Zinarîn Amudê
Bêrîkirina te;
ne wek hemu bêrîkirina ye.
Ne tê gotin ku; dil vehesin
Ne tê parvekirin ku; êşa wê raweste.
Ji xwe em nikarin bi şibînin tu tiştî jî.
Jiber di cîhana dilê me de,
hîn nemuneya wê çênebuye.
Bêrîkirina te;
hestekî birîndare ku
dibin lingên cahilan de
tê perçiqandin.
lê tucar ji hesreta te
nayê rawestandin
ji lêgera te
nayê westandin.
Bêrîkirina te;
Hesreta dîtinêye ji dilên evîndarre
Dilên ku bi evîna te xwe mezin dikin
Û li hember sedemên veqetînê îsyan dikin.
Carnan bi agirê vê evînê
Xwe dişewitînin.
Carnan jî bedenên xwe parça dikin.
Bêrîkirina te;
Nayê fêrkirin
Dide bi hêzkirin
Jiber ku Bêrîkirina me
Evîna ji tere dijwar dike
Ger ku evîna te nebaya
Gelo wê wetaya jiyana me hebaya!…
Ji xwe zayîna me jî
Bi zayîna tere destpêkir
Jibo wê bêrîkirina te
Ji hemu bêrîkirinan
Bi êştire u xweşektire