Em beriya her tiştî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û em soz didin Rêber Apo ku em ê vê têkoşînê heta dawî, heta serkeftinê berdewam bikin.
Sala 2025 hem wek gel hem jî wek tevger krîtîk e. Em bi gelê xwe yê niha li Tişrînê berxwedaneke bêhempa dide meşandin, ser bilind im. Wî gelî li hemberÎ dagirkeriyê serî netewand, natewîne jî. Em jî her li pişt gelê xwe ne. Berê di nav civakê de jin di rewşek ketî de bû. Nedikarî tîştek bike. Her tişt di bin destê zilam de bû. Lê dema tu niha mêze dikî jin hemû tiştî bi rê ve dibe. Jin bi felsefeya Rêbertî xwe pêş xistiye.
Jin bi têkoşîneke mezin di nav refên gerîla de cîh digrin. Ez jî (Ronahî) ji Kobanê tevlî refan bûme. Di nav tevgerê de em gihîştine asteke herî bilind. Hêza heyî dihêle ku cîhan pê rabibe. Li her deverê tu mêze dikî ji bo 8’ê Adarê, jin radibe ser piyan, xwe nas dike, kesayeta xwe dizane, di nav pergalê de xwe bi rê ve dibe.
Jin gihîştine wê astê ku êdî ji bo ti kesî serî natewîne. Çi li hemberî zilam dibe û çi jî li hemberî zîhniyeta zilam dibe. Ji ber ku êdî kesayeta xwe naskiriye û xwe gihandiye asta Rêbertî. Rêbertî fêm kirine û tevlîbûneke hîn xurttir didin raber kirin. Em jî wek gerîllayên YJA-STAR û gerîlayên PAJK’ê bi vê wesîleyê gihîştine astek wisa ku em çawa xwe bi rê ve bibin, çawa xwe bidin meşandin, çawa xwe nas bikin, çawa xwe di nav PKK’ê de bidin meşandin. Bi taybetî jî bi fikir û felsefeya Rêbertî ev pêk hat. Ji ber ku Rêbertî dibêje divê jin xwe pêş bixe, jin xwe zana bike. Em jî di kesayeta Rêbertî gihîştine wê astê ku em dikarin xwe birêve bibin. Ji jinê çi were xwestin jî wê bikaribe bike. Hêzeke mûthîş di jinê de heye. Jin bi hêz û îradeya PKK’ê jî bi bawer e. Em bi dîtina wêne û nameya Rêberê xwe jî gelek keyfxweşin. Ev têkoşîna jinan ya salan bi saya keda Rêber Apo gihêştiye vê rojê û vê astê.
Jin heta roja me ya îro têkoşîn dide meşandin. Divê ti jin pergalê ji xwe re esas negrin, divê hertim di nava têkoşîn û lêgerînê de bin. Pergal her tim jinê tine dike hem di aliyê madî de hem jî di milê manewî de. Em bang li jinên li nav civakê dikin; Dikarin têkoşîna xwe bêhtir mezin bikin. Divê hemû jin destê hev bigrin. Heta jin nebin yek, wê heya dawiyê wisa be. Ji ber ku pergala kapîtalîst bi jinê re ewqas lîstiye ku li holê tiştek nehiştiye. Divê jin îradeya xwe bibîne. Jin çawa dikare şer bike? Li ser vî esasî Serokatî tevgera jin ava kir.
Jin bi her êşê re rûbirû maye û keda wê her tim hatiye xwarin. Bi qasî ku keda zilaman di nav pergalê de tê dîtin, ya jinan nayê dîtin. Divê jin di ferqa keda xwe de bin. Di ferqa hêza xwe de bin ku hem li hemberî pergala kapîtalîst hem jî li hember dagirkeriya zilam dikarin têkoşîn bikin. Ji xwe îro herkes dibîne û şahîde ku di nav Tevgera Azadiyê de ya herî pêş jin e. Bêhtir jin têkoşîn dike. Jin hatiye naskirin ku jin dikare bi îradeya xwe di her milî de xwe pêş bixe. Di vê mijarê de têkoşîneke mezin daye. Gelek bedel di vê oxirê de hatiye dayîn. Em dibînin ku ya girîng ewe ku jin yekîtiya xwe pêk bîne. Divê hemû jin bibin yek, ger nebin yek pergal wê jinê her tim tine bike û her tim wê pê bide winda kirin. Ger jin bibin yek pergal jî nikare jinê bi bin bixe. Ger yekbûn nebe wê azadî jî çênebe. Divê jin hev du bigrin ku bikaribin azadiya xwe jî pêş bixin.
Ronahî Reşîd – Jînda Çelê