• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Newroz Jiyanê Dihûne

March 23, 2023
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Newroz Jiyanê Dihûne
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Agir çiqasî geş bibe, jiyan ewqasi xweşîk dibe û wate dayin jî zêdetir mezin dibe. Newroz ji bona gelê Rojhilata Navîn û tevgera me pir giring e ku bi heyecan û moralekî mezin tê pêşwazîkirin. Bitaybet jî cejna Newrozê bi PKK’ê re hem gihişt cewherê xwe û hem jî bû sedem ku gelê Kurd carek din rastiya xwe bibîne. Helbet roja ku PKK ava bû û hetanî niha her Newroz bi wate bû, lê  Newroza îsal, ji yên beriya xwe pir cûdatir û girîngtir e. Ji ber tekoşîna ku Rêber Apo bi 6 kesan ve da destpêkirin; bi vê Newroza îsal re, 50’î saliya xwe tijî dike û dikeve 51 saliya xwe. Wek tê zanîn beriya PKK’ê gelek serhildan çêbûn, lê ya herî dirêj ajot serhildana Agiriyê bû. Ew jî tenê 4 salan dewam kir û piştî 4 salan şûnve jî têkçû. Lê wekî me li jor jî anî ziman tekoşîna di pêşengtiya Rêber Apo de hat destpêkirin, 50’î saliya xwe tijî dike û dikeve 51 saliya xwe. Helbet ev tekoşîn wiha biawayek hêsan nehat roja me ya îro. Wê di vê mînakê de jî bê dîtin ku dema li Elmanyayê pîrozbahiya Newrozê tê qedexe kirin heval Bêrîvan û Ronahî ji bo şermezar kirina vê biryarê, bedena xwe didin ber agir û li ser vê Rêber Apo dibêje: “Eger azadî hêsan ba, heval Ronahî û heval Bêrîvan xwe ne dişewitandin.” Yanê her kêliya vê tekoşînê bi berdêlên giran ve hatiye bidest xistin. Jixwe Rêber Apo jî ji ber vê sedemê di rojek wiha girîng de dest bitekoşîna azadiyê kir. Ji ber gelê me encax bi ruhê Newrozê ve dikare li hember dagirkerî, qirkirin û mêtîngeriyê bisekine.  Lewra jî pêwîste ji bo fêm kirina vê dîroka 50’î salî; ew kêliyên zor û zehmet bi kûrahî bên hîs kirin. Eger ne welê be ne pêkane ku bê fahm kirin ka çima ligel ew qas zor û zehmetiyan, êş û azaran jî PKK’ê hebûna xwe domandiye. Dîsa eger welê nebe ne pêkane ku çalakiya Mazlum Dogan a dîroka serberjêr diçe li ser lingan dide rûniştandin û li pêy wê jî  ya Zekiye Alkan bê fahm kirin. Wê neyê fahm kirin ka çima dijmin her tim xwestiye vî agirî bitefîne.

Îro jî dema li qadên Newrozê temaşê dikin; çanda kurdan a kevnar bi rihê Newroza destpêkê her keliyê xwe nişan dide. Ev ji cil û bergên Kurdan bigrê û heta di stran û govenda li derdora agirê Newrozê digerînîn de xwe diyar dike. Agirê Newroz bi coşa bihara rengin dikeve dile mirovan û xwe geş dike. Çawa tovên li bin axê serê xwe radikin û dibin şîtilê azadiye, Newroz jî xwedî bandoreke wisaye ku heviyên azadiye di dilê mirovan de şîn dike. Ev hevî jî vediguhere xelekên çalakiyan û bi şerê zerî û egîdan tirsa mezin dixin dilê dijmin.

Di rojeke weke îro de Kawayê hesinkar agirê ronahî û azadiye pêxistiye û daye destê gel. Çawa Kawayê hesinkar li hemberi Dehakê zalim derketibe, ji bo em Kurd jî hebûn û çanda xwe biparêzen, li hemberi pergala zalimên îro derdikevin. Pergala îro ji bo mirovahiyê ti derfeteke jiyanê nahêle. Ji bo mafê xwe yê jiyanê em li hember destlihatariyê têdikoşin. Îro careke din meydanên Newrozê nişan dan ku mirovahî li berxwe dide.

Îro newroz e. Dilê bi hezaran kesî ji bo bi Rêbertî re Newrozê pîroz bikin lêdide. Hêzên serwer û xayînên kokên xwe li hemberi tecrita giran ê li ser Rêberti kêr, lal û kor in. Divê her yek ji me welatparêz, ciwan û jinên azadîxwaz, bi agirê Newrozê tarîtiyan bişewîtînîn, çavan ronî bikin û jiyana azad bi eşq bihûnin.

Dijmin her xwestiye vî agirî bitefine, hêviyê bişkîne, Agirê meşaleya di destê me de bi sê nifrîtkên jiyana Mazlum Doxan hatiye pêxistin, bi agirê bedena Zekiye Alkan, Ronahî û Berîvan, Rehşan, Veysî Taş û Mehmet Akar’an bi awayeke qet natefe her geş e. Bi vî rihî Newroza em pîroz dikin wê bibe wesilaya azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Emê êdî Newrozên xwe li gel Rêbertî bi hev re pîroz bikin. Li ser şopên şehîdan li welatekî azad bijîn, soza me daye şehîdan pêkbînîn.

Lewma gel îro bi dengê bilind û girseyî dibêjin “Bijî Serok Apo” û ve Newrozê diyarî Rêbertî dikin. Gel dizane weke îro Dehak binketiye. Lewma bi heman coşê berê xwe didin têkbirina Dehaqên niha. Pêxistin û geşkirina agirê îsal ji niha nîşaneya serkeftina vê û pêşwazîkirina Rêber APO ye.

Arjin Ruken

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 
Nirxandin

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 

July 5, 2025

Read moreDetails
DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk