Dilê Cewher û Gotinên Kiriye Yek

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Bilbil ji bo gulê bi dengê xwe yê xweş dixwîne, ku gul jî bêhna xwe ya enber belav dike li dora xwe. Deng û bêhnên xweş, ku ne salan, ne dewr û deman, ne jî mekanî pê karî wan kevn bike! Çendî mekan guherîn, çendî demên cuda bi ser gul û bilbilê re borîn û çûn.

Geh gul û bilbil li sehneya jiyanê rola sereke dileyîstin, geh jî li kêleka sehneyê cih digirtin. Carna li kunceke tarî ya sehneyê de diman, carna jî ew qet negirtin ser dika jiyanê.

Lê gulê her xweşikiya xwe parast, bilbilî jî dengê evîna jiyanê her û her qêriya.

Gul xweşik bû, bi qasî ku ti dem û ti qirêjiyan nekarî vê rastiyê peçêve. Ti mirin û cudahiyan jî pê nekarî dengê evîna jînê ya bilbilî wemirîne. Ji ber li vir gotin jiyan bû, jiyan jî gotin bû. Her du jî bi heman zindîbûnê di dilê jiyanê de dema rewane dibin, evîna gul û bilbil dawî lê nayê. Jînê her ku di dilê xwe de ev yekbûn didît jê re nemirinî diyarî dikir. Gotin û dil divê yek bin ku di dilê jînê biqulipin ser rastî, heqîqet û evînê.

Ya ku di dilê jînê de wek xweşikiya gul û dengê bilbilê diherikî, yekbûna gotin û dilê Yerîvanê bû. Ruxmî temenê xwe yê piçûk jî, mertala zindî ya welatê xwe, şervana azadiya gelê xwe bû. Ji dîroka rastîn diherikî û di îroyîn de ger cewhera xwe peyda dikir, mezin dibû. Ew stranên Yerîvanê yên ji bo gelê xwe, ji bo azadiyê distira, ku ji cewhera jiyanê hilperikîn û hatin ew kire şervaneke mezin a azadiyê. Dîrok di roja îro de ber bi rastiya xwe ve coka xwe didît di kesayeta Yerîvanê de. Ya rast, wê gotin û hildana dilê xwe di cewhera xwe de kire yek û wiha mezin bû. Bi rêhevalên xwe yên şehîd H.Senar, Botan, Erdal û hwd. re li dora heman agirî govend girtibû…

Di nav pêtên kel yên rastiyê de dilê xwe ji nû ve tûj kiribû, bi beşişîna xwe ya narîn ketibû ser rêyên bakurê welêt. Herkes lêgera rastiyê ya pepûleyan nîqaş dikir. Lê rastiya ku çaremîn pepûle digihîje remzê, ji dîrokê re hatibû hiştin. Ji ber fêmkikirna vê yekê, an jî gotina tiştên ku pêhesiyayî wêrekî dixwest.

Yerîvan bê ku guh bide germiya agir, sotîneriya rastiyê hîs dikir. Rastî di nava mij û dûkelê de, ji razdariya dîrokê re nehişt. Eniya xwe da ber bi aliyê rojê, şîverêyên bakur gav bi gav derbas kir.

Ne şîverêyên berfî, ne jî çiyayên bêbihorek dikarîn wê bidin sekinandin. Xwe arasteyî azadiyê kir û ber bi cenga jînê ve çû… Dengê bilbilî, xweşikiya gulê di xwe de kire yek û ber bi dilê jînê ve hilkişî…

Bedena ciwan

Dilê mezin

Dengê bilbilê di guhê te de

Xweşikiya gulê di çavên te de

Rastiya azadiyê di cewhera te de

Bi rika rûyê derewîn ê pergalê

Bû pêtên rastiyê, mavzera gelê xwe

Dilê ciwan

Hêviya mezin

Guvendên mezin ên azadiyê bûn

Çirûsk û agir bilind bû

Bilbil mîna ku gemariya serdeman jev biçirîne

cardin stra…