Di jiyana her mirovekî de serpêhatiyên awarte heye û wê her hebe jî. Ji lewra bi wate jiyan kirin û di oxira azadî de hebuna xwe afirandin, mizgîniya dilşahî ya wate û azadiye ye. Wate dayîn, xweşik buna jiyanê jiyan kirine. Xweşik buna ku bi hezaran can buye giyanê wê. Ango, sirê wate li gerdunê were pirsîn wê bibêje yekbun û hevsengî ye. Li xweza were pirsîn, wê bibêje nûbun û afirandine. Ger ku li enerjî wateya wate were pirsîn, wê bibêje azadî bi xwe ye. Ger li av were pirsîn, yê bibêje herikîn û xweşik bune. Ger li heqîqet were pirsîn, wê bibêje xwe zanîne. Ger ku li wate bi xwe were pirsîn, wê bibêje, wate, fena fîlah, ene elheq û nîrvana ye. Yanî wate, gihêştina heqîqet û azadiyê ye. Lewra bê rawestan, di nava şerekî bê dawî de Ehura Mazda û Ehrîman dixwazin lutkeya wate dayînê keşif bikin. Gelo şer yê wateyê çawa pênase bike? Şer zagona bingehîn ji bo gihandina wate ye. Teşe dayîn, avakirin, bilêv kirin û xemilandine. Di serpêhatiyên jiyanê de lepitandine. Di qamusa deryayên hestan de, şer aso û gelawêje. Ji bo zarokek biçuk jî dest û lingê xwe bilepitîne şerê herî dijwar li hember “zeman” ji bo jiyan kirinê dide. Di şerê Ehura Mazda û Ehrîman de yê ku wateya şer gihandibe heqîqetê wê bigîhêje serkeftinê jî. Ehura Mazda di henaseya bê eman ya dijwariya şer de wateya hebun zindî dike. Di qamusê deryayê hestan de exlaq, bi sê remzên xweşik wek baş bihizire, rast bipeyive û baş pêk bîne di pêlên xwe yê tafge de erşê mirovahî şîn dike. Mirov, sirê wate, wate dayîn, watedar kirinê dewr digre û êdî dem hatiye wate li “xwe buna xwe” jî serwext bike.
Ey mirov, ey beşer, ka bibêje, gelo heqîqeta nîrvana buyî tu bi xwe yî, yan guneha gerdun û xwezayê yî? Gelo guneha te ya herî mezin xwe nezanîne? Te hişt ku Ehrîman di meydana bawerî de ala xwe ya serkeftinê hilde. Ji lewra heya îro jî bê rawestan li heqîqeta wenda buyî bigere, da ku li xwe, li te, li hertişta ya wenda buyî bigere. Ey mirov, baş bizane ku ew deme ku tu digihêjî wateya rast ya jiyanê wî demî tu wateya hebuna xwe jî bi dest dixî. Wate dayîn hêza jiyanê qezenc kirine, sirê jiyanê pêhesîne, jiyan bi nirxê xwedavenda dayîk tacîdar kirine û wate dayîn, jiyane, jiyan kirine.
Ey mirov, tu bi xwe ye wate, tu bi xweye jiyan, xweza û gerdun. Rêber APO dibêje “ger ku azadî hêsan ba Bêrîvan û Ronahî xwe nedişewitandin”. Ger ku hêsan ba, gelo piştî qetil kirina Mensurê Helac wê kes qala xwe zanînê kiriba? gelo piştî lisêdare dana Qazî Muhemed wê Leyla Qasim hespê azadiyê bezandiba? Ew bun ku li hember yê ji xwe xafîl, li hebuna xwe mokir hatin û ronahî kirin diyarî ji lêgerînên zaanistiyê re. Û îro li derguşa mirovahî, Rojhilata navîn, taybet li Kurdistanê bi saya şoreşa jin, rêvtiya ber bi asoya azadiyê bêy rawestîn ebedî buye. Heqîqeta jina Kurd di vê serdemê de têgehîştina van rastiyane. Di mektep û fêrgeha Rêber APO de zanistî û li dîroka xwe mokir hatin, buye sedema jiyan û azadî. Ji bo parastina xwe û nirxên xwe, her qad buye qada serhildan û xoragirî. Desthilatdaran, faşîstan, dîktatoran û xwîn xwarên mirovahiyê ji wanre îspat buye ku heya niha tiştê ji destê wan hat kirin. Lêbelê nikarîn hest, hêvî, daxwazî û hezkirina mirovahî ji bo azadî têk bibin. Bi saya sazumankar û mîmarê vê heqîqetê, Rêber APO tevahî netew û gelên dilxwazê jiyana azad bê rawestîn û bi hemu hêz û vîna xwe, bi remzê serkeftinê di qadan dene. Şurê desthilatdarî li hember îradeya poladîn ya gelekî ne ewqas keskîn, ne tej û ne jî kujere. Êdî dem dema azadiyê ye. li Kurdistan û tevahî cîhan, sunda tekoşîna hevpar li hember faşîzm,tundî û dagîrkerî bi lutke buye. Li Rojhilata navîn, her roj xwedî wate, bîranîn û serpêhatiyên ku hatine jiyan kirine. Xwedawend dayîkên laçik sipî ya Kurdistanê bi dilên xwe yê paqij û ruhê xwe yê bedew, navenda moral û kelecana şoroşêne, bune pêtên agir li derdora girava Îmraliyê.
Hişmendiya desthilatdar li van heqîqetan serwext nebuye û ne gengaze ji van rastiyan fam bike. Ji lewma di kuştin, komkujî, tecawiz û qir kirina mirovahî di oxira berjewendiyên xwe yê desthilatdar de buye pispor. Gel û neteweyên ku dibin qurbaniya wan zil hêzan ew gelin ku ji her kes baştir, wateya azadî dizanin û lê dibin xwedî. Xawen nasname, xoragir û fedakarin. Yanê Kurd û Kurdistanî.
Ev der Rojhilata navîne, navenda zayîna dayîkane, li vir asoya keçên çeleng û lawên leheng, rêwtiya ber bi roja pîroze. Ev keç û lawên ku dilsozê axa xwene. Keç û lawên ku dergîstiya welatê xwene, qelenê wan jî, heqîqet, evîn û jiyana azade. Keç û lawên ku sond û felsefeya wan ya fedayî bune, xwîna wan, APO yî bune. Nasnama wan şoreşgerî û ew gerîlayê APO cîne. Welatparêz, mirov perwer, têkoşer û dilsozê azadiyê ne. Ewin zarokê agir û rojê. Ew heval û rêhevalin. Mirina xwe dikin xwîna ku navê wî, wê, “şehîde”. Êdî siruda liser lêvê welatê me buye, “şehîd”. Xelatiya wan ya herî pîroz ji mirovahî û gelê xwe re ew bi xwe ne. Înnana û Premeteusên serdemêne û ev berxwedêrên serdemêne. Niha jî sucên namirovane ya wan zil hêzan lêpirsîn dikin. Yên ku biryarê Saîtpîcot û Lozan erê kirin û xistin meriyetê, bi hemu tazî buna xwe derxistin ser dika mirovahî. Bi dizî û derewan dixwazin hemu qirêjahiyê xwe veşêrin. Mixabin gemarên wan ewqas pirin ku ne tên pîne kirin, ne jî tên veşartin. Jinên Kurd bi peyamên Rindêxanan, Leyla qasiman, Zîlanan, Bêrîtanan, Nudayan, Sarayan, Rukenan, Avestayan û bi hezaran leheng û şopdarên heqîqetê di meydanê darizandinê de, hovîtî û kirêtiya hişmendiya dethilatdar taru mar dikin. Serpêhatiyên Dersîm, Helepçe, Mako, şengal û Efrîn, ne karîn bitirsînin û ne jî karîn serî bidin tawandin. Berovajî her şêwaz û rêbazên faşîstane, hirs û kelecana tekoşîn û azadiyê şîn kir. ji xwe tişta ku zil hêzan tucar û çiqas hewldan nikarîn tune bikin, ev destanê çeleng û lehengên fedayîne. Weke Rêber APO dibêje “heqîqet evîne, evîn jiyana azade.” Di şexsê şoreşa jin de, tekoşîna hevpar bun, dengê resen ya “jin, jiyan, azad,” di berbanga gelawêj de mêjiyê xwînmijan çirand. Remza “jin, jiyan, azad,” di hilîska firmêskên dayîkên nazdar de bu rawestge, bu hêvî, bu rukenî û bu tilêliyên jinan di govenda azadî de. ji lewra dijminê hov, bêser û ber dewamî di nava tune kirina Kurd û Kurdistanîde ye. xwînmijan pir hewldankir û hîn jî çi ji det tê dike, ji bo dengê resen û heqîqetê ya azadî û jiyana azad tune bike. Jixwe hesabê wî ya malê û sukê li hev nehat. Wer belengaze ku bi her core dek û dolaban dixwaze, rastiya dîrokê bi rupeşkek reş veşêrin. Sed mixabin rupeşka derewîn çiryane û hemu rastî bi hemu tazîbuna xwe derketiyê meydanê.
Ma qey peywîste tim zarok, jin û dayîkên welatê min bigrîn… na, ne peywîste û jî qedere… û tam cehenemek, goristanek… û mirinek bi navê mirin, aliyê din ya bajêr(zindana evîn). Bajêr digrî, koçe û kolan digrîn, ezman mat. Îroj Zerdeşt buye rêviya Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava. Mal bi mal ji dayîkên çav bi firmêsk sersaxiyê dixwaze û diqîre, negrîn, govendê bigerînin, bi bask bibin û bifrin. Zemawend û kelecan bibkin diyarî ji memleketa xwedawend re, ta ku mirin şerm bike, qîrîn darize û êş û azar têk biçe. Bila , ma qey raweste xezeba Zirêbar, Gola Wanê, Munzur û Urmiye. Zarokên welatê rojê vedibêjin destana Kela Dim dim, Meydana Çarçira, Geliyê Zîlan, Dersîm, Agirî, Meydana Parîs, Qamişlo, Kobanê, Heleb, Efrîn û Serêkaniyê, hîn di bîra Dalahu deye, destana dewazde siwariyên Şaho. Êdî ew zarokên ku li ber çîrokên bi êş û çav bi girî xew dikir. Bi dilşahî û rukenî nema dawî li leystokên xwe tîne. Êdî roj di welatê Kurdistan de bi mizgîniya nema diçe ava, derketiye. Mirin buye evîn, hest bune çem, girî bune kenên bêdawî, lêdan û îşkence bune hembêzên azadiyê. Qîrîn, nalîn, êş û azar bune helbest û muzîkên li hev kom bun û govend gerandinê.
Dê, ey xwîmijên hov, we mirov kuştin, recim kirim, şewitandin, we mirovahiyê biyaniya xwe û hebuna wan hêştin, ser jêkirin, firotin. Haydê, nehêle jinan bilîlîne, haydê, nehêle mirov bijîn, ka tu dikarî jiyan bikujî, berxwedanî û îradeya gelekî ji pola, dikarî têk bibî. Dê haydê, hadê nehêle, roj hil bibe, goh nebihîse û ziman neaxife. Ne gengaze ku tu bidî ji bîr kirin, dîrok wan serpêhatiyan bi destê leheng û çelengên wî welatî dewamî bi tîpên zêrîn ji tevahî mirovahî re bi lêv bike. Ka nehêle zarok werin dinyayê, ka nehêle mirov xewn bibînin. Ka nehêle keçên çeleng keziyê xwe bihunin… ka tu dikarî ya na… sed mixabin û tu bi xwe jî baş dizanî êdî dawiya te hatiye. Ji zuda di berbanga asoya welatê Kurdistan de jinan bi govenda azadiyê pêşwaziya hatina roja pîroz, roja mirovahî, Rêber APO dikin. Firîşteyên hemdem bi govenda duwanze siwarî liser sura amedê, fedayîyên bêhemta liser kela cudî, derwêşên edolê, bi reşmalên azadiyê li deşta Musul, daye Xatun bi dengê resen ya daligan li Dalaho mizgînî û qîrîna hatina rêberê gerdunî, xweza û mirovahî di çirkeya erş û asîman de hildibirin. Bijî Rêber APO di def, şimşal û biluran de vedibêje siya çemane, dengbêjî, lorîn û helbestan.
Sinûr Gelawêj