• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Heqîqet Û Fedaîtî

December 7, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Heqîqet Û Fedaîtî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Bê gûman heqîqet bi gelek tiştan re pêwendîdar e û dîsa bê gûman her rejîmê heqîqeta xwe heye û her rejimê fedayiyên xwe jî hene. Fedayitî, xwe feda kirin, ji xwe derketin xwe derbaz kirinê dixwaze. Ev wateya hevoka “enerjî dixwaze madde yê derbaz bike” anî bîra me û dîsa ji bo tu bibî fedayî hewceye tu xwe bibînî, nasbikî, ango “made dixwaze bigihê wateyê.” Em li hemû Pêşeng, Fîlozof, Şovalye, Şervan, Sofî, Aşiq, Ozan û hwd. binêrin emê bibînin ku hemû ji bo xwe gihandina heqîqetê xwe feda kirine. Heman demî di leza ronahiyê de di xwe de guhartin û veguhertinek pêkanîne. Heqîqet tiştek ne hêsan e û fedayîtî jî ji bo civaka hêja û giranbûha ne. Fedayîtî sifatê şopdarên Heqîqetê ne. Serok Apo ji Suhreverdî ( Maktul Şahabettin) re dibêje “Rêhevalê min yê Heqîqetê”. Û em ji bo Serok Apo dibêjin fedaîyê mezîn Serok Apo bi xwe ye.  Ji ber ku xwe fedayî heqîqetê kiriye. Lêgerîna azadiyê bi eşq di oxira wê de hewildayîn e. Fedayîtiyê dixwest ango heqîqet fedaîtî, xwe fedakirinê ferz dikir û îro jî dixwaze. Serokê me jî vê da pêşiya me. Bi awayekî zelal, xwerû. Ma kî dikare bêje Hallaci Mansur, Buda, Hermes, Hûrrem, Îsa, Pîr Sultan Abdal û yên nujen jî weke Haqî, Kemal, Zîlan, Sara, Mazlum, Xeyrî, Che, Ruken-Sara, Erdal-Rojhat, Asya-Rojger, Bêrîtan, Nuda, Mizgîn, Yekta û hîn bi hezaran qey ne fedaîyê heqîqetê ne? Ew hemû pêşeng û şoreşger jî rêwiyên heqîqetê bi xwe ne.

Heqîqet lêgerîna jin-dayîkê ye

Heqîqet çima pêwiste li mirovahiyê vegere? Ji ber ku pêdiviyên civakî ne û li ser jiyana mirovahiyê bandor dike. Dibêjin heqîqet bi jiyana xweza ve girêdayî ye û tovê civakbunê ye. Ger mirov bi zanist û komînal be wê demê heqîqet pêk tê, dema heqîqet pêkhat jî ehlaqê mirov xwe dide der û ev jî ji jiyana xwezayî tê. Eger mirovek felsefeya Rêber Apo bike bingeha jiyana xwe di kesayeta xwe de bihûne û xwe pê bipijîne wê bigihêje heqîqeta pîr û paq. Di jiyana me de jî komînalbun heye, peyva heqîqetê ku îro şoreşger jî bilêv dikin pêwîste em dîrokî bikin û bigihînin wateya wê ya rastîn.

Em ji xwe bipirsin ku gelo hişmendiya me şoreşgeran çiqasî komînal e? Lêgerîna me ya komînal jiyan kirinê di çi astê de ye? Em li hemberî hişmendiya moderniteya Kapîtalîst di şerekî çawa de ne?  Çawa ku Rêber Apo dibêje “hertişt dualite ye” wê bi mirov re jiyana Şehîdan û felsefeya Rêber Apo jî komînal bibe. Wek şoreşger û welatparêzên xaka xwe divê em li ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Şoreş heqîqeta Zîhnî ye” têbikoşin û di bingeha vê rastiyê de jiyana xwe avabikin û pêkan bikin.

Doga Jiyan Û Stêrk Jîn

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk