Li Kurdistan’ê pêkhatina civakî ber bi malbata azad ve bi giranî bi saziya malbatê ve çêdibe. Hebûna civakî bi hebûna malbatê ve hetanî dawiyê girêdayî ye. Hebûneke din ya civakan bi perçeyek axê ya diyar ve di nava hev de ye. Bicîhbûna parçeyeke axê bi wê ve mijûlbûn û pêşketin taybetmendiyeke civakî ya herî bingehîn e. Pêşketineke ne bêax, ne jî bêmalbat gengaz e. Lê belê ev di dîrokê de gelekî diguhere.
Di roja me de civak bi netewpereziya herî muhafazakar ve li gel perçeyên axê ku di bin navê welat de hatiye avakirin de saziya malbatê bi rengekî gelekî berfireh dijîn. Ev her du rastî heta dawiyê bi têkîlî û bi nakokî ne. Di navbera wan de bi qasî ku têkîliyeke qut nabe heye, hetanî dawiyê nakokiyên dijberî hev jî hene. Bandorî û saziyên din ên civakî bi vê her du pêşketinên bingehîn ve di nava têkîliyên erênî û hişk de ne. Bêyî ku di perçeyekî axê yê diyar de be û bêyî di nava saziyên malbatê yên bingeh de bimîne, ne pêşketineke aborî ne jî huner û hiquq ya herî girîng jî pêşketineke siyasî û leşkerî ya bi tendirustî dibe mijara gotinê. Ji bo ku ev tişt çêbibin destpêkê lêhûrbûna di perçeyekî axê ya diyar de di bin navê malbatê de pêşxistina saziyeke civakî gelekî girîng e. Heta ev yek weke binkeyeke jêneger derdikeve pêşberî me. Lê belê malbatgeriya bêsînor dibe ku li pêşiya lêhûrbûna axê de astengiyeke mezin jî ava bike. Yan jî bêyî ku lêhûrbûna axê pêk were, avabûna malbatê jî dibe ku tevlîhev pêş bikeve. Yan jî ger mirov bi pirsgirêka axê ve rast neyê girêdan, mirov nikare ji bo pêşketineke malbatê ya tendurist re bibe bersiv.
Ger di van saziyên bingehîn de pêşketinek were pêkanîn, encax wê demê yê aliyên din ên pêşketina aborî û civakî watedar bin. Ji dîrokê pê ve bi şêweyên cuda yên civakî de lêhûrbûna di axê de û pêşketina saziya malbatê mirov dikare gelekî dirêj vebêje. Mirov dikare ji malbata klanan ku em di nava dîrokê de dibînin dest pê bike heta malbata duserî ya roja me were. Malbatên weke dayiksalar a serdestiya dayikê tê de heye, polîgamî (yên bi gelek hevjînan), monogamî (yên bi yek hevjînî) yên gelek serî û yek serî, malbatên bi gelek hevjînî, malbatên xanedanan ên gelekî berfireh, malbatên baviksalar ên serdestiya zilam tê de heye, di dîrokê de bi mînakên xwe yê dewlemend ên cihêreng ve derdikevine pêşberî me. Em zêde li ser van nasekinin yên ku dixwaze li gor dilê xwe pêşketinên cuda yên şêweyên civakî û yên gelên din lêkolîn bikin û lêbigerin, pêkanîna vê jî ne zehmet e.
Girêka Kor di rastiya malbatê de veşartî ye
Di vê mijarê de tiştê ku em herî zêde pêwîste vebikin, rastiya malbatê ya di Kurdistan’ê de ye. Wisa tê fêmkirin ku bêyî rastiya malbatê were dahûrandin û were cihêkirin, ne azadî, ne pêşxistina siyasetê, ne leşkerbûn, ne jî ji aliyê aborî ve pêşketin gengaz e. Nakokiya bingehîn ya Kurd bi nakokiya malbatê ve hetanî dawiyê girêdayî ye. Bêyî ku nakokiya malbatê çareser bibe û bikeve riya xwe em bawer nakin ku iflahbûn pêşbikeve.
Di rastiya Kurd de tengasî, xetimandin, neçarî û girêka kor ya herî mezin di rastiya malbatê de ye. Ji dîrokê hetanî niha kîjan bandoran rê li ber vê rewşê vekiriye, dibe ku bibe mijara lêkolînê ya gelekî dirêj. Lê belê mirov dikare bandorê vê yê herî bingehîn di nakokiya axê û malbatê de bigere. Ew axên ku tê de lêhûrbûn hatine çêkirin, ji ber ku nekirine welat rê li ber berovajî pêşketina malbatê ango bûyîna girêka kor vedike. Ger lêhûrbûna di axê de bi pêşketina civakî ve di nava hev de pêk neyê, malbat xwe gelekî dikişîne hundirê xwe, dema wisa bû bêwate dibe. Bi qasî ku bêwate bû, him bêwelatî, him jî di nava wê de civakîbûn rewşeke tevlîhev ava dike û heta belav dibe. Ji bo ku bikaribin pêşiya vê xwe didin ser saziya malbatê bi vî rengî şêweyê malbateke gelekî bêwate, ji tu derdan re nabe derman û weke çavkaniyeke bingehîn ya dînîtiyên me û pirsgirêkên me derdikeve holê. Di rêjeyeke mezin de ketîbûn û hatina xistin ya Kurd bi xwe kişandina hundir ya malbatê ve di nava hev de ye.
Him di dîrokê de him jî di roja me de bêwelatîbûn û bêcivakîbûn tê xwestin bi hembêzkirina malbatgeriyê ve dibe ku berovajî were sekinandin. Lê belê ev jî rê li ber encamekî xirabtir pêşketineke berovajîtir ango qutbûna ji axên ku li ser lêhûrbûn çêbûye û ji girêdaniyên civakî cihêbûnê re vedike. Di vê wateyê de ger em bibêjin nakokiya malbatê nakokiya Kurd a civakî ya bingehîn e di cih de ye. Li cihên din jî nakokiyên sereke hene, di dîtinê de li gel me nakokiya sereke dagirkerî ye. Lê belê di rastiyê de yê ku wê xwedî dike giran dike, hêzê dide wê, yê ku nêvenga giyanî weke kesayetekî gelekî lewaz pêşkêşî wê dike malbat e û saziya malbatê ye, nirxên wê yên darezînê ne.
Saziya ku kesayeta Kurd tê de gelekî diçilmise, dirûxe û tê xistin bêyî ku were bîst saliya xwe, xwe bi xwe bêrist bihêle saziya malbatê ye. Di vê wateyê de avakirina malbatê û jiyîna wê tê wateya tunebûna her tiştekî. Ew hewildanên ku zilamê Kurd an jî jina Kurd ji bo ku malbateke wiha li ser piyan bigrin didin, hewildanên tunebûnê ne.
Xwezî! Gengazbûya ku me wêje û sînemaya vê nîşanê kadroyên xwe jî bida! Bi pênasekirineke zanistî ya kurt ve nîşandana vê zehmet e. Lê belê em vê gelekî hîs dikin û dibînin. Jixwe gelek ji we ji ber jiyana xwe û ji ber ku we gelekî zindî nakokiya wê jiyaye, hun jî di zanebûna wê de ne ku ew îflah nake. Jixwe tenê ne di dîrokê de di roja me de jî malbatgerî, eşîretgerî û qebîlegerî çawa ku ji aliyê dijmin ve tê bikaranîn, bi gelek mînakên balkêş ve dema li pêşberî me ye, em bawer nakin ku pêwîstî bi alimbûna di vê mijarê de zêde hebe. Dibe ku ev feraset di têgihiştina rastiyan de bes be.
Dahûrîna malbatê heman demî dahûrîna siyasî û leşkerî ye jî
Her diçe di dahûrandinên PKK’ê de malbat derdikeve pêş. Sedemên vê bi zêdebûna derfetên dahûrîna nakokiya Kurd ve jî girêdayî ye. Pirsgirêk ji ber xwe ve dernakeve pêş, bi qasî ku nakokî rast bi dest werin girtin û ber bi çareseriyê ve were birin dê nîşan bide ku malbat û kevneşopên li derûdora wê, hizir û hest bi siyaset û leşkeriyê ve di nava têkîlî û nakokiyeke çawa de ne. Dema ku serkeftin hate xwestin jî girêdaniya wê dê ji nêzîk ve bi dahûrîna malbatê ferz bikin. Bi vî rengî em neçar dimînin ku dahûrînên malbatê bi pêş bixînin. Di vê wateyê de dahûrîna malbatê di heman demê de dahûrîna siyasî û leşkerî ya bingehîn e.
Ji bo ku mirov bikaribe di bûyera Kurd de siyasîbûn û leşkerîbûnê pêk bîne, pêwîste dahûrîna malbatê bi pêş bixe. Di vê wateyê de pêwîste mirov jin û zilamê Kurd him bi şêweyê klasîk û ketî ve, him jî bi şêwêyê jinûve were avakirin û were pîrozkirin ve zelal bike û bixe rê.
Ez wisa dihizirim ku şûna mirov di vê mijarê de zêde nirxandinên teorîk pêşkeş bike, weke rêbazeke vegotinê ezmûnên xwe vekirin, dê hîna di cih de be. Jixwe derdikeve holê ku hun hîn zêdetir wisa fêm dikin. Rastiya Rêbertiyê di heman demê de rastiya dahûrîna malbatê ye. Di vê wateyê de bi rengekî şênber min, ango rastiya Apo nirxandin dibe ku karê we gelekî hêsan bike. Ji ber ku weke tê zanîn, hun ji vegotinên bilind yên teorîk zêde encaman dernaxin. Ger hun derxin jî mirov nikare bibêje hun bi lez bi jiyanê ve dikin yek. Lê belê weke mînakeke zindî hun bi taybetî asta Apo dizanin.
Rastiya Apo di roja me de rojane de di nava dostan de, di eniya dijmin de bi dijwarî jî di jiyana we de cihekî hetanî dawiyê mezin digre. Her diçe dilê we û mejiyê we diteqîne. Ji ber wê jî lêkolînkirina vê hetanî dawiyê guncaw e. Dibe ku ev yek we bibe fêrbûneke mezin, ji bo veguhertina mezin û ketina riya rast piştgiriyê bide.
Di nirxandinên berî vê de me dahûrînên malbatê kiribû. Em bawer nakin ku careke din dubarekirina vê sudwer be. Di gelek dahûrînan de me kesayeta jin jî û zilamên Kurd jî nirxandibû. Şûna ku em wan dubare bikin, ezmûnên Apo guhertîtir lêkolînkirin, dibe ku wateyeke bi şêweyê temamker û tekûz ava bike. Ji ber ku kesayetekî wiha, bi rewşa xwe ya dijî ve hîn jî gelekî bibandor e. Gelekî şênber hîn jî li hemberî dijmin dikare li ber xwe bide. Hîn neketiye rewşa berxwedanên Kurd yên klasîk ango rûbirûyê binketinên giran nemaye. Tengbûnekî û lewazbûnekî najî. Di vî kesayetî de pîrozbûn, lêhûrbûn û berfirehbûn didome û bi ast dibe.
Di derbarê hemû aliyên civakî de têgihiştin û pêkanînê bi pêş dixe. Bi qasî aliyê aborî ji aliyê leşkerî ve, bi qasî siyasî ew qasî moral, bi qasî rêxistînêr ewqasî ji aliyê çalakgeriyê ve jî hetanî dawiyê çalak e û heta di rewşa teqandinê de ye. Mirov dikare gelekî zelal diyar bike ku hetanî niha mînakekî wiha xwe zêde nepeyita+ndiye. Em dibêjin rûxmê hemû astengiyan, ji yê nêzîk heta yên dide revandin, bi rengekî zane yan jî nezan, rûxmî ku van astên ku astengiyan ava dikin, xaneya wî ya serkeftinê hînkariyeke mezin e.
Xwe ne girtin û ji hemû nubunan re vekirin şert e
Ez jî xwe lêkolîn dikim, ez çend ez im, mirov dikare weke din lêkolîn bike. Helbet pêwîstiya min jî bi xwe nîqaşkirinê heye. Him jî ev yek erka min e. Ya herî girîng jî pêwîste ez xwe negrim û ji bo hemû nûbûnan vekirî bihêlim. Di vî kesayetî de bi şiyarbûneke mezin ve jiyanê ji nûbûnan re vekirî hiştin, bi qasî redkirinê qebûlkirinê jî bihêz pêkanîn, bi qasî bandor bertek jî nîşan dan, bi qasî sempatiyê dijsempatiyê jî gelekî bihêz nîşandan, heta dawiyê bihêz tê meşandin. Him gelekî zarok, him gelekî mezin, him gelekî dîrokî, him gelekî rojane, him gelekî bizanist, him gelekî bihest, him gelekî felsefîk, him jî gelekî pragmatîst, him gelekî bihêrs û bikîn, him jî gelekî şêrîn, him gelekî yê tê xwestin him jî gelekî bibertek, were qehirandin.
Ev kesayet bi van hemû rengan ve xwe vekirî, zindî, ciwan, bi jiyanê ve dagirtî dihêle. Dikare hêzê nîşan bide ku vî tiştî bi baldariyeke mezin bidomîne. Gelekî nûjen û afirînêr e. Bi qasî ku gelekî xwedî rêgez e ewqasî dikare pratîkîjî bibe. Ev hêman girîngiya vî kesayetî hîn jî zêde dike. Ev kesayet cihêkarê mezin, awêneyeke mezin, şûrekî mezin û operatorekî mezin e. Bi vî aliyê xwe ve jî dibe amurekî çareseriya civakî. Dikare nermbûna xwe di vê asta wiha de bigre û nîşan bide. Misoger weke her kesekî nêzîkî jiyanê nabe û dest ji jiyanê jî bernade. Jiyana ku her kes dizane bi rexnekirineke mezin pêşwazî dike, bi jiyana azad ve jî gelekî girêdayî ye. Encamên ku hene mirov dikare bi xetên stûr ve wiha kurteber bike.
Dîsa jî lêkolîn û bihêzbûnê bi vegotineke zelal ve danîna holê hînkar e. Ev sedemên ku hatine hêjmartin jî, ji aliyê rastiya Kurd ve weke mînak nîşandayîna wê çi qasî girîngiyeke mezin rave dike, wê datîne holê. Ji ber ku di van hêmanên ku me hêjmartine de, rastiya Kurd rewşeke berovajî derdixe holê. Ne dîrokîbûna wê maye ne jî rojanbûna wê. Ne hestên wê mane ne jî vaca wê. Ne hezkirina wê heye ne jî antîpatiya wê. Ne rêgeza wê heye ne jî pratîka wê. Ne felsefeya wê heye, ne jî pêkanîna wê. Bi kurtayî ger em taybetmendiyên bingehîn ên Kurd wiha rêz bikin kesayeta rêbertiyê weke panzehîra van hemû taybetmendiyên bingehîn yên neyînî derdikeve holê. Jixwe hê ji niha ve rastiya malbatê yên ku hemû Kurdan serûbinî kiriye, tenê ne malbat, kesayeta zilam û jinê jî serûbin kiriye, ji ber taybetmendiyên xwe yên çareseriyê derdikeve pêş.
Heta hejandina mezin a ku dewleta Tirk derbas dike, dîsa dahurandina mezin ya civak û malbata Tirk jî vî kesayetî ve gengaz e. Taybet Komara Tirk heftê salî di nava tengasiyeke mezin de hiştiye, binkeya civakî ya ku ew xwe dispêre jî ber bi îflasê ve biriye. Hîn ji wê wêdetir bala Ewrûpa û DYA yê kişandiye –ku ev hêzên serdest ên bibandor ku di cîhanê de ne- û ev jî bi polîtîkayên rojane ve li ser vê polîtîkayê radiwestin.
Em vî kesayetî weke şexsekî bi dest nagrin. Weke tê dîtin di vê wateyê de dibe raveya saziyeke mezin. Di dîtinê kesek e lê belê ji ber rastiya ku ew temsîl dike ji rastiya civakeke bi milyonan zêdetir xwedî bandorekê ye. Jixwe pênaseya rêbertiyê jî di vê çarçoveyê de tê raberkirin. Jixwe ev bandor hemû zelal datînin holê ku pêwîste ev kesayet bi baldariyeke mezin ve were nirxandin.
Lêgerîna jinê lêgerîna azadî û welat e
Ez jî dema ku ji bo xwe bidim nasandin, dixebitim pêwîste ez diyar bikim ku ev kesayetekî heta dawiyê zehmete ku mirov bi dest bixe. Ji ber ku ev kesayet ji barbarîzma Tirkan ya hezar salî cara yekem xwe rizgar kiriye. Tenê di wateya fizîkî de xwe rizgar nekiriye, bi giyan û zanebûna xwe ve jî xwe rizgarkirin gelekî girîng e. Tam hezar salin, kesekî ne tenê Kurd jî kesekî ji gelek netewan, çandan û saziyan xwe ji vê barbarîzmê nekariyê rizgar bike. Lê belê vî kesayetî him xwe ji vê rizgar kir, him jî ew xiste tengasiyekê.
Tekoşerên wekî we şer dikin, pêwîste vê ji berî nan û avê bixwin û vexwin. Ji ber ew bi tenê ye, xwe rizgar kiriye û hîn jî xwe nedaye perçiqandin û daqurtandin. Ev ji bo we gelekî pêwîst e. Ji ber ku hun şerê germ, kêlî bi kêlî dijîn û hunê bijîn. Ger rastiya Apo ev qasî girîng e, xwedî nirxekî ku pêwîste û dide jî wê demê gelo emê çawa lêpirsîn bikin? Ji ber rastiya partiyê pêwîste mirov bi rêbertiyê ve, bi rastiya milîtaniyê ve û bi siyasîbûna rêbertiyê ve girêdayî bi dest bigre. Rêbertî, kesayeta Apo û felsefeya wî ji aliyê sosyalîst ve heta bi qasî huner û hiquq a herî girîng jî ji aliyê leşkerî ve tê nirxandin.
Lêgerîna jinê lêgerîna azadiyê ye. Lêgerîna jinê, lêgerîna welat e. Hezkirina jinê, hezkirina welat e. Mijûlbûna bi nakokiya jinê re şer û tekoşîna herî mezin e. Ev tezin, yê nizane ji jinê hezbike, nizane ji welatê xwe hez bike. Ev yek ji bo jinê dibe ku hîn guhertîtir were ziman. Ê ku bi hêsanî li jinê digere û dibîne, bênamûsê herî mezin e. Yê ku bi erzanî têkîliya jin û zilam ve tê girêdan ketiye û wenda kiriye. Yê ku di têkîliyên jin û zilam de diyalog, xweşikbûn û hêzê dernaxe holê, misoger nikare bibe kesayetekî mezin. Milîtanekî ku nikare di vê mijarê de xwe bipîve nikare xwedî ast jî be. Yê ku bi tenê bi hestên xwe ve tevdigere, yekcar bi erdê ve dibe yek. Ê ku bi xafilî û sewdaserî ve gavan diavêje yekcar wenda dike. Bi qasî ku gelekî cidî û zanistiye yê ku xwedî nêzîkbûneke wêrek nîşan nedin, dê lewaz bimînin.
Ji ber ku ez van hemû tiştan diyar dikim, ne xwe bêşens bibînin, ne jî min wekî zalimekî binirxînin. Ez yekî ku dixwazim bibime hevalekî başim. Ji bo hevaltiyê hewildaneke balkêş heye. Azweriya wî ya herî mezin, azweriya hevaltiyê ye û cihêtiya jin û zilam jî nake. Ew azweriya hevaltiyê ye ku, ev kesayet ber bi damezirînêrê rêxistinekê ve biriye û tiştê ku kesekî ji bo vî gelî di dîrokê de nekiriye û bi ser nexistiye daye kirin. Ger ev dilê hevaltiya mezin nebûya du Kurdan nedikarîn werin gel hev.
Di nava kesayetên ku xayinên xwe gelekin, bira li hemberî bira dildar nîne, dema ku hestiyariyekê jî nîşan didin, mirina herî kirêt dijîn de rêxistineke wiha afirandin, ji perçekirina atomê zehmetir e. Ev hatiye serxistin. Ji ber wê jî kesek nikare bibêje, “ev kesayet nikare bibe hevalekî baş.” Ji ber ku bêhempa ye û hatiye peyitandin. Hîn jî hevaltiyê bi pêş dixe û ji bo berdewamkirina wê ziraviyeke mezin nîşan dide. Tam li cihê xwe nerûniştiye lê belê ji nîqaşa azad re hetanî dawiyê vekiriye. Misoger bi pêwîstiya vê bawer dike û ji çareseriya rêxistinê re hemû zemîn ava kirine. Bi qasî rik û sebra mezin, bi bawerî û zanebûnê ve ev kar kiriye. Em bawer dikin ku hun jî di vê wateyê de dikarin werin hevaltiyekî û her biçe rêhevaltiyekê.
Ev bûyera ku di têkîliyên jin û zilamên Kurd de û girêkakor ya di malbatê de veguhertina jiyanê ber bi gihandina azadiyê û çareseriyekê ve gavên pêş ve avêtine. Weke ku digihê jina ku bi baldarî û hostetiya mezin ve diaxive, dimeşe û şer dike, dikare ji nû ve bigihê kesayeta zilamê binamûs jî. Ev pêşketinên gelekî girîng in, lê belê hîn biencam nebûne. Ji bo ku vê bi encam bikin, hunê baş tê bigihên û teqez serkeftinê esas bigrin.
Rêber Apo
ÇAVKANÎ: Şoreşa Civakî Û Jîyana Nû (Dahurandina bi dîroka 31 Çile 1995)