Evîn Nejdet
Germahiya havînê hawîrdor dikizirand. Ne tenê hewa germ bû, dil, mêjî û hestên vî welatî jî germ bibûn. Rojên ne asayî, wek salên borî kêliyên dijwar rûpelên dîrokê dinivîsand. Rêber APO ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û valaderxistina komploya navnetewî ji gêrîlayên ARGK’ê xwestibû ku paşvekişin ji bakurê Kurdistanê. Li ser vê biryarê jî gêrîlayan herêma bakur diterikandin.
Hest ji bedena westiyayî girantir bibû, dil wek ku sekinîbe hêdî hêdî diavêt. Diyar bû tiştek li ser wê bargiranî dike. Ling nedixwest ber bi pêşve biçin, her pêngava ku diavêt dihate wateya qutbûnê, dûrketinê. Wê biçuna, ji van xakên ku bi salan ji dema Hevalê Egîd bibû stargeha wan, bibû dayîk û hevalê wan dûr biketana. Hîna qêrîn û hewara bi hezaran cangoriyan ji nav lat û kendalan, bêhna xwîna wan dihat ji kaniyan. Bi hev re keziya hêviyê vehonabûn, bi hev re li hespê xeyalan swar bibûn, pêk ve li ser lûtkeya herî bilind a azadiyêşahidiya firîna teyran kiribûn. Niha jî westiyayî, bêdil û hinekê xemgîn paşve diçun. Terikandina cih û warên ku bibû hêlîna xweşî û nexweşiyan, pir zehmet bû. Lewma jî gêrîlayan bê ku li pişt xwe binêrin, di tarîtiya şevê de, dûr diketin. Nedikarîn li paş xwe binêrin. Çend şev bû dimeşiyan. Bi roj di nav dolekê bêhna xwe distendan. Grûb giran dimeşiya. 13 kes bûn, piraniya wan ji hevalên nû pêk dihatin. Hevalên ku nû bibûnrêwiyên azadiyê. Jixwe cilên gêrîla, ew şal û bergên cangorîtiya welatê xwe lixwe nekiribûn. Çeka wan jî nîn bû. Gêrîla paşve vedikişî, vê jî zêde derfet nedida ku hemû pêdiviyên xwe pêk bînin. Ya girîng ew bû ku herî zû sînor derbas bikin. Lê tenê hestên serkêş û asî nebûn ku astengî li pêşiya gêrîla çêdikir, dijminê neyar jî wek gurê devbixwîn li her derî bi alîkariya caşên xwefiroş ketibûn kemînê. Li her derê êrîş pêk dianîn. Bêhna barût, gule û şewatê bendena vî welatî dagirtibû.
Di nav grûbê de Nejdet û Mîthat jî şervanên nûbişkovî bûn. Wan jî piştî dîlketina rêber APO biryar dabûn jikomplogeran û rêhevaltiya nîvco tolê bistînin û bi vê mebestê ji bajêrê Stenbolê berê xwe dabûn welatê xwe. Her du jî pir ciwan bûn, taze diketin temenê kamilbûnê. Serê wan bilind, coş û kelecaneke mezin di dilê wan de. Wê pir tişt bikirana, şer bikirana li beramberî dijminê gelê xwe, dê bibûna pêtek ji agirê gêrîla ku tarîtiya li ser Kurdistanê diçirîne. Dê xewna xayînan biherimandibûna, dê dest bidana keç û xortên çiyayî û li ber destê sibeheke zû,dê hilhatina rojê ji pişt çiyayên bilind tewaf bikirana. Dê li beramberî ew çarenûsa ku xwedayên zilam ji boxwîşk û dayîkên wan amadekiribû, îsyan bikirana. Dê namerdî, durûtî, neheqî, jordestî, zilm û bêdadî kêşandibûna mehkemeya wîjdanê û li wir darizandibûna. Dê ji tîrêjên Roja pîroz beden, dil û mêjiyê xwe têr bikirana. Bibûna cengawerên felsefeya azadiyê, di meydana cengê de artêşa xirabî û bêbextiyê têk bibiribûna. Pir tişt hebûn ku dê bikiribûna…
Ji bûyer û serpêhatiyên di temenê zarokîniyê de fêmkiribûn ku jiyan tejî zorî û dijwariyan e. Zarokîniya Mîthat li Wanê derbas bû, ji ber di temenekî piçûk de bavê wî koçî cîhana din kir, li jêr zordestiya zirbirayên xwe mezin bû. Nejdet jî li xerîbiyê di nav şertûmercên zehmet ên kar û feqîriyê de. Ji rûyê nexweş ê jiyanê re bi paqijiya ruhê xwe bersiv dan. Hîç kirêtî, cihêtî û bêwefayî nepejirandin. Hele hele biyanîbûna ku li ser nifşê wan dihate ferzkirin, qet nekarî bi wan. Dibistan û kargehên metrepolê jî têr nekir ku wan asîmîle bike. Her du ciwanên Kurd bi israr bûn ku bi nasname û çanda xwe ve girêdayî bin. Lê paşverûtî û kevneşopiyên civakî jî erê nedikirin.
Çavên Nejdet şîn bûn, lewma di malê de wek ‘çavşîn’ an jî ‘çavşûşe’ dihate navkirin. Ya rast dilê wî jî ji rengê şîn bû, wek deryayeke bêserî û binî. Deryaya dilê wî ji her kesê/î re cih dida. Hembêz dikir yên dilpak û baş. Lê nedihewandyên dilreş û gemar. Ew bibû navenda hezkirinê. Bi zanebûn û têgihîştina xwe ya bilind û qabîliyeta fêmkirinê hêviyeke mezin dida herkesê. Bi taybet di malbatê de ji ber kurê herî piçûk bû pir dihate hezkirin. Lê sedem ne tenê ev bû, wî mirov dikêşand ber bi xwe ve. Di bîbilkên çavên wî de wateyeke xurt a hêvî û coşê dibiriqî. Van çavan bawerî û hezkirin parvedikir. Zêde nediaxivî, lê rûyê wî û kiryarên wî her tişta pêwîst vedigotin. Li beramberî bûyer û pêdiviyan pir hestyar bû. Ji ber vê jî nedikarî li dijî komploya li ser Rêber APO û şerê li welatê xwe bêdeng bimîne. Bêdengî yanî mirin, yanî wendabûn, lê gotina wî hebû. Dê pir tişt bigota.
Bi vê mebestê ew û Mîthat di Tîrmeha 1999’an xatir xwestin ji Stenbolê, ew bajêrê ku di nav mij û xofeke bêdawî de fetisîbû. Dihatin çiyayên Kurdistanê. Ew cihê ku bibû stargeh ji hemû serhildêr û îsyankaran re. Wan jî îsyan kiribûn. Li beramberî kedxwarî, zordestî û nezaniyê serî rakiribûn û elbet dê berê xwe jî bidana hêlîna serhildêran.
Şev çiptarî bû, stêrkan jî di wê tarîtiyê de çavên xwe girtibûn. Dibe xeyidîbûn ji însanên bêwîjdan û lewma xwe veşartibûn. Grûb hêdî hêdî hildikişiya. Dê girê li pêşiya xwe derbas bikirina û wiha jî bigihîştana ciheke ewle. Lê li pêşiya wan dijmin kemîn avêtibû. Wê şevê kesê dengek nebihîst ji bilî top, tank û guleyan…
Wê kêliya ku gule wek baranê bi ser wan de dibariyê, çi kirin, çawa bersiv dan? Çi hîs kirin û çawa xatir xwestin ji vê cîhanê? Kes nikare bersiva vê pirsê bide, ji ber grûba 13 kesî ya gêrîla bi tevahî şehîd bû û ew li goreke komî hatin veşartin. Li ciheke bênav û nîşan. Kes ji wan xilas nebû ku bêje wan herî dawî çi xwestin.
Lê gotina wan hebû û heke mirov bixwaze birastî wan bibihîze dikare bi zimanê hestan wan guhdar bike.Hewce dike mirov bi baldarî û xwesek pirsa wan bike, dê hemû hebûnên di xwezayê de, ax, pel, kanî, pepûle, ba, baran, kulîlk û asîmanê şîn behsa wan ji me re bikin. Dê bêjin ku;“Ew wê şevê westiyabûn, dimeşiyan, hêvîdar bûn, ji bo aştî biaxive û şer bêdeng bibe paşvedikişîn. Lê dijmin ji bilî tinekirin û nefretê nedizanî bi zimaneke din biaxive. Ji ber vê bi top, tank û tifengan bersiv dida dengê aştiyê, wiha jî ew şehîdbûn. Lê hîna jî dengê wan tê, dengê lingê wan ên ku paşvedikişin, ew hîna jî dimeşin û daxwaza wan aştî û azadî ye.”
Bi sedan kanî û çem ber bi derya ve diherikin û derya jî ber bi zeryayên mezin ve pêşvediçin. Nejdet û Mîthat û hemû rêhevalên leheng ku di pêvajoya paşvekişînê şehîd bûn, wek rûbarên bicoş in ku tevlî deryaya azadiya welatê me bûn û wê heya zerya mirovahiyê biherikin. Ew ê di bîranînên me de her zindî bimînin. Em bejna xwe li pêşberî wan ditewînin û soza xwe ya ku girêdayî her daxwaza wan bimînin, dubare dikin.