Di salvegera komploya navneteweyî de tecrîda li ser Rêbertî û Kurdistanê
Bi hatina salvegera komploya navneteweyî ya 9 Cotmehê ya li ser Rêbertî 25 salên li pey xwe hiştin û kete sala xwe ya 26’an. Di serî de em di şexsê her du hevrêyên xwe Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de yên bi rihê APO’yî û bi qehramanî çalakiya fedayî pêkanîn bi rêzdarî bibîrtînin. Di heman demê de di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de hemû kêsên ku bi bedenên xwe kirin xelekek ji agir û bi diruşma “kes nikare roja me tarî bike” gihiştin asta şahadetê em wan bibîrtînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Wê her tim jiyana wan ji bo me bibe ronahî.
Rêbertiya me ev 25’ salin di bin şert û mercên herî zehmet û tecrîdekî herî giran de dijî. Ger em tenê bêjin li Îmraliyê tecrîdekî heye, wê kêm bimîne. Li Îmraliyê êrîş û pergala êşkencê ya nîjadkujiyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Ji bo wê jî pêdivî heye em polîtîkayên li Îmraliyê tê meşandin baş pênase bikin û fêm bikin. Ger baş fêm bikin wê demê em ê karibin berxwedaniya ku li Îmralî tê meşandin di çi astê de ye jî baş fêm bikin. Dema em salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêbertî dinirxînin pêwîst e em encamên 25 salan ên bi xwe re heya roja me îro anîne jî zanibin. Em dikarin bêjin, li Îmraliyê li hemberî polîtîkayên izalosyonê û qirkirinê ku bi armanca tesfiyekirinê li ser Rêbertî tê ferzkirin Rêbertî bi berxwedaniyekî dîrokî ya bêhempa, bi şerek û tekoşîneke mezin ku mînakên wê li tu deveran nîne pêş xist. Her wiha avakirina fikrên mirovên azad, pêşxistina birdozî û felsefa jiyana azad û projeyên çareseriyê roj bi roj diherike û vekirineke cidî li çar aliyên cihanê çêkir. Bi vê yekê hemû planên dijmin û konsepta tesfiyekirinê vala hat derxistin.
Wekî din şervanên azadiyê bi zanist û rihê Apoyî li hemberî hemû curên êrişên dewleta Tirk ya faşist sekinîn. Şer û berxwedaniya gerîla ya di pêşengtiya şervanên jin de hatiye nîşandan gelek hesabên dijmin vala derxist û pêşiya pir tiştan jî girt. Şervanên azadiyê bi tekoşîn û fedekariyekî mezin li hemberî hemû taktîk nûkleer û gazên kîmyewî şer kirin û seknekî bi îrade û cesaret nîşan dan. Bi rihê serkeftinê xwe kilît kirin. Gerîlayên ku bi rihê fedaî li berxwedidin her roj destana didin nivîsandin. Ev jî hêz û moralekî mezin da gelê me. Hişt ku dijminê me bê çare bimîne û gav paşva bavêje.
Rêbertiya me di nava pergala tecrîd a herî girande paradîgma û manîfestoya neteweya demokratîk û felsefa azadiya sedsalê pêş xist û gihand astekî. Hem di herêma Rojhilata Navîn û hem jî di qada navnetewî de rastî eleqdarbûnekî mezin hat û meraqa naskirina wê ji milê milyonan mirova hat çêkirin. Ev rastî bi awayekî şînber derdikevê holê ku tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser jinê û civakê ye jî. Paradîgmaya Rêbertî, birdoziya azadiya jinê ji her demekî zêdetir şênber dibe û jinên ji her netewe û baweriyekî li derdora birdoziya azadiyê jinê kom dibe û tekoşîna azadiyê pêş dixe. Şîara “Jin Jiyan Azadî” xwe li tevahî cihanê belav kir û gavekî girîng li ber gerdûnbûnê avêt. Bi pêşengtiyê jinên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bibe tekoşînekî hevbeş bi jinên netewên cuda re tê meşandin. Bi bilindkirina rihê tekoşînê wê bawerî û zanabûna di jinan de hatiyê avakirin sîstema Îmraliyê hilweşe û faşizim têk biçe.
Li Rojavayê Kurdistanê projeya Rêbertî ya xweseriya demokratîk bi pêşengtiya jinan hate şênberkirin. Di şoreşa jinê de nasnameya birdoziya azadiyê jinê bû kaniya îlham û hêviyên jinên Rojhilata Navîn û cihanê. Bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan şoreşa jinê ya li Rojava Kurdistanê, li derdora paradîgmaya Rêbertî kom bûn û hembêzkirin. Li ser vê esasê tevlî tekoşînê bûn. Her wiha şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengtiya jinan pêş ket zemînekî pir xurt ava dike ku em xebatekî mezin bidin meşandin. Dema paradîgmaya Rêbertî li ser bingeha xeta sêyemîn wek şaristaniya demokratîk û tekoşîna zayendiyê hate pêşxistin û gihişte asta gerdunî ev jî weke alternatîfa pergala şaristaniya kapîtalist û desthilatdariya mêr hate pêşxistin. Hêzên desthilatdariyê ev yek ji bo berjewendiyên xwe xeterekî cidî dîtin. Ji bo vê jî hemû polîtîkayên qirêj û konseptên ku îro li ser pergala Îmrali tên pêşxistin yekser ji aliyê hegemonîstên modernîteya kaptalîst ve tên birêvebirin. Bi konsepteke hevbeş siyaseta tesfiyekirin, qirkirin û imhakirinê li ser Rêbertî hîn zêdetir kirin. Rewşa ku derdikevê holê ew e ku çiqas plan û konseptên dijmin vala derdikevê û siyaseta wî dikevê tengasiyê, êrişên xwe yên pergalî di milê birdozî, siyasî, leşgerî û civakî û hwd. zêdetir dike. Çiqas fikir û felsefeya Rêbertî di nav civak û jinan de tê rojevkirin û nîqaşkirin ev yek ji bo xwe xeternak dibînin. Ji bo wê pêşeng û têkoşerên jinan dike armancên êrişên xwe. Her wiha dijmin bi her şêwazî dixwaze gelê Kurd fêrî sîstema tecrîdê bike, rewşa heyî normal bike. Lê gelê Kurd bi pêşengtiya jina berxwedêr nîşan da ku wê ji her demekî zêdetir xwedî li Rêbertiya xwe derkeve û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê hîn zêdetir têkoşîna xwe xurt bike.
Li gel pergala êşkenceya Îmrali ya 25 salan, ev 31 meh e ku ji Rêbertiya me tu agahî nayê girtin. Ev hem bi xwe re metirsiyeke mezin tîne ku di derheqê jiyan û tenduristiya Rêbertiya xwe de em gumanan dijîn hem jî konsepta nû ya dijmin nîşanî me dide. Ev projeya dewleta Tirk a faşîst û hemû hêzên komploger, bi armanca qirkirin û îmhakirina gelê Kurd bi pir alî tê meşandin. Ji aliyekî ve Rêbertiya me di tecrîdê de dihêlin, me ji fikir û nêrînên wî bêpar dihêlin ji aliyê din ve êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Di salvegera komployê de êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojavayê Kurdistanê berdewamiya komploya navneteweyî ye. Bi van êrîşan ne tenê hewil dide destkeftiyên gelê Kurd û herêmê tune bike, di heman demê de hewil dide li wir felsefe û paradîgmaya Rêbertiya me tune bikin. Em van êrîşên hemwext ên li ser Rojava û Herêmên Parastina Medya û êrîşên qirkirina siyasî yên Bakurê Kurdistanê nikarin ji komploya navneteweyî û tecrîda heyî qût bigrin dest.
Divê di ketina sala 26 emîn a komploya navneteweyî de, bi pêşengtiya jinan têkoşîna xwe ji her demî zêdetir bilind bikin û hemû hêzên xwe seferber bikin ku em tecrîdê bi dawî bikin û pergala Îmrali hilweşînin. Faşîzma tirk û hevkarên wî yên noker û xayîn têk bibin. Bi taybetî pêngavên ‘dem dema azadiyê ye’ û ‘bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve’ gelê me bi hêz û îradeyeke mezin ji bo azadiya Rêbertiya me bênavber di nav têkoşînê de ne. Bi taybetî xebat û çalakiyên di pêşengtiya jinan de li seranserê cîhanê pêş dikevin, xebatên sendîkayan, konserên nevneteweyî, komxebat, konferansên ji Afrîkaya Başûr heta Lozanê tên lidarxistin cihê serbilîndî û şanaziyê ye. Her yek ji wan encamên keda Rêbertiya me ne. Lê di rewşa heyî de, di nav vê tecrîda girankirî û êrîşên qirkirinê de têkoşîna em dimeşînin têr nake. Di rewşa Rêbertiya me de guhertinek çênake. Ev jî nîşan dide ku têkoşînên hîn dewlemendtir, bi rêbazên hîn xurttir û berxwedaneke bênavber pêwîst dike. Ger em dibêjin Rêbertiya me gerdûnî bûye wê demê divê zanibin ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me jî erka hemû mirovahiyê ye. Ne tenê gelê Kurd divê em hemû gelên demokrat û azadîxwaz ên cîhanê karibin agahdar bikin, nîqaş bikin û tevlî têkoşînê bikin û êdî sala 26 emîn a komployê bikin sala serkeftin û sala azadbûna fîzîkî ya Rebertî.
Jiyan Lava