Nav û Paşnav: Gonul Atak
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 14.4.1985/Colemêrg-Gever
Navê Dayikê: Hamîde
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: Çile ya 2003’an/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehatedê: 5’ê Îlona 2012’an li Gabar-Çirav
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Rûken Gever (Gonul Atak). Ji daxwuyaniya Fermandariya Biryargeha YJA-Star di berbarê hevala Rûken de dayî hatiye girtin:
Em weke gelê Kurd, ev bi hezarên sal e ji bo ku em azad bijîn û bidin jiyankirin, me bedelên pir zêde zêde dayîne. Bawer nakin ku di cîhanê de ti gel bi qasî gelê Kurd ji bo hebûna xwe bide îspatkirin jiyana bûyî ji xelekekî ya agir têkoşînekî ya wiha bide. PKK’ê gelê Kurd ên hebûna wî bixwe jî nedihat pejirandin, di hikmê tinebûyînê de dihat hesibandin ji nû ve ruh da û vejîn kir. Ger îro gelê Kurd hebûna xwe dide îspatkirin û têkoşîna xwe ya azadiyê dide berdewamkirin, ev yek bi mîsogerî berxwedaniya PKK’ê dayî pêşxistin re gengaz bûye.
Di çalakî û operasyonên sala derbasbûyî de gelek rêhevalên me, bi awayê herî fedayî li dijberî dijmin şer kirine, heta kêliya xwe ya dawiyê çûyîne ser dijmin û bê ku dûdilî jiyan bikin, şer kirine û bi lehengtî şehîd ketine. Ji her aliyê Kurdistanê ve pir bi sift pevçûn, çalakî û operasyon hatine jiyankirin. Tevgera me ya azadiyê hema hema li her deverê operasyonên şoreşgerî dide destpêkirin, darbe li dijmin xistiye. Ji yek van qadan jî bêguman qada me ya Botanê bixwe bû. Ev pêvajoya ku di sala 2011-2012’an de dewam dike û bi Operasyonên Şoreşgerî Ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda hêza gerîlayên me ya berxwedêrî û nebinkeftina wê carekî din jî ji me re daye îspatkirin. Hevala me Rûken jî bi awayeke çalak tevlî vê pêvajoyê dibe, bûye yek ji rêhevalên me yên di qadên herî germ ên şer de cihê xwe digire.
Rêhevala Rûken bi sekin û tevlîbûna xwe ve, her tim kariye di jiyana PKK’ê de bibe layîq, bi hêza ji xeta Rêbertiyê digire, bûye ji yek mînakên tevlîbûna herî bi moral. Hema hema rêhevala Rûken nêzîkî 10 salan di nava jiyana PKK’ê de cih girtî, wê her tim hewildaye ku ji Rêber Apo, şehîdan, gel û rêhevalên xwe re bibe layîq. Bi awayekî ji xwe bawer di nava têkoşîna azadiyê de gav diavêje. Rêhevala Rûken, peywirên partiyê danîne pêşiya wê her tim ji xwe re weke rêgezên partiyê esas digire, ji bo ku derbasî Bakur bibe heta bêgotin bi israr dike, ji bo ev daxwaza wê pêk were jî heta bêgotin hewildanê dike.
Ji bo me her rêhevalên me di têkoşînê de winda kiriye, pêşiya me ronahî dike, bûyîna rêhevalên ku hêzê didin me. Ji bo tola wan dayîna rakirin jî, encax welatekî azad pêşkêşî ji gelê xwe re bikin, gengaz dibe. Ji ber ku wan bi vê baweriyê şer kirin, wan mirin ji jiyana heyî re û ji jiyana kole re hîn bi rûmetir dîtin. Wan ji bo jiyana azad çi bedel pêwîst dike, bê ku lêbinêrin şer kirin û navên xwe jî bi awayekî her bi rûmet derbasî rûpelên dîrokê kirin.
Ji bo me windakirina rêhevala xwe pir bi zor e. Lê belê ji bo ku em bibin layiqî wan, ji bo em xeyalên wan bidin pêkanîn, em neçar in di nava van tevayî zahmetiyan de hêzê bigirin û derbixînin holê. Layiqî ji bîranîna wan re mayîn, ji bo me dibe peywirek. Ji bo ji bîranîna wan re bûyîna layîq jî, divê em “Rizgariya Demokratîk Û Avakirina Jiyana Azad” a ji aliyê Rêbertiya me ve dayî destpêkirin xwedî lêderbikevin û serkeftinê gengaz bikin. Ji ber vê çendê divê em weke gel û gerîla bi tevayî hêza xwe ya heyî ve şer bikin û têkoşînê bidin meşandin.
Weke YJA-Star, em ê vê têkoşînê, bedelên wê çi dibe bila bibe bidin meşadin. Em ê Şerê Rûmeta Gelê Kurd bidin. Tevayî rêhevalên me yên ku jiyana xwe jidestdayîne di kesayetiya rêhevala me Rûken de em cardin wan bibîrtînin û li ser vê bingehê em soza serkeftinê didin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê