• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

4’ê Nîsanê Jin Li Jiyana Azad Şiyar Bûn

April 5, 2020
in Daxuyanî
A A
Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

4’ê Nîsanê roja bûyina Rêber Apo, ku dibe temsîla maneya ku Kurdistanî û jin li jiyaneke azad jidayik bûne, li gelê Kurdistanê, li jinan û li gelên Rojhilata Navîn pîroz be. Di salvegera 71’ê ya roja bûyinê de em sond dixwin ku bi Rêber Apo re li welatê welat, li nav gelê azad em bi hev re bin.

Roja bûyinê ya Rêber Apo, ya ku li bajarê qedîm a xaka Mezopotamyayê li Rihayê pêk hatî û em weke ”bûyina pêşî” bi nav dikin, ji bo gelê me û jinan bûye şiyarbûna li azadiyê ye. Ji ber vê em jin û gel vê bûyinê ji bo xwe weke roja ronesansê dibînin. Pîrozkirina vê roja bûyinê, ji nû ve fêhmkirina meşa azadiyê ya di nav 71 salan de hatiye bicihkirin, a nirxên têkoşînê û bawerî, biryardariya li azadiyê, bi kurtasî di 4’ê Nîsanê de ji nû ve fêhmkirina rastiya Rêbertî ji bo me xwedî nirxekî pir mezin e.
Ên ku bi modernîteya kapîtalîst a dijminê azadiyê bi komployeke navnetewî li ser Rêber Apo kirin û lê fikirîn ku wê meşa azadiyê asteng bikin bi ser neketin. Rêber Apo zeman û mekanê lê veguheranda ser zemîna têkoşînê û mohra xwe li jinûvebûyina da.
Rêber Apo komploya navnetewî, tecrîd veguheranda ser bûyina mezin a dîrokî û civakî. Gerdûn, dîrok, civak û jin ji nû ve şîrove kir, perspektîfeke nû ji bo Tevgera Azadiyê danî. Çare ji bo gelek pirsgirêkên ku paradîgmaya berê heq jê dernediket danî holê, danî holê ku şaristaniya dewletî ya çînî ji krîzan, kaosn û neçareserkirinan pê ve tiştekî nade. Perspektîva pergaleke danî holê ku bi vê mirov dikare bi civakê re, bi sirûştê re, bi jinê û gerdûnê re bi azadî bijî.
Em bi hêla (pandemî) Covîd-19’ê bêhtir dibînin ku modernîteya kapîtalîst ti xizmetê nade civakan ji bilî çaresernekkirina, krîz û kaosan. Hemû polîtîkayên kapîtalîzmê, netew-dewletê û endustrîyalîzmê tenê mirinê li ber mirovahiyê datîne û ji bilî vê bi kêrî tiştekî dî nayê. Kapîtalîzm li bara pirsgirêkên tendiristiyê bêhtir dibe muxafazkar û dixwaze bi rejîmên dîktatorî çareseriyê biafirîne. Rêber Apo ji mêj ve anîbû ser zimên ku pergal di krîzê de ye, hin serdeman wê bikeve nav pêvajoyeke kaotîk, va deman meyla têkoşînê û azadiya civavkî wê xurt bibe û bikaibe qadên azadiyê zevt bike. Tam jî ji ber vê sedemê tespîta, ”ne mirov dikare weke berê şer bike û ne jî mirov dikare weke berê bijî” ne tenê tespîteke li ser şerê gerîla ye. Em divê çareyê li bara neçareserkirinên ku pergala kapîtalîst hildiberînê, li qada teknîka ku gihayî, tendiristî, hiqûq, perwerdehî, berevanî, huner, etîk û estetîkê çareyan biafirînin. Em nikarin çavê xwe lê bigirin ku neçareserî Kurdan, jinan, yixtiyaran, zarokan, ziman, bawerî, çandan ber bi jiyaneke taloke ve tehf dide.
Di vê dema krîza vîrûsa koronayê Covîd-19 de ku di encama polîtîkayên kapîtalîst de derkete holê, gelek hêz, rêxistinbûn û sazî bang li dewletan dikin ku zindanan vala bikin. Îran, Tirkiye û welatên Ewropayê divê van bangan ji nedîtî ve neyên. Hin qanûn ketibin rojevê jî dewleta Tirk dixwaze sûcdarên dikare bi xwe ve girê bide ji zindanê derxîne û di vê pêvajoyê de xwe xurtir bike. Di vê pêvajoya krîzê de ya esasî divê tenduristiya gel be. Ji ber vê yekê di serî de Rêber Apo divê girtî hemû bên berdan.
Di vê demê de ku xwevegirtina ji hev a civakî li mirovan tê ferzkirin, parastina civakîbûnê, xwedîderketina li nirxên xwe yên civakî di serî de kadroyên PKK û PAJK’ê û wezîfeya me hemûyan e. Parastina nirxên hewl didin tine bikin, danîna têkiliyeke estetîk, exlaqî ya bi xwezayê, jin, mêr, zarok, extiyar re, wê bibe derbeke girîng ku li modernîteya kapîtalîst bê xistin. Parastina qadên xwe yên jiyanê, parastin û dewamkirina nirxên xwe yên çandî wê bibe kêliyên azad ên jinûve vejînê. Tiştekî nepêkan nîne. Ji bilî têkbirina modernîteya kapîtalîst rêyeke din li pêşiya me nîne. Bi navê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê em careke din soz didin Rêberê xwe, şehîdên xwe ku nirxên me yên têkoşînê ne û didin gelê xwe, ku em ê bi rêbazên afirîner karekî serketî bikin.
Li dijî dîwarên ku di navbera civak û xwezayê de hatine lêkirin, em bang li her kesî dikin ku şitlê daran biçînin û rojbûna Rêber Apo bi vî rengî pîroz bikin. Em rojbûna Rêber Apo li gelê xwe pîroz dikin ku vê rojê weke vejîna azadiyê dibîne.

Koordînasyona PAJK’ê
03.04.2020

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk