Sema Delîl Amed
Ger li derekê şer û pevçûn hebe li wê derê serdestî û bindestî heye. Li ser tiştekî lihevnekirin heye. Dema em li tevahiya dîroka şaristaniya dewletparêz dinêrin şer û pevçûn heta roja me ticar kêm nebûne. Lihevnekirin her car wekî ku li ser tiştên madî bûne. Ya rastî di bingeh de armanc bidestxistin an jî têkbirina nirxên menewî ye. Ev nirx bixwe; civakîbûn, komunalîte û pîroziyên mirovên civaka xwezayî ne. Piştî ku ev nirx bên bidestxistin jixwe dê mirovên wê civakê xwe bixwe bikevin bin xizmeta desthilatdaran û pêwîstiyên madî yên ji bo berdewamkirina sîstema wan bêpirsgirêk hilberînin. Lê ev, ew qas jî rehet û hêsan nebûye. Gelên civaka xwezayî wisa zû bi zû nirxên xwe yên civakî yên komunal teslîm nekirine. Ji ber ku ew nirx bi kedê hatine afirandin û her wiha pîroz in. Ji bo parastina nirxên xwe her tim di nav berxwedan û têkoşînê de bûne. Di vê rê de ev pênc hezar sal in ku bi bêhejmar mirov hatine qetilkirin, xweza hatiye talankirin.
Di tevahiya dîroka şaristaniya dewletparêz de herî zêde erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Mezopotamya jorîn bûye qada şer û pevçûnên bi vî rengî. Çawa ku desthilatdar tevî hevkarên xwe her tim li ser gelan êrîş kirine, gel jî wisa di nav berxwedan û têkoşînê de bûne. Yek ji van gelan jî bêguman gelê Kurd e. Ji ber ku li ser erdnîgariyeke jeopolîtîk dijîn bi sedan sal e ku bi êrîşên bi vî rengî re rûbirû mane. Împaratorî, xanedantî, dewlet û qraltiyên ku çav berdane nirxên gelê Kurd her tim axa Mezopotamyayê veguherandine qada şer. Li hember vê gelê Kurd ê berxwedêr her car jî zaniye xwe biparêze. Car caran şer kirine, carna jî bi şerkirinê re jî ji bo xwe biparêzin vekişiyane çiyayên xwe yên bilind û asê.
Bi pêşketina dewleta netewî re rengê êrîşên li ser Kurdan jî guherîne. Hîna bi dijwarî, hîna bi çavsorî hatine kirin. Li hember nîjadkujî û qirkirinên di her qadê de li ser Kurdan hatine meşandin peyva êrîşê pir sivik dimîne. Ji ber ku ev dused salên dawî hêzên emperyalîst bi temamî jiholêrakirina Kurdan jixwe re kirine armanc. Lewre dîtine ku wê bi ti awayî nikaribin Kurdan ji ser axa wan derxin, an jî wan bikin xizmeta xwe. Kurdên ku bi van polîtîkayan re rûbirû mane li ber xwe dane, serî hildane, xwestine xwe biparêzin. Ango êrîşên li ser Kurdan bê bersiv nemane.
Nîjadkujî, qirkirin, talan, koçberkirin û hwd. bi piranî rêbazên jiholêrakirinê yên fizîkî ne. Armancên ku bi van rêbazan nehatine pêkanîn vê car veguherîne. Yên hatine qirkirin jixwe hatine qirkirin, yên ji ber mayî hin jê hatine koçberkirin hin jî ji bo bi temamî teslîm bigrin û bikin bin xizmeta xwe hiştine. Û ji bo vê jî polîtîka û rêbazên curbecur pêkanîne û cêribandine. Herî zêde jî bi qirkirina çandî ev hatiye kirin. Yek ji rêbazên qirkirina çandî jî ‘mirov jixwe dana şermkirin’ e. Di tevahiya dîrokê de desthilatdar û hevkarên xwe ku di qesr, qonax û perestgehan de rûniştine gel biçûk, nezan, paşverû, kêrnehatî, qeba, qirêj, tenê dikarin karê dest û piyan bikin dîtine. Wisa dane diyarkirin ku bi hêsanî bikaribin wan bixin jêr xizmeta berjewendiyên xwe. Heta gihîştiye asteke wisa ku êdî kesên ji gel li hember wan xwe di vê rewşê de dîtine û di encam de ji xwe, ji hebûna xwe, ji çand û zimanê xwe, ji bedena xwe jî şerm kirine.
Desthilatdarên dagirker ên ku Kurdistan dagir kirine jî xwestine heman rêbazê li hember Kurdan bikar bînin. Li Bakurê Kurdistanê jî wek parçeyên din, em dinêrin heman polîtîka hatine meşandin. Bi taybetî di dema Jon Tirkên ku li gor îdeolojiya Ewrûpayê ya netew-dewletê xwe rêxistin kirine de, ev êdî tam bûye polîtîkayeke dewletê. Ev derdor, xwe modern lê hemû gelên din ên Rojhilatî mîna li derveyî şaristaniyê û barbar dîtine. Li cem vê jî ev gel çiqas jixwe, ji çand û nasnameya xwe birevin û bibin mîna Rojavayiyan ew qas qîmet û hurmet dane wan. Mirov vê polîtîkayê dikare bi awayekî herî berbiçav di şexsê gelê Kurd de bibîne. Gelê kurd, di du sed salên dawî de gelek caran li hember rejîmên dagirker serî rakirine, xwestine ji wan qut bibin. Di vê rêyê de bi qetlîam û nîjadkujiyan re rûbirû mane. Serhildana bi pêşengtiya Şêx Seîd de, kokqelandina li Dersimê û Geliyê Zîlan ji bo vê mînakên herî bi êş û balkêş in.
Li ser Kurdên ku ji ber van nîjadkujiyan mane jî vê car rêbazên psîkolojîk hatine bikaranîn. Ku ev qirkirina spî bixwe ye. Şermkirina ji xwe, wek me li jor jî da xuyakirin yek ji van pêkanînên bingehîn e. Gelê Kurd anîne rewşeke wisa ku êdî ji hebûna xwe, ji çand û nasnameya xwe şerm kiriye. Heta êdî bi piranî reva ji nasnameya xwe mîna xelasiyê dîtiye. Yên ku li nasnameya xwe, li nirxên Kurdewariyê xwedî derketine her mehkûmî sirgûn, birçîbûn, girtin, kuştin û îşkenceyan bûne. Di encam de dema em li salên piştî 1930’yan dinêrin heta salên 1980’an ev psîkolojiya ‘jixwe şermkirinê’ bi giranî di nav Kurdan de hatiye hakimkirin.
Dîsa di heman demê de bi van nîjadkujî û komkujiyan xwestine di giyan û mêjiyê Kurdan de tovên tirs û xofê biçînin. Dewletên emperyal ên ku xwestine li gor feraseta dewleta netewî herêma Rojhilata Navîn dîzayn bikin, bi taybetî di du sed salên dawî de her cure qirkirin pêk anîne. Bi van nîjadkujî û qirkirinan jî di nav civaka Kurd de tirsekê ji desthilatdaran dane afirandin. Ev rêbazeke bingehîn e, ji ber ku tirs û xof psîkolojiya mirovan xera dike, nahêle ku bi başî li ser rewşa xwe bifirikin. Civakîbûneke rast pêş bixin, li nirxên xwe xwedî derkevin. Ew qereqolên ku heta niha Kurd tê de hatin biçûkdîtin, kuştin û îşkencekirin vê carê di mêjiyan de hate avakirin. Rejîma tirsê bi vê rengî xwe dida jiyandin. Êdî ne hewce bû ev qas qirkirinên fizîkî bên lidarxistin, ji ber ku qirkirina çandî bi ser ketibû. Di bîr, hiş û mêjiyê her Kurdekê/î de qereqol hatibûn avakirin.
Di van şert û mercan de rejîma ku bi taybetî bi desteka NATO’yê Tirkiye birêve dibir, encax dikaribû bi darbeyên her deh salan carekê xwe bide meşandin. Dema em li salên 80’an dinêrin bi darbeya 12’ê Îlonê hemû derdorên çepgir, azadîxwaz û demokrat ketine ber şûrê cuntaya leşkerî. Bi vê derbeyê rejîma faşîst xwest hemû dengên li derveyî xwe bide birîn. Mafê jiyanê ji yek nêrîna li dijî xwe re jî nehiştin.
Lê ev hesabên wan di zîndana Amedê de xera bûn. Pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê bi berxwedana xwe ya 14’ê Tîrmehê plansaziya wan serobin kirin. Kemal Pîr û hevalên xwe nîşan dan ku wê nikaribin dengê Kurdê azad bibirin. Wê nikaribin hevkariya di navbera gelan de xera bikin. Ji van polîtîkayan re gotin “Êdî Bes e!”
Dema ku mirov bixwaze pêngava 15’ê Tebaxê fêm bike, wate bidê, divê destpêkê ew şert û mercên beriya pêngavê baş tehlîl bike. Civaka Kurd di rewşeke çawa de bû, jiyaneke çawa û li gor kê/kî dimeşand? Çawa ku ev bên zanîn wê girîngî û wateya pêngava 15’ê Tebaxê jî bê zanîn. Bi îlankirina PKK’ê ji dagirkeriyê re “Êdî Bes e!” hatibû gotin. Gelê Kurd dê êdî dagirkeriyê nejî. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re Rêber APO û hevalên xwe, ev bi her kesî/ê da fêmkirin.
Beriya her tiştî, bi vê pêngavê re qereqolên di mêjiyan de hatin hilweşandin. Guleya yekemîn nîşan da ku êdî gelê Kurd ji dagirkeran natirse, jixwe şerm nake, dikare xwedî li nirxên xwe derkeve. Xwe birêxistin bike û li hember dijmin û kedxwarên xwe derkeve. Ev, psîkolojiyeke pir girîng û bingehîn e. Ew baweriya ku xwe bixwe hatibû şikandin, bi avêtina guleya 15’ê Tebaxê cardin hêşîn bû. Êdî gelê Kurd dikarîjixwe bawer be.
Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, leşkerî, çandî, exlaqî û polîtîk e, di heman demê de pênga demokrasî û azadiyê ye. Bi dagirkeran re xerakirina piran e ku êdî mirov li pey xwe nenêre. Ji her aliyî ve redkirina dagirkeriyê îfade dike. Wê êdî li Kurdistanê Kurd ji bo xwe bin, ji bo xwe bijîn û ji bo xwe têkoşîn bikin û ger bimirin jî wê ji bo xwe bimirin. Li Kurdistanê gelê Kurd an wê bi azadî bijî, yan jî wê nejî. Biryara wê dayîn û pratîkirina wê ye. Lewma dîrokî ye û di dîroka me de qonaxeke nû îfade dike.
Pêngava 15’ê Tebaxê bersivdayînek ji bo berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di zîndana Amedê de bû. Bernameya ku cûntaya 12’ê Êlûnê dimeşand, bi berxwedana zîndana Amedê derbe xwar. Lê di faşîzma xwe de her israr dikir. Bi guleya pêngava 15’ê Tebaxê derbeya esasî li rejîmê hate xistin. Yên li dijî rejîma 12’ê Êlûnê disekinin divê vê rastiyê bibînin û hurmeta vê tevgerê bigirin. Ji ber ku ya derbeya esasî li vê rejîmê da Tevgera Azadiyê bixwe ye. Her kesê/a xwedî wîjdan e wê hurmeta Rêber APO, PKK û şehîdan bigire. Ji ber ku wan ev nirx dan jiyandin. Wisa nebûya yek jî nedima. Heta 15’ê Tebaxê îdam, darvekirin hebûn.Bi 15’ê Tebaxê re îdam sekinîn. Kenan Evren wê demê eşkere li meydanan digot; “Ma em wan îdam nekin qey xwedî bikin?” Pêngava 15’ê Tebaxê di vî warî de bû ewlehiya jiyana her kesê li Tirkiyê dijîn. Yên ku bi îdamê dihatin darizandin nehatin îdamkirin, 15’ê Tebaxê ew xilas kirin. Ew deyndarê Rêber APO, PKK’ê û şehîdan in.
Dîsa pêngava 15’ê Tebaxê pêşiya qedexekirina partî û sendîkayan jî girt. Ger careke din vebûn, hemû bi saya pêngava 15’ê Tebaxê ye. Rejîm, ji bo ku gelên Tirkiyê, çepgir, demokrat, sosyalîst û lîberal bi PKK’ê û Kurdan re nebin yek, ew gav hemû avêtin ku qaşo Tirkiyê biparêze. Pêre jî PKK’ê di Kurdistanê de heps bike ku kesek alikariya tevgerê neke, îtîfaq pêk neyên û rejîm hilneweşe. Çima dema ku PKK’ê ev pêngav pêş nexistibû rejîmê ew gav neavêtibûn, lê piştî wê ew gav avêtin? Pir zelal û eşkere sedema wê 15’ê Tebaxê ye. Kurt û kurmancî bi Tevgera Azadiyê re Kurd li Tirkiyeyê bûn dînamîkên demokrasiyê. Heta îro ev rola xwe li hemû Rojhilata Navîn jî dileyîzin.
Pêngava 15’ê Tebaxê çiqas ji bo Kurdan e, ew qas jî ji bo gelê Tirk, ji bo hemû gelên ku li ser axa Anatolya Navîn dimînin, çepgir, demokrat û sosyalîstan e. Ji bo gelên Tirkiyê. Lewma pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke leşkerî ye. Aliyê wê yê leşkerî jî heye, lê di esas de pêngaveke azadî û demokrasiyê ye.
Ger ev pêngav 29 sal in nehatibe têkbirin û her berfireh dibe û berdewam dike, ev hêza wê nîşan dide. Baweriya gel a bi Rêber APO û desteka gel a ji bo Tevgra Azadiyê nîşan dide. Kurd îro êdî dikarin bi Xweseriya Demokratîk sîstema xwe ava bikin. Ger îro gêrîla û bi giştî tevger ketiye nav pêvajoya çareseriya demokratîk û ji bo gelên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn Kurd pêşengtiya demokrasiyê dikin, ev encama pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê ye. Ev jî nîşan dide ku êdî qereqolên ku di hişê Kurdan de hatibûnlêkirinbi tevahî hilweşiyane.