Zeman Hebûn e, Hebun Zanabun e. Zanabûn jîyanê diafirîne, pêhesîna mirovahî û civakê li hemû şanêyên xwe bi zanebunê dirêse, di mirov de pîrozbuna zanebunê dihêle ku gerdûnî bibe, tiştên em guhdar dikin, dest didin, dibînin, bêhn dikin pê dihesin hemû hestên me di xwe de fikrekê, zanistekê dihewîne.
Ji bo em mirov heqîqetê di xwe de bibînin pêwistiya bi zanebûnê heye, zanist zaruriyeteke jiyanî ye, zanist hişmendiyê avadike, hişmendî jî ji fikra jiyana civakî re rê vedike, peywendiya navbera paradigma û jiyana civakbûyîn ava dike li ser esasê ehlaqê jiyanekî pir alî bi xwere tîne.
Zanist heqîqeta bîra jiyana hevbeş e, civak bi wate dike û da bigihêje armancekê pîroz û binirx avadike.
Lê dema zanist dikeve destê nezanan desthilatdarî bi xwere tîne. Desthilatdarî ji bîra civakê diheside û ji bo tune bike dîsa bi zanistê xwe hebûna xwe bide jiyîn amûrên şer ê hovane pêşdixe.
Ev ne zanisteke miroviye ew ev mirovahiyê ji heqîqetê qut dike.
Belê di derheqê vê rastiyê de Rêber Apo fikir, zanebûn, rê û rêbaz nîşanî me dan. Îro gelê me dizane çi dixwaze û dizane nikare çawa jiyan bike. Jiyana kole, jiyana hatî înkar kirî, bê nasname, bê statû qebûl nake. Îro gelê me bi saya zanabûna jiyanek çawa bi hemû îhtîşam û heybeta xwe re xwe nîşanî me û hemû cîhanê da. Van rojên ku Newroz bi coş û kelecanek bê hempa tê pîroz kirin de li çar aliyê welêt û derveyî welêt wêneyên Rêber Apo li asîmanan hêjiyan û dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi Can, Bi Xwîn Em Bi Tere Ne Ey Serok” di guhên herkesî de çinginî. Dost jî dijmin jî rastiya girêdanbûna di navbera gel û Rêber Apo, ked û berhemên afirandî re carekî din şahîdî kir. Beşdarbûna bi milyonan ji bo Newrozê binketina siyaseta înkar û îmhayê, binketina armancên pergala qirker nîşanî herkesî da. Ne şer, ne kuştin, ne girtin, ne birçî û tazî hiştin nikare pêşî li vê pêla bi milyonan insanên azadîxwaz bigre.
Em hêvîdarin dewleta Tirk, hêz û dewletên piştgirî didin vê hişmendiya wan ya zihniyeta ‘yêk al, yêk dewlet, yêk milet, yêk bawerî uhwd.’ û bi cebilxane û pereyên xwe têr û tahrîk dike encamên rast jê derxin û em ji azadiya fizîkî ya Rêberê xwe re şahîdî bikin.
Ruken Aryos-Delîla Amed