Şirin Elemhuli
’’ Ji ber ku ez Kurdim, min bi dar ve dikin ’’
Sê salên min li girtîgehê tije bûn, yanî sê salên bi êşa li pişt tîrkên girtîgeha Êvînê, ku du salên dema girtîbûna xwe vala û bêy parêzer û bêy hebûna hukmekî wek qirara girtinê derbaz kir.
Di dema desteseriyê de min rojên gelek tehil di destê sipahê(1) de derbas kirin û piştî wê jî lêpirsînên benda 209’ê dest pêkirin. Piştî 209’ê jî min dema mayî li benda giştî derbas kir. Daxwazên li pey hev ên min ji bo diyarkirina qederê bê bersiv dihêştin, heta ku di dawiyê de hukmê neadilê îdamê dan min.
Ji ber çi di girtîgehê de mam? Çima divê ez bêm îdamkirin? Gelo bersiv ji ber Kurdbûna min e? Ger ji ber vê be ez jî dibêjim: ez Kurd ji dayik bûme û ji ber Kurdbûyina xwe min êş û zehmetî kişandine.
Zimanê min Kurdî ye, ez bi zimanê xwe bi malbat, heval û nasên xwe re ketime nava têkiliyan û bi wê mezin bûm û zimanê me pira peywendiya me ye. Lê, îzin tune ku bi vî zimanî biaxivim, bixwînim û di dawiyê de rê nadin bi zimanê xwe binivîsim. Ji min re dibêjin dest ji Kurdbûna xwe berde û înkar bike. Ez jî dibêjim: Ger ez karekî wisa bikim ez xwe înkar dikim.
Qaziyê rêzdar, lêpirserê hêja!!
Di vê dema ku we lêpirsîn ji min dikir, heta min nedikarî bi zimanê we biaxivîm jî. Ez di wan du salên mayîna li beşa jinan a girtîgehê de bi rêya hevalên xwe hînî zimanê Farsî bûme, lê we bi zimanê xwe lêpirsîn ji min kir, ez mehkeme kirim û hukim li ser min da. Di halekê de ku min nedizanî çi li derdora min diqewime û min nedikarî xwe biparêzim.
Cureyên îşkenceyên ku we li min kirine, bûne kabosên şevên min, êş û janên rojane ji ber îşkenceyên li ser min pêkhatî bi min re rojan tînin dawiyê.
Derbên ku di dema îşkencê de li serê min dane, bûne sedema giraniya serê min. Gelek rojan êşên giran êrişê dikin, êşa serê min ewqas girane ku nizanim li dora min çi diqewime. Carna ez bi saetan ji hişê xwe diçim û xwîn ji difina min tê û piştre hêdî-hêdî vedigerim ser rewşa asayî û têm ser hişê xwe.
Xelateke din a îşkencekaran kêmbûna ronahiya çavane û her ku diçe kêmtir dibe. Ku hêjî daxwaza min ji bo berçavkê bêbersiv maye.
Dema ketim girtîgehê pore min yekdest reş bû, niha ku sêyemîn sala mayîna di girtîgehê de derbaz dikim, her roj şahidê spîbûna beşek ji wan im.
Ez dizanim we ev îşkence tenê li ser min û malbata min pêk neanîne, belku li zarokên hemû gelê Kurd û bi taybet li ser kesên weke: Zeyneb Celaliyan, Ronak Sefazade û yên din jî tê kirin. Çavên dayikên Kurda li benda dîtina zarokên xwe hertim bi girî ne. Ew ji ber egera bûyeran hertim dilperîşan û mişawiş in, her lêdaneka telefonê û egera bihîstina xebera îdamkirina zarokên xwe, wan vediciniqîne û dêxe wehşetê.
Îro 2’yê Gulana 2010’an e. Piştî demeke dirêj cardin ji bo lêpirsînê ez birim beşa 209’a Êvînê û cardin suçên xwe yên bê bingeh derheqa min da dubare kirin. Ji bo rawestandina biryara îdama min, ji min xwestin ku alîkariya wan bikim. Lê ez nizanim, dema ku min gotinek zêdetir ji tiştên gotî tune, daxwaza hevkariyeke wisa tê çi wateyî? Di encamê de ji min xwestin tiştên ku dibêjin dubare bikim, lê min wisa nekir.
Lêpirser got: Me sala par dixwest te serbest berdin, lê ji ber ku malbata te bi me re hevkarî nekirin, kar giha vêderê. Lêpirser bi xwe got ku ez di destê wan de rehîneyekim û heya ku ev negehîjin armancên xwe yê min rabigirin, yan di encamê de îdam bikin, lê azadî qet!
Şirîn Elemhulî
Serkeftin
13/02/1389 – 3/05/2010
(1). Ew behsa „Sipahê Pasdaranê Ênqilab“ dike ku li pey desthilatdariya Xumêynî li Îranê hate damezirandin. Roja îro hemû sazîyên mezin û fêrmî yên Îranê di bin kontrola Sipahê Pasdarên Ênqilab“ê da ye.
Serbihuriya girtin û işkenceyên li ser min
Ez di meha Nîsana 2008’ an de li Tehranê ji aliyê çend kesên bi cilên sivîl hatim binçav kirin, yekrast ez şandim binkeya hêzên Sipahê. Bi ketina hundur bêy ti lêpirsîn û bersivan dest bi lêdana min kirin. Ez bi giştî 25 rojan di binkeya Sipahê de mam, 22 rojan di girava birçîbûnê de bûm û tevaya wan rojan rastî îşkenceyên giranên fîzîkî û rewanî hatim.
Lêpirser mêr bûn û ez bi kelepçeyê bi textê ve hatbûm girêdan. Wan bi batona elektirîkê, qamçî, mist û pênan li ser û rûyê min, laş û binê piyên min dixistin. Heta di wan heyaman de min nedikarî bi temamî Farsiyê fêm bikim û biaxivim. Dema ku pirsên wan bêbersiv diman, dîsa dest bi lêdanê dikirin heta ji hiş diçûm. Dema dengê bangê dihat û ev ji bo nivêjê diçûn ligor ku wan bi xwe digot derfet didan min ku baş fikrên xwe bikim û dema ku vedigeriyan, cardin lêdan, ji hiş çûn, ava sar û…
Dema ku didîtin ez li ser mangirtinê bi îsrarim, dixwestin bi rêya sonde û sêromên ku ji rêya difinê dişandin mîdeya min, mangirtina min bişkînin. Lê min ber xwe da û sonde radikêşan ku dibû sedem xwînber bûneke zêde û bi êş ku piştî du salan hêjî şopa wan maye û min gelek nerehet dike.
Rojekê di dema lêpirsînê de, pêneke ewqas bihêz li zikê min dan ku dem û dest tûşî xwînrêjiyek zêde bûm. Rojeke din yek ji lêpirseran hat cem min, tenê lêpirserek bû ku min rûyê wî dît. Di demên din de çavbend li çavên min bû. Gelek pirsên eleq beleq ji min dipirsîn, dema bersiv nebihîst, şeqek li rûyê min da û demance li ser serê min ragirt û got: ’’ bersiva pirsên ku dipirsim, bide. Ez dizanim ku tu terorîst û endama PJAKê yî, keçê bizanîbe tu biaxivî yan ne ferqek nake, em kêfxweşin ku endameka PJAK’ê di destên me de dîle’’.
Carekê dema doktor bo dermana birînên min hatbû, ji ber lêdanan ez di dinyaya xewn û hişyariyê de bûm. Doktor ji lêpirser daxwaz kir ku min bişînin nexweşxanê. Lêpirser pirsî: ’’ Çima lazime li nexweşxanê bê derman kirin, ma li vir çareser nabe?’’
Doktor got: ji bo çareseriyê nabêjim, li nexweşxanê ez karekî dikim ku ew keç weke bilbilan bo we bikeve axiftinê’’. Roja paştir ez bi kelepçe û çavbendê birim nexweşxanê. Ez li ser text razandim û derziyek li min dan. Wer bêjî min hay ji xwe nemaye û bersiv dida her pirsa ku wan dixwest û dipirsî, wan jî tevaya dîmenan bi kamerayê qeyd dikir. Dema hatim ser hişê xwe min pirs kir li ku me û min zanî hêj li ser textê nexweşxanê me û piştî wê cardin ez birim hûcreya yek kesî.
Lê wer xuya bû ew yek ji bo lêpirseran bes nebû û dixwestim ez zêdetir ezabê bibînim. Bi piyên birîndar ez li ser pê radigirtim heya ku piyên min diwerimîn, piştre ji bo min cemed dianîn. Şevê heya sibê dengê hawar, nalîn û girîyê dihat û ez bi bihîstina wan dengan têk diçûm, piştre min zanî ku ew dengê qeyd kirî û yê teyipê bû ji bo nerehet kirina min. Yan bi saetan di oda lêpirsînê de dilopên ava sar çipik-çipik bi ser serê min diketin û şevê ez dibirim hûcreyê.
Rojeke din bi çavên girêdayî li ser kursiyê runiştibûm û lêpirsîn ji min dihate kirin. lêpirser cigareya xwe bi destê min vemirand. An rojeke din bi solên xwe ewqas zext anî ser piyê min ku piyê min reş bû û nînukên min ketin. Yan hîn rojan bêy ti lêpirsînekê tevaya rojê ez li ser pê dihêlam û lêpirseran xaçepirs bersiv didan(hell dikirin). Bi her hal her tiştê ku ji destê wan dihat dikirin.
Piştî ku ji nexweşxanê vegeriyam xwestin min bişînin benda 209’ê. Lê ji ber rewşa tenduristiya min bi awayekî ku min nedikarî rêve biçim, benda 209’ê ez qebûl nekirim û rojekê ez li ber deriyê 209’ê ragirtim heya ku di encamê de ez şandim nexweşxanê.
Êdî min ferqa roj û şev nedizanî, nizanim çend rojan di nexweşxaneya giştiya Êvînê de mam heya birînên min hinek baştir bûn, piştre ez veguhestim benda 209’ê û lêpirsîn li vê derê destpêkirin. Lêpirsînên 209’ê teknîk û şêwazên taybetî yên xwe hebûn û li gor gotina wan bi siyaseta sar û gerim nêz dibûn. Destpêkê lêpirserê tûre û girj dihat û ez îşkence û tehdîd dikirim ku ti qanûnek ji bo wî girîng nîne û her karê ku dilê wan bixwaze bi min re dikin û…Piştre lêpirserê baş û aram dihat û ji wî dawa dikir ku dev ji wan karan berde. Cixareyek dida min û cardin pirs dubare dikirin û ev dewra batil cardin dubare dibû.
Di heyama ku di 209’ê de bûm, bi taybet rojên destpêkê ku lêpisrîn hebûn, rewşa min baş nebû û xwîn ji difna min dihat, tenê di hûcreyê de derziyeke arambexş li min didan ku dibû sedema razana min di tevaya dema rojê de. Ez ji oda yek kesî dernedixistim û nedibirime bêhdariyê…
Şirîn Elemhulî
Beşa jinan a girtîgeha Êvînê
28/10138