Zinarîn Amûdê
“Rastiyên civakî, rastiyên înşakirî ne’’ ji vê gotina rêber APO, ez derdikevim rê û dixwazim lêhûrbûnên xwe di vê mijarê de bi we re parve bikim. Dema ku ez zarokbûm herdem tirseke min ji mezinbûnê hebû. Jiber ez ji mirovên mezin ditirsiyam. Her wiha min wer dizanî ku mirovên mezin xirab in. Ji ber şêwazê tevgera wan rihê min ê zaroktî tengav û nerehet dikir. Jixwe di wî temenê zaroktî de min nedikarî sedema vê baş şîrovebikim. Lê îro ez vê hîn baştir têdigihîjim ku ev tirs di çavên her zarokekê/î de, di mêzandinên wan a ji hawîrdora xwe re heye. Lê ya herî biêş, dema ku mirov bi xwe jî mezin dibe, bixwe jî dişibe kesên hawîrdora xwe. Rengê rû, por û çavên me wekî hev nebin jî, şêwazê jiyanên me û ferasetên me ji heman malzaroka civakî tên.
Dema ku ez dibêjim heman civak, ev nayê wê wetaya ku bi tevahî civak çarenûsa me diyar kiriye û tiştekî ku em bikin êdî nemaye. Bêguman rola civak di avakirina kesayet de bandoreke xwe ya pir mezin heye, lê ev civak bixwe jî dema ku çarenûsa wê di hin baweriyên şaş û têgehên xapînok de be, wê demê pêwîst dike mirov di wir de lêger û sererastkirinekê bide çêkirin.
Civaka ku di zanebûna hêza xwe de nebe û ji bo parastina hebûn û mafê xwe yên bingehîn têkoşîn neke, ew civak bêku bizanibe di xefka sîstema desthilatdar de dijî û wekî lîstokekî ku di destên lîstokvan de be, kengî bixwaze, her carekê kincek lê tê kirin. Tu dixwazî bila welatê vê civakê azad be (ger ku em tenê di wetaya ax, ziman û alê de bidest bigrin), tu dixwazî bila ev civak welatê wê ne azad be jî. Di encam de pergala desthilatdarî xwe xistiye giyana wê. Ji bilî ku di nava her civakekê de parçabûyîn daye avakirin, her kesayetek jî bi serê xwe parçabûyîn dijî. Ji ber wê pêwîst dike ku mirov wêrekiya lêpirsîna hişmendiya serwer ku pênaseyên şaş di mejiyê mirov de bi cih dike, nîşan bide.
Hêz bixwe ne tehekum, talan, qirkirin, parçiqandin û tirsandin e. Pênaseya kilasîk ji bo mirovbûyînê wha dibêje: “ ji ber hizirî, peyivî, mêjiyê xwe bi kar anî û afirî ji cîhana heywanan qut bû û wiha bû mirov…”
Lê ev nivîse qala mirov nake, qala mirovbûyînê dike. Li gorî min ger ku em dixwazin têgeha hêzê ji pênaseyên şaş xilas bikin û bigihîjin pênaseyeke rast, divê were zanîn ku hêz bixwe mirovbûyîn e. Di serdema ku em tê de dijîn ji bo di her meydana jiyanê de em azad tevbigerin û xwe azad hîsbikin, pêwîstiya her mirovekê/î bi têkoşan û çalekiya mirovbûyînê heye. Ji ber her mirov dihizire, lê çawa dihizire, li gorî çi dihizire û çiqas rast dihizire? (Ez naxwazim têkevim wê sefsetaya ku dibêje “ev rastî îzafiyet e” (gorecelî). Yanî gotina ku dibêje “dibe hin tişt li gorî te şaş be, lê li gorî min rast e.” ji xwe tiştekî ku bi navê li gorî min û li gorî te çêbû, em nikarin li wir qala civakbûyîn û hizirandinên rast jî bikin.) Her mirov xwedî hest e û di hin karan de serketî ye, lê tevgerên me dem demî ne. Li gorî hin deman, hin kesan û hin bûyeran e, an bi zanebûn û ermancên me re dibin rêheval û di zanebûna pêwîstiyan de xwe diyar dike.
Ji ber hêza mirovbûyînê di avakirin û xweşikirina jiyanê de diyarker e, ev hêz dikare civakan ji xetimandinên heyî xilas bike. Îro di cîhana me de kesên ku sedemên şer û kuştinan in û vê jî rewa dikin, ma bi xwejî ne mirov in? Lê ji ber kiryarên wan, mirov dikare mirovbûyîna wan bixîne jêr pirsan. Ger îro di cîhana me de li cihekê bi hezaran, heta bi milyonan mirov jiyanên wan bi êş, tirs, xemgînî û hwd. derbas dibe, li kêleka wê komeke biçûk ji mirovên ku ji van rewşan re dibin sedem û vêna li ser guhê xwe re davêjin, an ji nedîtî ve tên û ev jî bi navê hêz û azadî tê kirin, wê demê mirov dikara qala kîjan mirovabûyînê bike?
Mirovbûyîn bixwe xwe dispêre wîjdaneke azad ku, xwe ji ajoyên takekesî xilaskiriye û li gorî feraseteke adil, ji xwe û ji hawîrdora xwe re nêzdibe. Her weha exlaqê ku dijî û dide jiyandin esas digre, ne ku bêexlaqiya bikuje û bide kuştin rewa dibîne. Wiha jî jiyan wê hîna xwezayî were dîtin û jiyandin. Wek mînak wê diyardeyek wek mirinê jî nebe sedema ku mirov jiyana xwe di nava şîn û giriyê de derbas bikin. Dema ku mirineke xwezayî be, ji ber her mirov dema ku dijî, dizane ku wê rojekê bimire û dema di zanebûna jiyanê de be, wê mirinê jî bi weta bibîne. Jixwe wetadayîna jiyan û mirinê, bi zanebûna me ya ji xwezayê re girêdayî ye. Têgihîştineke bi weta qezenc dike. Wê demê mirov, mirinê weke perçeyeke jiyanê dibîne. Lê ev tenê dema ku herikîna jiyanê û pêşveçûna mirov li gorî zagonên xwezayî be, dibe. Lê dema mirov û ferasetên mirovan yê paşverû bixwe jiyan û mirina mirov diyar bike, wê demê ne jiyan tê tehemulkirin, ne jî mirin tê qebûlkirin.
Niha divê were lêpirsîn ka kî/kê ji vê rewşê re dibin sedem? Em dizanin ku kesên desthilatdar an jî kesên ku îro fermana komkujî û qirkirinê didin, demekê ew bixwe jî zarokbûn, xwedî rihekî paqijbûn, lê çawa giyana wan evqasî qirêj bû? Li vir ez nakevim hewildana ku bersiva vê pirsê bidim, ez ê bersiva vê pirsê ji we xwendevanên hêja re bihêlim…