• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Şehîd Wateya Felsefeya Me Ya Jiyana Azad İn

June 17, 2023
in Daxuyanî
A A
Şehîd Wateya Felsefeya Me Ya Jiyana Azad İn
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Şehîdên me yên Hezîranê di dîroka me Tevgera Jinê de weke meha şehîdan tê zanîn û wateya xeta partîbûnê û jiyana azad a şehîdên me yên Hezîranê ye. 3’ê Hezîranê Leyla Yildiz (Şaristan Asmîn), 7’ê Hezîranê Flîz Yerlîkaya (Gulan), 17’ê Hezîranê Sema Yuce (Serhildan), Hatîce Hezer (Berîvan Zîlan), Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) û 30’ê Hezîranê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû, cewher, çavkaniya me ya jiyanê û pêşeng me yên ku rêya me ronî dikin in. Di şexsê hevrêyên xwe de em şehîdên xwe yên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîr tînin û weke hevrêyên wan soza xwe ya zindîkirina xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dubare dikin.

Şehadeta her hevrêyekî me ku ji bo azadiyê berdêl dayîne û şehîd bûne, li dijî şerê giran ê li Kurdistanê û li dijî êrîşên dewleta faşîst a mêtinger, desthilatdariya mêr, zayendparêz, netewperestî û qirkirina jinê dîroka berberxwedana civakî tîne ber çavê mirov. Li ti dera cîhanê jin bi dilxwazî nabin hedefa polîtîkayên îmha yên leşkerî û mîlîtarîzmê. Ji vî alî ve Têkoşîna Azadiyê Jin û Kurdistanê ji tevgerên jin ên din û têkoşîna wan di astekî cudatir de ye. Sedemê ku di şexsê şoreşgerên jin ên pêşengiyê ji têkoşînê re dikin têkoşîna jinê hedef digirin, avakirina sîstemekî nû ya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Sedem ew e ku ji jinên cîhanê û gelan re alternatîfekî pêşkêş dike. Felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo li dijî paşverûtiya mêr a cîhnê û desthilatdariyê serhildanekî îdeolojîk-polîtîk e. Sûcê mirovahiyê ku li dijî jinên pêşeng tê kirin, sûcên şer ên giran ji dervey hiqûqê dihêle. Ji vî alî ve şehadetên Tevgera Jin a Kurdistanê bûyer, dem û şexsekî îfade nake. Ji bo jinên Kurd ên hatine mêtingerkirin, bi berçavgirtina her cure berdêlê nûneriya serhildana radîkal dike. Şehadet heqîqetek e ku îspat dike azadiya jinê encex bi rizgariya civakî pêkan e.

Di şer de şehadet çêdibin ku em nikarin tenê bi bîranînê derbas bikin. Ji ber ku rastiya şehîdan dîroka jin û civakê ye ku felsefeya rastiya şehîdan û jiyana azad xistiye nava jiyanê. Şehîd bûyîna çanda têkoşîna azadiya jinê ye, nasname û îradebûna wê ye. Hevrê Sema Yuce ku li ser xeta Zîlanan li girtîgehan nûneriya nasnameya PAJK’ê kir û dijmin têk bir, hevrê Gulan ku bi rêxistinbûna jina fedayî bersiva dijmin û komployê da, Raperîn Amed ku sekna bi fedakarî, cesaret û bi eşq tevlîbûna têkoşînê raber kir, hevrê Berîvan Zîlan pêşengên tevgera me ya jinê ne. Hevrê Sema, Gulan, Raperîn, Bêrîvan bi coşa şoreşgerî weke sembola cewhera welatparêziyê mîrateya me ya zadiyê mezin kirin û rêya serkeftinê teqez kirin. Hevrê Sema Yuce li girtîgehê li dijî polîtîkayên dijmin ên teslîmgirtinê, bedena xwe kir meşale û azadî parast. Li çiya, girtîgeh, qada civakî serkeftina xwe ya xeta fedayî derxistiye holê. Hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Gulan her tim weke nirxên me yên azadiyê yên herî zelal wê bijîn. Li ser rastiya şehîdan lêhûrbûnkirin, bi ser xistina şoreşa jinê ye.

Jinên pêşeng ên sosyalîst û şoreşger li ser navê hemû jin û gelan jiyana xwe datînin holê û têdikoşin ku şaristaniya mêr biguherînin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn parastina azadiya jinê, jiyana xwe danîna holê ye. Îro gerîlayên azadiyê yên YJA Starê ji bo parastina rûmet û azadiyê li dijî êrîşên kîmyewî û bombebaranan li çeperên berxwedanê şer dikin.

Em bang li hemû jinên ku li azadiyê digerin dikin ku bi ruhê Şehîdên me yên Hezîranê yên nûneriya xeta JIN JIYAN AZADÎ dikin, Pêngava JIN JIYAN AZADÎ! BER BI ŞOREŞA JINÊ li her derê bilind bikin; li dijî îdeolojiya desthilatdariya mêr paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bixin nava jiyanê, desthilatdariya mêr hilweşînin û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk