Weke her sal îsal jî rastiya tund û tujî li ser jin, zarok û xwezayê rojevek girîng e, ji ber ku bi her roja tê re ev yek girantir û xedartir pêşdikeve. Pergala mêrsalar, pergala kapîtalîst herî zêde li ser jin çerxa xwe ya koletiyê dişidîne û berfireh dike. Her sal bi hezaran rûdanên kuştin, destdirêjî, tundî û birîndarkirin li ser xaka me, li welatên li Rojhilata Navîn tên jiyîn û ev pirsgirêk her ku diçe mezin û kûrtir dibe. Li gelek welatan behsa êrîşên li ser jin rûdidin kirin sûç e, ne ragihandin, ne rayêdarên wan behs nakin û bi navê sirê navxweyî yê welatê xwe rolê ker-lûl û kor dileyîzin. Li hin welatên din ku eşkere derdikeve ku mehane çend rudanên kuştina jin hene jî bi rêjeyek kêm tê teyisandin. Ji ber ku li wir jî asta êrîşan wek ya rast û encamê herî dawî nîne, yên nayên teyisandin û di nav malbat û eşîran de jî veşartî tê hiştin ne kêm e. Bêgûman pirsgirêka tund û tujî, zilm û zora li ser jin, jiyan û civakê ne ku ji ber xwe ve pirsgirêk mezin e û kûrtir dibe. Na, ev pergal her diçe pirsgirêkê mezin û kûrtir dike. Li gel vê rastiyê li hemberî pergala wan berxwedanî û têkoşînek bêhempa ya jinê jî heye û berdewam dike.
Bêgûman Rêber Apo bingeha vê têkoşînê bi awayek wiha pêşxist ku her daîm bimeşe, mezintir bibe. Rêber Apo bi avakirina kesayet, rêxistinbûn, artêşûna jinê re deryayek ruhê azad avakir. Ev derya azadiyê ye, ev derya jiyan û pêşeroja azad e. Yên ku xwe gihandin perava deryayê yê ti demî vegera nava tarîtî û bindestiyê hilnebijêrin. Rêber Apo vê ruh, bawerî û hêviyê di dilê me hemû jinên xwedî lêgerînên azadî û wekheviyê de çandiye. Me xwe gihandiye peravên ber bi azadiyê ve dibe. Her diçe jî em jinên cîhanê jî bo vê reya zor û zehmet lê ya bi şeref û rûmet hilbijêrin û ji bo hemû berdelan jî xwe amade bikin qane dikin, wana jî dikşînin doza azadiya xwe wek jin û welatê xwe yên bindest. Ji ber wê ye jinên Efgan, Pakîstanî, Hindîstanî, Îngilîz, Elman, Fransî, Îspanyolî uhwd. ji sedan welatan li çar aliyê cîhanê di bin dirûşma Jin-Jiyan-Azadî jin diherikin qadan û bi kulmên xwe li hewa têkoşîna xwe mezin dikin.
Em hemû jî vê rastiyê dizanin ku yê vê têkoşînê mezin bike, pêşengtî û rênîşanî jêre bike li her welatê cîhanê, di nav hemû gelan de jin bi xwe ye. Jin yê vê pêşengtiyê çawa bike jî girêdayî asta pêşketin û zanebûna wê ye. Û em asta xwe rêxistinkirina jinan de dibînin ku ev zanebûn û biryardariya heyî jî xwe gihandiye astekî ne ji rêzê û her diçe mezintir jî dibe.
Rast e, jinên her welatî qasî me jinên Kurd û Kurdistanî ne bi şansin, ji ber ku di asta Rêber Apo de yên ku bi mijara pirsgirêka jin û pergala mêrsalar, bi rastiya koledarî, rê û rêbazên derbaskirina wê re mijûlbûyî û xwe bexşandî derneketiye holê. Ji ber ku zurufên avakirina artêşbûna jin, xwerêxistinkirinên xweser, pergala hevserokatî, qeyd û quralên rêjeya jin di hemû beşên kar û xebatan de asta herî jor de cîh dayîn û jinê ji vê berpirsiyariyê re amade kirin qasî li welatê me li ti cihê din pêşneketiye. Ked û têkoşîna giranbiha ya Rêber Apo ji me jinên Kurdistanê re berpirsiyarî û barek mezin jî afirandiye, ew jî ji hevgirtin û yekbûna hemû jinên cîhanî re pêşengtî kirin e. Her ku têkoşîna me mezin û xûrtir dibe fikir û felsefeya Rêber Apo zêdetir xwe digihîne hemû gelan, hemû jinan. Û her welatê ku fikir û felsefeya Rêber Apo gihêştiye, parazname û pirtûk di zimanên wan welatan de hatiye çapkirin, bûye wesileya nasîn û famkirina doza azadiyê û bi xwe re li wan welatan jî pêlên girseyî yên enternasyonalan ber bi doza azadiyê ve kişandiye û dikşîne. Ev yek xwezayî pêşdikeve û em hemû dizanin ku Rêber Apo sînorên Kurdistanê ji zûde derbas kiriye û xwe gihandiye hêza çareserkirina hemû pirsgirêkên gelên bindest, çareserkirina pirsgirêka pergala mêrsalar û azadiya jinê.
Em dibînin ku îro li hemberî pêşketinên di warê jiyan, civak û jina azad de bêtehemûliya mezin ya pergalê jî her diçe mezintir dibe. Ji ber di nava panîkekê de ne. Rêk û rêbazên ber bi Konfederalîzma Jina ya gerdûnî ve her ku çirûskek diteyîse ev tirs û panîka wan zêdetir dibe. Ji ber wê ye ku faşîzm jî li gelek welatan derdikeve pêş. Nîjadperestî û rastgirî, zayendperestî, olperestî her diçe tê kûrtir kirin. Rayedarên welatan bi hêrs û kîn diaxivin û heqaret li jin û jiyanê dikin, mafên xwezayî yên herî barîz yên jinê jî dixin mijara nîqaş û qedexeyên xwe. Faşîzma pêşdikeve li dijî jin, di şexsê jin de li dijî civakan tê meşandin.
Rêjeya kuştin û tundiyê jî di astek gelek jor de li dijî jin û zarokan berdewam dike. Ev hemû berdewamiya îlana şer e. Bi tecrîda li ser Rêber Apo re şer li hemberî jin, li hemberî jiyanê, li hember civakê tê kûrkirin. Em van rojên ku em nêzî 25’î Mijdarê bûne û li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kar û xebatên girîng re şahîdî dikin de ya girîng têkoşîna hevgirtî ye. Em têkoşîna xwe li hemberî pergala mêrsalar bi xwedîliderketina Rêber Apo û pêkanîna fikir û felsefeya jiyana azad û wekhev mezintir bikin. Emê encax bi vî şêweyê bikarin zihniyeta dikuje, zilm û zorê pêşdixe binbixin û wek jin xwedî li civaka xwe, welatê xwe, xwedî li hebûna xwe jî derbikevin.
Mizgîn Botan