Di meha borî de II. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd li Hewlêrê bi beşdariya 200 delegeyên ji rêxistinên cuda yên ji çar perçeyên Kurdistanê û derve hate lidarxistin. Endama Kordînsayona PAJK’ê rêheval Zaxo Zagros jî di vê konferansê de amade bû. Me jî xwest nêrîn û çavdêriya wê di derbarê vê konferansê de bi we xwendevanên xwe yên hêja re parve bikin.
T.Zîlan: Rêheval Zaxo Zagros, birastî pir aliyên cihêreng û baldar ên konferansa netewî ya jinê hene ku em jî mereq dikin. Lê belê beriya hertiştî em dixwazin çawaniya amadekarî û zemînê II. Konferansa Netewî ya Jinê bizanibin. Bi kinahî jî be hûn dikarin vê pêvajoyê ji me re vebêjin?
Zaxo Zagros: Cara yekem Konferansa Netewî ya Jinan li Amedê hate lidarxistin. Di vê konferanê de ji hin rêxistinan, jinên Kurd tevlî bibûn û vê jî zemînek da çêkirin. Lê ji ber rewşa siyasî û şertûmercên wir tevlîbûn bi sînor bû. Li gor biryara wê konferansê, diviya ku II. Konferansa Netewî ya Jinê di sala 2011’an li Hewlêrê bihata lidarxistin.Sala borî pir hewldan çêbûn, lê ji hêla komîteya amadekariyê ya Başûr ve her hate paşdexistin, bi hiceta ku bûtçe nehatiye erêkirin. Di esas de konjektora siyasî ya sala par ji bo rûniştineke wiha li Hewlêrê ne mûsayîd bû. Lewma jî di vê salê de konferans pêk hat. Ya rast di encama pir hewldan û israrên me, konferans çêbû. Me bi rêbazên cuda ev xiste rojevê. Lê pêvajo pir giran bû, ji havîna par ve li ser Tevgera me êrîşên pir-alî hatin çêkirin. Dîsa li bakurê Kurdistanê li ser rêxistina siyasî pir operasyon û desteserkirin çêkirin. Her wiha pêvajoya 8’ê Adarê û Newrozê jî bû sedem ku rojev cuda be û ser vê mijarê sekinandin kêm ma.
T.Zîlan: Beriya ku II. Konferansa Netewî ya Jinan were destpêkirin, bi qasî ku ji rayagiştî re eşkere bû, hin pirsgirêk derketin. KJB’ê deklerasyonek weşand. Di vê barê de hûn çi dibêjin?
Zaxo Zagros: Di meha adarê de ji me re agahî hat ku komîteya amadekariya konferansê ya li Başûr, du kesan ji KCK’ê vedixwîne konferansê. Komîteya li Başûr dixwest ku li gor înîsîyatîfa xwe, konferansê bide destpêkirin û komîteyên li qadan jî nehatibûn agahdarkirin. Me bi berfirehî ev mijar nirxand û biryar girt ku komîsyonekê ava bikin û bi vê rêya rewşê binirxin, her wiha ji bo pêşkêşî konferansê bikin jî hin belgeyan amade bikin. Dihate payîn ku li 28’ê Gulanê konferans çê bibe. Lê paşê bi hin sedeman hate paşdexistin. Teleba me ya yekemîn ew bû ku hemû komîteyên qadan bi hev re civînekê li dar bixin û biryarên esasî jî wiha werin stendin. Herwiha em gihîştin wê biryarê ku bi navê KJB’ê bi awayekî fermî bi komîteya amadekar re hevdîtin çêbikin. Pêşniyara hevdîtina me nehate pejirandin. Komîteyên beşan kom bûn û nîqaş hatin pêşxistin. Hem di derbarê rojev, hem jî nêzîkatiya ji konferansê re encamên sereke hatin diyarkirin. Konjektura siyasî û armanca konferansê hatin nirxandin. Me sê rojevên bingehîn diyar kirin; li gor vê ya yekemîn divê rewşa siyasiya Kurdistanê bibe rojev. Rewşa jinê li her çar perçeyan goftûgo bibe. Yek ji xala din jî ti zilam tevlî konferansê nebin, ji bo ku jin bixwe pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û rûniştin di bin siya ti zilamî de nebe. Weke din komîteya başûr dabû diyarkirin ku, tenê baskên rêxistinên siyasî dikarin tevlî konferansê bibin. Me ev rast nedît, ji ber ku li Kurdistanê hejmarekî pir zêde rêxistinên jinan hene, diviya hemû temsîliyeta xwe bibînin. Wek din hejmarekî pir kêm kota ji bo qadan hatibû dayîn. Ev jî bêmêzinî dida çêkirin, ne demokratîk bû. Herî dawî jî me xwest ku KJB bi nasnameya xwe tevlî bibe. Lê di civîna berfireha a komîteyê de pir mijar an qet nehatin nîqaşkirin, an jî encam derneketibû. Me wek tevger ev rewş nepejirand û ji ber daxwaziya me ya ji bo hevdîtinê jî piştçav hatibû kirin, me bi daxuyaniyekî çapemeniyê helwesta xwe da diyarkirin. Ji bo ku rayagiştî jî ji rewşa heyî agahdar bibe. Piştî bi du rojan jî me deklerasyon amade kir û weşand. Şertên me yên sereke hebûn; ya yekemîn konferansa netewî ya jinê li ser pirensîba azadiya jinê û yekîtiya netewî ya demokratîk were lidarxistin. Divê rêgeza welatparêzî were bingeh girtin. Herwiha kota jî li gor rêxistin û potansiyela her perçe bê diyarkirin. Ji hemû rêxistinên jinan yên Kurd beşdarî çê bibe. KJB jî bi nasnameya xwe tevlî bibe û wekî hêzeke pêşeng bê dîtin. Me da diyarkirin ku, xeyrê vê, em ê konferansê qebûl nekin. Konferansa ku, nekeve xizmeta jinê û gelê Kurd çênebe jî dibe. Wiha bû ku komîteya amadekar biryar girt civînekê lidar bixe û KJB’ê tevlî civînê bike. Komîteyê name ji bo KJB’ê şand û vexwende civînê ku nîqaş bikin. Herwiha biryar hate girtin ku di konferansê de ti biryar nekevin dengdanê, bi konsesûs û hevgirtinê bigihîjin encam ê. Di civîna ku KJB beşdar bû de hin rexneyên me çêbûn. Me da diyarkirin ku “Em wek KJB Tevgera Azadiya Jina Kurd in ku, ji her çar perçeyên Kurdistanê li jêr vê navendê, ango pêve girêdayî rêxistinên jinê yên girseyî hene. Em niha di nava şertên dijwar yên şer de li beramberî hêzên dagirker şer dikin. Rojane rêhevalên me şehîd dikevin. Herî dawî 15 hevalên me şehîd ketin. Li beramberî vê rastiyê nêzîkatiyek şaş ji hêla komîteya amadekar ve hatiye kirin.” Her wiha me da diyarkirin ku “Em naxwazin vê rewşê bi awayekî sûbjektîf binirxin, lê ev nêzîkatî tenê xîzmeta hêzên derve dike. Xîzmeta tecrîda li ser Tevgera me, li ser Rêbertiya me dike. Me di civata giştî ya 7. a KJB’ê de konferansa netewî xiste rojeva xwe û bingeha wê ji hêla me ve hate avêtin. Bi rêya KJB’ê bi sedhezaran jinên Kurd radibin ser lingan. Heke hûn dixwazin konferans bikeve pratîkê, divê tevgera me cidî were girtin. Nexwe wê ti wateya konferansê nemîne. Em wek mêvan jî tevlî nabin.”
Di encama nîqaşên berfireh de her 6 şertên me hatin nîqaş û qebûlkirin. Ji KJB’ê jî 5 delege di konferansê de tevlî bûn, di komîteyê de jî hevalekê cih girt. Herwiha hate diyarkirin ku di konferansê de biryar nekevin dengdanê. Biryarên ku em di vê civînê de gihîştinê bi protokulekê hate îmzekirin.
T. Zîlan: Çend rêxistinan dane diyarkirin ku wê tevlî vê konferansê nebin, hûn dikarin sedema vê yekê ji me re bêjin?
Z. Zagros: Belê, di vê navberê de 8 rêxistinên Rojhilatî bi israr xwestibûn ku hemû kotaya ji bo Rojhilat hatî diyarkirin ji wan pêk bê û YJRK jî neyê konferansê. Ji ber ev nêzîkatî ji hêla komîteya amadekar ve nehate pejirandin, wan dane diyarkirin ku wê tevlî nebin. Jixwe nêzîkatiya van rêxistinan antîdemokratîk û bi niyet bû.
T. Zîlan: Niha jî em derbasî rûniştina konferansê bibin. Konferans çawa destpêkir? Kîjan rojev û nîqaşan mohra xwe lê xistin?
Z. Zagros: Di konferansê de roja yekê wek rojeva sereke rewşa siyasî hate nirxandin. Ji hêla rêxistinên herêma federal ve bêtir mijara dewletbûyîna Kurdan û amadekariyên di vî milî de hatin bidestgirtin. Hin rêxistinan jî dane xuyakirin ku ji bo dewletê ne amade ne. Piştî axaftina panelîstan, mafê du deqîqe axaftinê, ji bo nîqaşan hate diyarkirin, me bi berfirehî destnîşan kir ku divê bi şûna dewletbûyînê, demokratîkbûyîn were esasgirtin û her perçe li gor vîna gel pirsgirêka xwe çareser bike.
Di vê rojevê de, bilî hin nêrînên cuda, pir xalên hevbeş jî derketin ku ez dikarim wan wiha rêz bikim; li gor vê yekê pirsgirêka Kurdistanê bitûnî ye. Li kuderê zerer bigihîje perçeyekê, an jî Kurdekê, ji bo hemû Kurdistanê jî zerer hisab e. Xala din a hevbeş ew bû ku her perçe divê di nava xwe de jî yekgirtî be. Wek mînak li Başûrê Kurdistanê Hewlêr û Silêmaniye ji hev pir cihê disekinin, divê ev perçebûyîn ji holê rabe. Dîsa li başûrê rojava Meclîsa Niştîmanî û Meclîsa Gel hene. Ev jî du xîtaban derdixîne holê. Lewma jî divê her perçe jî di nava xwe de bibe yek. Ya din ti perçe nebin qurbana perçeyekî din. Girîngî û hesasiyeta her perçeyê were esas girtin. Ji bo Konferansa Netewî jî em gihîştin vê nêrîna hevbeş ku divê jin tevlîbûna xwe çêbike, heta ji konferasê re serkêşî bike û kotaya zayendî hebe.
Di roja duyemîn de rewşa jinê li her çar perçeyên Kurdistanê û rêyên çareseriyê hate nîqaşkirin. Di vê rojevê de ji hêla Tevgera me ve tevlîbûnekî xurt çêbû. Lê belê li gor nêrîna min ji hêla rêxistinên bakur ve aliyê pêşketina jina Kurd qismî hate teyisandin. Bêtir tiştên ku divê werin kirin, hatibûn destnîşankirin. Me di belgeya xwe de rewşa jinên Kurd li her çar perçeyan û xalên hevbeş, rêyên çareseriyê bêtir kirpand. Weke din nirxandin çêbûn û pir nêrînên hêja derketin holê. Rewşa jinê, xwekuştin, fuhuş, kuştinên bi navê namûsê, rewşa xizanî û bikaranîna madeyên hoşbir, rastiya şer û xeteriya Îslama siyasî li ser jinê, bandora çanda modernîteya kapîtalîzmê li ser jina Kurd, çawaniya polîtîkayên hêzên dagirker li ser jinên Kurd û zarokên wê, siyaseta ku li ser malbatê tê meşandin, ev mijar hemû bi berfirehî hatin nirxandin. Diyar bû ku bi giştî li Kurdistanê de di aliyê civakî û jinê de hin pêşketin hene. Weke mînak li başûrê Kurdistanê ruxmî ku pirsgirêkên jinê hîna pir giran e, lê belê li gorî Iraqê, asta tevlîbûna jinê pir li pêş e. Li Iraqê kotaya tevlîbûna jinê di parlemenê de ji %25 e. Li başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de ji %37 jin hatine hilbijartin. Jina Kurd bi giştî di nava seknekî bi wate û pêşketî de ye. Li perçeyên din jixwe bi têkoşîna bizava azadiyê re bandorekî hîna xurt li ser rewşa jinê çêbûye. Lê hema bêje ji hêla hemû beşdarên konferansê ve ev yek hate kirpandin ku, pirsgirêkên civakî bi giştî li Kurdistanê pir giran in, hîna jî ji hêla hêzên derve lîstokên piralî têne lîstin. Li beramberî vê jî pêdiviya têkoşînê hate destnîşankirin. Rewşa heyî û pirsgirêkên jinan bi berfirehî hatin ser ziman, heta bi hejmarên îstatîstîk jî daneyên heyî hatin eşkerekirin. Bal hate kişandin ku hîna li hin deran sunetkirin, kuştin û xwekuştina jinan çê dibe. Girtina jinan li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilat jî darvekirina jinan, li başûrê rojava girtin û zext li ser jinê didomin. Mijarên weke dagirkerî, koletî, bêexlaqî û destavêtina ku ji hêla dewletên serdest ve li ser jinên Kurd û civakê tê ferzkirin, ji aliyê pergala serdest a zilamsalar ve bêmêzînî û zayendeperestiya ku tê sepandin, bi giştî hatin bidestgirtin. Xala hevbeş ew bû ku çendî li gor taybetiya perçeyan xweseriya rewşa jinê hebe jî pir pirsgirêkên jina Kurd ên hevbeş hene ku divê bi têkoşîneke hevgirtî ji holê rabin. Wek mînak pirsgirêka rêxistinên xweser û serbixwe heye. Dîsa di nav partiyan de divê kotaya zayendî hebe. Heta hin delegeyên ji başûrê Kurdistanê pêşniyar kirin ku, heke di partiyekê de ji %70 zilam bin, ji wê partiyê re bûtçe neyê veqetadin, ango wek partî neyê qebûlkirin. Hinekan jî pêşniyar kirin ku di her partiyê de ji %40 kotaya zayendî hebe. Herwiha pir pêşniyar û nirxandin hebûn, lê xala hevbeş ew bû ku kotaya zayendî hebe. Tenê ji hêla çend kesan ve hate gotin ku kota bixwe tiştekî ne baş e û jin divê bixwe tevlîbûna xwe ewçend bihêz bike ku pêdivî bi kotayê nebe. Lê ji hêla hema bêje hemû beşdarên konferansê ve hate gotin ku, ruxmî hemû pêşketinan jî, lê hîna pirsgirêkên jinê pir in û hîna negihîştiye wê astê. Her wiha jin di bin dagirkerî û mêtîngeriyeke giran de, bi awayeke bê edalet bi zilam re di nava têkoşînê de ye. Hate xwestin ku li her derê nêzîkatiyeke ciyewaziya pozîtîf hebe.
Rojeva sêyemîn a konferansê jî mijara projeya nevenda jinê bû. Li gor vê projeyê hatibû plankirin ku ji bo hemû jinên Kurd, wek rêxistineke sêwan navendek ava bibe. Rêveberiya navendê ji 9 kesan pêk bê ku, yek kes ji wan berpirsyar be û du kes jî alîgirên wê be. Lê yek ji şertan ew bû ku ev her sê kes herî kêm 3 sal ezmûna wan a xebata jinê hebe. Ya ku bibe endama vê navendê divê temenê wê ji 18 salan kêmtir nebe. Divê xiyanet nekiribe, dijbertiya netewî nekiribe. Fînansa vê navendê, serxwebûna navendê bandor neke. Navend bikare li her çar perçeyên Kurdistanê çalekiyan pêş bixîne. Divê ti rêxistinên siyasî li ser navendê bi bandor nebin. Di vê projeyê de hin aliyên baş hebûn, lê hin xalên wê jî pir hiyerarşîk û teng bû. Me di vê barê de damezirandina meclîsê pêşniyar kir. Me da diyarkirin ku navend ji bo her çar perçeyên Kurdistanê teng dimîne. Me xwest di serî de konsensûsê ava bikin. Wek bizav em di wê baweriyê de ne ku em hîna wekî jinên Kurd, bi taybet rêxistinên jinan ji bo ku bigihîjin rêxistineke hevbeş ne amade ne. Ji ber di konferansê de jî hate dîtin ku, hîna em rêxistinên Kurd di guhdarkirin û tehemûla nêrînên hev de zorî dikêşin. Ev yek ji hêla rûniştinê ve hate qebûlkirin. Hate pêşniyarkirin ku komîteyeke amadekar derkeve, ev komîte ji bo avakirina rêxistinekê amadekarî bike. Lêkolînan pêşbixîne. Jixwe belgeya pêşniyara navendê tenê bi zaravayê Soranî bû, wiha jî ji hêla delegeyên ji beşên din ve zêde nehate fêmkirin. Di encam de hevgirtin çêbû ku komîteya amadekar nirxandin û nîqaşên di konferansê de jî bingeh bigre û ji bo xwe weke perspektîf bigre dest. Ji bo konferansa sêyemîn wê pêşnûmeya meclîsê were amade û pêşkêşkirin.
Wek din projeyek bajarê jinan jî pêşkêşî konferansê hate kirin. Li gor vê projeyê şeklê bajêr wê mîna malzaroka jinê û hundirê wê jî wek cenînê be. Lê hundirê wê bi çanda modernîteya kapîtalîst hatibû diyarkirin ku, li ser 20 hezar km. bê çêkirin û ji 2 mîlyon kesan pêk bê. Li ser vê projeyê jî nirxandinên rengareng hatin kirin. Hinekan gotin ku ev proje tenê xeyaleke xweş e, hinekan gotin ku xeyaleke nexweş e. Hineken bi giştî red kirin û gotin ku projeyekî bijare ye, jinê îfade nake. Welhasil bi berfirehî di derbarê wê de nêrîn hatin. Ev proje nehate qebûlkirin û ji komîteya amadekar re hate hiştin ku li ser bixebite. Paşê jî encamname kete nîqaşê. Komîsyonek hate diyarkirin ku encamnameyê amade bike. Ji her rêxistinê jî kesek beşdar bû. Ji KJB’ê jî me cihê xwe di vê komîsyonê de girt. Nûnerên hemû rêxistinan jî tê de cih girtin. Jixwe li gor nêrîna konferansê hin xalên sereke derketin pêş û wek 8 madeyan formûle bûn.
T. Zîlan: Hûn dikarin van madeyan ji bo me vebêjin?
Zaxo Zagros: 1-Gelê Kurd wekî her gelekî xwedî mafe ku, bixwe çarenûsa xwe diyar bike.
2- Herçar beşên Kurdistanê çareseriya xwe, bixwe pêş bixin.
3- Di komîteya amadekariya konferansa netewî de û di tevlîbûna konferansê de kotaya zayendî ji %40 kêmtir nebe.
4- Ji bo avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev li her çar perçeyên Kurdistanê, jin bi awayeke hevgirtî û hevbeş têkoşîn bikin.
5- Ji bo mekanîzmeyek hevbeş were avakirin, xebata bername û esasnameyê bê destpêkirin û armanca vê navendê ew be ku pirsgirêka jinê li her çar perçeyên Kurdistanê çareser bike.
6- Ji bo azadiya girtiyên siyasî û rakirina tecrîdê, pêşxistina plana acîl a çalekiyan.
7- Li beramberî kuştina jinan, xurtkirina têkoşînê.
8- Kesên ji bo pirsgirêka netewî têkoşîn kirine, hemû rûmetên me yên netewî ne.
Me xwest ku ji bo rewşa Rêber APO jî xalek derbas bibe, lê hate gotin ku xala 6’emîn vê pêşwazî dike. Me di rojeva pirsgirêka netewî de rewşa Rêbertî bi her awayî xiste rojevê û piraniya axafvan jî îşare bi tecrîd û rewşa Rêbertî kirin. Lewma jî me xwest ku di vê encamnameyê de jî ev yek wek xal cihê xwe bigre. Me da zanîn ku “Rêbertiya me li jêr tecrîdê de ye, saleke ku jê agahî nayê girtin, em nizanin rewşa Rêbertiya me çawa ye, ev rewşekî cidî ye. Di dîroka Kurdan de ewqas serok hatine kuştin, dardekirin, gelê Kurd perîşan bûye. Tecrîda heyî jî dewama vê polîtîkayê ye. Lewma jî pirsgirêka hemû Kurdan e.”
Li ser vê mijarê pir nîqaş çêbûn. Pêşniyara me nehate pejirandin. Li ser vê bingehê bê ku hemû endamên komîsyonê amade bin û hîna ev mijar nehatibû zelalkirin, yek ji endamên komîsyonê dest bi xwendina danezanê kir. Me mafê axaftinê xwest û diyar kir ku “Divê di daxuyaniyê de rewşa Rêber APO wek xalekê were destnîşankirin, nexwe em vê konferansê nas nakin û em ê konferansê biterikînin.” Di vê navberê de elektîrîk hate wemirandin û piraniya delegeyan dest bi avêtina durûşmeyan kirin. Bi durûşmeya ‘Bijî Rêber APO’ rûniştin terk kirin. Ji aliyê din ve daxuyanî hate xwendin û bi çepikan xwestin konferansê wiha bidawî bikin. Lê me ev nepejirand. Piştî vê aloziyê ji bo konferans bi selamet bi dawî bibe, li formûlên cuda geriyan. Di dawiyê de konferans gihîşte vê mutabeqatê ku di derbarê rewşa Rêbertî de biryarekî taybet were girtin, komîteyek ava bibe û ji bo azadiya Rêbertiyê xebat û çalekî bimeşîne. Piranî jî xebatên dîplomatîk bide meşandin. Wê ev komîte ji bo Hukûmeta Herêmê, serok-komarê Iraqê Celal Telebanî, Konseya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî name bişîne û ji bo rewşa Rêbertiyê bangewaziya şiyarbûnê bike. Wiha jî ji raya giştî re bi daxuyaniyekê encamên konferansê, hatin eşkerekirin.
T.Zîlan: Piştî ku konferans bi dawî bû, bi giştî hûn vê pêngavê ji hêla jina Kurd û bi taybet ji hêla Bizava Azadiya Jinê ve, çawa dinirxin?
Zaxo Zagros: Piştî konferansê, me bi giştî encamên wê nirxadin. Birastî jî ji aliyê jinên Kurd ve destkeftî û pêngavekî girîng bû. Lê em gihîştin vê qenaetê ku divê jinên Kurd di aliyê xwe îfadekirin, danasîn û belavkirina asta têkoşîna xwe de hîna bêtir bikevin nava lêgerê. Em wek tevger jî divê xwe bêtir bidin nasandin. Hevgirtinê xurt bikin. Divê di nava jinên Kurd de nêzîkatiyên xwe navend kirin, xwe dîkte kirin û hev tehemûl nekirin ji holê rabin, ji bo ku em hîna bêtir bikarin li hev guhdar bikin, yektir fêm bikin û bigihîjin yekîtiyê. Em dizanin ku ev pêvajo taze destpêkiriye. Jixwe yekîtiya netewî ne tiştekî hêsan e. Kurdistan li jêr polîtîkayên pir taybet û komployên piralî ewçend hatiye perçekirin ku birastî avakirina yekîtiyê, heta xeyalkirina wê jî pêdivî bi amadekarî û têkoşîneke mezin dibîne. Lê Rêbertiya me demeke dirêje ku pêdivî û girîngiya yekîtiya netewî ya demokratîk destnîşan dike. Ji ber ku encex em Kurd wiha dikarin nirx û çanda xwe ya netewî biparêzin û hebûna xwe li beramberî her cure êrîş û polîtîkayên hêzên dagirker, dewam bikin. Lewma divê bê gotin ku yekîtiya jinên Kurd wê ji bo yekîtiya netewî jî bibe zemîn û bingeheke xurt û ev jî berhem û keda Rêber APO ye. Wek tevger xeta me azadkirina jin û gelê Kurd armanc dike. Em beriya hertiştî aştî û yekgirtinekî qahîm di navbera Kurdan de dixwazin. Bêguman di vê konferansê de di pir xalan de me karî bi jinên ji rêxistinên din re bigihîjin nêrînekî hevpar. Lê ji ber konferans bixwe di rewşekî pir giran de pêk hat ku, rêxistina me bi êrîş û komployên giran re rû bi rû ye, di asteka ku dihate xwestin de amadekarî çênebû. Lê divê em li ser vê zemînê bixebitin. Encama derketî ji bo pêşî li pêşketinên erênî veke, binirxin. Wekî ku min da diyarkirin ev konferans berdewama konferansa yekemîn, pêngavekî girîng û baş e. Hewce dike em jinên Kurd bi hemû hêza xwe ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û jinên Kurd bikevin nava liv û tevgerekî bêdawî. Bi vê baweriyê em vê konferansê li hemû jinên Kurd pîroz dikin.
T. Zîlan: Em jî spasiya we dikin ku we nêrînên xwe bi me re parve kirin. Serketin…