• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Em Jinên Enternasyonalîst Dizanin Çima Tevlî PKK’ê Bûne

December 15, 2024
in Nirxandin
A A
Em Jinên Enternasyonalîst Dizanin Çima Tevlî PKK’ê Bûne
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ev 26 salin tecrîd û îşkenceyekî gelek dijwar li ser Rêber Apo tê meşandin. Rûxmê hemû astengî û qedexeyên li ser Rêber Apo bi berxwedaniyek dîrokî fikir û ramanên xwe bi rêya pirtûkên xwe gihande ber destê me. Fikir û felsefeya Rêber Apo bi gelek pirtûkan re hatiye çapkirin û îro herkes dikare xwe bigihîne û jê sûd bigre. Hemû enternasyonalîstên ku dixwazin heval Ronahî fambikin, xeyal û armancên wê nasbikin, yên ku neheqî û bêedelatiya di pergala hegemon û bandora wê li ser her kêliya jiyana me dibînin û pê diêşin, gûhartin û sererast kirinan dixwazin divê berê xwe bidin wan pirtûkên giranbiha yên Rêber Apo. Bi vê hêz û zemîna em pê bidest dixin re emê bikarin xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe jî serbixin. Ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest, tevahî gerdûnê ev zanîn û ilma Rêber Apo firsendekî dîrokî ye ji bo me hemû rêhevalên enternasyonal yên Ronahî Elman. Em divê bi vê hêz û potansiyelê re li hemberî kapîtalîzm, bindestiyê weke cephe ya enternasyonalîst ji herdemî bihêztir têkoşîna xwe bimeşînin.

Ya rastî, herkes dixwaze ji aliyê xwe ve şerê li dijî pergala netew-dewletê, dijî bêedaletî û bindestiyê bimeşîne. Rêber Apo wek “Şerê hûndirîn dayîn” pênasekirîbû. Her milet ku dikeve ferqa rastiya lîberalîzmê û bandorên wê li ser jiyan û hebûna xwe, rastiya kolonyalîzm û kapîtalîzmê derdixe zanebûnê kêm zêde wî şerî dide.  Ji bo vî şerê hûndirîn em serbixin Rêber Apo bi rênîşan, rêk û rêbazan mînakên şênber nîşan daye û di me de zanistî û hêza serkeftinê jî afirandiye. Ji bo wê jî daxwaz, armanc û pratîkê kirina yêk girîng e bê gûman. Rêber Apo got ku dîrok şaş divê neyê jiyîn, bi xwe xapandin, bi nenaskirinê jiyanek rast nayê jiyîn û perspektîfek kûr ji bo avakirina jiyana nû û rast jî nîşanî me hemûyan daye.

Em weke jinên enternasyonalîst dizanin em çima tevlî PKK’ê bûne. Ji destpêka avabûna PKK’ê ve xwe nîşan da ku tevgerekî enternasyonalîst e. Ji gel û baweriyên cûda beşdarbûn çêbûbûn û ji destpêkê ve zemînê enternasyonalîst avabûbû. Li vir girînge bibîrbixim ku di nav hevalên me yên enternasyonalîst de heval Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş ku mîrasek afirandin ji destpêkê ve dîtibûn û famkiribûn ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji sazbûn û meşandina tevgerekî xurt ya Kurd re derbas dibe. Wan hevalan dîtibûn ku ev pirsgirêk ne tinê ya gelê Kurd e, beşdarbûna ji miletên din jî, şoreşgerên enternasyonalîst girîng dîtibûn û xwe bi coş, kelecan beşdar kiribûn. Ji bo wê jî dema em têkoşîna enternasyonalîst ya li Kurdistanê binêrin emê bibînin ku ew rêhevalên me yên Tirk bûn ku rupelên destpêkê  yên dîrokî şoreşê dadigrin. Bi rêhevala me Andrea Wolf re bingeha têkoşîna enternasyonalîst ya ku heval Hakî Karer û Kemal Pîr avakirine ji hêzên têkoşîna enternasyonalîst ya cîhanê re  hate ragihandin û gihand welatên din yên cîhanê. Rêber Apo jî ji xwe nîşan da ku doza wî ji bo azadiya hemû gelên bindest e.

Rêber Apo bû Rêberê tevahî cîhanê, bo ronahî, bû pêşeng, bû hêviyekî mezin. Rêber Apo di paraznameyên xwe de jî ne tinê pirsgirêkên Rojhilata Navîn, yên li çar aliyê cîhanê bi çareseriyên wê re nivîsand. Rêber Apo bo Rêberekî mînak ji bo qada enternasyonalîst jî. Sedema vê rastiyê kûrbûn û tespîtên muazzam yê Rêber Apo ne. Ji ber ku bi xwe jî li çar aliyê cîhanê li kûderê rêxistinbûnekî şoreşgerî heba dixwend, lêkolîn dikir  û vegerand ezmûnekî kûrtir û bi hemû rêhevalên xwe re jî parve kir, parve dike.  Ji bo tevgera avakiriye li ser zemînê enternasyonal de bimeşe û xurt bibe Rêber Apo her ziravî fikiriye û ava kiriye. Şehîdên enternasyonal weke rêheval Ronahî (Andrea Wolf) jî vê rastiyê dîtibû û Rêber Apo weke Rêberê xwe jî pejirandibû û ketibû ser reya azadiya jin ya bi fikir û ramanên Rêbertî pêşdiket. Ji ber ku Rêber Apo bi vê rêxistinbûnê, bi fikir û felsefeya xwe nîşanî me hemû jinên çar aliyê cîhanê da ku jiyana rast kîjan e, li dijî koletî û bindestiyê têkoşînekî çawa divê bê meşandin.

Bi vê re bi hezaran Ronahî derketin rê û berê xwe dan têkoşîna azadiya gelê Kurd. Ez bi xwe jî yek ji wan hevalên enternasyonalîstim ku tevlî vê dozê bûye. Ev têkoşîn mîrasekî gelekî mezin e. Ev mîras ne tinê ji bo jinên li Ewropa dijîn re zemîn û firsenda dîrokî ye ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn, ji bo jinên Ereb, Tirkmen, Ermen ûhwd. re derfeta herî mezin e. Îro ji Latîn Emerîqa bigre heya welatên Ewropa, heya Asya ya Navîn, ji her derê jin dikare bibe xwedî hêz, bibe xwedî rêxistin û bingeha yekbûna gerdûnî ya jinan bidin avakirin. Ev reya Rêber Apo avakirî ji bo hemû jinên cîhanê reya azadiyê, hevgirtin û serkeftinê ye.

Em wek jin xwe ji pêşeroja hemû jinên koletî, zilm û zorê re rû bi rû têne de berpirsiyar dibînin. Em ji çi aliyê cîhanê be bila bibe, jinekî ku bi zilmê re rû bi rû tê pirsgirêka xwe dibînin û bi wî barî re radibin. Ji ber mafê hemû jina ya jiyanekî azad, jiyana nû heye. Têkoşîna me jinan ji bo derbaskirina vê pergala zilamsalar e. Ji bo wê, hemû zor û zehmetiyên derdikeve yê herdaîm ji aliyê her yekî me ve bi ruhekî fedaî bêbandor bê hiştin û têkoşîn her biçe bê xûrtir kirin.

Ji xwe Rêber Apo jî got ku dîrok zindî ye. Her rûdanên dîrokî, pêşdeçûnên bûyî zindî dimîne, îro jî zindî ye, yê sibê jî zindî be. Emê şiklekî çawa bidin, çawa avabikin û pêre bijîn di destê me de ye. Bi coş, kelecan û armancekî mezin hevalên enternasyonal berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê û doza Kurd anîn vê asta gerdunîbûnê. Weke hevalekî enternasyonalîst dikarim bêjim Heval Andrea Wolf ku yêk ji pêşengên me ye îro li Çiyayên Kurdistanê ye, li kolanên Efxanistanê ye, li gundewarên Meksîko ye, li taxên karkeran yên li Ewropayê ye. Bi ruhê van rêhevalên me yên pêşeng yên entesnasyonal îro li çar aliyê cîhanê têkoşîna enternasyonal tê jiyîn, meşandin û xûrt kirin.

Di şexsê jinên pêşeng yên PKK’ê û PAJK’ê de em dibînin ku milîtanên Apo’yî, bi beşdarbûn, sekin û têkoşîna xwe karîne jiyanekî nû biafirînin, xwe ji xweliya xwe ji nû de ava bikin. Em tevlî îlham, mîras û xeyalên wan dibin. Em îro dizanin ku di nava PKK’ê de têkoşîna enternasyonalîst çawa destpêkiriye û em şahîdî jêre dikin ku îro çiqasî bi xurtî dimeşe. Bi her hevalekî me yê enternasyonalîst re em dizanin ku pêşerojek çawa dixwazin ava bikin û çima berê xwe didin refên gerîla. Ruhê heval Andrea Wolf û hemû şehîdên enternasyonal zindî girtin û her jiyanî kirin di destê me de ye. Xwedî derketina li doza wan bilindkirin û pêşxistina kar û xebatên em bimeşînin re yê jiyanî bibe û pêk were, me bigihîne serkeftinê.

Elefterya Ronahî

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk