• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ji Bo Roja Ku Jiyana Me, Aso ya Me Ronî Dike

May 28, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Ji Bo Roja Ku Jiyana Me, Aso ya Me Ronî Dike
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Pir rudanên bi êş û xemgîn dike hene. Zilm û zora li ser welatê me, civaka me ya dagirkeriyê ji xwe bê hed û hesab e. Vê rastiyê herî zêde dema ku mirov li çavên zarokan mêze dike, li ser ruyên wan rondik dibare de dibîne. Mirov li ser ruyên dayîkan ku buye tijî kermiçokên ji jiyana zor û zehmet, tijî êş û azara ji wundahiya can ji canê xwe jiyan kiriye de dibîne. Dema dizivirim û li gelê xwe mêze dikim, rastiyên tên jiyankirin pir eşkere dibînim û pir bi hêrs dibin, hestên heyf rakirinê re dilê min diwerime, Serokê min.

Bi saya ked û xebatên we Serokê min, em îro zêdetir bi hêvî bûne û deriyên asoya mirovahiyê hatiye vekirin. Serokê min, hûn her tim jiyana me ronî dikin, jiyana min, roja min ronî dikin.

Ez jî wek hevalek di nav tekoşîna azadiyê de pir kevin nînim lê her roj bi saya we, pirtûk û nirxandinên we di xwe de nûbûnan çêdikim, xwe zane û têgihêştî dikim. Ez piştî tevlî tekoşîna azadiyê bûm min di xwe de pêşketinên gelek mezin anîn, her ku diçe weke jinek ciwan zêdetir ji xwe bawer, zêdetir xwedî fikir û raman, zêdetir bi biryardarî û vinek bêhempa dibim. Her roja derbas dibe ez hin tiştên nû hîn dibim.

Ji bo ku ez bigihêjim armanca xwe roj bi roj di xwe de nûbûnê didomînim. Ji bona ku bikaribim xwe di hêla mêjî de kûr bikim, weke jiyana ku we wek jiyana rastîn pênase kiriye jiyan bikim û di xeta hevala Zîlan de bikaribim bimeşim, bibim layiq tekoşîna xwe mezin dikim.

Ji ber pêwistiya xwe ya xwe nû kirinê dibînim, bi heskirin û bêrîkirina salan ez dahurandinên we, paraznameyên we dixwînim û bi hevalên xwe re jî parve dikim.

Serokê min, bi hêviya demek herî nêz de em bi awayek fizikî jî bikarin we hembêz bikin, bêrîkirina salan li pişt xwe bihêlin ji her demî zêdetir emê tekoşîna dijî pergala heyî, pergala Îmral’i afirandî û her diçe asta herî giran de di şexsê kesayeta we de li hemberî me, hemu jin û civakên bindest ferz dikin bo hilweşînin bêsekin, bê navber bimeşînin. Ez ji dil û can, bi heskirinên mezin we silav dikim, Serokê min.

We ji bo me gelek nirx avakirin

Weke jinek ciwan ya şoreşgel li van çiyayên azad dixwazim çend hevokan bo we binivîsim Serokê min. Piştî ez tevlî refên azadiyê bûm her belge, pirtûk û nirxandinên we re her roj hinek rastiyên nû hînbûm. Nêzikatiya we ji jinê re, ji jiyanê re, ji azadiyê re, ji yêkitiya netewan û pêkrejiyana hemû miletan gelekî li ser min jî bandor kir û bi dil û can tevlîbûna nav refên azadiyê de hewil didim xurtir bikim.

We ji bo me gelek nirx avakirin, ev ked û xebatên we bo me ronahî, rênîşanî û hêza kar û xebatên xwe rêxistinkirin û tekoşînê afirandiye. Li ser wê bingehê kar û xebat asta azadiya fizîkî ya Serokê xwe pêkanîna me bêguman seknek dîrokî dixwaze û em sekna hûn li giravê nîşan didin ji mere jî rênîşane.

Emê tekoşîna xwe ji her demî xurtir bikin da kû bikarin we ji girava  wan bi awayek fizikî azad derbixin û cardin vegerînin nava xwe. Hun hertim di dil û meşiyê min de ne. Bi hêviya ku em rojek herî nêz de di mekanên azad de bi were cardin bikarin werin gel hev, we hembêz bikin û we ji dil û can guhdarî bikin.

Serokê min
Tu bûyî pepuleyekî azadiyê
Di nava dilê me Kurdan de
Tu bûyî gulek geş
Li kontarên çiyayên Kurdistanê de
Tu ronahiyek bêhempayî
Di nava dilê me Kurdan de
Serokê min
Tû bûyî azadiya gelên dinyayê
Te hevî da herkesî cîhanê
“Bê te jiyan nabe serokê min”

Zehra Gulan-Gûlbihar Çiya

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk