bikin. Gava ku gêrîlayan kevir li derûdora kulîlkê danîn û nivîsa xwe jî li ser xistin, dilê wan kete cih de û ji wê gav û şûn de her kesî bi rehetî dikarî karê xwe bike û bi rehetî biçe û were. Ez jî mîna van jinên gêrîla ji her kesekî ku ji mirin û kuştinê zewqê digirin re dibêjim: Em tika dikin li ser gerdûna me jiyan ava dibe jiyanê nefetisînin.
Dersim Zêrevan