• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025
in Perspektifên Rêber Apo, Rêber Apo
A A
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Her wiha pirsgirêka we ya hest û evîndariyan heye. Ev jî dibe hilhila vî karî. Weke hûn her tiştî dikin, nermoka vê jî nekin xweşiya wê namîne. Dema em ketin nav vê qadê jî, ji ber ku ji qadên hesase, dibe tinebûna hemû tiştî. Xeleka dawî wisa ye. Jixwe xala Kurd herî dawî xwe tine dike jî evdere û hûn dixwazin vê jî di nava me de temam bikin. Zilamê reben di şer û hêzê de îflas dike, peyre jî –ez zêde keçan tewambar nakim, zilam pêwîste bên tewambarkirin- ji ber ku qaşo serdestî, vîn û hêz bi wî re ye çav diberdê keçê. Nekariya li dijî dijmin û paşverûtiyan bibe desthilat, dixwaze li hember keçek reben bibe desthilat. Ma ev neşerma herî mezine?

Ez dikarim ji vî aliyê xwe ve jî, xwe bi du hevokan bidim nasîn. Hêzek min a desthilatî ava bûye, hêza min a li hember emperyalîzmê axaftinê heye, li hember min pir bifikarin; bes tevî evqas hewldanên min, weke hûn dikin, xwe li hember mirovên lewaz, van şervanan, nexasim van keçan weke hêza desthilat ketîbûnekê raber nakim. Binêrin cudabûnek me çiqas mezin heye. Ma mirov li hember mirovên lewaz xwe hêzdar raber dike? Mixabin em nikarin di vê mijarê de leza fermandarên xwe rawestînin. Hinek jî tevizîne, dibêjin; “An em ê dev ji jiyanê berdin, an jî bibin cinawir.” Em ji van fermandarên xwe re dibêjin, tu çima mirinê esas digirî; sedê salane dijmin mirinê li ser te ferz dike, hinekê jî li ber xwe bide. Piştî ku hûn bin ketin şûna birevin cem jinê, hinekê jî ber bi serkeftinê ve bazdin.

Tişta di cewhera têkîliyên we de evin: Li cihê ku binketin destpê dike û rêxistin xilas dibe de xerîzeyên we û hestên we yên herî hov gur dibin. Mixabin pêwîst bû berovajî vê pêk bihata. Dema hûn ber bi serkeftinê ve bilind dibûn û hûn diçûn ku dijmin bin bixin, pêwîst bû hestên herî mezin pêş ketiban. Ev pênaseya Evîn’ê ya rasteqîne. Azweriya azadiyê her tim wisa tê vegotin. Mixabin hûn vê her tim berovajî dikin. Navê wê jî dikin têkîliya jin û zilam û her roj zimandirêjiyê dikin. Hûn ti caran naxwazin xwe rast bi me bidin nasîn.

Têgehên weke mijarên civakî, jiyana civakî hatine pêşxistin. Min gelek caran jiyana civakî bilêv kir. Lê belê ew berovajî ya me bilêv kirî ferz dikin. Ji bo jiyana civakî wateyekê rave bike, me got neçare em bi xalên pir girîng ên siyasî û leşkerî ve bên girêdan. Weke mînak min jiyana xwe vegot. Ger min jiyana xwe bi yekbûna rêxistinbûn û siyasîbûnê ya bêhempa ve saz nekiriba, jixwe dê jiyanek bi navê jiyana civakî nebûya û hêjî wisa ye. Ev hemû vekirîne û me selmandine. Hestên we heta dawî korin û ji hêz dixin. Ev jî heqaretek mezine. Mirov şaşwaz dimîne ku hûn çawa diwêrin vê bikin. Tevî hatime vî temenê xwe, hêjî pêwendiya bihêz dike û evqasî bihêzkirina jinan kêm dibînim. Yên me li dijî vê ne û dibêjin; “Jina ku serê xwe radike cinawire.” Fermandarê bi navûdeng Zekî, li benda jina ku vîna wê tine bûye û çar bi çar teslîm bûyiye yan jî li têkîliyên ku heta dawî di ferdperestiyê de fetisiye digere. Ev çendî şermek mezine!

Ya herî xirab jî ruhê we fêrî vê bûye, ango hûn serbest bimînin dê hûn tev wisa bin. Ev li hember mirov û evînê heqaretek mezine. Di vir de ti daneya rêgeza xweşikbûnê nîne, tiştek bi têgehên ku mirov bêje xweşike rave bike nîne. Belê mamosteyên aqilê wisa derketine û di nava we de jî pêkhênerên vê yên çavsor hene. Min ji we re vekir evîndarî ne tiştek hêsane. Min ev dahûrand û gelekî jî bi zanistî bilêv kir. Yeqîn nakim niha ti psîkolok û civaknas bikarin vê pênaseya bihêz bikin. Hêza we tine ye. Gelo yên bêhêz dikarin çi girêdanê bi evînê re saz bikin? Mirov qet evîndarî kesayeta we nabe. Ji ber evîn ji berê de di kesayeta we de miriye. Gelo şûna wê çi maye, hûn dizanin? Xwecihên Afrîka mirovên pir xweşikin. Lê asta têkîliyên wan ên herî paşverû jî ji bo min pir watedare. Lê mixabin a we weke çiravek reşe.

Sedema vê di tevahî dîrokê de mêtîngeriya ku pêş ketiye û hûn neçarin van fêm bikin. Hûn dibêjin; “Dilê min hest dixwaze.” Ev çi heste? Mane bi we re tiştek bi navê hest nemaye. Yek ji armancê vî şerî ya din jî, pêkanîna evînê ye. Ji bo em hêz bidin van keçên reben da ku bikarin bi xwe bimeşin jî, ev çil sale em amadekariyê dikin. Keçek bikeve destê we, wê di bîst û çar saetan de ne ruh, ne jî fîzîka wê bimîne. Jixwe dê peyre jî zilam weke xoşavê jihev bikeve. Rewşa evîndarê me dawî jiya jî wisa ye. Ma kesê ku hez dike û evîndar dibe wisa dike? Hûn ê jî van fêm bikin û wisa bijîn. Em ne ji wan tîpên ku hûn dinasine. Hûn ê fêm bikin ku ez ne “Hasoyê mêşgirtî” me. Ti keç û xort nikare me ji rê derbixe. Kesên tên cem me hewcedariya berzbûnê esas digirin. Dev ji ketin û danaxistinê berdin, ez behsa firdana ber bi asîmanan ve dikim. Me ev selmand. Em ne li dijî evîn û hestên we ne, lê gelo hûn ber bi esimanan ve firandin, vaye ev xal ji bo we negîringe.  Xeta we ne wisa ye, peyre jî hûn ê yekser nebêjin; “Ez li erdê ketim, parçe bûm.”

Para mezin nakim a xwe yan jî nabêjim her tişt min kiriye, lê yeqîn dikim ku min rêya evîna rast jî vekiriye. Bi baldarî vê lêkolîn bikin. Ez zilamek aqilmendim, bi rastî jî tiştna dikim, lê mixabin hûn jî xirab dikin. Ew hemû keç û xortên ku hûn dildar dibin min ava kirin. Dibe ku hûn ne di ferqê de bin, bes em hêjî hewl didin jiyanê fêrî wan bikin. bifikirin hemû aliyên fîzîkî, ruhî û cînseltî bi qusur û kêmin; ez jî hewl didim di asta bêhempa de sererast bikim. Ma heta ku ev nebin hestên girîng pêş dikevin? Hunerek ku we ji dê û bavê xwe girtî hene. Kî çawa yeke din xapand? Hêjî di bîra min de ye: Di sala 90’î de digotin; “Em li çavên hevdu dinêrin, fêm dikin çi dixwazin ji hev re bêjin.” Başe ku me xwe li vê evîndariya çavsor neqeliband. Ji ber ger tu evîndar bûyî diqedî. Ger min xwe ji vê re negirtiba, ji kesayeta min jî kesek kêrî pênc quruşan bê dernediket. Zêde pesnê xwe nadim, kesek me, zêde ji mirovan bandor dibim, lê hêjî xwe bi tevdîr dimeşînim. Di pêwendiyên bi hemû mirovan re dilê min heta dawî şiyare. Bawer nakim nirxa ku didim mirovan hûn bi kesek din re bibînin. Dîsa ji xwe re dipêjim; “ dibê ku wisa rû bide” û li hember vê tevdîr digirim. Ger hûn jî wisa bin her ku biçe hûn ê mezin bibin û dibe ku hêsan jî nekevin.

Ger em we serbest berdin, wê di asta jin û zilam de kesek ku hevdu nexapîne nemîne. Hûn bîrdozî, polîtîka û rêxistinê piştguh dikin, yekser dibêjin; “Bila ev li aliyekê bimînin, bila fitne û fesadiyên me jî li aliyekê bin.” Elbet di vir de her tişt tê windakirin; artêş jî diçe, jiyan jî diçe û evîn jî diçe. Niha hûn ê ji min re bêjin; “Ev tiştên ku tu dibêjî me pir tengav dike.” Bes ne ez pirsgirêkê derdixim, tenê hêcetên derbaskirina pirsgirêkê ava dikim. Gelo dijmin ji bo we çi dike? Ma li gorî berzbûnê bi qasî quruşekê jî nirx dide nasname û kesayeta we? Ma rizgarkirina jiyanê, rêzdariya li hember jiyanê û vexwendina xweşikbûnê ne pir girînge? Çûk jî li cihên pir ewle, qet nebe li cihên ku destê mirov û maran nagihijiyê, bi ferasetek ewle hêlîna xwe çêdikin. Deka li xwe binêrin, ger dijmin destê xwe dirêj bike dê yekser bi qirika we re bigire. Ev çine, qaşo hestewarî pêş dikevin! Ecêb dimînim. Ma we li çûka jî nenêrî û hinek tiştan fêr nebûn? Hûn ê ji jiyanê hez bikin.

Dema van dibêjim, kes ji we re nabêje dev ji jiyanê, hestên mezin berdin; berovajî ez dibêjim, hemû diyalektîka jiyanê ji aliyên felsefî heta estetîk fêr bibin. Van fêr bibin. Ev kar wisa bi fêlbaziyên gundîtî ve çênabin. Ger ev kar bi fêlbaziyên gundîtî ser ketiban, em ê li pêş hemû cîhanê bûna û dê evîndarên bêhempa jî li wir derketan holê. Dersên PKK’ê yên bîrdozî û şer her tim li ser vî bingehîne. Lê we şêwazek wisa ava kiriye, hûn ji jiyanê qut bûne û tine bûne. Em ê şêwaza pêşî rêxistinê, peyre hevdu û herî dawî jî xwe tine dike ji holê rakin. Ez yeqîn nakim ku ev ji bo mirovan xwezayî be. Ya misoger israra di mirovbûnê de ye.

Hêvîdarim di vê kêliya ku partiya me fermî bîst saliya xwe dijî de, em ê xwedî li xisletên erênî yên ku dijmin jî ketiye ferqa wan derbikevin, li dijî aliyên xisletên xwe yên xirab li ser me ferz dikin şerek karbidest bimeşînin, ji bo vê jî hem mayîndekirin û hem jî di misogerkirinê de bibiryarin. Ne tenê bi biryar, hêvîdarim hûn kêlî bi kêlî di nava hewldanek têrkar de bin. Pêşî em ê hêza derbaskirina vê xeteriyê raber bikin. Dîsa hûn ê bi vê re aliyên berxwedanî û serkeftina dîroka me ya bêhempa cardin bi heman misogeriya biryardar û hewldana karbidestî ve bikin malê xwe û bi pîvan nêz bibin. Hûn ê di mijara jiyana azad de nirxek mezin bidin pêşketina balkêş a me saz kirî –jixwe ev kesên bêruh ber bi vejînê ve dikişîne- û eleqeyek mezin raber bikin. Hûn ê xisletên van hem pênase bikin, hem jî xwe li ser vî bingehî jîndar bikin. Em ê vê sala fînalê ya bîst saliya partiya xwe li ser bingeha hêjayî van rastiyan pêşwazî bikin. Nexwe aliyên berovajî biryardarî nayên derbaskirin û ger di ketina sala bîstemîn de bi bandor be, em ê îxanetê li vê partiyê bikin û dê partî ji nav destê me winda bibe. Xeternakî evqasî mezine.

Em di dîroka xwe de cara yekê di quntara jiyanek serfiraz de cî digirin. Pêwîste em weke dev ji vê jiyanê bernedin xwedî lê derbikevin, ji ber vê jî heta dawî berpirsyarî û cidiyet raber bikin. Kêmasiyên her mirovî hene; bes her ku em jiyan dikin, hewl didin hem van sererast bikin, hem jî derbas bikin. Dema me dest bi vî karî kir, kesek ji we tevan lewaztir bûm. Lê piştî ku me biryar da em ji we cewaztir bijîn, bi bawerî û duristî ve, min her tim bi qasî ji destê min hatî hewl da û ji bo min pîvan bû ku pêwîstiyên jiyanê bicîh bînim. Dikarim misoger vê bêjim: Cewaziya bi min re domdare, xelek li ser xelekê servekirine û bi vê re jî ger hebim dibêjim heme. Hûn bi kêmasiyên xwe ve domdariyê qut dikin, bêndên we qutin. Ger hûn hêjayî nirxek zêrîn jî bin, ji ber ku hûn ji yên din qutin li erdê belav dibin. Maşîna şoreşê tenê bi xeleka saxlem pêşve diçe. Hûn jî ji ber ku hemû xelek qutin, nikarin bibin xelek jî. Em dev ji xelekek saxlem jî berdin, ji ber nelêhûrbûn û xelek bi ser xelekê ve nekirin, we bi şêweya xelekên qut vir û wir ve belav dike û tiştek hêja nahêle. Vêca em ê vê derbas bikin û lêhûrbûna li ser jiyanê domdar û misoger bikin.

Di vir de windahiyên me negirîngin; yek diçe, deh xelek amadene û bi ser ve zêde dibin. Dîroka PKK’ê, dîroka nebinketinê ye. Ev jî ji ber pergala li pey hev, bêhempa û zêde xelekên bi ser hev ve pêşve diçe. Ger hûn jî wisa bin, em ê li her qadê bi rêhevalên saxlem ve pêşve biçin. Yekê pirtûk nivîsandiye, ji bo me dibêje; “Komare.” Em ne tenê komar, aborî, civakî û leşkerî, plansaziya hemû aliyên wê dike û otorîteyek wê bi xwe disepînin. Dixwazim vê bêjim: Em ne tenê di wateyek kevnar de partî ne. Em şêwaza rêbertiyek ecêb birêve dibin. Ev jî ne çav û birhên min ên reşin, saziyeke. Ez hebim jî, nebim jî dê ev berdewam bike û hîn ji niha ve ji dewletên heyî bandortirin. Hûn ê hinekê jî PKK’ê wisa pênase bikin. Pergal, rêgez, pratîk, jiyana nû û şerê PKK’ê ya ji pergala dewletê cudatir heye. Ev hemû heman weke pergalek dewletê di nav hev de ye. Heta ez van dewletan li paşmayî dibînim. Ji wan re dibêjim dewletên dînazor. Em dizanin zêdetir jî bikin, quralên wê jî ava bikin û naveroka wê jî dagirin. Ev hewldanek mezin, bêhempa û pir xweşike, lê pêwîste mirov pêşî vê bibîhîse û fêm bike.

Tişta li vir pêk tê, em ji îdîayên mirovahî bigirin, ji nû ve dîtina hemû tiştên ku mirovekê winda kirine. Lewma hem li hember PKK’ê eleqe evqas mezin dibe, hem jî tê gotin; “PKK cihê nûnertiya meylên ku mirovahiyê winda kirine.” Hêjî li hember PKK’ê eleqeyek ku dê hestên mezin ên mirov bê dîtin heye. Bal bidinê, PKK ne tenê partiyeke, lêgerîna jiyanekê, lêgerîna civakek nû ye. Hûn ê hewl bidin PKK bi kûranî fêm bikin. Xebatên artêşê jî parçeyek vê ya biçûke. Aliyên wê yên din jî pir girîngin. Ev hemû yekparene, yek nebe ya din nabe. Pergaleke û yek xeleka wê ya qut nîne. Lewra pêwîstiya we bi perwerdeyek pir cidî heye. Heta hûn hîn nebin hûn ê jî bêjin “qet” jiyan nabe û bijîn; “PKK partiyek wisaye ku vê heq nake” û wisa nêz bibin.

Yeqîn dikim, ev bûyera ku me ji bê derfetiyan ava kiriye hîn ji niha ve em dikarin bixin bin xizmeta mirovahiyê. Ne tenê gelê me, em dikarin bixin bin xizmeta hemû gelan û mirovan. Evîna PKK’ê wisa ye, lehengiya PKK’ê li ser vî bingehî ye dê serkeftina PKK’ê jî li ser vî bingehî be. Ji bilî vê ti wate nîne ku em we pêşwazî bikin. Hûn li kur dinêrin binêrin, parazvanên hemû dozên mezin û şoreşên mezin bi rêgez û şervanên xwe ve wisane. Ji bilî vê tiştek din ji me hêvî nekin; eleqe û têkîliyên li gorî pergalê ji me nexwazin; li benda pêdiviyên rêgezên mezin û şerên mezin bin. Hûn tevlî refên me bûn, we ev dît û li vê geriyan. Her wiha piştguh nekin ku ew nan û av, jiyana ku hûn hewl didin bi dest bixin jî ancex bi vê gengaze. Hemû dewlemendî encama şerê van rêgezane. Hemû kesên ku rêgez û şer danîne aliyekê niha birçîne. Lê ez ne birçî me û ev negengaze jî. Ez ji her hêlê ve dewlemendê herî mezin ê vî welatî û vî gelî me. Ev ji bo şerê rêgezên min ên bêhempa esas hatine girtin lewma wisa ye. Ev pir zelale. Ma hûn dikarin çi bixin plana duyemîn û çi bidin pêş?

Vaye ev PKK ye, ev Rêbertî ye û ev Serkeftine.

Rêber Apo
24.11.1997
Çavkanî: Pırsgırêkên Partîbûn Û Peywırên Me

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk