• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND

June 9, 2025
in Rêber Apo
A A
RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê.

Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; “Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye”. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir.

Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, “Ew kurê xwedawendê ye”. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî)  hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, “Rêgeza Hêviyê” pêş xist. Min got, “Pêwîste her jinek azad bibe”. Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.

Min got, “Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye”. 

Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye. Di tecrubeyên sosyalîst ên di tevahiya dîrokê hatine jiyankirin de ev rêgez her tim kêm maye.  Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, eger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin.

Projeya min a nîvçe maye, bi Jîneolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim. Wekî ku Budha gotiye; “Heta ku tu xençera di pişta civakê de dernexînî, tu nikarî qet tiştekî bikî”. Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexînî, tu nikarî ti pirsgirêkan çareser bikî.

Jîneolojiyê bi vê mebestê rêyek girîng derbas kiriye. Kedeke bi nirx hatiye dayîn. Niha pêwîste ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir wateyê qezenç bike. Pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin.

Sîmon dibêje ya; “Wekî jin nayê dinê, dibe jin”. Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûn bikin. Eynî wekî ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîste derbarê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike. Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê viya dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de jiyan dike, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şewitîner qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî rasteqîniyê qezenç dike.

Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihad hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewarim ku min bi vê rastiya min, bi awayekî rast fêm bikin.

Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya “Aştî û demokrasiye” ya ku em hewl didin pêş bixin, bikin.

Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.

Rêber Apo

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND
Rêber Apo

RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND

June 9, 2025

Read moreDetails
PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk