Amadekar: Nûjiyan Erhan
Li gelek girtîgehên Tirkiyê girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêber APO, perwerde û parastina bi zimanê zikmakî greva birçîbûnê dane destpêkirin. Nêzî 10 hezar girtî di bin şert û mercên herî zehmet de çalekiya xwe didomînin. Rêveberiyên girtîgehan, bi pêkneanîna pêdiviyên herî sereke yên jiyanê, şerekî derûnî li ser girtiyan dimeşînin. Gelek derdorên demokratîk, akademîsyen, hunermend û kesên aştîxwaz ji bo piştgirî bidin girtiyan, çalekiyên cur be cur pêk tînin. Di qadên Parastina Medyayê de jî gêrîlayên azadiyê, hest û nêrînên xwe wiha parvekirin.
Zelal Dêrik: Di serî de em çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku hevalên di girtîgehan dane destpêkirin slav dikin. Em vê çalekiyê pir pîroz dibînin. Ev çalekî li ser rêç û xeta Kemal Pîr’an e. Îro bi deh hezaran girtî bi yek dengî, bi yek vînê û bi yek durûşmeyê bedena xwe ji mirinê re razandine. Ev, vîneke pir xurt diyar dike. Ev, grêdana pir mezin ji Rêbertî û şehîdan re nîşan dide. Em ji berxwedana hevalan, hêzeke pir mezin digrin. Em bi dil û can bi wan hevalên xwe re ne. Wek mîlîtanên rêxistinê û fedayiyên gel, tişta ku bikeve ser milê me, em ê pêk bînin. Em ê libin banekê têkoşîna xwe bilind bikin. Gelê me jî pêwîste bi çalekî û şêwazê têkoşîna xwe hîna bi rêbaz û şêwazên radîkal berxwedana xwe bilind bike û bikaribe piştgirî bide berxwedana li girtîgehan.
Li ser berxwedana hevalan polîtîkayên pir qirêt ji aliyê hukumeta AKP ve têne meşandin. Wekî ku xwestekên wan pêk anîne û ji bo guhertinê bidin çêkirin hevdîtin tên çêkirin, wisa didin nîşandan. Her kes dizane ku dev ji hevdîtin çêkirinê berdin, hevalên ku di grevê de ne bi îşkenceyên cur be cur re rûberû dimînin. Daxwazî û telebên hevalan yek jî pêk nehatiye. Tecrîda li ser Rêbertî hîn jî berdewam e. Di bin navê operasyonên KCK’ê de qirkirinên siyasî hîn jî didomin. Ti xebatkar an jî endamên xebatên siyasî li derve nehiştine, hemûyan digirin. Binçavkirina zarok, xwendevan, aktîvîstên civkî bêrawest zêde dikin. Ciwan têne qetilkirin. Li Kurdistanê, ji hêla hukûmetê ve teror li ser gel tê meşandin. Her roj operasyonên leşkerî li çiyayên Kurdistanê pêk tînin. Kesên sivîl tên înfazkirin. Li ser çand û zimanê Kurdî qirkirin heye. Nahêlin girtî bi zimanê dayîkê parastina xwe bikin. Zarok nikarin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibînin. Di rewşeke wiha de kîjan teleb pêk hatiye, çi guhertin hatiye çêkirin? Gelek mirov hîn jî nizanin çima hatine girtin.
Tecrîda li ser Rêbertî heya ranabe û ji bo azadiya Rêbertî gav neyên avêtin, têkoşîna me bi berfirehî wê dewam bike. Gelê Kurd jiyana bê Rêber APO qebûl nake. Ji bo vê daxwaziyê jî heya dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê li pêy doza xwe bin.
Em cardin dibêjin: heya dawî em bi rêhevalên xwe yên li girtîgehan re ne. Mekanê me çiqas ji hev cuda be jî, dilê me her bi hevre lê dide. Em hertim bi hevre ne. Em ji wan re serketinê dixwazin, em ê bi bilindkirina têkoşînê bersiva pêwîst bidin pêvajoyê û serketin teqez ya gelê me ye.
Evîndar Afrîn: Em ji pêvajoyeke pir girîng derbas dibin. Ji hêla tevgera azadiyê ve hemleya 4. hatiye destpêkirin. Em jî wek gêrîla û gel di çarçoveya vê pêvajoyê de, ji bo mafê xwe yên netewî û însanî têdikoşin. Berxwedanî ji her demê zêdetir pêwîst dike. Lingeke vê berxwedanê jî di girtîgehan tê meşandin. Nêzî 60 rojin ev berxwedanî li girtîgehan li dijî polîtîkayên tinekirinê yên hukûmeta AKP’ê ya faşîst tê bilindkirin. Her kêlî dibe ku şehadet rû bidin. Em di pêvajoyeke wisa kritîkt de ne. Zêdetirî 10 hezar girtiyên azadiyê greva birçîbûnê dane destpêkirin. Em di serî de vîna ku heval nîşan didin, slav dikin. Berxwedana wan hêz dide me. Bi vê hêzê re jî em têkoşîna xwe bilind dikin.
Îro di girtîgehan de dîrokeke nû tê nivîsandin. Lê belê hukûmeta AKP’ê wek hercar berxwedana gelê Kurd ji nedîtîve tê. Hemû cîhan jî dizane ku îro li girtîgehan şerê hebûn û tinebûnê tê dayîn. Li hember înkar û îmhaya AKP’ê divê hemû derdor hişyar bin, rabin û serî rakin. Nêzîkbûna hukûmeta AKP’ê derveyî exlaqa mirovahiyê ye. Li hember çalekgeran şerê derûnî tê meşandin. Erdogan, li ser canê mirovan, li ser xwîna Kurdan xwe dide jiyandin. Li ser cendekê ciwanên Kurd polîtîka dide meşandin. Ti nirxeke exlaqî di AKP’ê de tine ye. Çalekiya rêhevalan di girtîgehan de di wateyekê li hember vê zihniyeta dehakwarî tê meşandin.
Ev çalekî parastina nirxên mirovatiyê ye. Ji bo mirovahiyê pir binirx e. Pir kêm mirov dikarin ji bo azadiya gelê xwe û Rêberê xwe, vîneke wiha berz nîşan bidin û xwe bikin fedayiyê doza gelê xwe. Ev girêdaneke pir mezin dixwaze. Di dîrokê de mînakeke din wek vê çalekiyekê li ti derê cihanê nehatiye dîtin. Di pêvajoyên têkoşînên netewî de hin grevên birçîbûnê pêş ketine. Hin ji wan encam jî dane. Lê belê li ti derekê ne evqas girseyî bûye, ne jî dijminên wan evqas jinedîtinê ve hatine. Em gihîştine asta biryardayînê. Wek gel an em ê bindestiyê bipejirin û wek kole bijîn, an jî em ê ji her demê zêdetir têbikoşin, vîna xwe bi vîna hevalên çalekger re bikin yek û berxwedana xwe bigihînin encamê. Divê di vê pêvajoyê de hemu azadîxwaz, demokrat, ciwan, jin û kesên di dilê wan de wîjdan heye, serê xwe rakin û li hember vê neheqiyê bisekinin. Pêwîst e tikes çav û guhê xwe negire. Ev erka her mirova/ê xwedî şeref û heysiyet e. Ez bang li her kesê/î dikim ku di vê mijarê de xwedî helwest bin. Ez cardin hevalên di çalekiyê de slav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Em jî wek gêrîlayên azadiyê bi durûşmeya “An azadî, an azadî” ji bo azadiya Rêber APO û Kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin û bigihîjin serketinê.
Bahar Silopî: Ez di serî de berxwedana Rêbertî ya ku 14 salin li Îmraliyê dide nîşandan silav dikim. Bêtirî salekê ye ku tecrîdeke girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin. Rêbertiya me li beramberî hemû zext û şertûmercên dij-mirovahiyê yên Îmraliyê li berxwe dide û rihê têkoşînê dide me, ez vê berxwedanê silav dikim.
Têkoşîna azadiyê ku Rêbertiya me daye destpêkirin nêzî 40 sal e bi pêşveçûna bêdawî berdewam dike. Di nava van 40 salan de gelek berxwedan û têkoşîn hene ku mohra xwe li dîrokê dane. Di destpêka avabûna partiyê heya niha di gelek qadan de berxwedan hatine meşandin. Bi taybet li dijî darbeya faşîzan a 12’ê Êlûnê li girtîgeha Amedê bi pêşengtiya Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Elî Çîçek, Xeyrî Dûrmuş û Akîf Yilmaz de berxwedaneke bêhempa hatiye meşandin. Li ser vê mîrasê jî heya roja me ya îro têkoşîn tê meşandin.
Îro jî bi hezaran heval li girtîgehan li hember hukûmeta AKP’ê ya ku şopdarê Kenan Evren e, ketine greva birçîbûnê. Înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd tê meşandin ji ya 12’ê Êlûnê dijwartir e. Ji ber ku pergal xwe li ser zihniyeta dewletê ava dike û ev zihniyet jî li ser tinekirina gelan hebûna xwe pêk tîne. Berdevkê wan ê îro jî Erdogan e. Erdogan îsal bi hêviya ku gêrîla tine bike dest bi salê kir. Gelek operasyonên leşkerî û hewayî pêk anîn. Li ser sivîlan komkujî pêk anîn. Em ê ticaran Roboskiyê jibîr nekin. Ev komkujî di dîroka reş a hukûmeta AKP’ê de hate nivîsandin. Vê komkujiyê rûyê Erdogan ê xwînmêj eşkere kir. Li dijî polîtîkayên tinekirinê ku aktoriya wê AKP dike, gel û gêrîla di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî, hemleyeke berfireh destpê kirin û derbeyên pir giran li dijmin xistin.
Ji vir pêve tenê rêyeke gelê Kurd heye ew jî; serkeftin e. Azadiya Rêber APO, Xweseriya Kurdistanê û Kurdê azad yekane çareseriya vê pirsgirêkê ye. Hêviya serketinê ji herdemê zêdetir xurt e. Divê bi destekdayîna çalekiya rêhevalên ku li girtîgehan di bin şert û mercên herî zehmet de liberxwe didin, gelê me topyekûn tevlî pêvajoya berxwedanê hevalan bibin û pêvajo bi serketina gelê Kurd bigihîje encamê.