Ji Pênûsa Gêrîla
Di şerê Başûr, li beramberî xeta xiyanet û hevkariyê ya ku têkoşîna me parast û bi çalekiya xwe îsbat kir ku wê ticar xeta azadiyê neyê teslîmgirtin rêhevala Bêrîtan bû. Rêhevala Bêrîtan piştî serhildanên salên 90, bi bandorên ku di ciwanên zanîngehê de çêdibe, di sala 91’an ji qada Botanê tevlî nava refan dibe û derbasî qada Xakûrkê dibe. Rêhevala Bêrîtan bi îdea ye, ku bigihîje kesayeta komuta a bihêz û bi bandor a jinê. Bi hemû hebûna xwe ve azwera azadbûyînê ye û her kêliya jiyanê bi vê coşê têper dike. Bi xwe bawer, têgihiştî, xwedî vîn û sekneke asî ye, bi vê kesayeta xwe ve jî her kesê/a li cem xwe bandor dike. Bi çalekiya xwe re jî heta di nava dijmin de jî bû sedema rêzdariyê. Ev çalekî bi qasî ku helwestek bû li dijî bangewaziyên teslîmbûyînê ya hêzên hevkar, di heman demê de li dijî xeta teslîmiyetê ya meyla çep ku di kesayeta Ferhad de li ser xeta Rêbertiyê dihate ferzkirin dibe bersiv.
Rêhevala Bêrîtan di têkoşîna ku bi pêşengtiya bizava azadiyê hate pêşxistin, giyana Besê’yan ku li çiyayên Mûnzûrê teslîmiyet nepejirandibû û xwe ji zinaran avêtibû, ji nû ve zindî kir. Bi vê re jî nîşan da ku dîrok ne kutleyeke (yigin) mirî ye, dîroka azadiyê wek helqeyên berxwedaniyê bi hev ve ye, bi awayê organîzmayeke zindî heya roja îro hatiye. Rêhevala Bêrîtan di sala 92’an Cotmehê de careke din jina Kurd ku li Agirî, Botan, Koçgirî û Dersimê li ber xwe dida zindî kir. Çalekiya wê di qadên ku dixwestin hevkariyê bikin xeta jiyanê, kuştina zihniyeta teslîmiyetê bû. Rêhevala Bêrîtan ji Dersimê bû, dîroka komkujiyê ji şopên nifşê beriya xwe be jî jiyabû û ji vê dîrokê pir bi kûranî bandor bibû, di çalekiya wê ya ku bû destan de çalekiya Besê li çiyayên Dersimê pir diyarker bû. Rêhevala Bêrîtan bi çalekî û peyên xwe yên birûmet nimûneya herî xweşike ku di dîrokê de wiha nivîsiye ‘ji bo roja îro rast were jiyîn, divê dîrok rast were xwendin.’ Elbet behskirina wê, ruxmî hemû lêhûrbûnan jî, ne wek jiyînê bixwe ye, lewma jî bilêvkirina çalekiya hevala Bêrîtan pir zehmet e. Ne hêsane ku fêm bibe: jinek bi coşa jiyanê re dagirtî, heya guleya xwe ya dawî şer bike, paşê jî ji bo nekeve destên dijmin çeka xwe perçe perçe bike, di dawiyê de jî xwe ji zinaran biavêje. Her takekesa mîlîtantiya azadiya jinê, ji vê rastiya ku bi zehmetî tê fêmkirin vejiyaye, xwe mezin kiriye û gihîştiye rûmeta afirandina dîrokekê.
Nirxandineke Rêbertiya me di derbarê çalekiya rêhevala Bêrîtan wiha ye.
“Di şerê Başûr de rêhevala Gulnaz Karataş ku şehîd dibe, di rêya azadiyê de bûye xwedî hewleke mezin. Raporeke wê hevalê ji bo min hebû. Hîna min nebihîstibû ku şehîd bûye û her ew heval di hizra min de bû. Digot ez dixwazim ji tehlîlên Rêbertî sûd wergirim û nivîsandina ronamekê biceribînim. Di nav me de heya niha ti kesekê tişteke wiha negotibû. Rêhevaleke balder bû. Paşê agahiya şehîdbûna wê hat. Keçeke pir leheng e. Di çalekiya qereqola Rûbarokê, di asta fermandara taximê tevlî dibe, birîndar dibe. Ruxmî ku birîndar e, di eniya şerê Başûr de li herî pêş cih digire. Piştre derdora wê digirin. Hêzên hevkar ên xayîn jê re dibêjin “Teslîm bibe, em ê tiştekî bi te nekin!” lê helwesta heval wiha dibe “We bi dijmin re hevkarî kir, hûn xayîn in, ez radestî we nabim.” Elbet navê me, Rêbertiya partiyê jî di asta durûşmeyê diqêre û xwe ji zinarê davêje. Bêguman çalekiyeke pir bi wate û wêrek e. Elbet yên di fêmkirinê de bi israr in û ji bo vê jî her cure berxwedaniyê bi lehengî pêş dixin jî hene. Ji van re divê nirx were dayîn. Divê ji bîranîna wê re bersiva baş bê dayîn. Ne kesayet û helwetên ku bestî werin girtin in. rêheval dibêjin “Em girêdyî ne, em ê navê wê datînin ser tabûrekê.” Mijar, bi nav lêkirina tabûrekê, an jî behsê berxwedaniya wê kirin, hel nabe. Mijar ew e ku helwesta wê şopandî, were jiyandin. Jixwe tişta vê encamê jî derdixîne holê jî helwest bixwe ye. Em ê vê esas bigrin.”
Şerê Başûr a sala 92’an, bi qasî ku bi giştî ji hêla tevgerê ve girîng bû, di aliyê xweser de jî ji hêla jinê ve encamên girîng bi xwe re anî. Di qada Başûr de ku jin li derveyî şer dihate hiştin, bi awayeke zelal hate nîşandayîn ku dikare di şer de rol bileyîze. Ji ber karakterê şert û mercan û şer zemînê tevlîbûna çalak a milîtanên jin derkete holê. Ji ber bandora pêvajoyên berê, bi taybet di qada Xakûrkê de nêzîkatiyên li beramberî jinê yên bêbawer, wek bar dîtin, ji xizmetên paşve layîq dîtin, di jinê de jî li kêleka bêbaweriya li beramberî xwe, xwe wek bar dîtin û nêrîna ku bi tevlîbûna xwe ji vê rewşa barbûyînê derkeve anîbû. Ezmûna Başûr, bi qasî ku karî vê bandora ruhî ya giran a li ser jinê bide rakirin, nêzîkatiyên zilam ên paşverû, klasîk û feodal ku bêbawer nêzîk jinê dibûn, ew ji şer dûr dihiştin, piçûk didîtin hate pûçkirin. Keçên ciwan ku nû tevlî vî şerî bibûn, bi aktîvîteya ku nîşan dan, baweriyeke mezin pêşxistin û çalekiya rêhevala Bêrîtan jî îsbat kir ku jin heya xala dawî li ber xwe dide, heya guleya dawî şer dike û teslîmiyetê napejirîne, şehadeteke birûmet tercîh dike. Çalekiya rêhevala Bêrîtan bû sedem ku ramana “Jin dikare şer bike” belav bibe û pêşdariziyên zayendî bişkên. Têkûzbûna wê di taktîkên şer de û sekna wê ya bi cesaret ji hêla jinê ve bû destpêkirina pêvajoyeke nû. Di wê pêvajoyê de di qada Xakûrkê bi qasî şêwazê Ferhad ê pêkutî, mehandin û bêvînkirinê, aliyê din ku zor da rêhevala Bêrîtan nêzîkatiyên Dîlan ên serdest û hesûd bûn ku wek reqabeta paşverû diqûlipî. Dîlanê ku xwedî teşeyeke desthilatdar a serdest bû, rayeya (yetki) xwe azadî dihesiband, xwe dispêra vê û xwe azad didît, hemû rêhevalên din ên jin “paşketî, kole, kêrnehatî û ûnsûrên ku zilam tehrîk dikin” digirte dest. Lewma jî bû yek ji pêkhênera bingehîn a feraseta zilamê paşverû. Di bingeha nêzîkatiya wê ya pêkutî ya ji hevala Bêrîtan re, ji ber ew ji xwe, raye û mewkiya xwe re wek reqîb didît. Dîlan ku kesayeteke desthilatdar bû, di demeke kin de hêza rêhevala Bêrîtan dibîne, fêmdie ku ew kesayetek ku xwe derbas kiriye, lewma jî di nêzîkatiyên Dîlanê de tirsên bi vî awayî hikum kirine. Ruxmî van hemû zoriyan jî rêhevala Bêrîtan di şerê Başûr de bi şêweyekî çalak rola xwe dileyîze, di kêleka şerkeriya xwe, fermandareke ku avaniya rêhevalan jî dide şerkirin. Jinên bênav ên ku di şerê Başûr de bi berxwedana xwe ya bi heybet herkes vala derxistin, pêşdariziyên zayendî yên heyî jî şikandin. Hezkirina kûr ji Rêbertî re, baweriya bêdawî ji vê xetê re di tevlîbûna van hevalan di nav şer de pratîze bû. Asta milîtanbûyînê ya ku jina Kurdisanê di bizava azadiyê de bidest xist, rêhevala Bêrîtan bi şêwazeke berçav danî holê. Ev çalekî ne tenê li beramberî êrîşên dijmin bersiveke ku hatî dayîn, li beramberî ferasetên ku nabin bersiv û xeta azadiyê dejenere dikin û teslîmiyetê wek xet ferz dikin, biryardariya meşandina xeta azadiyê rave dike. Lewma jî di dîroka têkoşîna azadiyê de cihê xwe yê birûmet girtiye. Bersiva kesayeta jina azad ji teslimiyetê re wek Bêrîtanê li ber xwe dayîn û teslîm nekirina rûmeta xwe ye. Rêhevala Bêrîtan bi kûranî hîs dike û tê digihîje ku xwedîderketina xeta azadiyê, xwedîderketina pêşeroja xwe ya azad e. Azweriya jiyana azad jî dike çalekî û di dîroka azadiya Kurdistanê de pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Giyana fedayî ya jinê bi rêhevala Bêrîtanê re bû xet. Rêhevala Bêrîtan keda jinê ya bûyî xet, birêxistin kir û bi keda xwe re bingeha têkoşîna azadiya jinê înşa kir.
Hêza wateya şehadeta rêhevala Bêrîtan, tenê têkoşîna azadiya jinê bandor nekiriye. Bi tevahî sekna ku aliyê têkoşîna netewî diyar kir, tevlîbûna vê û binxistina nêzîkatiyên teslîmiyetger pêş xist. Di rastiya Kurdistanê de ew pevçûna tê jiyîn û di tevahiya dîrokê de jî dewam kirî ya di navbera xeta teslimeytger-hevkar û xeta azadiyê di asta lûtkeyê, li dijî desthilatdariya civaka hemdem careke din rojane kir û da nîşandayîn. Jina Kurd di dîrokê de jî li beramberî hemû mêtinger, serdest û polîtîkayên înkar û tinekirinê, di parastina çand, nasname û zimanê xwe de qet dudilî nejiyaye. Ji çalekiya wê heya roja îro, ji bo teslîmê hevkaran nebe xwe ji zinaran avêtina hevala Bêrîtan bûye destan û tê vegotin. Hevala Bêrîtan wek tîmsala rûmetê ya têkoşîna azadiyê, rêxistibûyîna jinê, bilindbûyîna berxwedaniya jina Kurd tê bibîranîn. Di aliyê rastiya me ya civakî, jin di aliyê bandorkirina civakê, guhertin û werguhertina civakî de diyarker e. Bandora ku rêhevala Bêrîtan da çêkirin ji me jî derbas bû û di nava hêzên hevkar ên başûrî de jî rola pêşengtiya jinê ji civakê re danî holê. Bêrîtan li beramberî her cure paşverûtiyê teslîmiyet nepejirand, zehmetiyên jinbûyînê kêlî bi kêlî jiya, bedelên pêdiviyên gêrîlabûyîna jinê hucre bi hucre da û li dijî ferasetên derveyî Rêbertiyê, heya henaseya xwe ya dawî têkoşîn meşand. Rêhevala Bêrîtan dibêje “Di sifreya ROJ’ê de, ji min re jî cih vekin.” Hesreta wê ji Rêbertî re di coşa jiyanê, biryardariya têkoşînê û rûmeta azadiyê ku da jiyandin de jî teyisiye. Di vê wateyê de rêhevala Bêrîtan di her kêliya jiyanê de cih daye hezkirina Rêbertî, ji me re jî mînaka vê ya herî nadîde nîşan daye. Rêhevala Bêrîtan ku her kêliya jiyanê, bi enerjiya bêdawî ya lêgera wateyê jiyaye, dilê xwe bi qasî ku hesreta gelê Kurd û jinên Kurd ji azadiyê re bi cih bike, mezin dike. Di vê wateyê de hevala Bêrîtan mîlîtaneke jin e ku kariye bibe rêhevala Rêbertiyê. Rêhevala Bêrîtan bi hezkirina rêhevaltiyê, herî girîng jî, bi xwesteka ku Rêbertî ji kûr ve hîs bike û ji wî re bibe hevala rê, şoreşgereke xetê ye, fedayiyeke Apoyî ye.
Rêbertiya me, ji dîroka ku rêhevala Bêrîtan çalekiya xwe pêk anî heya roja îro li ser wê pir nixandin kiriye. ‘Rûmeta azadiyê’ navenda van nirxandinan pêk tîne. Hin ji van tehlîlan wiha ye: “Li ser jinê lîstokên mezin hene. Heta heke herkes jî ji çiya dakevin, ew heya bigihîjin aştiya xwe ya birûmet, wê têbikoşin, danakevin. Hûn berxwedaniya Bêrîtanê dizanin. Ji Dersimê bû. Dema li ber lêva zinarê bû, peşmerge jê re bangewazî dikin ‘were em ê te nekujin”. Lê ew ji bo teslîm nebe xwe ji zinaran ber dide xwarê. Dê xeta Bêrîtanê bişopînin. Ez jî ferdekî vê xetê me. Heya aştiyeke birûmet neyê, dê vê xetê bidomînin. Ji bo min, xeta Şehîd Bêrîtan pir girîng e. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtanê. Divê em jiyana Şehîd Bêrîtan bikin xet. Nameyeke wê ji bo min hebû, heke ez şaş nebim tenê yek bû. Rêhevaleke kûr û xwedî hêza entelektuel bû. Teslîm nabe, teslîmê nîjadperestên seretayî nabe. Ferhad ew, teslîm dibin. Ev xetek e. Xwe ji zinarê davêje. Ev ne întîharek e, ev xeteke azadiyê ye. Ne xeta reformên sosyal fîlan e. Sosyal reformger nikarin vê fêm bikin. Ev rûmeta mezin, berxwedana mezin a jinê ye. Ev, girîng e. Wê azadiya jinê girêkora Rojhilata Navîn çareser bike.
Jinên ku min dişopînin hene. Tiştek ji wê rezîltir tineye ku bibin hevser û keçên hişmendiya heyî. Ev keçên me yên girêdayî bîranîna bi sedan in, divê xwe di siyasetê de bihêz bikin, nekevin pîrektiyê, kesayeta xwe biparêzin. Jina bûyî pîrek, tê wateya gelê bûyî pîrek. Jina pîrekbûyî welatê pîrekbûyî ye. Jina bûyî pîrek dibe xaneya qirêj a yên dîtir. Ti nirxa wê jî tine ye. Divê bikarin jiyanê bi serê xwe bijîn, mirinê jî berçav bigrin. Wesiyet û nesîheta min ev e. Bêrîtan ji bo me wesiyet e. Ez ê wê, an jî Osman esas bigrim? Ger mirov bikeve pir xirab dikeve, ji heywanan jî xirabtir dibe. Ma em dikarin wê keçê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew ji bo me bangewazî ye. Ew ji bo me Jeanne D’Arc e. Wek wê bi sedan kes hene. Em ê wê esas bigrin, rûmeta me ye, çalekiya wê çalekiya hezkirin, çalekiya rûmetê ye. Em li wê cihê ne, ku ew lê ye. Em ê heya kesê/a dawî şer bikin. Ji bo azadî û şerefê, ji bo rûmetê şer bikin.”