Di pêvajoya kongreyê de komplo li ser Rêbertî heye. Lewaziyên ku komployê de tên jiyîn hene. Wekî jin berpirsiyariya me çi ye? Wekî jin xwe girtina dest, ya rastî tesfiyekarî heye, xet bi Rêbertî re nabe yek, paşverûtî heye. Em vana derxin pêş, lê belê di komployê de berpirsiyariyên me çi ne?
Rewşa kongreyê bi Rêbertî re tê parvekirin û Rêbertî ev rewş wisa nirxand û got: “Ji rojevê derketin heye, hinek dixwazin rojevê ji rê derxin.” Ev bûyerên ku derketine Rêbertî wek provokasyonê nirxand û got, “hûn nikarin bi vî awayî pratîkên sûc jî tespît bikin. Hûn di esnaya Kongreyê de hinekan bigirin, hûn nikarin van bûyeran zelal bikin.” Bi rastî pratîkên sûc hene. Pêwîste pratîka hin şexsên xwedî pratîka tasfiyekarî bê darizandin. Rêbertî wisa got: “Madem kongre bû, we bihişta bila şêwazê wana di kongreyê de bihata nirxandin… Pêşiya kongreyê li ber derketinek bi vî awayî, provokasyon e. Ev atmosfera kongreyê provoke kirine û her wiha rojev ji cewher derxistine” û bi vî awayî mudaxele kir.
Niha li derekê pirsgirêk pir zêde bin û tu hinek pirsgirêkên din derxî pêş, esas hemû pirsgirêkên din di bin wê de tên veşartin. Rêbertî ji bo wê got, “hûn nikarin bi ser bigirin. Yek jî, hûn dixwazin vê pêvajoyê bi jinê îzah bikin.” Jixwe hîn ji berê ve pratîkên xwe yên lewaz hemû bi jinê îzah kirin wekî şêwazekî di zilam de derdikeve holê. Rêbertî jixwe mudaxele kir û bi vî awayî hem nirxand, hem jî dîwana Kongreya Şeşê guhert. Rêbertî dibêje, “Ev kongreya kesên di nav dorpêça agir de ne. Ez di sêdarê de dixebitim û ji nav dorpêça agir diaxivim.” Wê demê gel hemû li Roma rabibû ser piyan. Hevalên ku bedena xwe dan ber agir, ji gelek însanên ji gel bedena xwe dane ber agir. Rêbertî ji bo wê bi giranî xwest were hîskirin.
Esas di kongreyê de divê pratîkên hundir, pratîkên biryargehê û dîsa di ‘97’an de pratîkên eyaletên hundir hene, wana binirxîne. Erzirom tesfiye bûye, pratîkên Amedê, Garzanê hene û heta hevalên jin hatine kişandin. Pratîka Soran heye. Li eyaleta Botanê ji bo şêwazên şer hinek rexneyên Rêbertî hebûn. Zagros dîsa wisa. Diviyabû di vê kongreyê de ev pratîk hemû bihatana nirxandin. Pir zêde nayê destgirtin. Li şûna vê, li beramberî jinê wekî sekneke giştî tê nîşandan.
Ji bo Kongreya PKK’ê ya Şeşemîn li Roma axaftineke Rêbertî heye. Heta piştî wê dijmin got me cihê Wî tespît kir. Ya rastî hemû tişt ne pê ve girêdayî ne. Rêbertî axaftin dirêj dikir, hinek dewletan gotibûn, “me di telefonê de cihê Wî tespît kir.” Elbet hemû tişt ne ew in, lê belê bandor jî kir. Tabî Rêbertî tenê bi vê axaftinê nayne ziman, xwe dispêre nirxandinên xwe yên derbasbûyî jî, pêwîste nêzîkatî ji YAJK’ê re çi be? Zilam wisa nikare erzan nêz bibe. Me xeteke qehremaniyê ava kir, jin jî pêwîste şopdarê vê be. Erê, dibe ku hinek kêmahiyên xwe jî hebin, lê em jî carina înkarker nêzîk dibin. Temam zilam e, dixwaze bi desthilatdariya xwe nêz bibe, xwe bi jinê îzah bike, kêmahiyên jin derxe pêş, lê em nikarin wisa înkarker nêzî dîroka xwe bibin. Rêbertî nirxên ku hatine avakirin, ji wê re nêzîkbûn bi çi awayî çêbibe rave kiriye. Jixwe Rêbertî di pêvajoya komployê de Derwêşê Evdî û Edûlê xist rojeva me. Zilam jî dikare wisa nêz bibe, zilam kişandina têkoşînê ye. Zilam li beramberî wê wisa bigire dest. Rêbertî ji van têkiliyên şaş re nêzîkatiyekê datîne. Ji van têkiliyan re nêzîkbûna me çi be, pêwîste ew were pêkanîn. Di Kongreya Şeşemîn de Rêbertî dixwaze pêşî lê bigire.
Ji bo vê Kongreyê, tiştê esas ê ku em derxin pêş, helwestên me di wir de çareserker nebûn. Rêbertî ji bo pêvajoya komployê wisa got: “Çiqas komplo li ser min e, hûn ji min xetertir di nav çarmixê de ne.” Jixwe Rêbertî dîsa ji bo xebata azadiya jinê got, “Xebata min a jin nîvçe mayî.” Çima? Ji ber xebatek nîvçe ye, yanî pêkan e ku her kêliyê êrîş li ser çêbibe. Êrîş tenê di wateya dijmin de nabêjim. Di encamê de hîn tam têgihîştinek çênebûye, nîvçe ye, temamkirina wê lazim e. Lê ev komplo ne tenê li ser Rêbertî e, esas li ser xebateke stratejîk e. Rêbertî digot, “Hûn hîna dibin xeteriyekê de ne, lê ez ê we ji bin çarmixê derxînim.” Wekî jin jî bi şert û mercên komployê ve girêdayî hîn şêwazê têkoşînê girtin, xeteriya ser xwe dîtin û her wiha ev meseleyek wisa ye. Tu biryarekê dide ku têkoşînekê bikî, wê wextê pêwîste tu dijminê xwe baş nas bikî, hêza xwe baş nas bikî û tu xwe baş xurt bikî. Vana pir girîng in, an na tê bikevî. Temam binketin dibe êşek e, lê dibe heqîqet be, yan jî bêheqîqet be, di encamê de em dixwazin vê têkoşînê bi ser bixin. Ya yekê, pêwîste em wisa binirxînin; di şêwazê me de jî kêmayî hebûn. Dudu, em di ferqa cidiyeta Komploya Navnetewî de nebûn. Her wiha Rêbertî ji bo sedemên komployê got, “rêhevaltiya kêm”, esas aliyê wê yê mezin em in, pêwîste em xwe jî tê de bibînin. Ango em nikarin bêjin “zilam bû, berpirsyar ew bû, ew lazime xwe tê de bibînin.” Belê me rolek çawa leyîst? Dîsa di vê Kongreyê de ferasetên zilam ên serdestî dixwest xwe bi lewaziyên jinê îzah bikin. Hinekî ev derket pêş. Ya rastî lewaziyên jinê jî pêşî lê vekir û ji zilam re jî bû wek sedem ku xwe bi jinê îzah bike.
Xisûsa din jî, ev Kongreya herî dirêj e. Erê komplo tengav bû, Rêbertî got, “êdî belav nebin”, jixwe hîn di nav pêvajoya kongreyê de Rêbertî êsîr hat girtin. Piştî esareta Rêbertî Kongre biryareke wisa derdixe; biryara fedaîbûnê derdixe. Di wê demê de gelek hevalan biryar girtin çalakiyên fedaî bikin. Bi taybetî jî hevalê jin biryar didin. Êdî di vê Kongreyê de hêzeke fedaî çêdibe. Rêbertî çû Ewrûpa, rêxistinên me yên Ewrûpa jî pêvajoya komployê tam fêm nekirin. Li qadên din jî wisa, yên di nav pratîkê de wisa nefêmkirinek hebû. Rêbertî wexta diçe Ewrûpa, êrîş li ser Rêbertî zêde dibin, dixwazin Rêbertî ji wê derê derxînin. Rêveberiyên me yên Ewrûpa digotin, “Rêbertî li vir e, êdî em nikarin xebatan bikin.” Ev gotinên pir biêş in. Wê wextê tu li wê derê li ser navê çi kar dikî? Hêza Rêbertî e, hêza tevgerê ye, lê ne di ferqê de ye. Hatina Rêbertî a Ewrûpa ji bo xwe wekî tengasiyê dibîne, ji ber ku xwe perçekî ji rêxistinê nabîne.
Xala din, Rêbertî Kanî Yilmaz dişîne Kongreyê, ji bo rewşa heyî ji Kongreyê re ragihîne. Kanî Yilmaz jî di rêveberiya Ewrûpa de ye. Kanî hîn berî Rêbertî were girtin bi du rojan dibêje, “rewşa Rêbertî pir baş e”, Rêbertî saet şeşê êvarê tê revandin, roja din nîvro saet duwazdeh Ecevît daxuyanî da, dîmenê Rêbertî nîşan dan. Rêveberiya Ewrûpa dizane ku Rêbertî hatiye revandin, wê demê Dîlan Şemsê li ba Rêbertî ye, heta di revandinê de hevalên kêlekê dixin cihekî, Rêbertî dixin cihekî. Dîlan ji Rêbertî re dibêje, “demançê bibe”; Rêbertî dibêje, “pêwîst nake”. Di wê demê de Mahîr Welat li wê derê ye, dikare xeber bide, ji gel re bêje Rêbertî hatiye ravandin, jixwe gel rabûye, ji ber hinek xeber derdikevin. Lê Mahîr Welat hîna jî dibêje tiştek nîn e, Rêbertî diçe cihekî saxlem, bi vî awayî pêşî li rabûna gel digire. Rojava jî di hewayeke li ser lingan de bû, ji ber Rojava qada Rêbertî ye. Rewş çi ye, wê çawa bibe, lê Mahîr Welat dibêje, “tiştek nîn e, niha nekevin tevgerê, hûn wisa dikin wê Ewrûpa li me zorahiyê bike,” wisa pêşiya serhildana gel digirt. Êdî em nizanin, bi rastî sîxur bû wisa dikir, an jî xeflet bû wisa nêz dibû! Di vê komployê de roleke xwe ya diyarker heye? Yanî xefletek hebû. Subjektîf e, ne subjektîf e em nizanin, lê objektîf daxilê komployê kiribûn.
Yek jî, wê demê li ser navê rêveberiya Ewrûpa Mizgîn Şen daxuyaniyek di radyoya BBC de da û ji bo girtina Rêbertî got, “darvekirin, an nedarvekirina Rêbertî ne pirsgirêk e” û li ser navê rêxistinê diaxive. Got, “Ya muhîm PKK bikaribe xwe berdewam bike.” Çawa ji bo tevgerekê Rêbertî hebe nebe ne pirsgirêk e!? Komplo ye, pêwîste tu hişyariyekê çêbikî, pêşî lê bigirî; ew radibe çi dibêje! Wê demê ji bo Mizgîn digotin, “Gelo ev sîxur e, sîxura Almanya ye?” Heta Rêbertî beriya wê carekê gotibû: “Gelo ev sîxura Almanya ye?” Dîplomasî bi dijmin re di nav têkiliyê de ye, ji ber lîstokên wan dewletan jî di nav de hene. Dibe ku hinek rasterast, hinek jî nerasterast xistibûn. Ev girîng e.
Ez çima vê dibêjim? Ji ber di navberê de salek derbas nebû, Mizgîn hat Kongreya PKK’ê ya 7. û ket Konseya Rêveber a PKK’ê. Yeka ku der barê Rêbertî me de daxuyaniyek wisa daye, di aliyê din de dikeve rêveberiya Tevgerê. Ev tişt hestê mirov ranedikir. Bi rastî yên ku li pêşiya Rêbertî bûn mertalê zindî, ew hevalên çalakî kirin. Li zîndanê hevalê Halît Oral got, “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!” û ew pêvajo berdewam kir. Dirûşmeya wê demê jî, “Bê Rêbertî jiyanê qet qebûl nakin!”
Me wekî Tevger komplo wisa pêşwazî kir; li milekî hevaltiya kêm e, xeflet e, li milê din jî fedaîbûn e. Amerîka daxuyanî da û got, “Me tiştek wisa texmîn nedikir.” Kesekî hesabek wisa nedikir. Li her çar perçên Kurdistanê jixwe rêxistin hebû. Vê jî bide aliyekî; li ku derê Kurdek hebû, rabû ser piya. Li vê derê me fêm kir ku li ku derê Kurd hene. Li Amerîka li pêşiya Qesra Spî daxuyanî çêbûn. Heta li gelek welatên ku me navê wana jî nedizanî, gel li wan deran rabû ser piyan. Ango rabûneke komple ji aliyê tevahî gelê Kurd ve çêbû. Esas mirov di vir de vê yekê dibîne; Rêbertî di wir de rastiyek ava kiriye. Esas rola parastinê ev dilîze, ev xeleka ji agir li dor Rêbertî çêdike. Ev girîng e.
Hevalên ku di pêvajoya Komploya Navnetewî de bi dirûşmeya “HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN” çalakî lidar xistine:
Berî esareta Rêbertî 3 hevalên jin çalakiyên fedaî derdixin. Hevala Rojbîn û Berwar ji Kampa Xedarê diçin, çalakiya fedaî derdixin, hevala Binefş Çinar jî ji eyaleta Amedê diçe, çalakî dike.
Hevalê Tayhan li Rûsya li gel Rêbertî dimîne, esas Rêbertî wî ji bo Kongreya PKK’ê ya 6. amade dike, dibêje “bila here”, hinek nêrînê xwe jî jê re gotiye. Lê ew jî bi hevalê Cîhad re bedena xwe dide ber agir, çalakiyê dike.
Di zîndanê de hevalê Halît Oral heye, ew jî bedena xwe dide ber agir.
Li Ewrûpa hevalê Berzan Öztürk hebû, ew jî bedena xwe daye ber agir.
Dîsa dayîka Hatîce bedena xwe dide ber agir û paşê xwe di balkonê de davêje.
Li Kobanê 8 dayîk xwe bi dar ve dikin.
Piştî esaretê, hevala Şaristan ji Kampa Xedarê diçe, 29’ê Adarê sala 1999’ê li Batmanê çalakî dike.
Hevala Meral Mamyak (Zîn) li Taksîma Stenbolê çalakî dike. Hevala Zîn ji Ardahanê ye, piştî êşkenceya dijmin dibêjin “mirî ye”, tavêjin ser çopekê, lê şehîd neketiye, piştre radibe û tê.
Hevala Bêrîtan (Hükmiye Seyhan) ji Nisêbînê ye, li Rûsya bedena xwe dide ber agir.
Hevala Rozerîn (Şükran Kaymaz) ji Nisêbînê ye, ji Amedê diçe li Elazixê çalakî dike.
Hevala Dîlan Wan li Edenê bi dirûşmeya “BÊ RÊBERTÎ JIYAN NABE!” çalakî dike.
Di zîndanê de hevala Kurdê û Rotînda li zindana Midyadê bedena xwe didin ber agir. Herdû heval bi hev re li saha Rêbertî jî mane.
Hevalê Xebat Qamişlo li Botanê, hevalê Akîf Kobanê li milê Zaxo, hevalê Felat Hesekê li Colemêrgê çalakiyên fedaî dikin. Xeta Egîdan di şexsê van hevalan de da der. Di dîroka mirovahiyê de pêşketineke bi vî awayî cara yekemîn e, kesî tiştek wisa hêvî nedikir. Di nava du salan de ji gel û hevalan 162 çalakiyên fedaî çêbûne. Ev çalakî di dijmin de tengasiyek mezin çêdike.
Akademiya Şehîd Zîlan