• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Heval Berwar Bi Têkoşîna Kêlî Bi Kêlî Serkeftin Afirand

August 20, 2024
in Daxuyanî
A A
Heval Berwar Bi Têkoşîna Kêlî Bi Kêlî Serkeftin Afirand
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK) şehîdên berxwedana 15’ê Tebaxê ya bi pêngava 15’ê
Tebaxê avakirin û heta roja îro domandin, dîsa şehîdên demên cihê, ên di 15’ê Tebaxê de şehîd
bûbûn, her wiha bi hezaran hevrêyên xwe yên ji pêngava 15’ê Tebaxê heta îro di nava şerê
xweparastinê de cih girtin û şehîd bûne bi rêzdarî û minet bibîr tînin.

Di şexsê Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya
Fermandariyê ya HPG û YJA Starê hevala Berwar (Seyran Çomak) em hemû şehîdên têkoşîna azadiya
jin û gelê kurd bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan bi deyindarî ditewînin.

Têkoşîna ku gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiya wê dikin di sala îsal de jî zêdetir pişt li AKP-MHP’ê
şikandine. Derbên ku gerîlayên YJA Starê li artêşa Tirk a faşîst dane artêşa Tirk şeht kirine. Hostatiya
taktîk ku derketî holê yek ji pêvajoya mînaka dîrokî daniye holê. Ji aliyekî ve pûçkirina êrîşên artêşa
dijmin, ji aliyekî ve hostatiya taktîk, li dijî êrîşên ku bi teknîk û çekên kimyewî berxwedaniya gerîla, di
dîroka birûmet a gelê Kurd de cihê xwe dîtiye. Ev têkoşîna gerîla, pêngava dema azadiyê pirtir nêzî
serfiraziyê dike.

Desthilata AKP-MHP’ê ku ketî rewşa hilweşandinê PDK jî kişandiye nav tifaqa xwe ya gemarî û li dijî
PKK’ê daye şerkirin. PDK bi hevkariya bi dijminê Kurdan desthilata AKP-MHP’ê ti îtîbara wê nemaye, li
ber çave gelê Kurdistanê teşîr bûye. Bê guman ev jî bi saya sekna berxwedêr yê weke Heval Berwar
eşkere bûye.

Hevala Berwar bi sekna jina azad, bi baweriya ku berxwedanî dibe serkeftinê û serkeftin jî bi xwe re
jiyana azad tîne heya kêliya dawî jî li hember êrîşên dijmin têkoşîn kir û bû mînaka ku jin dema şer
dike xweşik dibe, xweşik dibe azad dibe, azad dibe tê hezkirin. Heval Berwar bi şer û jiyana xwe jî da
nişandan ku têkoşîn kêlî bi kêliye û li hemberî her cûre êrîşên sistema desthilatdar, mêtînger û
dagirker dema ku dil û mejiyê mirov ji bo azadiyê dixebite dikare di her kêliyê de bi moral, coş, bawerî
û serkeftî be. Heval Berwar rastiya van hest û ramanên xweşik di têkoşîna Gerîlla û di fermandariya
YJA STAR ê de jî şênber kir. Ji aliyê fêhmkirina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bicihanîna vê stratejiyê
bi dewlemendiya rê, rêbaz û taktîkan, nêzîkatiyeke hostatî nîşan da. Salên dûr û dirêj li qada Serhedê
fermandarî ji şer re kir û kedeke mezin da. Bi hezkirina xwe ya ji gel, hezkirina ji hevrêyan û hezkirina
ji Rêbertî hemû pirsgirêkên derdikevin pêşiya wê çareser kir, astengî hemû ji pêşiya xwe rakir, her kêlî
veguherand kêliya serketinê.

Ruhê 15’ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne. Jin û mêr ên lêgervanên jiyana azad ên
xwe bi egîdî xemilandine, rê nadin dagirkeriyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn , Metînayê
Botanê, Serhedê, li tevayî qadên parastina Medyayê û li her çar parçeyên kurdistanê bi rihê şerê gele
şoreşgerî mezin dibe, bi soza azadiyê ber bi serketinê ve diçe. Bi vê baweriyê divê gelê Kurdistanê ji
jin û ciwanan, ji heft heta heftê salî tevlî vî şerê serkeftinê bibin û cihê xwe di hesabpirsîna dîrokî de
bigirin. Bi biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi tolgirtina şehîdên xwe yê bi
rûmet û bi israra di jiyana azad de em faşîzim û dagirkeriyê bi dawî bikin, Kurdistanê ji îxanet û
nûkeriyê paqij bikin û jiyana geleke azad, welateke azad û mirovatiyeke azad bi serbixînin. Em di
şexsê h. Berwar de ji bo tevayî şehîdên bi rûmet soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û bersivdayîna ked
û meşa wan ya bi rûmet nû dikin.
Koordinasyona PAJK

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk