Amedekar: Nûjiyan Erhan
Li Rojavayê Kurdistanê Kantonên Cîzîr, Kobanî û Afrînê hatin îlan kirin. Gelê Kurdistanê li her derê vê serkeftina vîna gel pîroz dikin. Em jî di derbara Kantonên ku hatin îlan kirin de nêrîna endama Koordînasyona PAJKê Ronahî Serhat digrin.
Di vê pêvajoyê de rojeva gelê Kurd tevan xweseriya demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye îlan kirine. Hun wek Tevgera Azadiya Jinên Kurd xweseriya Rojava çawa dinîrxînin?
Ronahî Serhat: Berî her tiştî ez şehîdên Rojava bibîrtînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Ev şahadetên hatin jiyankirin pelekî nû di dîroka Kurdîstanê de vekir. Parçeyekî xweser xewn û xeyala hemû Kurdistaniyan pêk anî. Bêguman ev bi hêsanî pêknehat. Têkoşîna azadiyê ev 40 sale didome. Stratejiya 200 sale ku dewletên hegemon li ser Kurdan dida meşandin têk çû. Piştî şerê cîhanê 2. neqşeya Rojhilata Navîn ji nû de hat xêz kirin. Dewletên wek Irak, Suriye û gelek dewletên Eraban rixmî vîna gelan hat avakirin. Lê çiqas zext hebin jî rastiya gelan ticaran tine nabe. Divê hinek kes vê rastiyê bide meşandin, berxwedana gelê Kurd di vê xalê de gelek watedar e. Berxwedaniya gel her çiqas ji bo azadiya netewî hatibe destpêkirin jî her tim di nav xwe de azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn armanç dike. Ji ber ku rastiya Rojhilata Navîn li ser yekîtiya gelan, bi wekhev û azad jiyandin hatiye hûnandin. Ji bo vê ew neqşeya ku bi zilm û zora dewletên kapîtalîst hatibûn avakirin pêl bi pêl hildiweşe. Ev bi berxwedana gelê Kurd hat çêkirin. Her dewlet li gorî xwe polîtîkayên bişavtin, qirkirin li ser gelê Kurd da meşandin. Netewperestiya wan dewletan li ser gelan dan meşandin zirarên mezin da heremê. Lê ji bo vê netewperestî bişkînin gelê Kurd di Rojhilata Navîn de projeya Rêbertiya me ya Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk pêş dixe. Milekî de dewletên statûkoperest di vê paşverûtiyê de israr dikin, milê dinê jî eniya gelan ya demokrasiyê û azadiyê xwe avakiriye. Ji bo vê eniyê Rojava mînakekî taybet e. Di pergala rojava ya ku hatiye avakirin de hemu gelên ku li Rojava dijî cihê xwe girtin. Hemû kes bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe beşdarî vê pergalê bû. Rixmî ewqas berxwedanî û vîna gelan nevexwendina gelê Rojava ji bo civîna Cenevre çêbû. Li vir sextekartiyekî pir mezin heye. Milekî din de jî dixwazin pirsgirêkên Suriyê çareser bikin. Pirsgirêkên Suriye bi raçêteyên derve, bi berjewendiyên siyasî û aborî naye çareser kirin. Wek pergala ku li Misir û dewletên Ereban dan avakirin nikarin li Suriyê tevbigerin. Sedsala 21. demsaliya azadiya gelan e.
Li hemberî van polîtîkayan Xweseriya Rojava li ser azadiya jinê û bi serkêşiya jinê hatiye pêşxistin. Herkes behsa demokrasiyê dike lê li Rojava demokrasî tê jiyandin. Çeteyên ku êrîşê nirxê gel dike bi piştgiriya dewletên DYA, Katar, Suudî û hwd, wehşet li Suriyê didin meşandin. Bin navê Îslamiyetê nirxên olî ya gelan binpêdikin. Ê ku ew dikin Îslamiyet qetilkirin e. Baweriya gelan di destê desthilatdaran de wek çekek tê bikaranîn.
Civîna Cenevre xetimî. Encam negirt, we jî got yên ku berxwedan temsîla xwe nedîtîn lê dewletên ku şer gur dikin li wir civiyan. Li suriye çareserî çawa dikare pêşbikeve?
Ronahî Serhat: Projeya Xweseriya Demokratîk tenê ji bo gelê Kurd nîne. Armanca Rojava li nav Suriyekî demokratîk de xweseriya xwe parastin e. Kanton li ser vê esasê hatin îlan kirin. Ev proje ji bo giştî gelê Suriyê jî hatiye pêşkêş kirin. Derveyî vê Suriye demokratîk nabe. Bi dewletekî navend, li ser mezhebekî hatiye amade kirin ji hêla ti gelan ve nayê pejirandin. Di heman demê de ev çeteyên ku Suriye talan dikin vîna gel temsîl nake, gelê ereb temsîl nake. Bin bandora hêzên navnetewî de civandin, çarenûsa Suriyê teslîmê wana kirin e. Yên ku li Cenevre kombûne ew bi xwe sedemê aloziya di Suriyê de ne. Hemû dewletên beşdarî Cenevre bûne li ser berjewendiyên xwe dixwazin Suriye ji nû de sazûman bikin. Çareseriya pirsgirêka Suriye ancex dikare bi gelê Suriyê re pêkwere. Formûl jî Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk e.
Di Kantonên ku hatin îlan kirin de tevlêbûna jinan hun çawa dinirxînin?
Ronahî Serhat: Bi rastî ev kantonên ku hatin îlan kirin ji hêla hemû gelên kurdistanê ve bi coşekî mezin hatin pêşwazî kirin, bêguman di îlana kantonan de keda jinan pir diyarker bû. Seroka Kantona Afrînê jî jin e. Ev ji bo me pir girîng e. Lê ez dixwazim li vir jî bêjim divyabû li wir pergala hevserokatiyê pêşbiketaba. Ango jinek serok be, çend zilam alîkarê wê be, an jî zilamek serok be çend jin alîkara wê be ev li gorî asta gelê Kurdistanê hinek paşda maye. Têrê nake. Gelê me vana derbas kiriye. Dikarîbûn di aliyê azadiya jin û civakê de gavekî hîn bi wêrek avêtibana. Wisa dikarîbû zêdetir cihê xwe girtiba. Lê ev demekî bihûrbar e. Dikarin di demê pêş de naveroka pergala xwe zêdetir dagrin. Wekî din jî wek wezaret jî hatin avakirin lê hejmara jinan, ji me re kêm hat. Wek tevgera jin jî bi vê wesîleyê em dixwazin nêrîna xwe bêjin. Dikarîbû di vê mijarê de bi feraseta azadiya jinê azadiya civakê tevgerandin pêkhatiba hîn rastir dibû. Di heman demê de mirov, jin tenê bi malbatê ve girêbide ev jî ne rast e. Dema jin tê gotin civak tê bîra mirov. Ji bo vê tu dema wezaretekî jin û malbat bêjî, wê demê jin û siyaset li kur dimîne, jin û aborî, jin û dîplomasî û hwd. Ji bo vê azadiya jina pirsgirêkekî civakî ye. Wek komîteyekî jin û civak hatiba gotin hin çêtir bû. Di heman demê de pirsgirêkên bihevre jiyandinê jî heye, ji bo vê di feraseta malbatê de jî guhertin pêwist e. ev jî dikarîbû taybet wek wezaretek be. Wek malbat û polîtîkayê civakî cûda bahatiba dest girtin. Em tekoşîna jinên Rojava pir pîroz dibînin. Pir qehramantiyên mezin, kedên mezin hatin raber kirin. Ev ji bo tekoşîna azadiya jinan destkeftiyên pir pîroz û bi nirx in. Ev ji bo şoreşa jinê jî gavekî nû û merheleyekî nû ye. Me bixwe pir hêz girt. Di rastiya xwe de şoreşa Rojhilata Navîn şoreşa jinê ye. Ev di rastiya Rojava de pir eşkere hat xuyakirin. Jin dînamîka serekeye. Kes bê nêrîna jin, bê çalekiya jînê, bê stratejî û siyaseta jin nikare wir projeya xwe pêk bîne. Ev li Rojava bi awayeke şênber derket holê.
Dema kanton hat îlan kirin gelê bakurê kurdîstanê coşekî pir mezin jiyan kir. Ev morala gel hun çawa dibînin?
Ronahî Serhat: Ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê hemû gelê Kurdistanê ev coş jiyan kir. Anha kes nikare bêje gelê Rojhilatê Kurdistanê vê coşê najî. An Kurdên me yê derveyî welat, Başûrê kurdîstanê. Giştî gelê me yê Kurd vê coşê dijîn. Lê belê mecalê Rojhilatê Kurdistanê wekî Bakur nîne. Pêşketinên li Rojava ji bo parçê dinê jî deriyê çareseriyê vedike. Gelê me ticaran sînorên ku destê desthilatdaran hatiye amede kirin nas nake. Ev îlana kantonan xwedî derketina berxwedana Mahabat e, vala derxistina hevpeymana Lozan e, xeyala vegera welat ya gelê me yê ku koçberî derve bûne. Ez jî li vir cardin dibêjim Kurdên me yên ku derveyî welat dijîn çiqas zûtir vegera welatê xwe û tevlî vê pêvajoyê bibe baş e. Herkes di nav vê dîrokî de xwedî rol û kedekî ne. Hem Kurdên me yên ku koçî Başur bûne divê vegere axa xwe. Hukûmeta Heremî gelê Rojava xapand û di dawî de jî rewşa koçberên Rojava ya ku çune başur li holê ye. Barzanî berxwedana Rojava înkar dikir, îlana kantona ji bo kesên wisa bersiva herî mezin e. Kes nikare keda ewqas şehîdan înkar bike. Gelek pêkateyên Başur vê îlanê pîroz kirin. Divê em bi ew kesên ku berxwedana Rojava slav kirin re dest bidin hevdu û serkeftina gelê xwe misoger bikin û planên qirêj ya ku li ser Kurdistanê tên pêkînandin vala derbixin.