• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Rêwitiya Çiya-16

November 25, 2022
in Bîranînên Gerîla
A A
Rêwitiya Çiya-16
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Divê em wek jin xwe xurt bikin

Ev bû du rojin ez derbasî herêma Oremarê ya girêdayî Zagrosê bûme. Em gihiştin cihê xwe. Ez û hevala Newroz derbasî yekîneya hevalê (A…) bûn. Lê em bi nêzikatiyên wisa paşverû re hatin ku bi rastî jî hinek şaş mam. Di serî de fêm nekir çima wisa nêzî me dibin!…

Bê ku li me guhdar bike û fêm bike ka em çima derbasî yekîneya wî bûne. Hema şûrê xwe yê ku diyare bû demeke sor kiriye li beramberî min û hevala Newroz bi kar anî. Hema digo ka hevala xwe bigre û biçe biryargeha xwe ya YAJK’ê.

Piştî ku du roj derbas bûn, me xwest fêm bikin ka pirsgirêk çiye… Ez û hevala Laleşîn çûn cihê rêveberiyê… Min dest bi axaftinê kir û min jêre got; Ma qey kê talîmat şandiye ji bo ez û hevala Newroz careke din bizvirin YAJK’ê hevalê (A…). Ew jî bi acizbûnekê got; “Ev talîmata min daye…” Min jî bersiva wî da û jêre go; ma qey tu kîyî ku talîmateke bi vî rengî didî me? Hinek li ser gotinê xwe biponije û bizane tu çi dibêjî. Min fêm kir ku armanca wî rêveberiya YJAK’ê vala derxistine. Diyare ku hê jî hezim ne kiriye ka çima em bi rengek xweser xwe bi rêxistin dikin û bi xwe di derbarê xwe de biryar digrin. Pişt re min bi van gotinan dest bi axaftinê kir; “Tu bi zanebûn YAJK’ê vala derdixî. Heya ku em talîmat ji YAJK’ê negrin, em ê ji vir neçin derek cûda. Ji derveyî YAJK’ê kes nikare talîmatên bi vî rengî bide me. Partiyê erkek daniye pêşiya me û heya partî nebêje vegerin em ji vir naçin. Em heya dawiyê bi van wezîfeyên xwe ve girêdayîne…” Dema min bi van gotinan bersiva wî da, min dî ku careke din desthilatdariya xwe da axaftin û gotinên ji rêzê, rêz kirin.

Min ji gotinên wî fêm kir ku, dixwaze pirsgirêk û bêçaretiya xwe bixe malê YAJK’ê. Bi me dida hîs kirin ku, em li pêşiya şer dibin asteng.

Bi rastî jî şêwazê wî ne şêwazê Serokatî û rêxistinê bû. Ewqasî li hember hevalên jin bê bawerin ku, hema kêmasiyek biçûk ji aliyê YAJK’ê ve derdikeve, weke çekekî li hember tevgera me bikartînin. Piştî ku me dît qet li me guhdar nake, me jî jêre go heya ku heval bi xwe banê me nekin, em yek gavê jî ji vir navêjin.

Pişt re hevalekî bi navê (Z…) hat. Ew jî heman tişt ji me re got. Min fêm kir ku, ew dixwazin di şexsê me de YAJK’ê vala derxin. Min ji xwe re go, divê ez neyêm leyîstokên wan. Ji ber ku ew dixwestin me bitirsînin û me bînin asta ku em bêjin, temam emê biçin…

Şexsiyetên li vê derê erka xwe ya rêvebirtiyê bi şêwazên şexsî û şaş bikartînin. Zimanê wan hemiyan yek bû. Ev nêzikatiyên zilamên serdest ên ku dixwazin bi her awayî jinê bixin bin venêrîna xwe, pir bi xeterin û ger ku tu li hemberî van nêzikatiyan ne hişayrbî û asta tekoşîna te lewaz be, pir bi hêsanî dikarin te bê bandor bikin. Min ji nêzikatiyên hevalê (A û Z…) fêm kir ku heya em wek jin bighên hinek tiştan û sazîbûna xwe ava bikin, emê bi gelek zorahiyan re rû bi rû werin. Lê pir bi bawerim ku emê bi ser bixin. Baweriya min heya dawî bi hêza jinê heye…

Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike
1997

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE
Genel

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE

June 24, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk