• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

8’ê Adarê Pîroz Be

March 8, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
8’ê Adarê Pîroz Be
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Me bi nameya Rêber Apo îsal 8’ê Adarê bi coş û hêzekî ji her demî xûrtir pêşwazî kir. Em bi saya Rêber Apo her roja xwe bi wateya 8’ê Adarê derbas dikin.

Di serî de em 8’ê Adarê li Rêber Apo, li hemû jinan, jinên Kurd û Ereb pîroz dikin. Îsal wê bibe saleke cuda û nû. Peyama Rêberê me gihîşt me. Îsal wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ji ber vê yekê em bi kêfxweşî pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku 8’ê Adarê wê gelekî mezin bê pîrozkirin. Ji ber ku em çiqasî vê têkoşînê xurt bikin em ê ewqasî nêzî Rêber Apo bin. Têkoşîna me wê li cîhanê belav bibe. Di wê baweriyê de me ku em ê bi gelê xwe yê welatparêz û jinan re têkoşînê hîn mezintir bikin û xûrtir bimeşînin.

Gerîlayên ku bi xwe Erebin vê yekê dixwazin vê dibêjin: Bi rastî jî ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû jinan e. Ji bo jinên bindest, ji bo gelan e. Fikrên Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna me wê hîn bêhtir belav bibe û xurt bibe. Di dawiyê de jî wê bi ser bikeve.

Têkoşîna li dijî bindestî û zilmê ne tenê bi çekê ye. Têkoşîn ne tenê çekdarî ye. Ji ber ku em daxwaza azadiya hemû jinan dikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan hemûyan e. Bi taybetî ji bo azadiya jinên Kurd û Ereb wê bibe zemîneke xurt. Û ev têkoşîn wê serketineke mezin bîne cîhanê.

Roj roja bilindkirina têkoşînê ye

Em jinên têkoşer, me gelek berdêlên giran dan. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên kedkar û bindest, ji bo azadiyê em têkoşiyan. Rêberê me nameyek ji me re şand. Weke gerîlayên YJA Starê me name xwend, em gelekî kêfxweş bûn û kûr bûn. Di têkoşînê de ji bo me bû çavkaniyeke mezin a hêzê. Ji xwe bi vî rengî bû, hîn xurt bû.

Bi berdêlên giran em gihîştin vê astê. Me gelek şehîd dan, hevrêyên me heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan. Em ne tenê ji bo çekê hatin çiyê. Ji bo parastina jinan, ji bo mafên jinan em hatin. Bi têkoşîn û hêza mezin a Rêberê xwe em gihîştin vê astê. Me berdêlên giran dan, em ê ji îro pêve jî bidin. Em ne tenê ji bo jinên Kurd têdikoşin; ji bo azad kirina hemû bindestan û jinên ku mafên wan ji wan hatine standin, em têkoşînê dimeşînin.

Armanc û daxwaza me li welatekî azad, bi Rêberê azad re em bi hevre bijîn. Li ser vê esasê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Nameya Rêberê me ji bo me hêzeke mezin e. Em ê bi hemû jinên kedkar û têkoşer re bi ser bikevin.

Êdî her rojên me li gorî wateya 8’ê Adarê ne

8’ê Adarê ji bo jinan rojeke bi wate û pîroz e. Ne tenê 8’ê Adarê, em tevlîbûna xwe ya li rêxistinê pîroz dibînin. Yê ku ev roj bi me da naskirin û wateya wê da fêhmkirin Rêber Apo ye. Tevlîbûna jinên ji gelên cuda li nava tevgera me, ji bo me xwedî wateyeke gelekî mezin e. Li ser vê bingehê em deyindarê Rêber Apo ne. Fikir û felsefeya Rêber Apo kir ku em vê rojê bibînin û bi gelên cîhanê re pîroz bikin. Karên ku Rêber Apo ji bo jinê kir, derfet da me ku em vê fêhm bikin. Ji ber ku Rêber Apo 26 salan li zindanê li ber xwe da, ji bo me projeyek ava kir. Bi saya Rêber Apo êdî her rojên me li gorî wateya 8’ê Adarê ne.

8’ê Adarê tê wateya azadiya jinê û xwerêvebirinê. 8’ê Adarê ne tenê rojeke bê bîranîn, 8’ê Adarê ji bo me her roj e. Jinên li febrîqeyan kar dikin, jinên li hemberî desthilatdariyê li ber xwe didin, bi têkoşîneke xurt berxwedana xwe dewam dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ên li ser jinê îro li tevahiya cîhanê belav bûne.

Weke gerîlayên YJA Starê em 8’ê Adarê careke din li hemû jinan pîroz dikin. 8’ê Adarê bi taybetî li Rêber Apo û hevrêyên li zindanan pîroz dikin. Em 8’ê Adarê li dayikên şehîdan, li jinên li her qadê li ber xwe didin, li tevahiya jinan pîroz dikin.

Bêrîtan Girêspî, Eylem Gabar, Bawerîn Çiya û Avaşîn Gimgim

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk