Ji Pênûsa Gêrîla
Tê zanîn ku gulek jî, bêparastin nîne. Her gulek ji bo xwe biparêze xwedî sitriyên dijwarin. Di gelemperiya felsefeya xwezayê de parastin weke rastiyeke sereke derdikeve pêşberême. Herî lawirên bê zirar jî, dema dihese tahlûkeyek heye, beriya ku tune bibe, yekser reaksyon dide nîşandan û dikeve nava parastineke çalak. Ev weke xwezayî, di tevahiya candarên di gerdûnêde wisaye. Lewma jî, dema em mirov weke senteza van candaran tev an jî wekî gerdûna biçûk pênase dikin, ev rastiya parastina rewa ango ya cewherî herî zêde xwe di vir de ferz dike. prensîbeke jênerevîne ji bo tevahiya candaran.
Ango ev pêwîstî herî zêde xwe di rastiya mirovan de dide ferz kirin. Hela ev pêwîstî ji bo gelê Kurd û bi taybet jî, ji bo milîtanên wî hîn zêdetir xwe dide pêş. Heyîneke hêza xweya parastinê bikar neyne,mehkumê wendakirinêye. Bêparastinî di her wateyekde vegotina radestiyêye.
Gelekî di dîrokê de herî zêde bê parastineke birêxistî maye û komkujî dîtiye yek jî, gelê Kurd e. Ji ber vê sedemêye ku her timî parçebûnê jiyankiriye, nebûye ya xwe û radestê hêzên serdestbûne. Ger derketibin jî, ji ber giştî nebûye û nebûye xwedî hêzeke rêxistî, nekarîne hêzên serdest têkbibin û bixwe trajediyên pir mezin jiyane û dane jiyandin.
Parastina rewa di her wateyekî de û herî zêde ji bo gelê Kurd pêwîste. Her cûreyek şer û tekoşîn jî, dibe parastina rewa. Ji bo gelê Kurd bibe netewek û daxwazên xwe bîne cî, bê gûman dê di her şertek de pêwîstî bi parastinê bibîne. Ji ber vê sedemê ger nebin xwedî hêza parastina rewa û ya cewherî dê ti car nikaribin bibin xwedî rûmet û heysiyet. Bes, di dîroka Kurdistan’ê de yekem care ku di şexsê PKK’ê de gelê Kurd digihije hêzeke rêxistî ya parastina rewa û vegotina xwe ya azad dike. Ev parastina rewa ne tenê di wateya şerê çekdarî de, di her wateyek û qadek de jî, ev 30 salin bê navber tên meşandin. Ger îro guftugoyên çareseriyê hene û hindek nermbûn çêbûne, ev jî, bi saya tekoşîna rewa ya vîna gel PKK’ê û Birêz Ocalan”e. Dîsa ger hêzên navneteweyî û bi taybet Dewleta Tirk tevgera PKK’ê têknebiriye mîsogere ku ji hêza wê ya parastinê ya birêxistî, jêdera xwe digre. Di heman wateyêde ger îro ew qas di danîna çekan de israr kirin heye û dixwazin milîtanên PKK’ê rojek ji roja din zûtir bêçek bibin û radest bibin jî, ji ber heta radeyekî girîng tekoşîna çekdarî wana tengav dike û çareseriyê ferz dike ye. Ji ber gelê Kurd ger hêza wê ya parastina rewa ya birêxistî nebe, dizanin ku dê hêsantir bikaribin tune bikin û ji holê rakin. Ji ber vê çendê ev hewldan tev lîstikin û divê ti kes nekeve nava hewldanekî ku bêparastinbûnê ser hêza parastina gel ferz bike. Heta ku operasyon bi vî awayî û bênavber çêbibin, divê dewlet û rayagiştî baş bizane ku ên dibin mexdûrê êrişan dê xwe radest nekin û dê mafê xwe yê gerdûnî parastina rewa bi awayeke çalak pêkbînin. Ev nayê wateya ku berovajiyê felsefe û prensîbên pêvajoya bêçalakbûnê ketine, tenê tê wateya li hember operasyonan parastina heyîna xwe. Herî zêde xwe parastin di demên wiha de pêwîstin. Ên ku dibêjin ne operasyon rawestiyan û ne jî çalakî rawestiyan divê baş bihizirin ku ka bê ev çalakiye, an jî birastî, ji bo tune nebe xwe parastine? A herî rast divê em bipirsin karê wan eskeran li wir çiye? Dîsa ger ew esker derneketibana operasyonan û li ser hêzên ku di pêvajoya bêçalakbûnêdene ne çûbana, dê hatibana kuştin? Wê demê tu dê rexneyê xwe ne li ser esasê hindek hevsengan (denge) li ser bingeha wijdan bikî û tû dê aliyên şerxwaz bi zimanekî dijwar rexne bikî.
Di vê dema bêçalakbûnêde gelek milîtanên PKK’ê şehîd ketin û dilê gelek dayîkan şewitî. Çima ew qismên ku dibêjin em demokratin behsa van şehîdan nakin. Lê dema eskerên artêşa Tirk ku bêrehm diçin ser milîtanên Gelê Kurd de di wê riyê de tên kuştin ewqas dikeve rojevê. Madem ku medya şerxwaz nîne çima ewqas behsa ‘mehmetçîkan’ dikin. Bila Mehmetçîk neçin operasyonan ji bo neyên kuştin. Ger medya xwedî exlaqeke rast e wê demê bila propaxandeya operasyonan neke û mirovan teşwîqê şer neke. Heta dawî bê exlaq şer dikin, ev ji aliyê ti kesî ve nayê dîtin, dema çend eskerên wan hate kuştin di Tirkiyê de qiyametê radikin.
Di rastiyê de ev berhema hewldanên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û vîna gel PKK’ye. Li ti deverî nehatiye dîtin ku dayîkek li ser termê zarokên xwe destê aşitiyê dirêj bike. Lê dayîkên Kurd nabêjin hîn zêdetir xwîn û şer. Berovajiyê vê dibêjin aşitî û azadî.
Rayedarên paya bilind ên artêşê û rêveberên dewletê tevlî merasîma cenazeyên eskeran dibin û bi polêsên xweve xwe pir xemgîn didin, nîşan. Bila ti kes ji van bawer neke, ev tev sixtekarin û derewkerin û dûrûne. Bi qasî misqalekî jî, exlaq di van kesên mijara gotinêdene nîne. Çûyîna wan a merasîman jî, ji bo berjewendiyê xwene û ew gelê feqîr dixapînin. Ew jî, wisan dizanin ku dibêjin dewleta me li gel me ye. Di her operasyonekî de teqez Kurdek jî, tê kuştin. Ger birastî jî, ji van eskeran pir hez dikin û bi kuştina wan xemgîn dibin, wê demê bila yekser operasyonan bidin rawestandin, ji bo zarokên gelê Kurd û gelê Tirk nemirin.
Madem ku ev rayedarên dewletê ew qas behsa xirabiyên terorê dikin û welat di xeteriyêde dibînin, çima zarokên xwe rênakin şer û ji bo welatê xwe yê ew qas ji wê hezdikin de nakin qehreman? Her roj demogojiyê dikin û behsa netewa Tirk dikin, lê bi qasî serê derziyê di vê oxirêde xwîna zarokên wan û yên wan nehatiye rijandin. Ên ku şer dikin, bizêdahî qismên gel ên xizanin. Ji bo ciwanek rêbikin eskeriyê dikarin her cûre sixtekariyê bikin û axaftinên nerast ji bo parastina welat dikin û mirovan sor dikin ji bo biçin şer. Ti pêwendiya van demogogan bi netewa Tirk ve nîne. Bi vî awayî mirovan dixapînin. Ez dibêjim mixabine bila zarokên we ji vê şerê pîroz û qehreman bêpar nemînin. Lê her tişt ne wekî tê dîtine. Bes, ku tenê carek jî dilê van mirovên rayedar û rêveberên dewletê bişewite ka bê dê şer bi domînin an na? Lê ev rayedarên her roj behsa girîngiya eskeriyê û pîrozbûna wê dikin, zarokên xwe di herî cihên lûks de didin xwendin, lê dema tê dora zarokên gel bi zorê rêdikin eskeriyê û bi taybet jî, operasyonan. Divê malbatên eskeran van pirsan ji dewletê bikin, çima zarokên xwe rênakin şer. Dîsa ez dibêjim ku divê ti malbatên Kurd zarokên xwe rênekin eskeriyê, ji ber di her operasyonekî de Kurd didin pêş, ji bo gelê Kurd berdin hev van siyasetan tev didin meşandin. Ger hişyariyek di vî warîde hebe, ez bawerim ku dê nikarin ev qas bi îmhakirinê li ser zarokên Kurd de biçin.
Ji gelê Kurd re dibêjin ji bo zarokên xwe (milîtanên PKK’ê) bêjin terorîst. Birastî jî tabloyeke trajî-komîk derdikeve pêş. We li kîjan devera cîhanê dîtiye ku dayîkek an jî bavek ji zarokên xwe re bêjin terorîst? Ma ev milîtanên PKK’ê ji ezmanan daketine.
Di vê wateyî de ger dê nêzîkatiyek rast were pêşxistin û nîqaşên çareseriyê werin kirin, dîsa bangawaziyek were kirin, divê hemû hawirdorên demokratîk tavilê ji dewletê rawestandina operasyonan bixwazin. Li dewsa tu bêjî çalakiyan bide rawestandin, divê tu beriya her tiştî ew hêzên operasyonan dibin ser gerîlade tengav bikî , da ku operasyonan bidin rawestandin.
Ji ber vê çendê herî zêde rol dikeve li ser milê malbatên gerîla û eskeran. Herwiha dayîkên şehîdan û dayîkên eskeran ku zarokên xwe di operasyonan de wendakirine. Lê eşkereye ku pêşengiya vê dikeve ser milê dayîkên aşitiyê ango dayîkên gerîlayan û şehîdan. Tê xwestin ku hevdîtina dayîkên herdû aliyan çêbibe û dengê xwe yê ji bo çareseriyê bilind bikin. Ji ber ancax dayîk dikarin bibin pira dinavbera herdu aliyande û pira aşitiyê. Pêwîste di vê pêvajoyê de dayîkên gerîla biçin li gel dayîkên eskeran û bi hevre xwe birêxistin bikin. Ji ber ên herî ji van operasyonan di êşin dayîkin. Bila biçin dayîkên eskeran û yên di şer de zarokên wan mirine îqna bikin û bibin yek deng li hember hêzên şerxwaz. Çareserî li roxmê dewletê jî, bi van helwest û rêxistinbûnên demokratîk ên cûr be cûr jî, çêdibin. Ên herî rast biaxivin, biwijdan û bêberjewend dayîkin û herwiha jinin. Ger were xwastin divê mal bi mal jî, dayîk bigerin û siyaseta dewleta Tirk a li ser şer xwe saz dike û siyasete dike, bide rawestandin. Herî tekoşîna binirx tekoşîna demokratîk û şerê parastinêye.