Esrîn Qasimlo
Siyaseta ku dewleta Îranê dide meşandin, bêguman girêdayî bîrdoziya dewletê bi xwe ye. Ev bîrdoziya li ser berjewendiyên dewletê yên bi salan hatiye afirandin û di vê çarçovê de ev siyaset di dirêjiya dîrokê de li ser civakên di nava sînorên dewleta Îranê de jiyan dikin bê navber tê domandin . Rêber APO dibêje pergala kapitalist pergala desthilatdariyê ye, navber nadê, heger navber bidê nikarê jiyan bikê. Her dem xwe nû dikê, ji bona civakê bike bin deshiladariya xwe û ji bona xwe bi kar bîne bê navber kar dike. Bi taybetî rewşa jinê di vir de girînge, di Rojhilata Navîn de û bi giştî cîhanê de, cihê herî zêde bala me dikişîne rewşa jina a li Îranê ye. Rewşa Jin li Îranê, asta koletiyê derbas nakê. Em nikarin bêjin kole jî, di vê astê de jiyan kirine.
Em bala xwe bidinê, di dema koledariyê de jî ev li hember mirovan nehatiye meşandin. Di wê demê de jî jiyanek kole hebûye, Xwarin vexarin ji bona wan hatiye dayîn bi wê şêwazê ji bona xwe bikar anîne. Di Îranê de, jinê mîna koleyekê jî nagirin dest, Jin li Îranê mîna amûrekî tê bikaranîn. Ji bona berjewendiyên bîrdozîk û ji bona jinan di van demên dawî de derfetê xwendinê, derfetê siyaset hinek hatibin dayîn, lê belê, viya jî dixin bin xizmeta xwe ya siyasî û bikar tînin. Bêguman bi çi şêwazê berjevendîyê jin, xwe wekî radeyek wek vînekê xwe îfade bikê, yan jî xwe azad îfade bikê, xwe azad bi rêxistin bikê, bi awayekê hem warê zihnî, hem ruhî de bikarê xwe tevlî jiyanê bike, ji vê re nederfet tên dayîn, ne jî ji bona wê hewldanek heye. Em ji malbat bigirin, heta saziyên dewletê yên jin di nav de cih digirê, ev maf ji bona jinê tuneye. Di vê derbarê de bi rastî, desteserkirinek vîna jin fîzîka jin pir pêşde ye. Herî ber çav em dibînin jin bi çarşevek reş hatiye pêçandin û xweşîkbûna jin di nav wê çarşevê de hatiye veşartin. Ji ber vê jin di yên bîrdoziya desthilatdaran de ev yek li ser jinê tê ferzkirin. Dema em li makezagonên Îranê dinêrin, di vê derbarê de pir balkêşe. Heman demê darvekirinên jinan yên li Îranê bi destê jinan tê kirin, jin bi jinan didin darvekirin. Jinê bi jinê dana kûştin, rêbazeke pir qirêj li hember jinan tê bikaranîn. Ev bi xwe parçebûnekê di nava jinê de didê avakirin. Li Îranê jinên girêdayî dewletê hene û jinên ku li hember pergala heyî serî radikin hene, ev bi xwe ji parçebûnê dixê nava jinan, bêguman ev jî bi şêwazeke zanebûn di nava jinan de dide pêşxistin. Ji ber dewlet di zanebûna hêza jinan de ye, hemû hêzên desthilatdar dizanin, jin xwedî hêzek mezîne û jin dikarê di nava sîyasetê de rolek girîng bileyize. Lewma dewleta Îranê jî di ferqa vê yekê de ye. Ji ber wê polîtîkaya Îranê li hember jinan her diçê hişk dibe. Ev helwest ji bona jinê gelek bi xeter e, ji xwe jineke bê vîn dixwaze. Ev tev di bin navê Îslamiyetê de têne kirin. Vê jî bi civakê dane pejirandin. Di rastiyê de tu eleqa xwe bi Îslamê jî tuneye. Em ji Xiristiyantiyê bigirin, ji zerdeştiyê bigirin bi kurtasî di tu olên Rojhilata Navîn de û her wiha ji derveyi Rojhilata Navîn de van rêbazan nehatine pejirandin û tiştekî wiha di rêgezên wan de jî tuneye. Lê belê ev her dem li hemberî jinê hatiye bikaranîn. Rola civaka zayendparêz ku daye jin her dem jin bila dernekeve derve, malê jin bila bi zilam re neaxive, bi van şêwazan jin hêdî hêdî kirine nava qefesê. Jin tenê di nava malê de hatiye hiştin û nekariye daxwaza xwe ya azadiyê bînê ser ziman. Di vê demê dawî de hinek qanunên nû derxistine, zewaca mehane û heftane, ev bi xwe ji dervayî exlaqê civakê ye û ji dervayî mirovatiyê ye. Ev siyasetek taybet e li ser jinan, tê meşandin. Li Îranê malên giştî nîne, lê dixwazin hemû malan bikin malên fihuşê û bi vê şêwazê fihuşê fermî dikin. Bi vê yek dixwazin exlaqê civakê ji holê rakin û li ser vê rêgezên civakê belav bikin. Rêbertî jî gelek caran di parêznamêyên xwe de didê diyarkirin; Civaka exlaqî û polîtîk bi şêwazên cûr be cûr heta roja me ya îro hatiye. Lê sîstema heyî êrîşeke li hember civakê pêşxistiye hem jî di warê exlaqî û rêgezî de xistiye. Li Îranê vê yekê jî bi rêka jinê dike, jin bê siyaset bê polîtîka tê hiştin, lê jin di nava vê civakê de xwedî nêrîn be, xwedî hêz be, her dem rêbazên ku ew bi xwe derdixin û jiyan dikin her dem li Îranê tên meşandin. Her dawî qanuna ku di temenek biçûk de zewaca jinan pêşxistine. Her wiha herî dawî keçek 9 salî malbatekê girtiye cem xwe pişt re ji bona zilamê malê pê re bizewice vê zagonê derdixin. Çi wê şêwazê keçan didin zewicandin.
Hem keçikê mîna keça xwe dibîne, hem jî zilamê malê pê re dizewicê ev diyar dikê civak ketiye çi halî û bi vîna mirov dikarê pergala Îran ya li hemberî jinê didê meşandin derxê zanebûnê. Ev di heman demê de bandora xwe li ser civakê, li ser ciwanan jî bi awayek gelek ketî dike. Mînak fahîşe kirina keçên ciwan, heman madên narkotîk bikaranîn, dîsa ciwanan bê vîn kirine. Ciwanek hinek li hember pergalê derkevê û mafê jiyanê ji bona xwe bixwazê, yan tê darvekirin, yan jî tê windakirin. Ji ber vê yekê di Îranê de ciwan hêza herî pasîf in û di nava civakê de bê rol in. Heman demê rêbazekê din ya kû herî pir tê kirin ajankirina ciwanan e. Di nava malê de, di nava hevalên xwe de û li her derê ku jiyan lê heye, ajanên dewletê lê hene, ev jî dihêlê bê baweriyek mezin di nava civakê de, di nava ciwanan de bê çêkirin. Û herî pir jî vê bi rêka jin û ciwanan dikin, ji ber jin u ciwan hêza civakê ya herî dînamîk in li ser vê jî civakê dixin û bi rêka herdû cinsan dixwazin civakê bêbandor bikin. Bi şêwazê ku dewlet dixwazê li ser kar de diçin, ev jî dihêle serî li hemû polîtîkayên qirêj û derveyî mirovatiyê bixin. Jinên di nava dewletê de ne jî mîna xwe kirine, ji xwe ji bona wan jinan guman hene jin in yan jî zilam in ji ber wê herî baş bîrdoziya dewletê dixin meriyetê.