Zanista ku li dora jinê pêşbikeve, wê bibe gavavêtina yekem a rast ya sosyolojiyê
‘‘Fêm kirin jiyan kirine, jiyan kirin ji bo fêm kirinê ye. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Her çiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî ne mumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bixwe ye. Tu hêz bi qasî hêza wateyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û ji wê pêve tiştekî din nîne. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Spînoza gotibû ‘Fêhm kirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fem dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e.
Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne pênase kirin. Ev civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in ku xwe pir baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan piralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên wiha ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe piralî ava bikin.
Di çarçoveya vê pênaseyê de di tevahiya serdeman de girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingeha xwe de tevahiya serdeman, rewşa watedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfade kirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmane kirin, bûne hebûnên wisa ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên wateya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera wate û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Zanîn û zanist di cavakên dijber ên berê û heyama şaristaniyê de parçeyek ji civaka exlaqî û polîtîk bûn. Neçare ku zanista were pêşxistin jî berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêk kirin. Divê zanista civakî, weke banû (qralîçe)ya dayîk a tevahiya zanistan, were pejirandin. Ne zanistên din ên di derbarê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kimya û biyolojî) û ne jî zanîn û zanistên din ên beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û wekî vana), qet nikarin pêşengî bikin û girêdana watedar bi rastiyê re çêbikin. Ev herdu qad, tenê dema girêdana xwe bi zanista civakî re bi rengekî serkefti çêbikin, wê demê dikarin para xwe ji rastiyê bigirin.
Di ku zanista jinê “jineolojî” pêş bikeve, wê gelek fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku navajoya zayendî, yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re. Negengaziya jiyîna bêdawî ya takekes, weke çareserî, yekî/ê neçar kiriye ku potansiyela xwe ji nû ve hilberandinê pêş bixe. Ew tişta ku jê re tê gotin ajoya zayendî, ew e ku vê potansiyelê xwe di mercên guncav de hilberîne û bi vî rengî jiyanê bidomîne. Eger em hîn bêhtir bikin gelemperî, ew bûyer e ku meyla bêdawîbûna gerdûnê, li hemberî tuneyî û valatiyê, ku dixwazin wê daqurtînin, xwe bi berdewamî dike cihereng û xwe pir dike û bi vî rengî di jiyana zîndewer de dewam dike.
Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.’’ Rêber Apo
Gerdûn hemû hebûnan di nava xwe de himbêz dike. Jin û taybetmendiyên wê parçeyek ji gerdûnê ne. Çawa gerdûn hemû hebûnan di nava xwe de dihewîne û her tim diafirîne, xwe nû dike, jin jî xwedî heman taybetmendiyê ye. Jin di forma enerjiya herikbar de nûnertiya gerdûnê dike. Bi hîs û zihnê xwe yê esnek, bi taybetî bi hevsengiya zekaya hestîyar û analîtîk gerdûn bi xwe ye. Bi afirîneriya xwe jî vê yekê şenber dike. Bi berpirsiyartî, civakekê di nava jiyanek bextewarî ava dike. Em dibînin ku tişta herî zor û zehmet civak e lê belê jin ewqasî di vê hunerê de kûr bûye û bûye pîspor ku heta niha kesî civakekê bi vî rengê demokratîk bi rêvê nebiriyê. Nirxên ku ava kiriyê heta roja me ya îro her tim zindî mane û bi wate bûne.
Emê niha biçin kûrahîya dîrokê û li dîroka jinê binêrîn û bibînin ku heqîqeta jinê çawa hatiye berovajî kirin, pergala hişmendiya desthilatdar xwe li ser nirxên jinê û bi giştî hemû civakê dide jiyan kirin. Dema em li dîroka şoreşên mirovahiyê dinêrîn, şoreşa herî serekê û bî wate bêgûman şoreşa Cıvaka xwezayi (neolîtîkê) a ku di pêşengîya jin dayikê de pêşketiye. Bingeha hemû zanistan bi ked û hîşmendîya jin dayikê hatiye hûnandin. Di heman demê de civaka exleqî û polîtîk bi dad û zanebûna jinê ava bûye. Jin hemû nirxên mirovahîyê di nava xwe de dihewîne. Bi hîs, hest, raman, xeyal, reng û dengê xwe hûnera jîyanê afirandiye. Civak di nava ahengekê de bê ferq û cudatî jiyaneke hevbeş jiyan dikir. Ji ber ku bi afirîneriya jin dayikê civak hatibû rêxistin kirin û bi welidandinê, zêdebun û mezin kirina zarokan wek mucîza yekem di hebûna mirovahiyê de hatibû çêkirin. Lê esas mucîza ku wê demê hatibu dîtin; keşfa zanist ku li beramberî dengeya xwezayê, keşîfa stêrkan, naskirina demsalan, aliyê matematîk bi hêstên jinê re kirina yek mucîze bû. Bi berpirsyarti û hestên dayikî xwedî kirin û parastin civakbûyîn dabû ava kirin. Bi zanisti û hişmendiyeke xûrt gelek keşîfen mezin û mûcîzewî hatin dîtin. Bi keşîfa agir, genim, giyayên xwarinê û xwedî kirina ajalan û hwd. bi aqilekî mezin, şoreşa çandiniyê û berhemê komkirî dan ava kirin. Ji bo nêçîra ajalan çêkirina aletên destan, çêkirina qahfur, lalik, tasik û cêran pêwîstiyê jiyanê pêk dianîn. Di encama van pêşketinan de rol û hunera jin dayikê derkete pêş. Bi hestê xwe yê dayiktî civak bi rêxistin dikir. Ji ber xwe di ber xwedî kirin û parastina zarokan de berpirsyar didît û bi erkê xwe dizanî afirînerî çêdikir. Ji bo çareserkirina nexweşi û birînên mirovan gelek jin bi keşîf kirina giyayên şîfayê jiyana xwe ji dest didan, îlacên tiba xwezayî hatin keşif kirin û zanista tendurustî bi vî awayî pêşket. Ji wê demê heya roja me ya îro jî ew îlac tên bi kar anîn.
Dîsa bi aqlê zanistî û aqlê hestiyarî, di aliyê zanistî û baweriyê ve civak hat rêxistin kirin û ji bo pîvanên civakê, gelek qanûn çêkirin. Xwe bi rêvebirin û karbeşiya di nava civakê de li ser van pîvan û qanûnan hat bi rêvebirin û şoreşa neolotîkê hat ava kirin. Di karbeşiyê de herî zêde zilam diçû nêçîrê. Ev şoreşa çandinî û civakî bi hazarên sala berdewam kir. Di vî wextê dûr û dirêj de gelek keşfên nû û berhemên zêde pêşketin. Bi van berhem û hilberîna zêde ku çêbun re ji aliyê zilam ve hesûdî, qurnaztî û temahi derkete pêş. Bi xasûkî û hirsa xwe êrîşê nirxê pîroz yê jinê kir. Zilamê qurnaz Enkî bi dizîna qanûn û yasayên jinê yê 104 M yên ku civak pê bi rêvedibirin re, êdî çerx berovajî bi aliyê zilamê xwasuk ve zivirî. Piştî van xapandin û hîleyan, her diçû nakokî zêde dibun û şerên gelekî mezin di navbera jina xwedavend û zilamê xwasuk de kûr dibû. Ev şer heta ava kirina pergala zilamê desthilatdar û rahîbên Sûmeran dewam kir. Bi pêşketina aqlê rahîb û zîguratan ve êdî jina xwedawend ya afirîner di nava serayan de bû reqas û fahîşe. Her çiqas li beramberî van êrîşan berxwedaneke mezin hatibe kirin jî êdî jinê şikestina mezin a yekem xwaribû. Di şexsê jinê de civak hilweşiyabû. Bi xapandinên serdema mîtolojî de, êdî zilamê xweda derketibun û civak bi tevahî bibû kole. Êdî vegera civaka xwe ya serdema neolîtîkê bibû xewn û xeyalên ku ji cehenemê vegerin cinetê. Lê her diçe rewş xeraptir dibe. Êdî serdema qral xwedayan û hikumdaran derketiye pêş. Jin dayika afirîner ku dayika rojê bû, xwedawenda hemû xulukkariyên erd û ezmanan bû, êdî bû jina bêhêz. Jina şîfacî bû pîrebok û cadi. Jina ilimdar û zane bû jina bêaqil, nezan û bêhêz. Bû kebaniya malê û febrîqaya zarok anînê. Bû namus û milkê zilam. Kengî bixwazê wê ji jinê hezbike, kengî bixwazî wê lêxê , dema xwest jî weke erdê xwe cot bike. Her diçû êrîş û xerabiyên li beramberî jinê zêdetir dibu. Êdî ne tenê êrîş dikir. Bi gelek lîstokên xapînok parçe kirin jî di nava jinê de dida çêkirin. Ew jin dayika ku jiyan diafirand, civak ava dikir, xweşikbun û hezkirin ava dikir, dayika kûr û keçên xwe bû. Di şexsê Medusa de ku li beramberî zilamê serdest û xapînok parastina nasnameya xwe ya xwedawendî dikir,di şexsê Athenade jina ku bi aqilê xwedayê zilam Zeus ve hatibu xwiliqandin, di şexsê Hera de jina hesûd ya ku her tim li derdora zilam de digeriya şelefî dikir de şerekî giran derdikevê. Êdî di şexsê jina xweşik, zane û berxwedêr de tê tinekirin. Jina ku zilam ji bo xwe çêkiribu, jina bê îrade, hesûd, her tim fitne, fesadî, xirabî û parçebûn çêdikir derkete pêş. Di nav van qarekteran de jina ku bi aqlê zilame xasuk bûne dijminê hev derket pêş û heta roja îro jî jin tên van lîstok û xapandinên zilam. Yanî di şexsê Athena de jin hat xapandin û ji rê derket. Di şexsê Medusa de zanebun, xweşikbun û parastin hat şikandin. Di şexsê Eyşê û Meryem de îradeya jina xwedawend hat şikandin, serê xwe li beramber zilamê xweda tewand û bi qedera xwe razîbû. Fîlozof û zanistên bi aqlê analîtîk ku ilm û felsefe pêş xistine, ji hestê mirovatî û civakbûnê dûr ketine, bûne endezyarên pergala kapîtalîst û sermayeya global. Di şexsê Hîpatya de zanist û ilmê jinê hat tune kirin. Herdem û her wextekî pergala zilam a desthilatdar jin ji cewherê wê derxistiye û ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. Lê tû pergalê û tû wextî weke pergala modernîteya kapîtalîst jin nekiriye amurê berjewendiyê xwe û bi kar neaniye. Weke ku Rêber APO jî dibeje, kapîtalîzm jinê xistiye qiralîçeya metayan û amurên xwe.
Li gorî vê rastiyê dema ku em jin wekî epîstomolojî, ontolojî û antropolojî digrin dest bi her awayî jin hatiyê înkar kirin û pewiste dîsa ev zanîst bigihejin heqîqeta xwe û bî zanîsta jinê vê bibin yek da ku ji nû vê sererastinek pêk were. Nexwe her çiqasî mîtolojî , felsefê, ol û zanist rêbazên lêgerîna heqîqetê bin jî hêzên desthilatdar naverokê wan vala kiriyê û di bin navê mîtolojî, ol, felsefê û zanistê de cewhera van vala hatiye derxistin.
Tevgerên femînîzm jî pêşî wekî mafê xwe yê mîratê, deng bi kar anîn ,hilbijartin,mafê heq dest ,kurtaj û desthilatdarîya mêr qebul nekirin li ber xwe dayê.
Jinên têkoşer yên wekî Rosa Luxemburg, Klara Zetkin û Madem de Beovîouîr bi berdelên giran gelek mafên jinê bi dest xistinê.
Tevgerên femînîst yên wekî lîberal, radîkal, sosyalîst, postmodern, ekofemînîzm, îslamci femînîzm û femînîzma çandî rolek gîrîng lîstine. Jineolojî van tevgaran jî hem rexne dike û hem jî temam dike.Wekî ku tê zanîn di jineolojî de hevjiyana azad cihekî taybet digire û di mijarên civakî, azadî, têkoşîn û dîroka jina azad di nav xwe de dihewîne.
Ger em li civaka Kurd jî temaşe bikin, her çiqas gele Kurd bi êrîşên qirkirina çandî, civakî, zimanî û zîhnî re rû bir û hatibin jî lê di riya kevneşopiya jina Kurd ku rayên wê digihije çanda jin dayikê a civaka xwezayî û heya roja me ya îro jî te. Jina Kurd her tim buye xwedî risteke(roleke) xûrt û afirîner. Em dikarin bejin ku bi riya jina Kurd re berhem û çanda jina xwedawend bi her alî ve di nava civaka me de şenber maye û tê jiyan kirin. Çi di aliye civakî, çandî, tendirustiya xwezayî û hilberîna xwemalî de, çi jî di aliye rihê berxwedana netewî û parastina xwe de be. Gelek jinê Kurd hene ku mohra xwe li dîrokê dane û ev çand heta roja me ya îro jî tê. Mînak weke Guhar Xanim ku di berxwedana Keleha Dimdimê de rolekê dîrokî dileyizê. Li beramber Dewleta Safevî şerekî destanî dike. Dîsa li Rojhîlatê Kurdistanê jinên berxwedêr Mîna Qazî rolekî mezin di komara Mihabadê de lîstiye. Mesture Erdalan û Tewar Seqîzî jî li hemberî rejîma Îranê a paşveru li ber xwe didin û têne darve kirin. Di heman deme de di têkoşîna serhildana li hemberî Osmanîyan de jina Kurd Rindexan bi şerekî pispor berxwedaneke demdirêj dike, paşê jî xwe ji pira Malabadî de davêje û jiyana xwe ji dest dide. Leyla Qasim jî li hemberî zîhniyeta dagirkeran serî hildide û her çiqasî perce perce dikin jî, wê bangawaziya azadîyê û berxwedane dikir. Dîsa li Dêrsîmê, Besê û Zarîfê û bi sedan jinên din weke Meryemxan, Eyşe Şan heta dawî têkoşînekê dîrokî dikin.
Îro jî neviyên wan li ser çanda berxwedana wan li ber xwe didin. Weke Şehîd Hozan Mizgîn hem weke fermandera şer û hem jî weke hunermendekê bi awaza azadî û serhildanê coş û moraleke mezin dide gelê Kurd û rihekî şoreşgerî di jinên Kurd de ava dike.
Keça Dêrsimê neviyê Besê û Zarîfeyan Berîtan jî li hemberî îxanetê bi bask dibe û li ser zînarê welatê xwe ber bi azadîye vê fir dide û jina azad a tekoşer bi nasnameya fermandariyê tacîdar dike. Bi berxwedana xwe hesab ji zîhniyeta bakivsalarî û zayendperest dixwaze.
Zîlan bi kîna 5 hezar sal li dijî zîhnîyeta bavîksalarî,pergala zayendperestî û faşîzma kapîtal de teqîn çêdike û li welatê rojê derbasî textê xwedawendan dibe û bi hezaran berendamên xwedavend Zîlan’an di şexsê xwe de di afirîne.
Sara ya ku her tim jiyana wê şer bû neviya xwedavenda Înana bû. Bi ava kirina kesayeta xwe ya azad û afirîneriya xwe ya zanistî berhem û keşfên jina xwedawend di şexsê xwe de nujenkir û li jina tekoşer vegerand.
Dema ku Rêber APO dest bi tekoşîna azadiyê dike, di gava despêkê de dibeje şoreşa ku em despêbikin, bê jin çênabe. Hemû hewldanan dike û jinê beşdarî nava tevgera azadiyê dike. Rêbertiya me hîn ji zaroktî de bawer dike ku enerjiyeke mezin di jin de heye. Her çiqas zor û zahmetiyê xwe hebin jî lê di demeke kurt de hêjmarake zêde tevlî nava şoreşê dibe. Rêbertî her tim dibeje enerjiyeke xûrt a veşartî bi jinê re heye û ji nêzîk ve bi pêşketin û pirsgirêkên jinê re mijul dibe. Dibêje, êdî jin gihişte wê astê ku li hemu qadan aktîf be û tevlî kar û xebatan bibe. Rêber APO gihişt wê qenetê ku edî jin dikare bi tena xwe rêxistina xwe avabike û xwe bi rêvebibe, bixwe biryara xwe bide. Hêza xwe avabike û bibe xwediyê îradeya xwe ya azad. Li ser van nêrîn û perspektîfên Rêber APO di sala 1993’an artêşa jinê hat ava kirin. Bi artêşbûna jinê re heykelê rêxistina jinê derket pêş. Di sala 1994’an de bi avakirina YAJK ê re Yekîtiya Jinê bû beden. Di sala 1999’an de bi avakirina PAJK ê bi partîbunê re mêjiyê rêxistina jinê kemilî. Di sala 2000’an de bi rêxistinkirina KJK ê re bi civakî kirina jinê re dilê ku xwînê li bedenê belav bikê bi temamî formîla rêxistinkirina TEVGERA AZADIYA JIN hat ava kirin. Êdî rêxistina jinê bi temamî forma xwe girt. Bi artêşbunê re hêza xwe ya parastinê avakir. Bi yekbûnê ve îradeya xwe nas kir. Bi partîbunê re îdeolojîya xwe ava kir. Bi civakî kirina xwe re kombûna xwe çêkir. Jîneolojî jî dibe ilm û zanista tevgera azadiya jin. Jîneolojî zanista jinê ye wê bibe ilmê heqîqeta Modernîteya demokratîk û civakek bi exlaq, polîtîk, ekolojîk û wekhev bê avakirin.
Çima Jineoloji
Rêber Apo di sala 2008 an de têgîna jineolojî xistibû rojeva me. Bêgûman heta nîha jî dîrokekê berxwedana jinê hebû. Hem felsefîk û hem jî bîrdozî jin xwedîyê manîfestoyek û modelekê bû. Her wiha jîneolojî wekî zanistekî felsefeya azadiyê esas digre û dixwaze bi vî awayî pêş bikeve, bi felsefebuyîna jinê re ya di jiyanê de derbas kirinê hedef digre. Heman demê de ji bo jiyanê ji nû ve watedar kirinê, bi mijarên etîk û estetîk ve, yê baş û xirab ji nav hev derxistinê pênase kirine.
Ji bo ku li ser çanda neolotîk civakeke bi exlaq û polîtîk werê ava kirin, pêwîstî bi jîneolojiyê heye. Encex bi jîneolojî tekoşîneke xûrt li beramberî ilmê cînsyetperestiyê biserkeve. Ji bo ku heqîqet derkevê holê, nirx û keda jina xwedavend ku heqê wê ye jê re vegere, pêwîste jin xwe di jîneolojî de kûr bike. Rêber APO hemû derfet bi kar anî û bingehêkî rast ji bo azadiya jinê ava kir. Bingeha wê jî bi nujen kirina jîneolojî (zanista jinê) re danî. Asta tekoşîna jinê bi saya keda Rêbertî û berxwedana Sara û Zîlanan gihaye asta herî bilind. Çi di asta zanist û azadiya jinê de be, çi di asta berxwedanê de be, di şexsên jinên berxwedêr de tevgera azadiya jin rola xwe ya pêşengtiya jin û civakê girtiye ser mile xwe. Rêber APO bi paradîgma xwe ya nû hemu dunya da beramberî xwe û bû hedefa zilma xweda yê zilam û pergala modernîteya kapîtalîst. Xwedayê Zeus ê serdema nû bi hemû hêza xwe li beramberî Rêbertiya me, ketine nava êrîşê lê dîsa jî nekarîn Rêbertiya me bisekinînîn. Bi avakirina pergala Modernîteya Demokratîk ev êrîş vala hat derxistin. Mîsogeriya parastina vê pergalê jî bi nujenkirina ilmê ve bi aqil û hestê jinê jîneolojî nujen kir û ev erkê rêvebirina vê pergalê jî daye jinê. Rêbertî dibeje civaka azad bi ferdê azad ava dibe. Malbateke azad bi hevjiyana azad ava dibe. Ev jî bi fredên azad û şoreşger ve çêdibe. Rêbertî qala Afrodît û Prometheus dike. Dibeje Afrodît aşiqê azadiya xwe ye tû carî kesayeta xwe li gorî diyardeya zilamê desthilatdar nekir. Mînaka hevjiyana azad bi kesayata Afrodît û Prometheus dide. Di nava tekoşîna me de gelek kesên weke Afrodît û Prometheus hene ku xwedî vê kesayet û jiyana azad in. Weke Şehîd Sema Yûce û Şehîd Fikrî Baygeldî ku xwe ji guneh û xeletiyan şuştine û xwestine xwe bi Rêbertiyê û hevaltiya rast re bikine yek. Berdêla vê jî bi canê xwe yê pîroz dane. Dîsa Şehîd Atakan Mahîr ku xwe ji her cureyên zilamtiya desthilatdar xilas kiriye û bi cesareteke mêrekî azad ve hîle û xeletiyên ku zilam li beramberî jinê kiriye tîne ziman û kûrbuna xwe ya li beramberî jîneolojî, hevjiyana azad diyar kiriye. Dixwazê hevaltiyekî rast bi jina azad re bike. Dîsa Şehîd Sara û Şehîd Zîlan ku kevneşopiya xwedavend Înana û Îştar di roja me de zindî kirine û textên xwedavendiyê li Hîlala Zêrîn di çiyayên azad de textên xwedavendiyê danîne û bi hezaran şagirtên wan ku şagirtên xwedavendiyê ne û ji bo azadiyê li beramberî zilma faşîst a desthilatdar û dagirker şerê rumetê dikin. Wekî Rêbertî dibêje ‘’Di van çiyayan de bi yekineyên jinên azad re bayên xwedawendan ve silav kirinê re min xwest wate bikim. Ji bo min jin an di pîroziya xwedawendan be an jî qet nebe!’’
Ji Kelema Jina Azad