• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025
in Nirxandin
A A
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ez dixwazim di vî aliyê de bal bikşînim ser, min bi xwe jî piştî Serokatî dîl hat girtin şûnde tevlî Partiyê bûme. Niha kesên di vê hawirdora kongreyê de amade ne jî ji 3’yan 2 piştî Serokatî dîl hat girtin tevlî Partiyê bûne. Yanî ev bi xwezayî çi derdixe pêş, em bi xwe li dijî komplo û dîlgirtina Serokatî tevlî Partiyê bûn. Ger Serokatî di şert û mercên dîlgirtinê de bibe û sîstema Îmraliyê de jiyan bike nayê qebûkirin ku sedema me ya tevlîbûnê ew e ku em Serok ji sîstema Îmraliyê derxin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, ev sedema me ya herî sereke ye. Niha di Partiyê de jî tevlîbûnên ku çêbûne ji 3’yan 2 ji ber vê sedemê ye. Dewlet nikare ku vê yekê ji nedîtive bê, piştguh bike. Yan jî bi dîmen, wêne û peyamekî bixwaze me razî bike, nikare bike. Piştî daxuyaniya Serokatiyê şûnde li ser hemû tunelên me geriyan, daxuyaniya Serokatî xwendin, xwestin şerê pskolojîk bimeşînin, gotinên wekî teslîm bibin, çekan berdin jixwe rêxistin biryar girtiye divê hûn jî teslîm bibin kirin. Dijmin pir zêde heqîqeta me nizane. Bi rastî jî heqîqeta PKK’ê û şervanên wî pir zêde nizane. Niha girêdana me bi hevalan re nebe jî, girêdana rêxistinê bi me re nebe jî kêm zêde em dizanin ku rêxistin wê çi biryar bigre, wê çi nîqaş bike û çi ji me re bêje. Heman tişt ji bo Serokatî jî derbasdar e. Ez bi xwe Serokatî re nemame, min pê re jiyan nekiriye, lê ez dizanim ku Serokatî wê derbarê me çi bifikire, ez dizanim Serokatî wê çi biryar bigre çi negre. Îja bi rêbazên wiha qirêj li ser tunelan digerin, bangawazî dikin, dixwazim hevalan teslîm bigirin. Berî vê heval Cemal daxuyaniyek dabû, bi rastî jî fedayiyên ku çend sal in li hemberî we şer kirine ji ber çi wê teslîm bibin ku we ewqas zilm li ser me kirine. Ez dixwazim axaftina xwe bi gotinekî bi dawî bikim; hevalên li tûnelên Şehîd Yûnûs ji heval Cemal û Zozan re nameyek nivîsandibûn, di wê nameyê de beşeke heye ku heval ji bo dijmin nivîsandine û di heman demê de vê beşê li ser cîhazê ji dijmin re jî xwendine. Yanî dijmin tê bi timî bangawazî dike, bi van peyvan pir zelalî derdikeve pêş ku di vê pêvajoyê de helwesta hevalên di tûnelan de çiye. Ez dixwazim vê beşê ji hevalan re bixwînim û axaftina xwe bi dawî bikim. Jixwe komekî hevalên jin in û cihê xwe di tûnelan de digrin, dema peyam hat heval Besê û Mîtra wê demê şehîd neketibûn. Bi vê wesîleyê gotinê hevalan jî di kongreyê de ji hevalan re bixwînin. Beşa ku heval ji dijmin re nivîsandine wiha ye; ‘Hûn her roj tên û ji me re dibêjin teslîm bibin, hûn bi teslîmiyet û kuştinê gef li me dixwin. Hûn bi her cure derfeta destê xwe li hemberî me sûcê şer dikin. Bersiva me ya yekane ya li hemberî we ew e ku em ê li dijî teslîmiyetê di berxwedanê de israr bikin. Em şervanên azadiyê ne ku li dijî vê şerê bêedalet derdikevin. Lê hûn qurbanên vî şerê bêedalet in.’ Ev hevalan bi vê peyamê hem sekna xwe ya li hemberî dijmin raber dikin ku ev ne tenê ji bo tûnelek e, tûnelên me yên din jî wisa ne, hem wek hevalên jin hem wek gerîlayên YJA-STAR’ê û gerîlayên HPG’ê bi yek ziman dixwazin vê pêvajoyê raber bikin, tê fêmkirin. Em jî di şexsê heval Besê û heval Mîtra ku ew herî dawî di qadê de şehîd bûn têkoşînê xurttir bikin. Ji bo ku têkoşînê xurttir bikin û ev lîstokên dewleta Tirk vala derxin, ji bo ku di aliyê leşkerî û jiyanî de li hemberî dijmin têbikoşin û şerekî dijwar bidin meşandin di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile me em ê pêk bînin.

Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Sorxwîn Avesta

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Di Kongreya 12’êmîn Ya PKK De Nirxandinê Hevalan
Nirxandin

Di Kongreya 12’êmîn Ya PKK De Nirxandinê Hevalan

May 22, 2025

Read moreDetails
HEVAL FUAT BI RÊBERTÎ RE BÛ HEVRÊYÊ RAST
Şehîdên Azadiyê

HEVAL FUAT BI RÊBERTÎ RE BÛ HEVRÊYÊ RAST

May 21, 2025

Read moreDetails
DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk