Xwe birêve birin pêwistiyek esasî ya civakan e. Saziyek heye ku heger derfetê demokratîkbûnê re bê nirxandin û xizmeta rast ji gelê xwe re, ji bajar û gûndên xwe re bike gelek pêşketinên mezin ava dike; ew jî şaredarî ne. Şaredarî her çiqas saziyek dewletî bixwuye jî sazîbûnekî ji bo gel e. Pêwîstiyên gel di aliyê aborî, aliyê paqijî û tendûristî, aliyê pêwistiyên avê û hwd. di gelek xalan de pêkanînê de xwedî erk û berpirsiyarî ye. Lê heger ev şaredarî yên te bi xwe bin, ti hêzekî din wê gasp neke, desteser neke.
Ev potansiyela saziyên şaredarî di xizmeta gelê Kurd re ava dikir weke şûrek ketiye dilê wana ku cardin faşîzma xwe di asta herî jor de bikartînin. Li gora wana şaredariyek hebe divê li gora mejiyê wan yê yek tîpî be, yanî ziman, al, bawerî uhwd. Tirk be, Tirkîtî ava bike. Lê belê heger tu Kurd bî bêgûman tê hewilnedî bibî Tirk, şikil de xwe weke Tirkek nîşan bidî jî, ruh, can, xwîn, demarê laşê te ji çavkaniya Kurdbûnê tê û xwe xapandina bi Tirkbûnê jî ji her demî kirêttir dibe. Gelê Tirk re hûrmeta min heye, Tirkên demokrat û dijî vê pergala kûjer, zilimkar û dijminê wekhevî û biratiya gelan e jî vê neheqiyê baştir bibînin û bi gelê me re hevgirtî têbikoşin yê bikarin hişmendiya faşîst hilweşînin, zûrûf û derfetê pêkrejiyanê, bi rêzgirtin û hûrmet afirandin û jiyanî kirinê de berpirsiyariya xwe bînin cîh. Di vir de Kûrdbûna xwe parastin, pêşxistin girîng e. Şaredariyên gelê me, bi îrade û rayên xwe hilbijartî hewildide xizmeta gel bike, pêwîstiyên wê pêkbîne, her çiqas dewlet jêre her astengî derbixe û di aliyê madî û algi avakirinê de dijminahiya xwe bidomîne jî.
Şaredariyên gel li Kurdistanê ji bo gel xizmet kir. Hewilda aliyê çand û hûnerî kar bike. Hewilda avakirina park û cihên taybet li gora daxwazên civakê pêk bînin. Hewilda li pişt daxwaz û israra gel ya parastina zimanê dayîkê û çandê cîh bigre û di wir de ti tawîzan nede. Hewilda rêveberiyên ku xerîb û dagirkerin wê saziyê desteser nekin û pêşî li zilm û zora netewe-dewletê bigrin. Wana çikir? Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî desteser kirin. Derfetê gelê me bi tercîh û raydayînê afirandibû û kêm jî be dikarîbû nefesek pêre bikşîne tê qûtkirin û faşîzma netew-perestiyê tê ferz kirin. Li hemberî vê bêedaletî û xesp kirina vîna gel nerazîbûn û bertekên xûrt yên gelê xwe em dibînin û bi vê sekna wan ya berxwedêr serbilindin û moralek mezin jî jê digrin. Ji bo hebûna nasnama me weke Kurd, bi hemû reng û dewlemendiyên civakbûna xwe re berxwedayîn, parastina wê kirin û têkoşînê xûrt kirin şertekî esas yê vê şoreşê ye. Ew bi vê dijminahî û hovitiya xwe çi bikin, serî li çi rê û rêbazên kirêt bidin jî yê nekarin pêşiya pêlên girseyî yên ber bi azadiyê ve dimeşin bisekinîne.
Herî dawî dixwazim li ser mijara xwe birêvebirinê nirxandinekî kûrt ya Rêbertî re cih bidim; “Navendîbûna zêde ya sîstema şaristaniya navendî, ne bi tenê di berdêla qelsbûna desthilatdariyên xwecihî de pêk hat. Bi awayekî giştî mafê xwebirêvebirinê yê civakan timî desteser kir, li nîzama demokratîk a xwezayî ya qebîle û malbatên hem li navenda xwe, hem li dewrûbera xwe û heta li yên li derveyî xwe jî timî dest werda, mafê xwebirêvebirina wan ji destên wan girt bi xwe ve girê da û bi vî awayî navenda hegemonîk bi hêz kir. Hem desthilatdariyên hegemonîk, hem jî desthilatdariyên xwecihî timî di berdêla berepaşbirin an jî hilweşîna nîzama komî ya destpêkê û xwezayî ya gund, eşîr û qebîleyan û heta xwebirêveberiya bajaran de pêk hatin. Desthilatdariya navendî ya hegemonîkbûyî her tim li dijî otorîteyên demokratîk ên xwecihî pêk tê…”
Û cardin bi van gotinan Rêbertî girîngiya xwerêveberiyê cardin binxêz kiriye; “Mirov bêyî xwebirêvebirinê nikare li neteweya demokratîk bifikire. Bi giştî bi tevahî şêweyên neteweyan, bi taybetî jî neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiya xwe mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve. Di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare li neteweyan bêyî rêveberî bifikire. Heta neteweyên mêtingeh jî herçiqasî ji xerîban pêk bê jî rêveberiyeke wan heye. Lê ji bo civakên ketine pêvajoya jihevbelavbûnê mirov nikare behsa rêveberiyê bike. Eger mirov behsa rêveberiyê bike jî ew rêveberî ya hêza ji hev belavker e, rêveberiya tesfiyekirinê ye, û vê bi demê re û bi kontrol dike.”
Ev mafê herî xwezayî yê xwebirêvebirina civakê ewqasî ji bo me hemû gelên cîhanê jiyanî ye. Me weke gelê Kurd bi saya fikir û ramanên Rêbertî zûtir derxist zanebûnê, bi pratîk û encam jî bi çavê xwe jî dît û jiyan kir. Piştî van pêşketin û destkeftiyên giranbiha, piştî tamkirina azadî, bedewî û xweşikbûna ziman, çand û nirxên civaka xwe ti hêz yê nekare me ji vê reyê vegerîne, paşde bikşîne. Vîna gelê me yê dawiyê serbikeve, mafê herî xwezayî yê hebûna xwe, jiyîn û parastina nasnama xwe bi hemû dewlemendiyên xwe yê bi vê têkoşînê bê serxistin. Ew jiyana ji rojên bi tirêjên rojê tijî, bi ilm û felsefeya Rêbertî pêkhatî gelek nêzî me ye. Ji bo hilweşîna pergala wan ya faşîst û dermirovî berxwedaniya me yê serbikeve. Ha îro, ha sibê…
Şîlan Serhed