• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Bi Saya We Jiyana Min Ji Nû De Ava Dibe

August 14, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Bi Saya We Jiyana Min Ji Nû De Ava Dibe
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Serokê min! Bi saya We di nava şoreşekî mirovahiyê de cîh digrim û têdikoşim. Bi saya We jiyana min ji nû de ava dibe. Ez pir ji We hez dikim. Ez dixwazim û armanc dikim ku li ser şopên hevala Zîlan, Berîtan, Ronahî, Berîvan û bi hezaran rêhevalên din de bimeşim û reya wan bişopînim. Ji bo wê jî ez xwe perwerde dikim, xwe di fikir û felsefeya We de kûr dikim.

Serokê min, We bi fizîkî ji me dûr xistin. Min We rû bi rû nedîtiye, lê hûn hertim di dilê min de jiyan dikin û ez bi saya rêhevalên xwe bi pirtûk, berhemên We yên nivîsandî xwe perwerde dikim.

Serokê min! Weke di gelek malbatan de rû dide di malbata min de jî bavê min desthilatdariya xwe dida axaftin. Gelek tundî, hem fizîkî hem derûnî li ser min jî pêkaniye. Ez di nav civakê de wek jinekî kole, jinekî bindest û teslîm buyî bûm. Lê min vê yekê di milekê de ji xwere ti demî di kûrahiya dilê xwe de qebûl nedikir, li çare û reya xwe ji wê rewşa têde bûm rizgarbikim digeriyam, lê min destpêkê peyda nedikir. Û min dizanî ku hima ji malê rev û ketina reyek nediyar jî nabe çareserî, ji ber ku her derî tehda, tundî û zilm hebû.

Jiyana min dijiya ji min re gelek paşverû dihat û wateya jiyanê jî nemabû. Jiyan ji bo min weke xwê ya bêav dijwar û zor dihat.

Ji hevdû biyanîbûnekî giran û neheskirinek mezin di navbera min malbata min, bi taybet jî bavê min de hebû. Dayîka min jî bêçare, rewşek hêj girantir de bû. Jiyanê li me herimandibûn. Ji xwe zext û terora dewletê asta herî jor de bû, vêcar di nav xwe de, di nav malbatê de jî heman nêzîkatiyên zor, zilm û neheqiyan re em rû bi rû diman. Zor û zextên dewletê zilamên weke bavê min anîbûn rewşa tundî, zext û qedexeyan li ser me, li ser zarokên xwe, li ser jina xwe pêk bîne. Ew jiyana min dijiya bi rastî jî ne ti jiyan bû.

Ti gûnehê me jî nînbû, lê weke suç ya me be bavê min hemû êş û qehra xwe ji me derdixist.

Lê belê, Serokê min! Piştî min navê Partiyê û bi taybet navê We bihîst, ji bo min her tişt guherî.

Ji bo min jiyan ji nû de bo xwedî wate, bû ronahî. Êdî stêrkên jiyana min bi çemê jiyanê re lihev hatiye. Serokê min, piştî hevalan ji min re hinek ji dahurandinên We xwend  û piştî min li ser xwe lêhûrbûn kir çavên min, mejiyê min vebû û min zêdetir famkir, wate da rastiyên rû dide. Ji bo ku We vê derfetê da min jî ez pir keyfxweşim Serokê min.

Ez ji We pir hez dikim Serokê min û dixwazim bi awayekî hêj kûrtir we, fikir û felsefeya we, projeyên We binasim, bixwînim, fambikim û pêkbînim. Ez dixwazim di warê xwe avakirin û pêşxistina jina şoreşger ya serkeftî û azad buyî de jî serbikevim.

Lê mixabin xwendina min nîne. Min beriya beşdar bûbûm, li malê neşandîbûn medresê. Piştî beşdarî refan jî bûm min dît ku xwendin, lêkolîn kirin çiqasî girîng û pêwîste ji bo min. Niha jî heya astekê min xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye lê hêja gelek maye.

Ji ber ku daxwaza min ya xwe pêş bixim geleke hevalên gel min jî ji zû fêrbûna min matmayî mane. Ez bawer dikim ku ezê di demek gelek nêz de gelek baş fêrbibin û bi xwe dest bi xwendina pirtûkên We yên giranbiha bikim. Armanca min ewe ku ez her roj ji pirtûkên We bixwînim, not bigrim û bi hemû ziraviyên wê fam bikim.

Serokê Min, ezê bi destên xwe ji bo We nameyan binivîsim û bişînim.

Bi saya We Serokê min, ez pir guherîm e. Ez li gora berê pir pêşketime û her diçe bihêz û xurtir dibim. Ezê xwe zêdetir jî pêş bixim û bibim jinekî azad û zane.

Bi saya We jiyana min ji nû de ava dibe Serokê min.  Ez heya dawî dildar, şopdar û tekoşerê vê dozê me. Ez heya dawî şervanê azadiyê me. Ezê wek şervanekî vê dozê ji bo azadiya We ya fizîkî pêk bê di hemû kar, xebatan de xurt beşdar bibim û mîsyonê xwe pêk bînim.

Serokê min, ez bawerim ku ew roja hun bi awayek fizîkî azad bibin jî yê were. Ez ji dil û can li benda wê kêliyê me. Ezê xwe pir bi şans bibînim ku jibo kêliyek jî be bikarim bêm We bibînim û hembêz bikim…

Evîn Delal

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk