Armanc Sarya
Belê çîçekên azadiyê, ma gelo mirov hîn çawa dikare We pênase bike, ez nizanim. Ez niha dihizirim ku gelo mirov çawa dikare We pênase bike. Peyv, têgîn ji bo pênasekirina We têrê nakin. Ji bo vegotina xweşikbûyînên ku li gel We dihate dîtin, hîn gotin nehatine dîtin. Hin tişt hene ku ew qas cudane ji her tiştê ku têne zanîn, nayêne vegotin, tenê têne jiyan kirin. Yê ku mirov jiyan dike jî, tenê bi heyrantiyeke mezin ji xwe re lê temaşe dike. Hûn jî wihabûn her sê çîçekên azadiyê, her sê jinên xweşik, her sê şoreşgerên leheng…
Niha ezê çawa We bidim naskirin ez nizanim. Hîn jî ez bawer nakim ku We dev ji me berdaye, We xatir ji me xwestiye. Dil vê qebûl nakin, dil di îsyanan de ne. Aqil nebûyînên We bi ti awayî ranake, em naxwazin bawer bikin. Em ew qas bi hêrsin, ew qas bi kînin ku…yên ku guleyan li zarokên gel dixin ewê bi bedelên mezin hesab bidin. Niha li tevayê welatên ku gelê Kurd lê jiyan dikin, tevayê Kurdistan bi dirûşmeyên tolhildanê diqîrin. Gelê Kurd di kolanan de li du doza tolgirtina We de dimeşin. Dayikên Kurd, jinên Kurd bi tilîliyên xwe kolanan dihejînin. Tevayê gelê Kurd bi yek dilên ku bûne mîna yek beden, di mejiyên wan de tenê yek fikir heye; ‘ewê her ji zaliman, hesabê vê zilmê û vê komkujiya han were pirsîn’. Niha tenê armanc ji bo We ev yek e. Bizanibin Rêhevalno! Em bibiryarin ji bo ku em bi vê yekê ji bo We rabin. Ji bo ku em layiqê We bibin ji tevayî tarîtiyan, qirêjîtiyan, ji bilî hesab pirskirin tu armancê me yê cudatir nîne.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez…
Her sê jinên leheng yê Kurdistanê, her sê milîtanên leheng. Sakîne Cansiz, yanî hevala me ya Sara. Em gelek tiştan deyindarê Te ne, fermandara min. Niha em di encamên kedên Te de li van çiyananin. Di encamên têkoşîna Te de em gerîllatî dikin. Keçên Kurd tev dane pey Te û rê girtin e. Di nava PKK’ ê de, Tu weke endameke jin ji yên destpêkê, Te em fêrî gelek tiştan kirin. Te mîrasên mezin li du xwe hişt. Me salên damezirandina PKK’ ê, ew rojên wê yên destanwarî, me li ser Heqiyan, Kemalan, Mazlûman bi çavên jin ji Te guhdarî kir. Di nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de, tiştên ku destpêkê ji aliyê jinan de hatibûn jiyan kirin, ji bo ku jinên di nava PKK’ ê de di çiyayên Kurdistanê de ji nû ve bigihîjin cewherên xwe, ew zehmetiyên pêşketinê yê ku jiyan kiribûn, me ji Te guhdarî dikir. Ji ber ku Te ji wan jinên milîtan re jî pêşengtî kiribû. Te, gelek ji wan tevlî têkoşînê kiribûn. Tu di berxwedaniya zindanan de sembol bibûyî. Di dîroka PKK’ê de me li çîroka Te ya berxwedaniya zindanê guhdarî kiribû. Me bi berxwedaniya Te, Te naskir heval Sara.
Dema ku hevala Sara dihate gotin, ya ku destpêkê dihata bala mirovan berxwedanî bû. Dîsa girêdana bi şehîdan, li dû wan meş dihate bîra mirov. Fermandara ku weke çiyayên Dêrsimê asî bû. Dilê Te bi qasî mezinbûyîna çiyayên Dêrsimê fireh bû. Sekna Te bi qasî çiyayên Dêrsimê bi heybet, bi xurûr e. Tu bi vê sekna xwe ji me re bûye mînak. Weke jinên Kurd me PKK ê bi rêya rêhevalên weke Te naskir. We em kirin PKK’ yî. Ji lewra em gelekî deyindarên Te ne hevala Sara. Ev deyneke ku bi dayînê jî bi dawî nabe. Jiber ku hûn weke rêhevalên Rêbertî we jiyaneke û cîhaneke nû diyarî me kir. Tu di heman demê de rêhevala, şervan û milîtana Rêber Apo bûyî. Dilê Te her dem bi hezkirina Rêber Apo ve lê dida, Te tevayê jiyana xwe kire gorî li ser rêya ku Rêber APO daye nîşandan. Te 24 saet bi Rêber APO re jiyan kir, Te ji me re jî herdem ev digot, Te dixwest ku rêhevalên Te jî wiha jiyan bikin.
Bi taybet Te her dem dixwest ku rêhevalên Te yê jin hîn bi hêztir jiyan bikin. Ji lewra Te rê dida nîşan dan, Tu dibûyî pêşeng. Te her dem bawerî bi îrade û bi girêdana jin ve anî, ji xwe Tu bûyî isbata herî mezin, ya herî xweşik ku jin dikare karên mezin bi ser bixe. Di derbarê Te de hîn ew qas tişt hene werin gotin ku… evana tenê beşeke wê ya biçûk û hindike.
Hevala Fîdan ya ku weke navê xwe. Tu weke Fîdaneke hem narîn hem jî ew qas bi hêz di axên Kurdistanê de şîn hat, di nava zinarên hişk de Te xwe bi kok kir. Jixwe Fîdanên Kurdistanê wihane, hêza xwe ji axên ku xwe tê de bi kok kiriye de digire. Di wan axa de her tişteke ku xwedî dibe ew qas xweşik e, ew qas bi berxwedane, sitûyê xwe xwar nake ku li kuderê cîhanê dibin bila bibin her taybetmendiyên wê axê bi xwe re radikin. Di nava navenda kapîtlaîzmê de, di Ewrûpa de Tu her weke mirova civaka xwezayî mabûyî. Tu ew qas saf û xwerû, xwezayî bû ku… li ser axên rojava jî Te temsîla jina Kurd kir. Ev xwezayî bûyîna Te her dem teyisîna xwe li ser wêneyan dida kirin, me ji wêneyên Te, Te naskir. Ji kenên Te rûhê te yê zaroktiyê derdikete holê. Te safbûyîna zarokekê her dem di dilê xwe de rakir. Ruxmî temenê Te yê ciwan bi zanista ku Te ji PKK’ ê girtiye di nava cehenemtiya Ewrûpa de, li hember dîplomatên wê yên bi salan, Te meydan xwend. Her kes li hember zekaya Te, çalakbûyîna Te, xîtabeta Te, hekimiyeta Te ya polîtîk, sekna Te ya îdeolojîk heyran dima. Her kesî te weha naskir. Ji gelên cuda pirr mirov li hemberî kesayeta Te ya PKK’ yî bi rêzdar nêzîk bûn. Wana jî dîtin ku yê PKK’ yî çawane. Te ev yek bi keda xwe, bi girêdana xwe, bi hezkirin û biryarbûyîna xwe kir e heval…
Niha li pêşberî me wêneya ciwaneke Kurd ku ji tevayî ciwanên Kurdan re rê dida nîşandan heye. Ev keça ciwan, hundirê çavên wê dikene. Qehremana çîroka jiyaneke ku ji kolanên kevnar yê Amedê heya Ewrûpa diçe. Hevala Ronahî mînaka herî xweşike ya zindîbûyînê, coşbûyînê û dînamîkbûyîn ya ciwantîyê ye, yanî Leyla Şaylemez. Tu ji me re bûyî mînaka rêhevala keçeke ciwan ya Kurd, ya ku bi gurûr jiyan dike û bi rengeke bi hêz di nava hewldana temsîlkirina wê de jiyan kir. Weke Kurdeke ku ji welatê xwe hatiye qut kirin, bi jiyan kirina xwe di nava refên PKK’ ê de tola wê rastiya koçberiya ku hatibû ferz kirin girt. Li hemberî polîtîkayên asîmlasyonê, bersiva herî mezin, Te bi sekna xwe ya milîtantî, bi girêdana xwe heya dawî bersiv da. Te dizanî pirr tişt di nava temenê xwe yê kurt de bicih bikî, Tu bûyî xwedî jiyaneke bi wate heval Leyla. Jiyana Te niha ji bo gelek ciwanên Kurd dibe mînak, ciwan li dû Te radibin. Soza girêdanê didine Te.
Çîrokên jiyanên We yê ku bi salan e têne îfade kirin, hîn gelek tiştên ku We ser zêde bikiraba hebû. Xeyal, xwestekên We. Plansaziyên We hebûn. Niha ev êrîşên xayîn bila texmîn nekin ku ewê ji vê re bibin asteng. Bila nebêjin qey bi serketine. Ew tenê xwe dixapînin. Ewê guleyên xayîn li xwediyên xwe vegerin. Gelê Kurd pirr baş dizane ku ev xayîntiya han kê/kî kiriye. Pirr baş dizanin hesabê vê yekê jî bipirsin.
Belê xwedawendên me, jinên çeleng yên Kurdistanê. Hûnê herdem li gel me bin, emê rêya xwe bi bîranînên We berdewam bikin, emê her we di dilên xwe de rakin. Em pirr ji We hezdikin û ev hezkirin ewê tevayî qirêjiyan bikûje. Em weke rêhevalên We soz didin ku tevayî xeyalên We, xwestekên We nîvço nehêlin. Weke gerîllayên jin, tenê ermanca me pêşveçûyîn di rêya ku We vekiriye de be.
Em pirr pirr bêriya We dikin…