Bêrîtan Zagros
Di her rêwîtiyek de tiştek, herî zêde mohra xwe li hest û hîsê mirovan dixe. Dibe ku gelek tişt jî bin, lê ji nava wan hemû tiştan de herî zêde belkî tişta destpêkê mirov li rastî tê; di zihnê mirovan de diçike. Di rêwîtiya li Rojavayê welat ji bo min ev tişt ‘rastiya sînoran’bû. Dibe ku ji her aliyekê ve were fêmkirin ka çima sînor hatine danîn? Lê ji aliyê partiyên Kurd ku qaşo îdea dikin “Em herêmeke serbixwene”, ger sînoreke evqas şidandî deynin, ev nayê fêmkirin an jî mirov nikare li vê helwesta wan mane bar bike. Di gava yekemîn a min avêt rojava de, xala herî zêde bala min kişand û ji min re seyr hat sînorbûn. Di nava wan sînoran de jî sînorê Başûr û Rojava ez êşandim.
Wexta em derbasî Rojava bûn ango ji derî re derbasbûn, dilê min birîn bû. Çawa dibe ku em Kurd bixwe di oxira berjewendiyên dagirkeran de sînoran di nava xwede çêdikin?!Lewma ji min re belkî wek diyardeya herî bêmane hat. Ev mijar bi êş jî be, di nava ekîbê de bû mijara henekan. Ev rastî hem trajîk, hem jî komîk bû. Yanî çawa avek, têlek an jî tenê xetek dikare me ji hev qut bike, an jî me bike dijminê hev. Belkî xeteke sînor e, lê ew xetên sînor di hest, hîs, çand û şêwazê jiyana mirovên Kurd de qeliştokên mezin avakiriye. Her sistemek li gor xwe Kurdê xwe çêkiriye, li gor xwe teşe dayê û li gor wê jî jiyanek avakirine. Sînor, dibe ku yek ji wan hestan be ku mirov herî zêde di vegotina wêde zehmetî dikêşîne. Em ji aliyeke sînor diçûn aliyê din yê sînor, lê weke ferdeke Kurd birînên kûr di dilê mirov de çêdike. Li Endîwerê tenê ava Dîcle bûye sînorê Rojava û Bakur. Li Qamîşlo û Nisêbînê, li Dirbêsiyê û Qoserê, li Serêkaniyê û ji qewla Tirkan Ceylan Pinar û her weke din û ya herî bi êş jî deriyê Sêmalka yê ku divê mirov jêre bêje ‘Deriyê Şermê’ ku ambargoyeke hişk li ser Rojava pêk tîne. Ew deriyê ku nahêle qutiyeke şîrê zarokan, dermaneke birînan derbas bibe, lê teşwîq dike Kurd ji warê xwe koç bibin.
Aliyeke sînor azad bûye, lê aliyê din yê sînor hîn paswanên bêmane yên dewletê (Tirk) wextê xwe di ber kareke vala û bêrûmet de derbas dikin. Ez bawer dikim ku her Kurdeke xwedî rûmet, her ku li rastî van têlên bêmane yên zalimane tên, hêrsa wan duqat dibe û qûweta wan a têkoşînê zêdetir dibe û ya rast jî divê ev bibe.
Şoreşa Rojava Şoreşeke Gel e
Dibe ku her yek ji me di fîlm, belgefîlm û pirtûkan (romanan) de xwendibe û hewldabe di pirtûkan de jî bibe, tama wê şoreşê bike. Carna jî şoreşên gelan şerê gel ê şoreşgerî ji me re weke xeyaleke qet pêknayê hatiye. Me di pirtûk ango berhemên wêjeyî de herî zêde şoreşa Fransa, Komîna Parîs û ceribandina Sovyetê de behsa şoreşa gel û destanên wê bihîstibû. Bêguman pirtûk bin an jî birastî bin, heqê wê dabûnê. Lewma mirov hema dikete hewaya şoreşê û di aliyê hest û têkoşînê de bandoreke mezin li ser mirov çêdikir. Bes, pêwîste bibêjim ku tiştek ne mîna wêye ku mirov bixwe bijî, eger heqê wê hatibe dayîn jî!
Ev demeke dirêje Rêber APO behsa şerê gel ê şoreşgerî dike, lê bi awayeke rasterast jiyîna vêya çênebibû. Gelek caran mirov difikirî gelo gengaze ku li Kurdistanê rewşeke wiha çêbibe?
Destpêkê Şervanên YPG’ê Em Pêşwazî Kirin
Berbanga sibehê bû ku em ji Başûr derbasî Rojavabûn. Bêdengiyeke mezin li bajêr serwerbû. Lê di vê bêdengiyê de ne tirs, berovajiyê wê aramiyeke nayê bilêvkirin serwer bû. Weke ji dinyayekê derbasê dinyayeke din dibûm. Hema ava Rojava anîn dan me û gotin vexwin vexwin ev ava Rojavaye. Ji min re weke ava zemzemê hat. Dibe ku seyr be, lê birastî jî vexwarina ava axeke azadbûyî tameke cûdatir dide mirov. Şervanên YPG’ê em birin navenda jinê. Maleke tam hêjayî jinan bû. Em gihîştin ser xwarina teştê û piştî silav dayîn û hal û ehwal pirsînê, li ser matmayî mayîna me, hema yek ji wan bi rûkenî li me temaşe kir û got:“Ev der berê mala mudîrê bajêr bû. Wexta me rejîm ji vir derxist, ev mal ji bo jinan hate veqetandin.”Tam li aliyê din ê sûkê, navenda asayîşa bajêrê Dêrikê heye. Lê beriya ku ez asayîşê ferq bikim, rasterast çavên min li tabloyeke mezin a şehîdên pêşeng ên Rojavayê Kurdistanê rêheval Şîlan, Rustem Cudî û Xebat Dêrik ket. Me pirsî ka ew der çiye?
Hîna sibeh bû û em derneketibûn derve, lê me bêhna wê serbestiyê û ew rehetiya di çavên wan jinan de dikir. Herhal ew jî matmayîbûna di awirên me de ferq kiribûn, bê ku em bipirsin bi kelecaneke mezin ew keçên ciwan behsa destketiyên şoreşê dikirin. Her yek bi rûkenî û dilxweşiyeke mezin behsa sazî û destketiyên gelê Kurd dikirin. Min hîn jî bawer nedikir ku bi rastî jî dewlet li Kurdistanê nemaye, wexta min pirsî niha em derkevin derve kes me nade sekinandin, gotin “Nexêr! Jixwe ji zû ve ye dewlet ji Kurdistanê paqij bûye. Niha em xwe bixwene. Dilê we dixwaze biçe kuderê dikarin biçin, qet astengî li Rojava nîne.”Helbet, bê ku em wext wenda bikin, em derketin serdana saziyan.
Di bajêr de tişta bal dikişîne, dewletê tiştek li ser Kurdistanê nekiriye. Tu ciheke ku Kurd bikarin jê sûd werbigrin û rojekê kêrî Kurdan were çênekiriye. Malên Kurdan di sînoreke teng de ku nekarin di hewşa xwede darekê, an jî gulekê biçînin e, lê malên karmendên dewletê luks û mezin in. Xizmeteke herî biçûk jî ji bo Kurdistanê nekirine û nehiştine Kurd bixwe jî bikin.
Navê Dêrikê ji Dêrê tê. Dêrik yek ji bajarên Kurdistanê yê rengîn e di aliyê gelan de. Ne tenê di aliyê gelan de, gelek fikrên cuda jî di nava xwede dihewîne. Her wiha tişta herî xweş jî ewe ku ji derveyî hindek îstîsnayan, hemû gelên li wir bi hevre di nava lihevhatinê de dijîn û elaqeya wan ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re pir zêdeye. Wexta dibêjin ‘Kurmanc’ an jî Apoyî, tebesûmeke sempatîk rûyê wan dipêçe. Yeqîn dikim ku li Qamîşlo bû. Wexta em di kolana Mesîhan re derbas dibûn, ji ber min fotograf dikişand,ez ji hevalên din çend metre paşmam. Sempatiya jinên li ber derî rûniştibûn bala min kişand û min xwest wê kêliyê di objektîfa xwede nemir bikim. Lê dibêjin dil dil dikşîne, birastî jî wisa bû. Wexta min wêneyê wan kişand, nîv bi Erebî nîv jî bi Kurdî ji min pirsîn “Tu Apoyî yî? Em jî Apoyî ne” destê xwe bi hevre danîn ser dilê xwe û gotin “Apoyî, di dilê me de ne”. Ev kêlî ez pir bandor kirim.
Vê yekê jî nîşan da ku birastî jî elaqeyeke mezin a gelên li Rojava ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê heye û Apoyiyan weke hewariyên xwe dibînin. Rojava di rastiyê de civakeke rengîne û divê misoger vê rengîniya xwe biparêze û nifaq nekeve navbera gelan. Jixwe ya Rojava xweşik dike ew mozayîkbûna gelên wê ye.
Li kolaneke din jî, em rastê hindek Xirîstiyanan hatin û dema me fikrên wan di derbarê şer de pirsî gotin;“Em warê xwe bernadin û eger bi ser mede werin, emê mil bidin milê YPG’ê û şer bikin”. Helwesta wan ev qas zelal bû.
Em weke ekîb çûn serdana dêrikê li Qamîşlo. Şev bû û êdî tarî ketibû erdê. Dêr bi navê keçek Mesîhî çêkiribûn. Keçik ji ber meseleyên olî hîna di dema Romayê de ji Nisêbînê direve, tê gundeke Qamîşlo yê bi navê Hîmo. Navê keçikê Febronia ye. Li cihekê birîndar dibe û li wir xwîn ji birîna wê diniqute. Li gor rîwayetê cihê ku keçik lê birîndar bûye di şûna ku xwîna wê rijaye de, li wê deşta tazî de darek şîn dibe. Li wir dêreke kesk mîna bihûştê çêkirine û ev kedeke mezin dixwaze. Niha wek cihê arambûnê jî tê bikaranîn. Kî/kêbiçe wir divê biçe serdana termê Fehribo. Li rastê salona îbadetê xurfeyeke biçûk a îbadetê heye tenê ji bo mêran vekiriye. Gunehe an jî herame ku jin bikevin wê derê. Di dogmayên dînî yên Xirîstiyanan de jî şopên kûr ên zayendparêztiyê hene.
Di Kurdistaneke azad û xweser de divê yek ji gavên ku em bavêjin ew be ku em ew tabûyên dînî û dogmayên wê yên ku ne di xizmeta hemû mirovan de ye hilweşînin. Beriya her tiştî divê ew zihniyeta zayendparêz a li mêjiyê mirovan hatiye kolandin û bê ku lêpirsîna wê bikin qebûl kirine, bêxin ber lêpirsînê û heqê şoreşên dînî yên rast bidinê. Ew cewhera dînî ya hatiye valekirin divê careke din vegera wê li rastiyê çêbibe. Dogmayên dînî zehfin û mirov bê qisûr rêzikên wê pêktînin, bê ku îzaheke wan jê re hebe. Ev dibe taybetmendiya civaka kerî. Tişteke di vêDêrê de xweşa min çû ew bû ku, yên herî zêde diçin Dêrê jî Kurdbûn. Weke ciheke pîroz lê dinêrîn û ji bo aram bibin gelek caran dihatin vir.
Şoreşa Rojava Bi Rengê Jinê ye
Em çûne kîjan saziyê, jin bikarên me re elaqederbûnû rengê destpêkê yê bala mirov dikşîne jine. Yanî li her derê jin heye. Ji qadên dîplomatîk bigre heya qada aboriyê, şer û hemû saziyan. Birastî jî li Rojava hem şoreş bi rengê jinê ye, hem jî ya karên zehmet ên şoreşê birêve dibe jî jinin. Hema bêje, şoreş bi hunermendiya jinê hatiye hûnandin. Di şoreşa Sovyetê de, ruxmî ku jinan kedeke mezin jî daye, yê birêve dibir dîsa mêrbûn. Li rojava jin hem di eniya pêşdene, hem jî karên eniya paş jî bi jêhatîbûneke mezin dikin. Yanî jin li herderêne. Jin di heman demê de, ne tenê karên xweser,erka hemû karên gelemperî jî bêhesap danîne ser milên xwe.
Her wiha di jinên ciwan de elaqeyeke mezin ji bo tevlîbûna YPJ’êû YPG’êdihate dîtin. Ew jina ku nediwêra di tarîtiyê de gavekêderkeve derve,îro ji 13’e salî heya 50’î salî heya wêdetir jî serî li hêzên parastinê didin,ji bo welatê xwe biparêzin.Dayikên Kurd jîbi dileke mezin zarokên xwe dianîn navendên YPJ’ê da ku beşdarî wan bibin.
Tiştên ku îro li Rojava diqewimin encam û berhema guhertineke mezin a zihniyetêye. Tenê weke beşdarbûneke hestî ya welatparêzî nîne. Ev şoreşeke zihniyetê ye. Bêtirî nîvê ewlekariya bajarên Kurdistanêjin digrin. Birastî jî wextê ewlekarî di destê jin de be herder bi ewleye. Wexta maşîneke bombebarkirî hat biçe xwe di nava gelê sivîl ê bajêr de biteqîne, du keçên endamên ciwanên şoreşger ên di asayîşa Çilaxadebûn, bedena xwe kirin sîper û pêşî li komkujiyeke hovane girtin. Wek hemû jinên Kurd egîdiya xwe îsbat kirin.
Jin hem pêşengiyê di saziyên gelemperî de dikin, hem jî sîstema xwe ya xweser îhmal nakin. Hema biqasî saziyên hevbeş saziyên xweser jî çêbûne, tevî ku derfetên madî kêmin û pirsgirêka ewlekariyê jî heye. Ji ber ev şoreş bi pêşengtiya jinê de ava dibe, serkeftina xwe hê ji niha ve xistiye bin garantiyê. Di civakê de jî dibêjin jin cihê ewlehiyêû baweriyê ye. Eger carekê jin bawer bikeû destê xwe biavêje karekê ji wê ya veger nîne. Lewma bi ti şerên hovane jî şoreşa Rojava têknaçe, ji ber jin xwediyê wê şoreşêne.
Di Civaka Rojava de Jinên Kurd Otorîterin
Pêşketinên şoreşê ji realîteya civaka rojava qut nîne. Birastî jî di civaka rojava bi giştî de ya xwedî gotin û her tiştî li hev tîne jin e. Mêr di civakê de kêmreng e. Lê pirsgirêka jinên Rojava ya esasî bêperwerdebûna wan e. Eger birastî jî derfetên wan ên perwerdeyê hebaya, dê ji vê astê hîna zêdetir pêşengî kiribana. Hewce dike jin vê keda xwe baş îfade bike.
Pêvajoya Înşayê û Şer Parelelê Hev Dimeşe
Bi qasî ku ez dizanim, di ti şoreşan de şer û avakirina sîstemê di nava hev de nemeşiyaye. Di Sovyetan de jî şer qewimî, lê nekarîn xwe ji bin bandora dewletê xilas bikin. Di felsefeya wan de avakirina dewleteke qaşo sosyalîsthebû, lê nekarîn sîstemeke serbixwe di pêvajoya şer de avabikin. Heke em dûr neçin Komara Mihabatênekarî salekê li berxwe bide. Lê bi awayeke xulase, ev du salin ku şoreşa Rojava ruxmî hemûêrîşên hêzên navneteweyî jî li berxwe dide. Ger îro li hember El-Qayîde berxwedaneke bêmînak dide nîşandan û nahêle şer derbasê bajêrên rojavayê Kurdistanê bibe jêdera xwe ji guhertinên di bûnyeya civakê de çêbûye, digre.
Gelê Rojava ji aliyekê ve bi xebatên xwe yên înşakirina sîstema xwe ya xweser û pêkanîna paradîgmeya demokratîk re mijûlin, ji aliyê din ve jî ciwanên xwe rêdikin eniyên pêş da ku xelekekê ji bo parastina warên xwe çêbikin. Weke mînak, serdaneke me ji bo saziya çand û hunerê çêbû. Nîvê zêdetir endamên xwe rêkiribûn şer, yên mane jî hewl didan bi hunera xwe, şoreşê bihêztir bikin. Parastina bajêr ji hêla endamên meclîsa gel têkirin. Wextê mirov li sazîû bajêr digere heyran dimîne ku çawa dikarin ruxmî hemû hovîtiyên şer jî,ewqas zîndîû aram bimînin. Şerê dawiyê yê 16’ê Tîrmehêku Serêkaniyê ji çeteyan hate paqijkirin bi seferberiya gel hate qezenckirin. Di Serêkaniyê de rastiya şer hîna bi awayeke tazîtir tê hîskirin. Her kesê/a destêwî/wê çek digre, parêzvantiya bajêrê xwe dikin. Tevî ku dilê mirov diêşîne jî, lê ewqase jî pê şanaz dibe ku gel evqas zanistiyeke kûr a xweparastinê girtiye, heta di oxirawê de canê xwe jî dide.Ev helwesta birûmet nîşan dide ku careke din ev şoreş têknaçe.
Elaqeyeke Mezin Ji Perwerdeyên Bi Zimanê Dayîkê re Heye
Di rewşên asayî de dibistan havînê têne girtin, lê li rojava ji ber eleqeyeke zêde ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê, di vê havîna germ û heta gelek caran jî bê ceyran de jin, ciwan û zarok ji bo perwerdeya ziman bibînin di şertên herî zehmet de derfet ava dikin. Li gor înîsiyatîfa taxan, ji xwere ji aliyê saziya zimanê Kurdîve odeyên perwerdê eyar kirine û perwerdeya xwe dibînin.
Hemû zarok îro li rojava zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî bi tîpên latînî dibînin. Ji niha ve hema hema herkes hînê zimanê xwe yê dayîkê bûye. Ev perwerdeyên ziman di gundan de jî vê havînê dewam dikin û rastê elaqeyeke mezin tê. Zarokên Kurd xwe li dibistanên xwe biçûk nabînin, rehet dibînin, rûyê wan geş, devê wan bi ken û bi mamosteyê/a xwere jî hevalin. Hêjayî gotinê ye ku mamosteyên zimanê dayîkê zêdetir ji jinan pêk tê.
Bi Şoreşa Rojava re Êzîdî jî Gihiştin Azadiya Xwe
Dikare were gotin ku herî zêde jî gelê me yê Êzîdî bi şoreşa Rojava re gihîştin aramiyê. Tê zanîn dagirkerên Kurdistanê her tim hewl dane Kurdan parçe bikin û wan bikin dijminên hev. Bi taybet di mijarên wek ol de birînên kûr di dilê Kurdan de vekirine. Ev bûye sedem ku Kurd weke netew parçe bibin û dibin bandorên kûr yên olî de bimînin.
Di nava gelê Kurd belkî qismê herî rastê neheqî û zilmê hatiye ûêşên mezin kişandiye jî Êzidîne. Ji ber nasnameya xwe ya olî parastine rûbirûyê pêkanînên dijwar hatine. Gelê me yê Êzidî ji bo çanda xwe, baweriya xwe biparêzin serî li gelek rêû rêbazan dane. Lê mixabin ji ber her di rewşeke xweparastinê de bûne, ev bi demê re muhafezekarî bixwere aniye. Gelek dogma û tabû çêkirine. Her wiha bûye sedem ku hertim bi mesafe nêzîkê Kurdên misilman bibin û Kurdên misilman jî wan ji derveyî xwe bibînin. Yanîrejîmê Kurd kirine dijmin û biyaniyên hev. Bi vî awayî di asta yekemîn de nasnameya olî, paşê nasnameya netewî derketiye pêş.
Bes, tişta ez kêfxweş kirim, ruxmî ku gelek tabû hene jî, lê Êzidiyên li Rojava nasnameya xwe ya netewîjî girîng dibînin. Hestên neteweyî pir bihêzin û têkiliyeke mînak di navbera Kurdên ÊzidîûKurdên misilman de heye.
Dildarên Şoreşê Zarok in
Di mitîng, merasîm û her çalakiyekê de tiliyên zarokan bi nîşana serketinêher li hewa ye. Tê zanîn li hindek herêmên rojava jî di aliyê fikrên siyasî de cihêbûn heye. Ev bi awayeke xwezayî bandorê li fikrê malbatê jî dike. Lê bi dilrehetî dikarim bêjim ku yekîtiya herî bihêz di navbera zarokên Kurd û ne tenê yê Kurd hemû zarokên li herêmê de heye. Kîjan zarok ji kîjan malbateke cudabe jî, eger malbat nehêle derkeve kolanêû beşdarî çalekiyê bibe jî, li pişt wan dîwarên mîna zîndanan yên deh qat li ser bejna wan dikeve de, serê du tiliyên biçûk xuya dikin. Tovê serketinê di dilê pêşerojên me de hatiye çandin. Birastî jî pêşengên şoreşê ev zarokin û ev hêviyeke mezin dide mirov. Ez rastêgelek zarokan hatim ku çek dixwestin da ku biçin eniyê şer bikin, lê çek bejna wan derbas dikir. Ne tenê dilê wan, mêjiyê wan jî mezin eû ew zarok hêjayî tiştên herîbedewin. Her wiha her şervaneke YPG’êû YPJ’ê qehremanên rastîn ên zarokên rojavane ûYPG xewnên wan dixemilînin. Wexta tu ji wan dipirsî“Eger tu mezin bibî tuyê bibî çi?”yek bersiva wan heye:YPG.
Sosret e ku wek li pir derên din, li Rojava jî ew kesên dîntev li cemhevalan in. Heta ew gulên serhildananin. Wek mînak serhildanên Qamîşlo bê Hejar kêm dimîne. Li ser ew kursiya xwe yaçerxdar ji yek meş û merasîmê kêm namîne û her du tiliyên wî her di hewade ye. Li Rojava hemû Hejarên din jî ewqase ji hevalan hez dikin. Qaşo di aliyê aqil de kêm in,lê ev kes rastîû nerastiyê baş ji hev derdixin û di kûrahiya dilê xwe hîs dikin.
Li Rojeva Kurdên Birûmet Cih û Warên Xwe Naterikînin, Berxwedan û Parastina Warê Xwe Pêşdixin
Em li rojava ewqase geriyan, ji derveyî berxwedan û parastina destketiyên xwe, me tişteke din nedît. Kurdên rojava hemû mala xwe ango nirxên xwe yên madîû menewî bi giştî fedayê şoreşê kirine, behsa terkkirin ango revîna ji warê xwe nakin û berovajiyê wê, Kurdên birûmet reva ji ser axa xwe weke xiyanetêbidest digrin. Ereb ji Sûriyê ji ber zilma rejîma Esed û çeteyan direvin tên Kurdistanê, xwe li Kurdistanê bi ewle dibînin. Tenê hin Kurdên ku li pey nirxên madîne, cihê xwe dihêlin diçin sefalet û biçûketineke herî mezin li wargehên penaberan dijîn. Di hemû merasîmên şehîdan de ev peyam bi yek-dengî bilind dibe.
Eger Kurd îro cihê xwe terk bikin, dê bi awayeke xwezayî sibe hindek din werin têde bicih bibin ûêdî dê nikaribin vegerin ser cihê xwe jî.
Dibe ku mirov bikare bi xetên sereke dîtinên xwe vebêje û biçe hindek tespîtên giştî. Ez di wê baweriyê de me ku şoreşa Rojava tiştên hêza me derbas dike heq dike. Dîtina şoreşa Rojava ji nêz ve, jiyîn û hîskirinawê tişteke zehf cuda ye. Bilêvkirina wê dibe ku tişta herî zehmet be. Şoreşa Rojava xwedî hezaran destanên bêhempa ye. Dê ev destan çawa bi giştî bibe malê gelê Kurd,ev karê her rojnamevaneke xwedî exlaq e. Çawa ku îro em şoreşa Sovyetê bi rêya romanan nas dikin, hîs dikin, gelê Kurd vê heq dike ku ne tenê bi romanekê, bi her awayî em bikarin êş, keder, xweşî û rondikên dayîk û bavan di her qadeke xwede bidin naskirin. Min nekarî rondikê dayîkan, qêrîna wan binivîsim û bitirs nêzîkbûm ji ber dizanim ku ez ê nikaribim heqê vê bidim, lê lewaz jî be min weke wezîfeyekê dît ku çavdêriyên xwe yên li Rojava parve bikim.