Havîna Rojavayê Kurdistanê

0Shares

 

Tara Berfîn

Di demsala bihara par, em bi pênaseya ‘bihara gelan’ an jî wek ku piranî tê gotin bi ‘bihara Ereban’ re aşîna bûn. Serhildan û têkoşîna gelên li herêmê pêvajoyeke pir nû da destpêkirin û pêla guhertinan hema bêje li peravên hemû welatan ketiye.

Ango bi rewşa heyî re hemû pergal bandor bûne. Bêguman ji ber serhildan di mehên biharê de destpêkirin, navê vê pêvajoyê jî bû bihara gelan, lê birastî jî ji bo gelên Ereb bihar bû. Bihareke zû û bê hazirtî piştî zivistanên dûr û dirêj. Bihara ku nû nû jiyan dest bi şînbûyînê dike. Di demsala xweş a biharê de kulîkên nazik û bedew bi ziravî axê dikolin û bejna xwe bilind dikin. Kulîlkên pembe û spî dibin taceke xweş li ser serê daran. Lê belê sermayeke dijwar her di kemînê de ye û bi ba û bawelîskê dikare van xweşikiyan ji hal bixîne. Lewma jî ji bo bihar bi xêr û silametî bigihîje dawiyê, divê bi nazenînî û baldarî haya wê ji xwe hebe. Gelê Ereb jî di bihara xwe de di kêleka guhertinên mezin, binxistina hêzên dîktator, diviya xwe li dijî sermaya dijwar a feraseta destilatdariyê jî biparastana, ku cardin nekevin defika hêzên dagirker. Herçend hîna têkoşîn û berxwedan li hin deran didome û dengê pevçûnan tê, lê ji ber aternatîfeke xurt nehate avakirin, hema bêje rewşek ji ya berê kambaxtir derkete holê. Piştî şoreşên gelan, wextê ku herkes li pey berjewendî û serweriya xwe dikeve, dema ku civak dîsa xwe ji qada siyasetê paşve dikişîne û hemû hêza rêveberiyê radestî hin beşên serdest dike, çendî ku peyvên ‘demokrasî’yê bêne ser ziman jî dîsa heman çarenûsa reş û tarî dubare dibe. Jixwe dema ku çend hêzên cihê tenê ji bo hîna bêtir di dika desthilatiyê de cih bigrin, li hev nekin wê demê qeyrana herî giran rû dide. Mixabin ruxmî bedelên giran ku hatin dayîn jî, tişta ku li welatên Ereban çêbûye ev tabloya xirab e.

Lê belê niha em ketine demsala havînê. Li herêma Rojhilata Navîn tîrêjên germ û sotîner yên vê demsalê serwer in. Li Kurdistana Rojava jî havîna gelê Kurd destpêkiriye. Havîn ango kemilîn. Havîn ango berhem, gehîştin. Gelê me li rojavayê welat piştî hazirtî û xebateke berfireh û elbet piştî bi salan ezmûnên rêxistinbûyîna civakî, pêngavekî pir girîng avêtiye. Li wir Xweseriya Demokratîk wek pergala gelên azadîxwaz hate îlankirin. Bêguman gelê me di her qadê û di her beşa civakî de demeke dirêje ku xwe di her warî de birêxistin kiriye. Lê ya herî girîng jî ewe ku xwedî alternatîfeke girîng li beramberî pergalên Netew-dewletê ye. Yanî gelê Kurd bi şûna ku vîn û rêveberiya xwe teslîmê hin beşên serdest bike, ji bo ewlehiya demokrasî û azadiya xwe rêxistina xwe ya xweser û demokratîk avakiriye. Li vê herêmê ji ewlekariyê heya xebatên siyasî, ji qada civakî heya qadên perwerde, tendurustî û aborî, ji çapemenî heya çand û hunerê li hemû qadan xwe birêxistinkirineke berfireh çêbûye.

Wek ku li jorê jî pê îşare hate kirin, gelê me li rojavayê Kurdistanê xwedî ezmûn e, ji ber Rêber APO di demên ku li wir ma, bi girîngiyeke mezin li ser xebata birêxstinkirina gel sekinî û dibe ku nav lê nehate kirin, lê di cewher de bingeha pergaleke xweser hate avêtin. Lewma jî kemilîn û havîneke tejî berhem wê encamên berbiçav ji bo gelê me bi xwe re bîne. Civaka Kurd baş dizane ku çi dixwaze û wê çawa bigihîje armanca xwe. Di vî barî de jî di nava liv û tevgereke mezin de ye. Di cih de ye ku mirov îşare bi polîtîkayên hêzên Muxalîf û rejîma BES jî bike, ji ber ku her du alî jî bi hêza xwe ya herî dawî hewl didin ku gelê Kurd asteng bikin. Herwiha hêzên herêmê bi taybet Tirkiye jî ji vê rewşê pir nerazî ye. Heke li rojavayê Kurdistanê gelê me bikaribe hemû maf û pergala xwe misoger bike, ji vê rewşê wê hemû gelê Kurd bandor bibe, ji ber vê sedemê hêzên serdest Emerîka, Îsraîl, YE û Tirkiye ji vê yekê tengezar in. Divê li dijî vê jî gelê Kurd li her çar parçe û derveyî welat ji bo azadî û avabûna pergala xweser li Rojavayê Kurdistanê seferber bibe. Pêwîste em bi hemû hêza xwe ve hem bingehên pergala Xweseriya Demokratîk qahîm bikin, di aliyê din de jî li dijî polîtîka û êrîşên hêzên din jî xwedî li nirx û destketiyên xwe derkevin. Ji bo havîna gelê me berhemên mezin û xweş bide pêwîste ku jin, ciwan, kal, pîr, rewşenbîr, siyasetmedar û hwd. hemû beşên civakê bi hestyarî û baldarî tev bigerin.  Bi hêviya ku ev gav rêya azadiya gelê Kurd veke.