Mêjiyê dewleta Tirk û pratîk-polîtîqayên ku ew dide meşandin nasnameyekê çawa dide avakirin û li ser gelan bandorekî çawa ava dike?
Wexta em berê xwe didin dîroka Tirk û Tirkbûnê bê guman zarokên Tîmur, Cengîzxan û Gûrê Boz in. Ji ber ku taybetmendiyên xwe ji hovbûnê, talanbûnê û dagirkeriyê digrin. Kesayeta Tirkbûnê kesayeta mêr e. Cih nabe mêbûnê. Mêbûn hîn bêhitr weke zeîfbûn, lawazbûn, bê îradebûn û pasîfbûn digre dest. Mêjiyê zilam û zilamtî ji dîrokê heya roja me ya îro ji xwe kirine weke birdoziyek û bi birdoziya mêrê serwer ji dîrokê heya roja me ya îro him di nav xwe de him jî li beramberî gelê cîran û gelê heremê xwe bi rengekî dagirkerî dide domandin û serwerkirin. Di salên 1071’an a ketina wan a Rojhilata Navîn de li ser esasê şerê Melezgirtê û talankirina bajarên Ermeniyan û qetilkirina civaka Ermen tovên nasnameya xwe ya zilamtiyê, serweriyê li Rojhilata Navîn jî çandin. Ji Melezgirtê heyanî Osmaniyan wextê em li polîtîqayên Osmaniyan dimêyzînin, her gavekî ku avêtine ser axa Rojhilata Navîn ê pê de hatine weke heqê xwe dibînin û her dewsa hespekî xwe weke hidudê gelemperiya xwe digrin dest. Li dijberî xwe kîjan vîna serhildêr dibînin, li dijî wê dikevin nav êrişekê hovane û bêyî ku tu destûr û pîvanên ehlaqî nas bike wê vîna serhildêr dişkîne û dixwaze bişibîne xwe. Yê ku nikaribe bişibîne xwe jî dişkîne û ji holê radike. Ji ber ku hebuna xwe li ser tunekirina vîna serhildêr û gelê serhildêr dibîne.
Mînak weke serhildana Bedrettîn a gelê Turkmen ji ber ku nikaribûn bikin zilam û bi zilamtiyê bihûnin, vîna wî ya azad şikandin û ji holê rakirin. Heya niha jî di dîrokê de tenê navê Bedddrettîn tê zanîn. Ji ber ku Anatoliya Navîn û tevahî Mezeopotamya dergûşa mirov û mirovahiyê ye, lê polîtîqayên Osmaniyan a serweriyê ya tunekirina Ermen, Laz, Çerkez, Romen, Terekemen û her wiha ji wê rojê heya roja me ya îro Anatolî û Mezopotamya di rastiya meşandina polîtîqaya Osmaniyan de bihiuşt bû dojeh (cehennem) û heya îro jî aqilê zilam ê serwer dev jê ne berdane û bi xeyalê zilamê serwer jiyan dikin û dixwazin vê aqilê bidin jiyankirin. Ev rastiya polîtîqayên Osmaniyan her çendî di Lozanê de derbeyek xwaribe û di berxwedana gelê Rojhilata Navîn de birînekêkûr xwaribe û li Anatolî de tengaviyek mezin jiyan kiribe jî, ji xewna Osmaniyan tu caran dev jê nehate berdan û her tim xewn û xeyalên Osmaniyê jiyan kir.
Çawa ku ev gelê me li jor vegotin bûn qûrbanê avakirina împaratoriya Osmaniyan. Û împaratoriya Osmanî li ser xwîn û tunekirina gelan dan avakirin, komara Tirkî ya ku sala 1923’an de li ser tunekirina gelê dawî yê berxwedêr dan rûniştandin û komara xwe li ser vê bingehê dan avakirin. Bê guman tunekirina van gelan tengbûna Tûranî şovenîzma reş ya ku didan meşandin û îro bi xwe jî tirba ku kolan e êdî roj bi roj ew bi xwe dikevinê de. Li şûna osmaniyê ku lingekî wan li Rojhilata dûr, lingekî wan li Balkana û lingekî wan jî li Ewropa bû îro tenê li Anatolî û tenê di parçeyekî Kurdistanê de dikarin hebûna xwe bidin domandin. Her çendî teng bûbun û kulmek ax di destê wan de mabe jî lê ti caran ev rewş nepêjirandin û bi xeyalên Osmaniyan radibin û rûdinên. Ev xeyalê Osmanî û xewnê Osmanî pêşiya bihara gelan digre, demokratîkbûna heremê asteng dike û her tim dibe weke ewrekî reş û tarî yê li ser heremê ku nahêle herem rojekî xweş bibîne.
Ev zeîfiya Turaniyan ji tirsa tunebûnê tê. Ger mînak di cih de be, Gilgamêş ji mirinê ditirsiya û mirinê weke tunebûna xwe digirt dest, heya roja mir jî lêgerînên wê yê bêmiriniyê hebû û rojekî xwe jî bê tirs jiyan nekir. Ger mînakek din em bidin çawa ku împaratoriya Asûrî ji bo mayîndekirina hebûna, hebûna gelên heremê li pêşiya xwe asteng dît. Kelha seriyan ji wan gelan da çêkirin. Lê dîsa jî nikaribû rûxmê hemu pêkanînên xwe yên hovane jî xwe ji tunebûnê rizgar bike. Împaratoriya Osmanî jî yek ji van împaratorî û kelhên zilmê yên xwe li ser tûnebûna gelan dan avakirin bû. Lê rûxmê hemu zilm, talan, kûştin û entrîqayên ku da meşandin jî xwe ji tunebûn û hilweşandinê nekarî rizgar bike. Niha jî bûye dîlekî di destê modernîtaye kapîtalîzmê de. Her çendî xeyalê Osmaniyan jiyan bike jî, ew xeyalên xav û bê bingeh in. Ji ber ku em dizanin dewleta Tirk projeya modernîteya kapîtalîst a netew-dewlet e. Ji vîna azad û ji hişmendiya azad qût, ji navikê bi modernîteya kapîtalîzmê re girêdayî. Ji ber ku em dizanin hatina Erdoxan ya piştî 2000’an a li ser hikumeta dewleta Tirk, di bin navê Îslama nerm de projeya modernîteya kapîtalîst a vekirina deriyê Rojhilata Navîn bû.
Her çendî heta astekî ev projeya xwe bi Rojhilata Navîn dabe îknakirin jî, lê berxwedana bi felsefeya Rêber APO ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin a ku li Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn bilind dibû, ev yek him îlhamek mezin, hêvî û cesaretek mezin daye gelê serhildêr him jî bi bihara gelan ev projeya modernîteya kapîtalîst têk çû. Di navbera modernîteya kapîtalîst û gelê şoreşger de niha şerekî pir dijwar dimeşe. Modernîteya kapîtalîst bi rêbazê şerê taybet û bi teknîka hemdem ya ku şerê cîhanê yê sêyemîn em binav dikin li hemberî gelê Kurd û bihara gelan de, di nav êrişek pir dijwar û pir alî de ye. Dewleta Tirk jî projeyek e modernîteya kapîtalîst a li hemberî Rojhilata Navîn e. Ji ber ku bi Îslama nerm û radîkal a bi navê DAIŞ’ê mudaxaleyê Rojhilata Navîn kirin û xwestin gelê Kurd û tevahî gelên heremê bê pêşeroj bihêlin. Mînak bi lêdana Îkîz Kule’yan nîşan da ku Îslama nerm di şexsê dewleta Tirk de bin ketibû êdî bi Îslama radîkal projeyekê nû dikirin meriyetê de. Lê Îslama radîkal ji ber ku di demekê kurt de di bin qontrola wan derket û xwest bi serê xwe bibe projeyekê alternatîf a kapîtalîzmê di nav Rojhilata Navîn de. Ji ber vê jî hêzê hegemon ê ku xwe xwediyê cîhanê dibînin carekê din xwestin bi çalakkirina dewleta Tirk û xeyalê wan a Osmaniyan, hêvî dan wî û bi hêviya avakirina xeyalên Osmaniyan dewleta Tirk careke din li ser heremê gûr û geş kirin. Dewleta Tirk ya ku ti caran wendakirina Osmaniyan qebûl nekir û her tim xewna serweriya Rojhilata Navîn û cîhanê didît, vê yekê ji xwe re weke firsendek dît û bû ling û destê hêzên hegemon di nav Rojhilata Navîn de. Mînak çûyîna Efganîstan, Iraq, Sûrî, Lîbya û herî dawiyê jî Ermenîstan bê guman ev hemu lêgerina zindîkirina xeyalên Osmanî û pêkanîna sînorên Mîsak-i Mîllî ye.
Ji ber ku Lozanê ji xwe re weke îxanet didîtin û ev firsenda ku li heremê ketibû dest dixwestin Lozanê di pratîk de ji nedîtî ve werin û hidûdê Mîsak-i Mîllî pêk bînin ji bo bikaribin hebûna xwe ya serweriyê li Rojhilata Navîn mayînde bikin. Ji ber ku niha hêzên hegemon ê ku em weke koalîsyona navdewletî bi nav dikin û Rusya niha hesabên li ser Rojhilata Navîn bi rêbazê şerê sar di nav bazarekê bê ehlaq de ne. Hêzên ku xizmeta vê koalîsyona navdewletî dikin û dixwazin xeyalên xwe yê Osmaniyan zindî bikin û şênber bikin li ser heremê niha di nav xwe de xitimandin û rizandinek mezin û kûr jiyan dikin. Yek ji van hêzan jî yê ku dixwaze hîn bêhtir bi aqilê serwer bibe şîrikê înkarkirina netew û Kurdê azad, PDK û hêzên hevkar e.
Çareseriya vê qeyrana ku tê jiyankirin bê guman carekê din çanda Rojhilata Navîn a kevnar ku tu caran serê xwe li hemberî zilmê, bê ehlaqî, înkar û rizandinê entewandiye û her tim bi hebûna xwe jiyankirinê de bi israr bûye. Axafiten heye dibêje ku ‘Roja xwe di sibê de xuya ye’. Pêşeroja azad jî di berxwedana gelê mezopotamya de diyar û şênber e. Nîşaneya vê jî xitimandina kapîtalîst modernîte û rizandina dewleta Tirk û qeyrana hêzên hevkar e. Li hemberî berxwedana gelê Kurd ê azad ku di şexsê PKK’ê de pêş dikeve û berxwedana gelê heremê yê serhildêr de li ber çav e. Mînaka vê ji Heftanîn, Garê, Metîna, Zap, Avaşîn û heya qitayê Asya û heyanî ewropa civaka berxwedêr di meşa azadî û berxwedanê de ye. Ev bi xwe darizandina feraseta modernîteya kapîtalîst û kesên hevkar e.
Zozan Botan