Em ji bo civînê çûbûn. Me nedizanî kî yê civînê birêve bibe û bide. Tinê heval wext û cih ji mere dabûn. Ji mere behsa civînê nekirîbûn lê me dizanî ku bi giranî ji bo civînan banga hatina me dikin. Heya wî demî jî yan heval Adil, yan heval Zelal, yan jî heval Cemal civîn lidardixist.
Em kom bûbûn, me pir jî mereq dikir. Me hem hevalê ku yê civînê birêve bibe mereq dikir, heman demî me tiştên ku bi mere bê parve kirin mereq dikir. Hin tiştên me dizanî hebûn û gelek tiştên me nedizanî jî hebûn. Me di nav xwede diaxivî. Me ji xwe re digot gelo tiştek li heval Cemal hatiye? Yan gelo rewşek pir cûda derketiye? Dijmin propaxandayek şerê taybet yê giran meşandîbû, gelek derew kiribûn ku yêk ji wan derewên wan li ser heval Cemal bû. Û şerê taybet dom û dirêj didomandin. Her çiqas me bawer nedikir jî li cihekê guman, fikarek jî bi xwere çêdikir.
Em nêzî 30 deqe kombuyî li benda destpêkirina civînê man. Me dizanî heval Adil sax filitiye ji operasyonê ji ber ku ew heval piştre bi cîhazê bi mere axivîbû. Ya heval Zelal jî me dizanîbû ku şehîd bûye. Hem dijmin behs kirîbû, hem heval çûbûn û cenaze rakirîbûn. Tinê rewşa heval Cemal de em ne zelal bûn.
Piştî ewqas em bi mereq li benda destpêkirina civînê mabûn, hevalek hat pêşberî me û got “şîyar bin”. Em hemû amade bibûn. Me dît heval Cemal hat pêşberî me. Wê kêliyê em pir keyfxweş bûn, lê em şaş jî mabûn û me hima li heval Cemal dinêriya. Heval Cemal pora xwe li sifirê dabû, simbêlên xwe jê kirîbûn. Destê wî jî pêçiyayî di nav kefiyê de bû. Çengê wî girêdayî bû. Me famkir ku heval Cemal birîndar bûye. Heval Cemal li beramberî me her tûr davêt, diçu û dihat. Destpêkê dengê xwe nekir, tinê got “Hun çawanin başin” û piştre carekî din bêdeng çu û hat. Hemû heval bi rûken, bi coş bun. Me gelek moral ji wê kêliyê girtîbû. Me gelek şehîd dabûn, em pir êşiyabûn û me agahiyek din yê xirab nedixwest bigrin. Em hinek jî bi rukeniya xwe û coşa xwe re demekê bêdeng sekinîn.
Heval Cemal piştî çend tur avêt çû û hat li me zivirî û pirsî; “Hûn li çi dikenin?” Me dengê xwe nekir. Cardin pirsî, piştre jî got, “Hun li min, li rewşa min dikenin?” Me cardin dengê xwe nekir. Kenê me berdewam kir, ya me jî keyfxweşiya zêde bû. Ya din jî em li wî halê heval Cemal jî rast nehatîbûn, bê por û bê simbîl me cara yekê dîtibû. Dawiyê heval Cemal li me zivirî û got; “Bêgûman, hûn li min dikenin. Ez dizanim.” Beriya dest bi civînê bike çend mînak dabûn, dixwazim behsa wan jî bikim.
Heval Cemal got; “Hun dizanin ji bo çi min pora xwe, simbîlê xwe jê kiriye?” Û em li cihê xwe de sekinî, me bi mereq lê dinêrî. Û bêguman me sedem nedizanîbû. Heval Cemal got; “Dema dijmin me xiste nava çemberê, min texmîn kir ku ji bo me vê operasyonê dikin, sax, birîndar yan şehîd dixwazin bigrin. Min jî ji bo bikevim dest jî yekser nas nekin tedbîr girtîbû. Ji xwe ez sax nediketim destê wan, me yê xwe îmha kirîba. Lê heger şehîd ketibama jî û şayet biketibama destê wan jî ji bo ku yekser nezane ku ew ezim û ji wan re nebe moral min wiha kir.”
Wan çaxan heval Cemal zêde dernediket televîzyonê, dijmin jî wan hevalên fermandariyê hemûyan baş nas nedikir. Navê hevalan dihate zanîn, lê şikil û şemalê hevalan herkes nedizanî.
Ewqasî zirav fikirandina heval Cemal û hevalên din bi rastî me jî gelekî bandor dikir. Da ku dijmin moral negre, nezanin kîjan şervan yan fermandarî bi destxistine ewqasî zirav fikirîbûn.
Mermîyek jî ji berîka xwe derxist heval Cemal û nîşa me da, got; “Hûn dizanin ev gule ji bo çiye?” Me hinek texmîn dikir, lê qasî heval Cemal em nefikirîbûn bi rastî. Çekê heval Cemal M 16 bû. M 16 ya heval Zelal jî li gel heval Cemal bû. Ez bawerim guleyên M 16 ya namlu dirêj li gel heval Zelal kêm mane, heval silehekî din didin gel heval Zelal û heval Cemal sîleha wê digre gel xwe. M 16 ya heval Cemal bi namlu kurtir bû. Sîleha gel heval Zelal jî ya ji gel Şehîd Harun’ê mezin bû. Heval Harun wextê xwe de dabû heval Jiyan Mardîn, dema heval Jiyan sala 1997’an diçe qada Serokatî M 16 ya Şehîd Harun dide heval Zelal. Heval Zelal dema pêvçunê de wî sîlehî teslîmî heval Cemal dike, ji ber ku ger ne şaşbim, gule li gel namîne.
Heval Cemal piştre wî sîlehî da heval Rojîn Gewda. Tê bîra min heya heval Rojîn şehîd bikeve jî li gel wê bû. Dîrokek ya wî sîlehî jî heye ku bi wî awahî dom û dirêj e. Dest bi dest çuye û gelek hevalan jî rakiriye, di gelek çalakiyan de rolê xwe lîstiye.
Çekê heval Cemal jî M 16 bû û guleyek wê di destê wî de bû. Hertim di berîkê xwe de guleyek rakiriye. Heval Cemal got; “Carna mirov dikeve pêvçunan, dirêj dike û mirov pê nahese ku gule xilas bûne. Tu dinêrî guleyên te xilas bûne. Ew gule ji bo sax neketina destê dijmin e. Fîşeka dawî divê mirov ji bo xwe rake. Mîlîtanek, Apocî’yek, gerîlayek divê ti demî sax nekeve destê dijmin. Ji ber ku em hemû wî dijminê har û hov nas dikin. Ji bo wê divê hertim guleyek yedek wek tedbîr di berîka mirov de hebe. Ji bo ku mirov pêwîst be xwe îmha bike, xwe şehîd bixwe, lê nekeve destê wî dijminê hov.”
Heval Cemal ji mere behs kir û got ku wî gule ji bo xwe rakirîbû, da ku heger pêwîst bike bikarbîne. Bêguman fermandarek bi wî awayî nêz dibe ji bo me hemûyan mînak bû. Hem berxwedaniya heval Zelal û destgirtina heval Cemal ya mijarê me gelekî bandor kirîbû. Dema em behsa berxwedanî, qehremanî, hevalbendiya gerîlayên li Botanê dikin divê em bandora wan hevalan li ser kirî bibînin. Ew fermandarên pêşengtî ji qadroyên Botanê re dikir divê em bibînin. Ji bo me hemû hevalan, ew sekin, ew ruh, ew berxwedaniya wan ya wan deman nîşan dayî heya îro jî mînak e. Çi dibe bila bibe, divê rê ji dijmin re neyê dayîn, diruşma heval Zelal ku “heya dawî berxwedan” esas girtin, heger guleyên me nemînin jî em hertim hesabê xwe bikin, sax nekevin destê dijminê hov. Ev tarz û ruh ji bo me heya îro jî bûye mînak û rênîşan.
Piştî civîn xilas bû, tekmîlên hevalan hate girtin, hinek jî sohbetên xwezayî hatin kirin.
Ji xwe heval Cemal wî demî yek bi yek bi heval Zelal re çawa plansazî kirin e, çawa tevgeriyan e, dijmin çi kiriye jî tê de ji mere bi berfirehî behs kir. Ji mere behsa zor û zehmetiyên wê operasyonê kir, behsa dorpêçê û pêvçunên giran, terzê tevgerê, taktîkê vala derxistina operasyonê jî mere vekir.
Heval Cemal bi xwe çawa birîndar dibe, israra heval Zelal ji bo derxistina heval Cemal ji wê qada pêvçunê û heya dawî berxwedaniya bêhempa ya efsanevî ku heval Zelal nîşan dide dom û dirêj hate bibîranîn û behs kirin. Heval Cemal destpêkê behsa heval Zelal û piştre hemû hevalên şehîd yek bi yek ji me re kir, wana bibîranî û got ku bi saya wan hevalên me operasyona dijmin hatiye vala derxistin.
Ne şaşbim 11’yî Nîsanê Operasyonê dan destpêkirin. Qasî tê bîra min heya 23’yî Nîsanê operasyonê berdewam kirîbû. Di navera 24-25 Nîsanê bû bawerim, xwe paşde kişandibûn.
Li ser operasyonê gelek dem derbas bûye, ji ber wê aliyê cih, dem û hevalan de dibe hinek ziravî jî nehatibin bîra min. Lê qasî dihate bîra min bin ji we re behs kir.
Nîştiman Sorxwîn