Sema Delîl Amed
Komplo; weke peyveke, bûyereke neyînî ye ku ketiye nav lîteratura mirovahiyê. Dema mirovek an jî zêdetir mirov di derbarê hinekên din de armancên xwe bi rêyên normal nikarin bibin serî, îcar serî li rêyên din ên bi dizî didin. Dek û dolab digerînin, plan girê didin. Bi piranî digihîjin armancên xwe jî! Ji ber ku ne bi aşkerayî, bi plangerî çalakiyên xwe didin meşandin. Kesên dibin mijara an jî mexdûra/ê vê plangeriyê hay ji xwe tune ye. Bi dilê saf, bi tevgerên normal jiyana xwe didin berdewamkirin.
Komplo û jin; du peyvên an jî du têgînên pir zêde nêzî hev nasekinin. Em çav li dîrokê digerînin, ji civakîbûna mirov yanî ji mirovbûna mirov û heta niha zû bi zû ev her du peyv li gel hev nabînin. Hebe jî pir kêm û bi sînor in. Kengî dema hatine gel hev ya ku bûye mijara komployê jin bi xwe bûye. Bi gotineke din jin, hema bêje bi tevahî bûne mexdûra komployan.
Belê jin bûye mexdûr, zêde pêwîstî bi komplogeriyê nedîtiye. Rêbazên wê; bi xwezayî, her tim bi aşkerayî, bi parvekirinî û rû bi rû tevgerkirin bûne. Tu hewcedarî bi xwe veşartinê nedîtine. Li gor belgeyên arkeolojîk, di dema dayiksalariyê de ji sedî not û heşt mirov bi sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest dane. Mirov dikare vê rewşê bi hesanî wiha şîrove bike; tu mirov pêwîstî bi kuştina miroveke/î din nedîtiye. Yanê kes bêbextî li serê tu kesî nekiriye. Berê mirov her tim li pêşenga jiyanê; dayika xwedawend bûye, bi sernermî li dû wê çûne. Bi tevahî encamên, ber û bereketên ji afirînerî û hilberîna jiyana çandiniyê derketine di nav mirovan de wisa hatine parvekirin ku tu rê ji şer û pevçûn, nelihevkirin, alozî û hwd. re nemaye. Tevna jiyanê ya manewî bi vî rengî daye meşandin.
Ev rewş, weke çandeke jiyanê bi hezar salan berdewam kiriye. Lê kengî dema mêrê pîr, xasûk, ê li kêleka jiyanê mayî li derdora xwe xortên ciwan kom kir, hevsengiya jiyanê berê xwe ber bi mêr ve guherand. Serweriya dayika xwedawend, di jiyanê de gav bi gav heliya. Mêr, dest danî ser berhemên wê yên bi hezar kedî afirandî. Rêvebirina nirxên dema dayiksalariyê hatine afirandin derbasî mêrê serdest bûye. Ev pêvajoya derbasbûnê bêguman wisa bi rihetî jî derbas nebûye. Yanî wekî me di serî de jî destnîşan kir ne bi rêbazên rasterast, aşkere, dildarî, bi ked û têkoşînê, lê bi dek û dolab, bi komployê nirxên dayikê hatine dizîn.
Perestgeha Sumer; biryargeha despêkê ya komployan
Di manewiyata mirovahiyê de weke yek ji îfadeya dinyaya madî mîtolojî vê derbasbûnê nîşan didin. Îfadeyên mîtolojîk ên xweda û qûlan di vê mijarê de xala pêwîst e herî zêde were lêkolînkirin e. Di vî warî de mîtolojiya Sumeran a têkoşîna di navbera Enkî û Înanna de vê mijarê xweş rave dike. Xwedayê xasûk Enkî 104 ME’yên Xwedawend Înannayê didize. 104 me; nîşaneya nirxên dayika xwedawend in. Perestgeha Sumer weke biryargeha destpêkê ya komployê dikare were nirxandin.
Mirov bi taybetî aqilmendê xwedayan Enkî dahûrîne wê gelek tiştan hîn bibe. Enkî wekî zanayê komployan e. Parçeyê herî girîng ê komploya li perestgehê hatî pêkanîn jî xistina cinsê jinê ye. Jin hem weke cins tê xistin hem jî weke çîn tê veqetandin û biçûkdîtin. Di mîtolojiyê de xapandinên jinê zêdetir di şer û lihevkirinên di navbera xweda Enkî û xwedawenda çiyayan Nînhûrsag û piştre Înanna de tê dîtin. Xwedawenda dema Neolîtîkê ji aliyê civaka desthilatdar a mêr ve, bi sembola Enkî, gav bi gav tê daqurtandin. Lê têkoşîna Înanna ya bi aqil a ku bi rehetî radest nabe jî mirov heyran dihêle.
Mîtolojiyên piştre tên vê rewşa hanê hîn kûrtir dikin. Di demên 2000 B.Z de, di mîtolojiya Babîl a bi navê Enûma Elîş de komploya herî mezin li jinê tê kirin. Xwedayên din xweda Mardûk şîret dikin, li ser vê li dijî dayika xwe Tîamatê şerekî dijwar dide û di encamê de wê ji textê xwedayan (pantheonê) davêje. Jina ku di şexsê Tîamatê de derbeya kujer dixwe êdî careke din weke berê nikare di jiyanê de bibe xwedî maf û gotin.
Olên Yekxwedayî jî Komplo Li Serê Jinê Digerînin
Di serdema bi destê mirov kolekirina mirov de di bin nîrê mêrê desthilatdar û saziyên wî de mirovahî xwîn vedireşe. Kralên zalim ji serê mirovên qetilkirî, yên koletî qebûl nekirine, kelehan lêdikin û bi viya jî pesnê xwe didin. Di derdoreke wiha tije zilm û zordestî de bi pêşengiya Hz. Îbrahîm derketina olên yekxwedayî bêhna mirovahiyê derdixe. Hz. Îbrahîm li hember radibe, li dij derdikeve ku mirov ji mirov re koletiyê bike. Qebîleyên ji kralên zalim re serî danaynin bi vê bangewaziya azadiyê hêdî hêdî birêxistin dibin. Nîşan didin ku jiyaneke azad jî mimkun e, mîna bi hezar salan berê.
Di vê tabloyê de rewşa jinê dîsa mîna berdewamiya berê lê îcar bi rengekî cuda ye. Pirtûkên pîroz ên olên yekxwedayî destpêkê ji bo jinê statuyek didin avakirin. Li gor wan; şeytan (di kirasê mar de) jinê xapandiye û teneyê genim ê ji aliyê Xweda ve qedexekirî xwariye. Ev jî bûye sedem ku ji bihuşta xweda werin avêtin. Mirov bi hêsayî dikare nakokiya di vê çîrokê de bibîne; jin her çawa be ew qas lewaz û bi zaef e ku hatiye xapandin, komplo lê hatiye kirin, lê ji aliyê din ve wisa tê nîşandan weke ku bi fitne û fesadî mêr jî xapandiye ku genimê hatî qedexekirin bixwe, û ew roj îro gunehkar e ji ber vê kirina xwe. Di encam de her du bi hev re ji bihuştê tên avêtin.
Ev mîta afirandina mirov, di hemû pirtûkên pîroz ên yekxwedayî de bi navê Bavê Adem û Dayika Hewa cî digire. Lê hê di mîtolojiyên Sumer de heman çîrok tê dîtin. Ji aliyê destpêkirin û girîngî dayîna mîtolojiyan ve di hiş û bîra mirov de, ji ber ku li jor hat vekirin dubare em ê li ser nesekinin. Ya girîng; di civakê de ji bo jinê cihekî çawa tê diyarkirin, layiqî kîjan jiyanê tê dîtin, aşkerakirina vê ye. Olên yekxwedayî, her çiqas ji aliyê exlaqî ve jiyana mirovahiyê baştir kiribin, xwestibin pêşî li kolekirin, zilma mirov li ser mirov, xerabûna civakê bigirin jî ji bo jinê cihê ku veqetandine ne bi heman rengî ye. Hê di destpêka afirandina mirovahiyê de ya ku komplo lê tê kirin jin bixwe ye. Nirxên di pêşengiya wê de hatine afirandin careke din tên desteserkirin û cihê wê yê di civakê de li paş tê hiştin.
Fîlozofa Serbilind Hypatîa
Beriya Zayînê di salên piştî 600’î de li Yewnana Antîk serdema felsefeyê dest pê dike. Fîlozofên li qeraxên deryaya Egeyê, her tiştên di xwezayê de, civaka heyî, hemû tevgerên mirov, didin ber lêpirsînê. Her wiha di hiş û bîra mirovahiyê de ji bo azadiyê perdeyeke nû vedibe, ronahî li cîhanê belav dibe. Mirov ne weke kole lê mîna mirov tê pênasekirin. Cihê ku jinê re hatiye diyarkirin, em bala xwe didinê, di vê demê de jî ne zêde li derveyî fikra mêrê serdest e. Ji ber ku dîsa weke cinsa duyem, mirova kêm û divê di xizmeta mêr de be jê re cî tê veqetandin. Dixwazin vê diyarkirina ji bo jinê êdî weke kevneşopiyekê di dîroka mirovahiyê de bidin meşandin.
Çanda dayika xwedawend ew çend xurt e ku kokên wê heta bi kûrahiya genên hişê mirov xwe berdane. Her wiha bêdengkirin û qutkirina wê jî mimkun xuya nake. Em vê jî ji serboriyên jinên weke Hypatîa û belkî bi hezaran ên mîna wê qewimîne hîn dibin. Fîlozof Hypatîa, di navbera salên 370 û 415’an de li Îskenderiyê jiyana xwe ya ji bo mirovahiyê bi sûd û ji bo xwe tije êş derbas kiriye. Ji aliyê bavê xwe yê di zankoyên wê demê de mamosteyê bîrkarî ye (matematîk) ve hatiye perwerdekirin. Perwerdeya xwe ya esasîn jî li Atînayê qedandiye, kuta kiriye. Di navendeke bi zîhniyeta mêrê serdest hatiye çêkirin, honandin de karibûye bi sekn û têkoşîna xwe rengê xwe diyar bike.
Dema vedigere welatê xwe, dibistanekê vedike û gerînendeya (mudur) pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ye ku yek ji navendên ilm û zanyariyê ya danehevên (bîrîkîm) herî girîng a mirovahiyê ye. Di dibistanê de dersên felsefe, bîrkarî û astronomiyê dide. Tê gotin ku li Îskenderiyeyê li ser Arîstoteles û Platon dersan dide gel. Di heman demê de berhemên fîlozofên demê şîrove û rexne dike
Li hember dogmatîzma olê têdikoşe. Ji bo di navbera xwendekarên wê de şerên olî pêk neyên wiha dibêje: “Tu yek ji me naşibe ya/ê din. Lê ew tiştên me digihînin hev ji wan tiştên me ji hev vediqetînin zêdetir in. Em hemû xuşk û bira ne.” Ev gotin bixwe jî helwesta Hypatîa ya exlaqî û polîtîk li hember rewşên wiha nîşan dide. Bi xebatên xwe zîhniyeta qirêj a desthilatdar a wê demê ya dêrê derxistiye holê. Ji ber vê yekê ye ku ji bo dêrê xetereyeke cîdî bûye.
Rahibên ku desthilatdariya dêrê ya domdar diparêzin êdî tevnên xwe yên komployê li dora Hypatîa yê dirêsin. Ji ber ku Hypatîa bi jiyana xwe, bi fikrên xwe, bi dersên xwe dogmatîzma dêrê qebûl nake, ev jî dikeve pêşiya berjewendiyên wan. Destpêkê ji bo xebatên wê yên li ser astronomî û şîroveyên xewnan wê weke cadû yanî pîresêr didin nasandin, di çavê gel de wê û xebatên wê sûcdar dikin, li gor hikmên încîlê fermana qetla wê derdixin. Keşîş ji dibistana wê Mûseîonê wê diqefêlin û dibin dêrê li wê derê qetil dikin. Piştre bedena wê ya tazî di kuçeyan de bi erdê re kaş dikin û dawî tê gotin ku bi pirtûkxaneya wê re ew bedena bêgiyan dişewitînin. Li gor gotinekê jî li kuçeyê di bin lingên erebeya hespan de wê diperçiqînin.
Weke jineke fikirdar, gel bi ilm û zanatiya xwe ronî dike, rê li ber desthilatiya mêrane û dêrê digire, bi komployeke giran tê qetilkirin. Bi gotineke wê derbarê avahiya civaka wê demê de mirov agahdar dibe; “Hûn mêr, ji bilî bedena min û cinseltiya min nikarin tu tiştekî bibînin, fêm bikin!”
Welatparêzeke Şervan; Jeanne D’arc (Jan Dark)
Di sedsala 15. de dema em çav li dîrokê bigerînin em ê êdî jina hema bêje bi tevahî hatiye bêdengkirin bibînin. Di Xiristiyantiyê de engizîsyon, di Îslamiyetê de girtina deriyên îçtihadê hemû rêyên azadiyê li pêşiya fikr û zîhniyeta azad a mirovahiyê girtine. Şer û pevçûn ji nav dewletên desthilatdar kêm nabin. Şerê dagirkeriyê yê hîn zêdetir ax û madiyatê çav li kral û rêveberên dewletên Fransa û Îngiltereyê kor kirine. Bi şerekî dûdirêj bakurê Ewrûpayê veguherandine gola xwînê.
Di derdoreke wiha de çavê fransizên hêjar û gundî li xelaskerek e ku wan ji vî şerê qirêj xelas bikin. Jineke bi navê Jeanne D’arc ji nav van gundiyan weke temsîlkareke xwedê hatiye şandin derdikeve û ji bo welatê xwe ji bin vê mêtingeriyê rizgar bike şûr û mertal girê dide. Dema ku derdikeve hizûra kral Charlesê IIV. û daxwaziya şerkirinê dike salname 1429’ê nîşan didin. Xwe mîna şovalye girê dide û dest bi şer dike. Fermandarên bi tecrûbe li dora wê kom dibin û bi şervaniya xwe dibe mînak ji gel re. Gelê ku jê bawer dibin didin dû wê û bi girseyan tevlî artêşa ku ew jê re rêbertî dike dibin. Artêşa ku bi hatina wê moral digire yek bi yek kelehên xwe ji destê Îngilîzan rizgar dikin, serkeftinên mezin bi dest dixin.
Bi rêberiya Jeanneyê tevgereke welatparêziyê dest pê dike. Feodalên Fransayê yên ku ji vê tevgerê ditirsin bûn asteng ji berdewamiya serkeftinên vê jina welatparêz a Fransayê Jaanneyê re. Kral êdî piştgiriyê nedida wê, ev jî bû sedem ku li Parîsê têk biçe. Di 1430’yî de Bûrgor wê diqefêlin û bi deh hezar lîreyî difiroşin Îngilîzan. Dadgeha olî bi sedema ku ji aliyê olî ve ji rê derketiye wê sûcdar dikin û didarizînin. Kral Charlesê IIV. ji bo wê xelas bike tu tiştek nake. Ya rastî Îngilîzan dixwestin îspat bikin ku serkeftina Fransayê karê şeytanan e. Ji ber vê yekê jî komployeke bî vî rengî anîn serê wê. Di 30’yê gulana 1431’an de bi saxî hat şewitandin, qetilkirin. Weke rêbereke gelê xwe ew hatibû qetilkirin lê eşqa welatparêziyê li nav gelê Fransayê belav bûbû. Ev jî bûbû sedem ku Îngilîzan ji welatê xwe bavêjin.
Careke din em bi jineke derketî derveyî rola ku zîhniyeta desthilatdarîparêz jê re daye rû bi rû dimînin. Û em dîsa li ser dikê dêra Xiristiyan dibînin ku rêbazên xwe yên kujer, qetilkirinê li ser jineke berxwedêr didin pêkanîn. Li gel ku di navberê de bi sedsalan jî derbas bûye ev jina bê tirs hê jî di dil û mêjiyê gelê xwe de, di dîroka Fransayê de bi rengekî zindî cihê xwe digire.
Komploya Herî Berfireh Li Ser Jinan; Nêçîra Cadû û Sêhirbazan
Beriya serdema Ronesansê li Ewrûpayê civak di serdemeke feodaltiyê de derbas dibû. Xerabûna civakê gihîştiye asteke bilind; dizî, talan, nexweşîn, mirin, nezanî, feqîrî û hwd. bûne parçeyên jiyana rojane. Komunên gel ên heyî jî hatibûn belavkirin, ji aliyê derebegên feodal ve axên çandiniyê bi şer û pevçûnan dihatin girtin, desteserkirin. Xiristiyantî ji cewherê xwe hatibû dûrxistin û di dêran de ji bo berjewendiyên rahiban amûreke xapandinê bû. Dêr êdî nikaribû ji pirsgirêkên civakê re bibe çareserî. Ji bo ser vê rewşê binixumîne jê re gunehkar pêwîst bûn. Rewşa jinê ji bo vê dest dida. Hem di raya giştî de cî nedigirt, hem di dêrê de roleke wê ya bingehîn tune bû, di jiyanê de tenê pêjna wê mabû, kurt û cewherî ji hêzê de hatibû xistin. Ji feqîriyê ketibû rewşeke ku xweşikiya wê nemabû.
Ji hemû xerabiyên, bûyerên kesî nedikarî pêşî lê bigire jin, bi taybetî jinên pîr û jinebî, bêxwedî berpirsiyar dihatin girtin. Lê di vê hindê de em dinihêrin ku jin qet jî ew qas bêhêz nebû. Bi ezmûnên xwe yên ji serdema neolîtîkê ve jiyanê berdewam dikir. Bi dermanên bixwe çêdikir nexweşiyan baş dikir, hemû xwarinên xwe bi destê xwe berhev dikir, derdorên xwe xwedî dikir. Ev hêza wê ya awarte, kêrhatin, enerjî û zanabûna wê dihişt ku navên weke cadû û sêhirbaz lê bên kirin.
Derbarê qaşo cadû û sêhirbazan de darizandinên bi girseyî destpêkê ji salên 1397’an heta 1406’an li kantonên Siwêd pêk tên. Pêşî ev darizandin li dadgehên engizîsyonê dihatin kirin, di sedsala 16. de dadgehên laîk jî tevlî vana dibin. Mirovên dihatin darizandin ji sedî heştê jin bûn. Di 1484’an de Papa ferman derdixe û ji bo koka wan biqelîne du rahib erkdar dike. Bi vî rengî nêçîra cadûyan ji aliyê Papa ve tê erêkirin. Di 1487’an de Herîcus Înstitoris û Jakop Sprenger derbarê cadûyan de bi navê “Çakûçê Cadû” pirtûkek dinivîsînin. Li gor vê pirtûkê di binê cadûtiyê de daxwaziyeke cinsî ya têr nabe heye. Sereke armanca cadûyan qelandina mêraniya mêran e. Bi vî rengî nav û dengê xerab ê cadûyan li hemû Ewrûpayê hat belavkirin, di hişê mirovan de hat bicîkirin.
Di 1595’ê de li Hollandaya rêveberiya Îspanyol kral Phlîpê II. bi ferman-nameyekê di bûyerên sêhirbaziyê de jinên pîr sûcdarên sereke nîşan da. Ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku nêçîra jinên zana bi giranî bi destê dêrê, papaz, rahib û papayan hatî kirin. Ji sedsala 14. heta serê sedsala 18. bi deh hezaran jin, bi sûcdariya cadûtî û sêhirbaziyê bi rêbazên şewitandin û darvekirinê hatin qetilkirin.
Ev qetlîam; di dîroka mirovahiyê de belkî jî komploya herî giran bû ku li serê jina dayîk, a pîr û zanyara civakê hat gerandin. Mêrê desthilatdar bi van qetlîaman xwestibû hemû zanînên mirovahiyê bi tevahî bigire bin destê xwe, jinê ji van taybetî û kêrhatinên wê qut bike. Ji bo careke din nikaribe di civakê de rola pêşeng bilîze derbeya herî giran û xedar lêxist.
Qurbana Komploya Şoreşa Dijber û Demokrasiya Sosyal a Alman Rosa
Weke zaroka malbateke cihû di 1871’ê de li bajarekî (Zamoş) Polonyayê tê dinê Rosa Lukxembûrg. Hê ji ciwaniya xwe ve di nav tevgerên sosyalîst de cihê xwe digire. Li Zurîhê perwerdeya zanistên xwezayî, bîrkarî û aboriyê dibîne. Di rojnameyên karkeran de nivîsevaniyê dike. Endama Partiya Sosyal Demokrat a Polonyayê ye û di kongreya 1893’yan a Enternasyonala II. de partiya xwe temsîl dike. Ji 1898’an û şûn ve bi tevahiya hêza xwe tevlî tevgera têkoşîna karkerên Alman dibe.
Bi teoriyeke xurt a entelektuelî, ji bo sosyalîzmê di nav mirovahiyê de belav bike bi hemû hêza xwe dixebite. Taybetiya wê ya herî girîng; şoreşgereke xwedî kêrhatina fikirandina serbixwe bû. Wê baş dizanibû ku şertê herî girîng ê Marksîstbûnê; mirov bi rêgezên Marksîzmê re girêdayî bimîne û bikaribe serbixwe bifikire û tevbigere. Ji ber vê yekê ye ku berhemên wê heta niha jî heman eleqeyê dibînin. Clara Zetkîn ji bo wê dibêje; “Fikra sosyalîzmê; hem di dilê wê hem jî di mêjiyê wê de azweriyeke bi hêz, xurt bû. Ew, ji bo şoreşê şûrekî tûj, agirekî zindî bû.”
Bi hişê xwe yê zelal, bi çalakgeriya xwe, di nav têkoşîna sosyalîzmê de cihekî girîng girtûbû. Bêtirs, bi wêrekî dikaribû bi ser dijberî û şaşîtiyan ve biçe. Di têkoşîna sosyalîzmê de tu carî reformîzmê qebûl nekiribû. Ev taybetiyên wê, fikrên wê yên radîkal, ji bo Demokratên Sosyal ên Alman bûbûn xeteriyek. Yan wê Rosa bi van fikr û çalakiyên xwe ji holê bihata rakirin yan jî wê her tim li pêşiya desthilatiya wan a lîberal bibûya kelem û astengeke xurt. Di vê astê de nikaribûn rîskeke wiha li ber çav bigirtina. Tenê dikaribûn bi komployekê wê ji holê rakirina. Di 15’ê çileya sala 1919’an de li Berlînê bi hevalê wê yê têkoşîna sosyalîst Karl Lîebknecht re wê kuştin.
Beriya ku bê kuştin li Berlînê di nivîseke xwe de gotibû “Ez hebûm! Ez heme! Ez ê hebim!” bi van gotinên xwe rastiyeke dîrokî dianî ziman. Her çiqas bi fizîkî ji holê hatibe rakirin jî fikr û çalakiyên wê, berhemên wê, heta roja me jî di têkoşîna sosyalîst a mirovahiyê de bûne weke find û meşaleyek û rêya jinên kedkar ronî dikin. Yanê di bîr û hişê civaka exlaqî û polîtîk de wê her hebe…
Leyla Qasim; Qehremaneke Tif Kiriye Rûyê Celadê Xwe
Di nav gelê kurd de, bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê, hema bêje kes ji me tune ye ku ji zaroktiya xwe ve nav û dengê Leyla Qasim nebihîstibe. Bi canfedayî û sekna xwe ya qehremanî di dilê tevahî gelê kurd de cihê xwe girtiye. Gelê kurd bi berxwedaniya wê ew qas serbilind e ku navê wê li keçên xwe yên nû tên dinyayê dikin. Her keça ku navê wê digire bi giyana xwe Leyla Qasim nemir dike û digihîne pêşerojê.
Leyla Qasim li gundekî Xaneqînê weke zarokeke malbateke welatparêz tê dinê. Hê ji zaroktiya wê ve hestên welatparêziyê di dil û mêjiyê vê keça kurd de cî digirin. Ji ber sedemên feqîriyê piştî ku koçî Xaneqînê dikin Leyla li vê derê perwerdeya dibistanê berdewam dike. Li dibistanê, berevajiyê zanînên ji aliyê rejîmê tên hînkirin hestên wê yên welatparêziyê kûrtir dibin.
Tevî ku ji pêncan yekê nifûsa dewleta Iraqê kurd in jî ji ber netewparestiya ereb, polîtîkayeke tune hesibandinê li ser gelê kurd tê meşandin. Di 17’ê tîrmeha 1968’an de sûbayên BAAS’ê bi derbeyekê rêveberiya welêt digirin bin destê xwe. Leyla Qasim di 1971’ê de li Zankoya Bexdayê beşa sosyolojiyê dixwîne. Bexda ji ber ku navenda rejîma BAAS’ê ye pêkutiya li ser xwendekarên kurd jî gihîştiye lûtkeyê, asteke bilind. Di wan salan de Leyla Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê nas dike û bi rêya vê rêxistinê çalak tevlî têkoşînê dibe. Piştî demeke kin jî dibe pêşmerge û bi vî rengî rêya azadiyê berdewam dike. Bi taybetî girîngiyê dide ser rêxistinbûna bajaran û têkoşîna di van deran de bên meşandin.
Di wan salan de peymana otonomiyê tê çêkirin, lê hê 4 sal di ser re derbas nabe di 1974’an de peyman tê xerakirin. Li ser kurdan êrîşên xedar dest pê dikin. Bajarên kurdan tên bombebarankirin, xwendekarên kurd tên qetilkirin, girtin û îşkence bê hed û hesab in. Leyla Qasim tu car ev zilma li ser gelê wê tê meşandin qebûl nake. Li hember vê zilm û zordariyê bi hevalên xwe re biryar digirin ku êdî li çiyayan xwe birêxistin bikin û bi vî rengî derbeyê li rejîmê bixin.
Rejîma BAAS’ê, di 28’ê nîsana 1974’an de tevî Nerîman Fuad û sê hevalên wan ên xort Leyla Qasim digire. Di raya giştî de wan weke terorîst didin nîşandan. Îşkenceyên giran li wan dikin. Armanca wan ne tenê bêbandorkirin an jî kuştina van ciwanan e. Dixwazin di şexsê wan de, bi taybetî di jinan de çirûska agirê azadiyê hê tam pê neketiye vemirînin. Wan ji rêya wan bizîvirînin.
Leyla Qasim bi awirên xwe yên tûj, wêrek, ên kêliyek jî armanca xwe tawîz nedayî, li ser dijmin tirseke mezin daye çêkirin. Dijminê har, bi vê tirsê îşkenceyên xedar li bedena wê dikin, dixwazin wê radest bigirin û di şexsê wê de şiyarbûna jina kurd asteng bikin. Lê tu car nikarin ne bedena wê ne jî ruhê wê yê serhildêr, berxwedêr bandor bikin û radest bikin. Çiqas îşkence lê bikin jî nikarin gotinek jî ji devê wê bigirin. Bi mirina xwe nirxên gelê xwe diparêze.
Ev gotinên wê yên di dadgehê de gotî wê di dîroka berxwedana jina kurd de cihê xwe bigirin; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi hezaran kurd hene ji xewa mirinê şiyarbûyî. Ez kêfxweş û serbilind im ku min xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kirî.” Dîsa dema ji wê dixwazin poşman bibe û efûyê ji wan bixwaze bersiva wê kevneşopiya berxwedana jina kurd tîne ziman; “Ger ez ji jiyana karên vê dinyayê poşman bibim, ew jî wê poşmaniyek be ku min demeke dirêj ji bo gelê xwe têkoşîn nedaye û zû şehîd dikevim. Ger lêborînek bixwazim ew jî ji gelê kurd e, ji ber ku têra xwe ji bo gelê xwe nexebitîm!”
Ew dijminê nikarî vê jina qehreman ji rêya azadiyê bidin vegerandin di 12’ê gulana 1974’an de bi hevalên wê re wan darve dikin. Sekna wê dibe sedem ku berxwedanî di jina kurd de bibe berdewama kevneşopiyekê.
Jiyaneke Bi Tevahî Têkoşîn, Bi Tevahî Berxwedan; Hevala Sara
Weke me li jor jî da xuyakirin, feraseta mêrê dewletparest û desthilatdarîparêz di tevahiya dîroka hiyerarşî û dewletê de ji bo bikaribe serweriya xwe berdewam bike rê nedaye têkoşîna jina azadîxwaz. Civakîbûna wê xera kiriye, nirxên wê desteser kiriye, biçûk xistiye û hwd. bi rêbazên cur be cur desthilatiya xwe daye meşandin. Kîngê dema ku ev rêbaz bi ser neketine îcar jî serî li komployan daye.
Di xelaka dawîn a komployan de dîsa jineke kurd cihê xwe digire; Hevala Sara. Dema mirov bi tevahî li jiyana hevala Sara dinihêre her asta wê di nav têkoşînekê de derbas bûye. Jixwe navê “Her tim şer û pevçûn bû jiyana min” li pirtûka xwe ya ku tê de jiyana xwe vegotiye kiriye. Birastî jî dema mirov pirtûkê dixwîne tê de xuya dike ku hevala Sara, Sarabûna xwe bi têkoşînê, bi şer û pevçûnê ava dike. Li hember mêtingehên kurdan û serweriya mêrê desthilatdarîparêz.
Hevala Sara di 1958’an de li gundekî Dersimê tê dinyayê. Dê û bavê wê her du jî ji ber qirkirina Dersîmê xelas bûne. Birînên êş û elemên bi serê gelê kurd û herema wê de hatine hê gelek taze ne. Herem bi giranî hatiye bêdengkirin. Di van şert û mercan de zaroktiya hevala Sara qismek li gund, di nav zêdetir civakîbûneke xwezayî ya kurd de, qismekî jî li bajarê ku xwestine bikin navenda hevkarî û bişaftinê Dersimê derbas dibe. Malbat bixwe ji ber ku kurdên elewî ne li hember bûyerên civakî, nêrîna serdest helwesteke demokrat û azadîxwaz heye. Ev jî di hiş û mêjiyê hevala Sara de bingeheke welatparêziyê ava dike. Li hember neheqiyan nerazîbûn, neqebûlkirin û helwestdanîn dibe parçeyek ji şexsiyeta wê.
Di demên dibistanê de lêgerîn û lêpirsînên wê yên azadîxwaziyê zêde dibin. Hevnasîna wê ya bi şoreşgeran re demek dirêj nagire. Jixwe wan çaxa hema bêje hemû fraksiyonên kurd, tevgerên çepgir li Dersimê temsîliyeta xwe dibînin. Di nav van hemûyan de hevala Sara fikra koma ji wan re ‘Apocî’ tê gotin ji xwe re nêz dibîne. Ew ruhê azadîxwaz zêdetir di vî fikrî de xwe dibîne. Gotinên koma Apocî, sekna wan, tevgera wan bi her awayî xwe wê bandor dike. Her wiha tevlî komê dibe.
Piştî vê hevala Sara bi coş û heyecana ciwaniyê xwe dide xebatan. Ji xwendekarên lîse û zanîngehan bigire heta jinên malê, di nav her beşên civakê de dixebite. Di nav xebatên rêxistinkirina karkeran de cihê xwe digire. Îradeya wê ya serbixwe, tevlîbûna wê ya bibiryar û jidil, şêwazê wê yê bi dîsîplîn, jiyana wê ya sade, tabloyeke şoreşgerane li ber çavê mirov zindî dike. Bi hemû giyanê xwe, li dijî mêtingeriya tirk şer dike.
Li deşta Fîsê di 27’ê mijdara 1978’an de dema Partiya Karkerên Kurdistanê ava dibe hevala Sara jî di vê avabûna dîrokî de cihê xwe digire. Ji du beşdarên jin, yek ji endama Komîteya Navendî ye. Bi vê berpirsiyarî û cidiyetê weke jineke kurd, xebatên azadkirina gelên Kurdistanê berdewam dike.
Piştî salên 1980’yî ji aliyê rejîma faşîst a tikr ve tê girtin. Di îşkencexaneyên faşîzmê de, di şexsê xwe de dide nîşandan ku jina kurd berdewamiya kevneşopiya Leyla Qasiman e. Ser dide lê sir nade, xwedî li wê mîrasê derdikeve. Îşkencexane û girtîxaneyên faşîzmê tu tiştek ji biryardarî û coşa hevala Sara kêm nake. Berevajî vê, ji aliyê îradeyê ve xurt-tir dibe. Bi sekn û berxwedana xwe dibe mînak ji her jina kurd a berxwedêr re, ji şervanên azadiyê re. Lewre jî Rêber Apo ji bo şervanên azadiyê wê mînak nîşan dide û dibêje: “Hûn dikarin mîna hevala Sara li ber xwe bidin?”
Di jiyana xwe ya tije û bi wate de her tim aliyê wê yê mirov digire navendê li pêş e. Her tişt ji bo azadkirina mirovahiyê ye. Redkirin û qebûlkirinên wê pir radîkal in, xwedî helwest e ku, ev jî aliyê wê yê wîcdanî nîşan dide. Jiyaneke ji rêzê tu car qebûl nake. Mirovek, hele jî bi taybetî jinek dema ku jiyana heyî ya ji aliyê zîhniyeta mêrê desthilatdar ve ji bo jinê rewa hatî dîtin qebûl neke ji bo sîstema heyî xetere dest pê dike. Jiyana hevala Sara bi her aliyê xwe ve li ber rabûnek e li dijî vê sîstemê. Di navenda rêxistinkirina xerakirina vê sîstemê ji bo xwe kiriye armanc de cî digire. Her wiha ji bo sîstemê jî xeteriya herî mezin e.
Xeleka komployê ya dawîn û mezin di vê derê de dikeve dewrê. Rejîma bi navend Rojava yan jî Ewrûpa di komployan de bûne hoste û pispor. Ne pir dûr e ji 9’ê cotmeha 1998’an dest pê kiribûn û bi komployeke navneteweyî Rêber Apo di girtîxaneya yek kesî, Îmraliyê de dîl girtibûn. Lê bi ser neketibûn, ji ber ku Rêber Apo ev komlo vala derxistibû li ser vê hêzeke mezin dabû rêhevalên xwe. Yek ji vana jî rêheval Sara bû ku têkoşîna xwe berdewam dikir. Komplogeran rêbazên xwe yên qirêj careke din kirin dewrê û xwestin rêhevalên Rêber Apo qetil bikin û wî bi tenê bihêlin. Her wiha bi du hevalên wê yên din re hevala Sara kirin hedef. Di navendeke modernîteya kapîtalîst Rojava de, li Parîsê ew qetil kirin.
Komploger careke din ketin şaşiyê. Ji ber ku li gor hesabên wan bi qetilkirina ev jina kurd a serî natewîne wê têkoşîna jina kurd asteng bikin. Jinên li gor sîstema xwe bidin jiyankirin û her wiha sîstema xwe bigirin bin ewlehiyê. Lê derket holê ku her çiqas bi fizîkî jina kurd di şexsê hevala Sara, Rojbîn û Ronahî de qetil bikin jî mîrasa wan a ji me re hiştî wê bibe sedem ku em têkoşîna xwe hîn xurt bikin. Ji cihê ku wan hiştî bigirin û bi keda wan a giranbiha meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin.